Hevpeyvîn bi Berken Bereh re

Hevpeyvîn bi Berken Bereh re

Berken Bereh; hosteyê peyvê, zanayê çand û dîrokê, şarezayê hestûbestên giyanê mirovî ye. Dengê bilind ê çiyayî li ser hemû dengan digerîne û wê kelepora Botana Kurdistanê ya xwedan binhişeke heşt hezar salî diqîrîne ber perrê cîhanê.

Omer Dilsoz  

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Di nav nivîskar û helbestvanên kurd yên naskirî de, Berken Bereh bi henûnî û nefsbiçûkiya xwe tê nasîn. Pirî caran min ji gelek heval û dostan bihîstiye ku Berken Bereh bi rastî jî, insanekî rûgeş û hestyar e. Li ser navê malpera www.felsefevan.org ê min jê rica hevpeyvînekî kir, mala wî ava wî jî dilê min nehişt, piştî pejirandina hevpeyvînê jî min dest bi amadakariya vê hevpeyvînê kir.  

Ali Gurdilî: Di destpêkê de ez ji dil gelekî spasiya cenabê te dikim ku te dilê min nehişt û vê fersendê da min. Mala cenabê te ava.  

Berken Bereh: Ya te avatir xortê hêja.  

Ali Gurdilî: Ez baş dizanim ku cenabê te ji aliyê xwînerên kurdî ve baş tê nasîn, lê bi kurtî be jî ji kerema xwe re tu dikarî xwe bi xwîner/xwendevanên malpera me bidî nasandin? Û yek jî dixwazim vê yekê bipirsim: Gelo çima cenabê te mamostetiyê xwend û ne beşeka din? Yanî bi taybetî jî, te dixwest ku bibî mamoste yan hema wisa bû kismet?  

Berken Bereh: Na, min nedixwest bibim mamoste lê şert û mercên wê demê wiha ji min re lêanî. 

Ali Gurdilî: Beriya çend rojan, bala min çû ser gotineka cenabê te. Te beriya çend rojan, wiha gotibû li ser hesabê xwe yê facebookê: <tu zemanî konjuktura dinyayê bi qasî îro bi berjewendiyên kurda re ne guncaye. Ger kurd di vê prosesê de hevkarî û yekitiya xwe pêk neyne û xewna rizgariyê -ya ji E. Xanî û vir ve em hewl didin vê xewnê pêk bibînin- ango serxwebûnê neke armanca xwe, bi min dibe yek ji wî hîmê berdewamiya kolonyaliya kurdan ku belkî du sed sal din bê paşxistin. Divê neyê jibîrkirin dewletên serdest yên dinyayê di hewldana veguherandina sînorên vê erdnîgariyê ye ku beriya sedsalan wan bi xwe danî bû. Kurdino! Nebin alava ‘prosesek nû’ ya tu welatan. An Kurdistan an neman!> 

182312_10202892962989452_968923105_n

Ya rast, ez dibêjim ku divê ev gotina cenabê te, bibê rênîşanderê hemû siyasetmedar û rêxistinên me. Lê ez dibêjim ku kurd, a niha ji vê armanca xwe ya bingehîn her diçin dûr dikevin. Nizanim, dibe ku ez xeletbim jî? Li gor bîr û baweriya cenabê te, gelo îmkan heye ku kurd, hemû heza xwe bikin yek û Kurdistana serbixwe ava bikin? Yan bi çi hawî, yekîtiya kurdan dikare bi cîh were?       

Berken Bereh: Ez ne wek te difikirim. Bi min kurd ji her wextê bêtir nêzîkî yekitiyê ne û fikra dewletbûnê di rewacê de ye. Helbet ez vê rastiyê ne ji bo partiyên me lê ji bo gelê me bi kar tînim. Ev daxwazî jî ne bêbingeh û dûrî konjuktura cîhanê ye. Îro roj yên ku beriya 90 salan van sînoran danîbûn, îro li pey rûxandina wan in. Ji ber ku rastî û sînor lihevnaguncin.wekî din desthilatdariya daravî ku mezin û avakarê pergala dinyayê ye ji bo berdewamî û bêtir pere qezenckirinê divê aramî û aştî konê xwe li vê deverê vede. Niha ew bicihkirina vê planê têdikoşin. Bi vê ve girêdayî hewldanên vê plansaziyê li rojhilata naverast kir ku em kurd bikevin di nav livbaziyeke netewî. Ev êrîş û şerê bi daişê re bi min piçek jî ew e ku em kurd bibine yek, hêz û şiyana xwe bikin yek û doza yektiyê bikin, prosesa netewiyê pêk bînin. Ez bibêjim yekîtî tu bibêje hevkarî îro ya li Şengal û Kobanî tê pêkanîn ev e.

