Hevpeyvîn Bi Devliken Kelogirî re

Hevpeyvîn Bi Devliken Kelogirî re

Hevpeyvîn Bi Devliken Kelogirî re 

Ken, çalakiyeke îdeolojîk e! 

Devliken Kelogirî 

     Devliken Kelogirî, nivîskarekî kurd e û dengekî ne ji rêzê ye. Xwediyê zimanekî tûj î tehl e; rexne dike, diqîre û dixwaze ku rastiyên civaka xwe, bi vî hawî bide zanîn û nasandin. Tenê, bi zimanê xwe ê resenî dinivîsîne û dîwarekî têra xwe bilind, di navbera xwe û zimanê serdestan de lê kiriye. Hinek kes, jiber zimanê wî ê tûj û rexnekar, jê aciz in. Belam tiştê ku ez dibînim, têra xwe hezkarên wî jî hene û baş jî tê şopandin. 

Li ser navê malpera felsefevan; em ligel birêz Kelogirî li ser felsefe, çêr, îdeolojî, zimanê kurdî û prejeyên wî yên siberojê axivin.

Ali Gurdilî: Di serî de, li ser navê malpera felsefevan ez spasiye cenabê te dikim, ku te vê daxwaza me ya hevpeyvînê erê kir, malî ava.  

Devliken Kelogirî: Ez spas dikim û mala te ava. Ya din jî, ji bo min ciyê şanazî û kêfxweşiyê ye ku te ev eleqe nîşan da.

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe re, tu dikarî hebekî xwe bi xwendevanên me bidî nasandin? Tu li kû hatî dinyayê, zarokatiya te, perwerdehî?

Devliken Kelogirî: Ez li Qosera Mêrdînê hatime dinyayê. Li gorî dêya min qal dike, xêr û guneh di stuyê wê de, ez qermîçokî, qijmirokî, zihîfokî, jar û hejar hatime dinyayê. Xwedêgiravî tê gotin, di bin çermê min de hestiyên min xuya dikirin, lewma jî zaroktiya min li ser doktor û nexweşxaneyan derbas dibe.
Rojekê ez pir nexweş dikevim û bavê min ligel dêya min bi tirimbêla dostekî xwe berê me dide nexweşxaneya Diyarbekirê. Di nav pêçekê de tenê çîzeçîza min tê bihîstin. Te yê sûnd bixwara ku çêlika pisîkekê ji birçîna di nav wan potikan de pêçayî ye û dike çîzeçîz.
Dostê bavê min li wê jar û hejariya min dinêre, di ber xwe de dike niçeniç û dibêje, “Law Devlikeno, wele tu ne ew zilamê ku mirov te li ser doktor û nexweşxaneyan bigerîne, lê ez çi bikim, ez kîrê te di tunebûnê kim…”

Zaroktiya min li sikak û kolanên Qoserê derbas bû. Ez lawê ewil bûm û ji ber ku lawê ewil bûm jî, li gorî şert û merc û nirx û kevneşopî û baweriyên civakê ez pir delalî bûm. Lê wê delaliyê nehişt ku qûna min rabe, lewra kî ji dêleva min bûya, wê şipiyakî bibeliqanda nav çavên xwe.

Di malzaroka dêya xwe de min dest bi perwerdehiyê kir û li ser wê bingehê roj bi roj, meh bi meh, sal bi sal min hewl da ku xwe nas bikim, jiyanê nas bikim. Ji ber ku ji bo min perwerdehiya bi tirkî nayê tu wateyê û nuha bi kêrî min û tiştekî nayê, qal û behsa wê nakim û belasebeb serê xwe û we naêşînim.

1016140_10201957807887582_692956060_n

 Ligel mamoste Kerem Gerdenzerî

Ali Gurdilî: Berhema te ya yekem, qasî zanîna me  <Doxînsistîzm> e newsa, ji weşanxaneya Do yê der çûye? Niha tu çi dinivîsînî, yanî di destê te de çi xebat hene? 