Lê dewletên dagirkerên me ne, ji vê prosesê aciz û tengezar in, dixwazin rê li ber fikra netewî û dewletbûnê bigirin. Bi fen û futan me bixapînin. Ez dilxweş, pêşbîn û bawerim ku kurd dê neyên xapandin. Qet nebe wê hevkar û dilxwazên hev bin. 

           Îşev hat ragihandin ku li Rojava partiyên sereke ji bo damezrandina dewleteke kurdî ya fideral li hev kirine û di nava du heyvan de wê her sê kanton bibine yek û artêşeke hevbeş bê avakirin û desthilatdariya kurdistana rojava wê bê ragihandin. Hêvîdar im ku ev rast be û pêk bê. Şabaş û spas ji wan hêz û kesan re ku keda wan div ê xebatê de heye. 

Ali Gurdilî: Di rojnameya <Evrenselê> de, ez jî carinan seriyan li quncikê <Helbestgehê> didim û gotarên cenabê te dixwînim. Ez tiştekî meraq dikim? Gelo rojnameya <Evrenselê,> çima du rûpelên xwe ji bo zimanê kurdî venaqetîne? Daxwazeke bi vî rengî, qet cenabê te ji xwînerên rojnameyê seh kiriye, yan rêveberiya rojnameyê tiştekî wiha difikire?     

Berken Bereh: Ev nêzî heşt meh in ku di evrensele de nanivîsim. Wextekê min hewl da ku bi gotarên xwe edeba kurdî li raya wêjehezên tirk bidim nasandin. Gelek kesan bi name û peyamên xwe dilxweşiya xwe anîn ziman lê min ne bawer e ku rojname amade be du rupelên xwe bo kurdî terxan bike. Bi ya min em ne hewce ne jî. Gere em bi xwe hewl bidin ku hejmara rojname û kovarên xwe zêdetir bikin û bazarekê pêk bînin. Wa basnews dest bi rojnameyeke kurdî-tirki kirye û zimanekî gellek herikbar û kurdewar bi kar tîne. Min li Enqere dît ku xwendevanên kurd jê hez dikin û baş tê firotin. 

berken

Ali Gurdilî: Ez dizanim ku cenabê te bi xwe jî, berê çend komên ‘şêwir û xwendinê’ ava kiriye. Hejmara komên şêwir û xwendinê, her diçe zêdetir dibe. Gelo mirov çawa dikare wan koman aktîvtir bike û yan jî avakirina saziyên sivîl yên bi vî şeklî, dê bandûreke xwe ya çawa hebe li ser pêşketina zimanê kurdî?   

Berken Bereh: Komên sivîl ên “şêwr û xwendinê” kar û xebateke baş kirin û dikin. Bi saya wan koman xwendevanên kurd zêdetir bûn, rexneya kurdî rengveda, du kovar; wêje û rexne, zarema-li kovargeriya kurdî zede bû. Koma li Amedê dest bi çalakiyên wêjeyî kirin. Van xebatan tiştek şanî me da. Ger bi awayek sivîlî û bê arîkarî û fermanan xebat bên kirin emr’ê wan dirêjtir û kare wan rêkûpêktir e. Ji ber vê jî divê hemû nivîskar û weşangerên kurd piştgiriya van koman bikin, her bi wan re bidin û bistînin. Ez baş zanim ku bi saya xebatên van koman firotina berheman zêdetir bû, gellek pirtûk baş hatin nirxandin. 

Bê guman ji bo destnîşankirina nivîskarên baş û berhemên baş bûn otoriteyek û qadeke pûtepêdanê. Bi ya min divê her nivîskar li bajarê rûdine bi xwendevan û derdorên kurdperwer re têkeve nav têkiliyê û hewl bide ku komekê ava bike. Her wiha her kom divê xwe bigihîne derdorên kurdperwer û wan daxilî vê koma xwe bike, an jî wan handanî bernameyên taybet bike. Her kom di esasê xwe de dikare di pêşerojê de bibe bingeha saziyek edebî ya kurdî li bajarê xwe. Divê ev neyê piştguh kirin lew, di her çend heyvan de wek berfînên sibatê nivîskarên me aj didin li bexçê kurdî. Divê danûstendinek durist bi komeleya nivîskaran re bê danîn û bikarin bi hev re bernameyan amade bikin. Ez bang dikim komeleya nivîskaran ku xwediyê li van koman bike û bibe arîkar. Wek şexs ez her dem amade me ji bo hevkarî û arîkariyê. 

Ali Gurdilî: Qasî ku em dişopînin û dijîn, rewşa zimanê kurdî li Kurdistana Bakûr qet ne baş e. Me dev ji xwendin û nivîsandinê berda, dibêjin ku hema hema axaftin jî nemaye. Ji bilî zordestî û qedexeyên dewletê, li gor bîr û baweriya cenabê te sebebên vê rewşê çî ne? Û li Kurdistana Bakûr, çî were kirin dê baştir be?   

Berken Bereh: Bê guman pêla bişavtinê gellek xurt û kartêker bû ye. Lê zimanê kurdî jî di rewacê de ye, rewş ne xirab e. Ne hewceye em gazindan bikin, divê em projeyan biafirînin û bi awayek pispor li kare xwe miqate bin. Ez dibêm qey haya te jê heye, tenê di meha bûrî de nêzî 50 pirtûkan hatin weşandin. Ev rekoreke bo weşangeriya kurdî. Ku pirtûk nayêne firotin nexwe çawa ev qas pirtûk tên weşandin. Her wiha weşanxaneyên taybetî ji bo zarokan hatin damezrandin. Çendîn tv yên herêmî û navdewletî hatin ava kirin. Weşanxane û komeleya nivîskaran û şaredariyên me (taybet şaredariya bajarê mezin ya Amedê) hewl didin ku fuara pirtûkên kurdî bê li dar xistin û ev wek saziyek domdar kar û xebatê bike. 

265127_217822044917389_6207045_n

Ku em bên ser pêla bişavtin û hêz û sedemên wê em dikarin wiha rêz bikin; Kurd bi giştî di warê netewperweriyê û hizra netewî de ne bîrewer û hişaza ne. Polîtîka li pêşiya neteweperweriyê ye. Siyaset bi zimanê tirkî tê kirin, zimanê polîtikayê tirkî ye. Dibistan û saziyên civakî û bazar û alvêr bi tirkî ye. Tv û radyoyên tirkî ji ber ziman û kaliteya bernameyan bêhtir tên temaşe kirin. Ji ber ku axaftin û fêrbûna kurdî vê gavê bi qasî tirkî jiyana rojane ya insanî asantir nake mirov bêtir berê xwe didin tirkî. Têgeh û devoka ragihandin û a tora medyayê bi ser wergera zimanê tirkî re tê kirin û gel jê fêm nake. Ez bi xwe gellek caran rastî nerazîbûnên gel hatime ku ji zimanê tê bi kar anîn fêm nakin.

Çareserî; Ta kurd nebin xwedî statuyekê û perwerdehiya bi kurdî neye kirin dê rewş her aloz û xirabtir bibe. Ta wê rojê jî; divê zimanê polîtîka û siyasetê bibe kurdî, siyasetmedar, rewşenbir, nivîskar û hemû gelperwer di qada jiyana rojane de ji bilî saziyên dewletê-saziyên nîv sivîl û yên xizmetê banka, sigorta, zanîngeh, telekom, nexweşxane, tedaş ne tê de- li her deverê bi zimanê xwe bidin û bistînin û bi israr bin. Karsazên kurd kesên kurdîaxêv tercîh bike û zimanê li kargehê kurdî be, mamosteyên kurd li dibistana bi zarokan re –ji bilî derse- bi kurdî biaxivin, li zanîngeh û zankoyan bernameyên kurdî bêne li dar xistin û nivîskar bên xelat kirin, di tv û radyoyên kurdî de nivîskarên kurd bên nasandin û her saziyek xelatekê bide yekî, bernameyên megazînî li ser nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîr û ekabirên kurd bê çêkirin… 

Ez kefilim ku di salekê de rewşa me sedî sed biguhure. 