Devliken Kelogirî: Belê, “Doxînsistîzm” berhema min a yekem e û ji “Do”yê derket. Nuha li ser berhema xwe ya duyem dixebitim û Xwedê bê erê, navê wê jî “Xwelîserîzm” e. Wekî din jî li ser çend babetên cuda dixebitim. Dosya min a zûgotinokan ku hemû zûgotinok malê min in (ne gelêrî), li ber qedandinê ye û bi baweriya min, ji bo dîksiyona kurdî hewcedariyek e, piştî demekê ez ê çap bikim. Çarînên erotîk-romantîk dinivîsim. Ji bo lotikxanê û rojnameya guhertinê nivîsaran, pêkenokan, çîrokan dinivîsim. Herwiha ji mêj de ye ku skêçên mîzahî dinivîsim û hin tiştên din… Yanî jiyan her berxwedan e û ez jî bêrawestan her ber xwe didim…   

Ali Gurdilî: Di pêşgotina kitêba xwe de, tu dibêjî ku <Ken, çalakiyeke îdeolojîk e!> ji kerema xwe re, tu dikarî vê gotina xwe hebekî şirove bikî? Yanî, ken çawa dibe/dikare bibe çalakiyeke îdeolojîk?  

Devliken Kelogirî: Belê, “Ken çalakiyeke îdolojîk e!” Ne tenê ji bo civaka me, ji bo her civakê wisa ye. Ji bo hukumranan, dîktatoran, rejîm û sîsteman her tim ken bûye tirseke mezin. Bi rêya ken, bi zimanekî îronîk guhertina civakan rehetir, hêsantir e. Tabû û nêrînên ku di mejiyan de hişk bûne, zû bi zû nayê guhertin, tesîr lê nayê kirin. Heke ken ji qeşmeriyê rizgar bibe û rexnegeriyê jî di xwe de vehewîne û bibe xwedan sekneke muhalîf, çekeke xurt e. Lê divê tu zanibî tu yê wê çekê çawa bi kar bînî.

1897836_10203365553480342_4939719578186671283_n

Li Nor Radyoyê ligel Şivan Zerenî 

Ken çalakiyeke îdolojîk e, lewra him dikenîne, him rexne dike…
Ken çalakiyeke îdolojîk e, lewra muhalîf e…
Ken çalakiyeke îdeolojîk e, lewra bandor û tesîrê li dil û mejiyan dike, bêyî vîna wan dihêle ku bifikirin, dihêle ku lê hûr bibin, lê sor bibin, lê bikolin.

Ali Gurdilî: Xwendevanekî di malpera tirşikê de wiha gotiye ji bo tevger/berhema te: <piştî çirûskîzmê ev îdeolojiya duyemîn e ku kurda xelatî cîhanê kiriye. Bila kes nebêjê ku ji kurdan fîlozof dernakevin. Ev her du îdeoljiyên gewre (çirûskîzm û doxînsistîzm) ji aliyê îdeologên kurd ve hatine sazkirin.> Tu vê helwesta xwe wekî îdeolojiyekî dibînî? (1)  

Devliken Kelogirî: Na, ev ne îdeolojiyek e û hewce jî nake bibe îdeolojî. Heke navek lê were kirin, ez karim bibêjim, “Doxînsistîzm” “Kurdîîzm” e.  

Ali Gurdilî: Di malpera xwe ya facebookê de tu dibêjî kuRoja ku kurd û nekurd ji hev veqetin, kurdî dê bigihêje asta herî qedirbilind.’ bingeha vê gotina te çi ye gelo? (2)  

Devliken Kelogirî: Kurd û nekurd ango kurdên bi kurdî dijîn û kurdên bi tirkî dijîn. Ne xema kurdekî tirkîjiyîn e kurdî, ji ber ku bûye perçeyeke ji zimanê neyarê xwe û tu bi çi zimanî bijî, hest û nêrînên te jî li gorî wî zimanî rûdine, dikemile, distewe, mixabin. Heke kurdên dilêşên kurdî û kurdên ku kurdî ne xema wan ji hev veqetin û ew kurdîêş xwebixwe bimînin, ew ê mil bi hev din û zimanê xwe derxin asta herî bilind. Ji ber ku her du nifş di nav hev de ne û mejiyê nifşekî bi vîrusa tirkî lewitiye, herimiye, lewma jî tesîrê li nifşê din jî dike… 

Ali Gurdilî: Dîsa di grûbeka xwe de, tu wiha dibêjî: Heta tirkî dê û bavtiyê ji kurdî re bike, kurd ê her û her, dûvika dû qûna tirkan bin.’