Ali Gurdilî: Gelek mirov dixwazin ku helbestan binivîsînin, lê bi ser nakevin û mixabin, carinan em dibînin ku vê hunera xweşik dilewitinîn jî. Çima hemû mirov, nikarin di helbestê de bi ser bikevin? Çi cudahiyên xwe hene?  

Berken Bereh: Helbest,çalakiyeke hişîye, sekneke li hember jiyanê. Rêwitiyeke; ji hişî ber bi dilî. Hawar û qêrîna ji dil e. Helwesteke; ji çanda xweragirtinê ber bi watedariyê. Bi van taybetiyên xwe helbest, ne kopiyeya rastiyê lê karekî afrîneriye. Ê ku vê afrîneriyê pêk tîne helbestvan e. Alav û hevîrê wî ziman e, tenê bi wê dikare afrîneriya xwe pêk bîne. Ev ziman car nuxamtî car wek esmanê bê ewr sade, sayî, resen, xweser û bi sembole. Her kes tiştek ji xwe tê de dibîne. Helbestvan ji bo wê hatiye dinyayê, bê wê nikare bijî. Helbestvan li wir di ewlehiyê de ye, azad e, coşî, tenêtî, neçarî, şehwet û têkçûna xwe bi wê der dike. Ev derbirîn û afirandina helbestî çi qasî jidil, hevgirtî, biaheng, tîr û bi felsefe re dabe û standibe hew qasî bi hêz jî dibe.

Helbesta rastîn wek wahyê ye. Helbesta bi peyvên ji dileke birehm afirî, di dilê xwendevên de evînê, hêviyê û bextewariyê nexş dike. Lew re helbestvan tiştên qewimî û yên ihtimale ku biqewime, bi hêza hiş û sehekiya xwe hîs dike. 

Nexwe divê helbestvan rast, bi rehm û jidil be. Ji bilî helbestê tu derdekî wî tunebe. Jiyana xwe ji bo wê terxan bike. Piştî van jî divê zimanê xwe, hemû kod û şifreyên wê baş bizanibe, hay ji zanistê hebe û şopdarekî baş be; ji dîrokê bigir ta xwe bigihîne jiyana kêzik û nebat û daran hwd. Helbest encama perwerdehiyeke bi rêkûpêk, xwendin û xebateke bê navbere. Bê guman ev tenê destnîşankirineke, hê gellek tiştên din tê lê zêdekirin. Vêca bi gor van tespîtan ne ez, bila helbestvanên me pirsa te ji xwe bikin. 

Digel vê jî mafê me tuneye ku em ji tu kesî re bibêjin helbestê nenivîse. Lê divê bê zanîn ku helbest “keça herî spehî ya dinyayê ye, ew tenê ji te dixwe û xwe nadete” lê, me jî daye du, em û bextê xwe. 

Ali Gurdilî: Li gor bîr û baweriya cenabê te, gelo têkiliya felsefeyê bi helbestê re çi ye? Yanî, têkiliyeke çawa di navbera wan de heye. Arîstoteles bi xwe jî, gelekî girîngiyê daye helbestê û rola helbestê bilind nirxandiye. Li ser vê mijarê cenabê te çi difikire?  

Berken Bereh: Helbest û felsefe du têgehên hêja û bi nirxin ku ev sedê salan e afrîner û ramanger sere xwe pê diêşînin. Lewre di navbera herduyan de têkiliyeke durist heye, em nikarin yekî ji wan bêxin pêşiya ya din. Di perwerdehiya mirovan de xwedî hêzeke xurt in. Asoya pêşveçûyînê her bi saya wan ronahî dîtiye.