Bi çi hawî tirkî, dê û bavîtiyê ji kurdî re dike gelo? (3) 

Devliken Kelogirî: Rewşenbîr û entelektuel û zana û hunermendên civakekê, qeymaxê wê ne. Ka binêrin bê ji bilî kurdan, rewşenbîr û entelektuel û zana û hunermedên kîjan netewê bi zimanê netewa xwe nizane? Tu biçî nav fransiyan, rewşenbîr û entelektuel û zana û hunermendên wê, bi fransiya xwe wê te gêjomêjo bikin. Tu biçî nav îngiliziyan wisa, tu biçî nav elmanan wisa… Lê hezar heyf û mixabin, yên kurdan bi zimanê xwe nizanin û ev ne bes, bi zimanê dagirkerên xwe, xwe qure dikin, xwe şanaz hîs dikin. Hêjayî lêkolînê ye mirov bike tez ji bo mijara xwelîserîzmê. Mesele ev e. 

Ali Gurdilî: Li gor bîr û baweriya te; li Kurdistana Bakûr, ji bo ku zimanê kurdî bi pêş bikeve û xurt bibe, divê çi werin kirin? Pêşniyazên te yên li ser vê mijarê çi ne gelo?  

Devliken Kelogirî: Tenê rêyek heye, ew jî, bi lezûbez divê kurd jiyîna bi tirkî li xwe qedexe bikin û tenê bi kurdî bijîn. Heta ku mecbûr nemînin bi tirkî nepeyivin, nexwînin, nenivîsin, nekenin, negirîn, nefikirin…
Wek ku evîndarek li ser evîna xwe de dîn dibe, divê kurd jî dil têxin zimanê xwe û li ser dîn bibin. Min berê jî carekê gotibû, kurdîtî, dînîtî ye; divê em xwe dîn bikin. Ji zimanê xwe nexeyidin, heqê we tune hûn ji zimanê xwe bixeyidin; heke were û zimanê we ji we bixeyide, hûn ê nemînin!  

1504145_10203447926699621_4718654527978130768_n

Ali Gurdilî: Niha tu çi cure kitêban dixwînî? Tu dikarî çend kitêban pêşniyazê xwendevanên me bikî ji kerema xwe re?    

Devliken Kelogirî: Bi kurdî çi bi ber min dikeve dixwînim. Nuha li ber destê min, “Soryaz” a Diyar Bohtî û “Peyarêk”a Çiya Mazî hene, wan dixwînim. Lê pirtûk û nivîsên bi tirkî yên kurdan naxwînim. Di destpêkê de min qala xebatên xwe kiribû, lê ji bilî wan xebatan, dilê min heye romanek erotîk-romantîk binivîsim, lewma jî berhemên di der heqê vê babetê de jî dixwînim. Ez bi xwe jî dijîm… J))  

Ali Gurdilî: Wekî pirsa dawî, ji kerema xwe re tu dikarî bo xwendevanên me felsefeyê pênase bikî û hebekî jî, behsa felsefeya xwe ya jiyanê bikî?  

Devliken Kelogirî: Her çiqas pênaseke felsefeyê hebe jî, her kes li gorî xwe jî şîrove dike. Bi ya min, felsefe xwenaskirin e û piştî xwenaskirinê, di her qada jiyanê de lêpirsîn e, lêkolîn e, xwendin e, zanîn e. Mirov çiqasî kûr bi xwe de here, ewqasî jî li lêpirsînê hûr dibe û bi berfirehî jiyanê nas dike…
Û felsefeya min a jiyanê; Teyrê bêhêlîn im, baskên xwe li hev dixim û her difirim. Dilê min ku bixwaze, xwe li wir datînim û li gorî daxwaza dilê xwe dijîm…  

Ali Gurdilî: Rêzdarê hêja, mala te ava ku te bersivên pirsên me dan û vê dema xwe te da me. Dubare spas.

Devliken Kelogirî: Ez gelekî kêfxweş bûm; min zewq stend. Bi rastî jî min pirsên te di kêliyekê de û bi kêfxweşî bersivandin. Û spas ji bo te ku tu zimanê dêya min bi rêya felsefeyê kûrtirîn dikî.

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

05.06.2014

Jêder

1- http://www.tirsik.net/p/636/devliken-kelogiri

2- https://www.facebook.com/devliken?fref=ts

3- https://www.facebook.com/groups/252656331574456/?fref=ts 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina hevpeyvînê qedexe ye.

Bersivekê binivîsin