Her du jî xwe dispêrin çalakiyeke afrînerî, hizrî, ramyarî. Ev çalakî bi saya zimên pêk tê ango bingeh û stûna herduyan jî ziman e; zimanê herî sistematik û bi hêz. Bê ziman ne têgehên felesfê û ne jî şêwandina bûyer, raman û îmajên hestyariyê pêk tên. Felsefe bi saya zimên di avakirina pergala nirx û baweriyên me ava dike. Helbest jî rêya şirovekirin û watedarkirina heyîn û hebûnê û ya dinyayê ye. Heidegger, lomeya li me dike ku zelaliya ramyariyê bi gor dewra Grekan şêlû bûye. Wek sedem jî, jibîrkirina zimanê heyîn û ramyariyê, dûrketina ji helbestê ku wek çalakiyeke hebûna insên destnîşan dike. Dîsa Johan Georg Hamann “helbest zimanê zikmakî ya insên e”gotiye. Li vir dixuye ku têkiliyeke dirust di navbera ramyarî û helbestê de heye. Her du jî bandorê li hev dikin. Vegotineke wêjeyî û felsefî him hevûdû temam dikin û him jî payeya wê bilindtir dikin. Ji ber vê têkiliyê ye ku zayîn û ronahî dîtina felsefê li ser mîrata mîtos û eposê ava bûye. 

Ali Gurdilî: Qasî ez dizanim kitêbxaneyeka cenabê te a dewlemend heye û tu ji xwendinê jî gelekî hez dikî. Ji kerema xwe re, tu dikarî çend kitêbên kurdî pêşniyarê şopînerên malpera me bikî?  

Berken Bereh: Hemû berhemên kurdî- ji her zaravayê- çi klasik çi nûjen, hemû pirtûkên li ser tioriya wêjeyê nemaze li ser helbestê; Gennadiy n. pospelov (zanista wêjeyê) Anatoli Lunçarski (wêje û osyalizm) Baudelaıre (prensê tarîtiyan) Terry Eagleton (Destpêka Dozîneya Wêjeyê) Sedat Umran (Rastiya Metafizîk ya di helbestê de) Gregory Jusdanis (modernizma derengmayi çanda estetik û keşifkirina wêjeya netewî) Frantz Fanon (lanetiyên cihanê) Berna Moran (rexne û dozineyên wêjeyê) Aragon (zerengiyên rastiyê) Özdemir İnce (rastî û helbest) ez dibêjim bes e bila nebe wek qurretiyê.

Ali Gurdilî: Navbera cenabê te û siyasetê çawa ye? Tu difikirî ku Rojekê bi awayekî aktîv siyasetê bikî, yan? 

Berken Bereh: Tu zanî nivîskar û rewşenbîrên welatek bindest di heman deme de siyasetmedarin jî. Ev rastiyek xwezayî ye. Ji ber wê, ez tu carî ji siyasete dûr nebûme, hê ji şazdeh saliya xwe ve têkiliya min û siyasetê her heye. Car bi awayek aktif car wek endam, niha jî bi qasî helbestvanekî bi siyasetê re didim û distînim. Ta nefesa dawî jî ji bo rizgariya welatê xwe dê têbikoşim. 

Ali Gurdilî: Derheqê jiyanê de tu çi difikirî gelo? Ji bo te di jiyanê de, giringtirîn hêjahî çi ne? Ji kerema xwe re tu dikarî bi awayekî giştî, behsa felsefeya xwe ya jiyanê bikî? 

Berken Bereh: Bi izna te bi helbestek xwe bersiva te bidim: 

TU

em hatin da em biçin

gula kesî tu ne çin

xwe ser kesî re nebîn

tu beran bî ew qoç in

 

tu her ya qenc e bike

dilê kesî dax neke

ew xelet be tu rast ke

nebe kesê jê acizin

 

ku tu derwêş û xas bî 

evîndar û mêrxas bî

ne berhevkar yê dide be

da azad û serbilind bî

 

min her da û qet nestand

yê camêr be her pesnand

min negot, ev axa, ev maldar, ev maqûl e…

yê zalime her westand  

Ali Gurdilî: Mamoste ez gelekî spasiya cenabê te dikim, ku te vê dema xwe da me û pirsên me bersivand.  

Berken Bereh: Ez spas dikim û sehet û quwetê ji te re dixwazim ji bo kar û xebata te ya li ser felsefê. Civata ji felsefê mehrum be nikare pêşiya xwe bibîne, ji ber wê kare we zor û pîroz e. 

Jêder

1- https://www.facebook.com/berken.bereh

2- http://www.yuksekovahaber.com/yazi/berken-bereh,-ciyaye-helbesta-kurdi-3647.htm

3- http://cetoyezedo.blogspot.com.tr/2014/06/lepirsina-helbeste-u-berken-bereh.html

4- http://ku.wikipedia.org/wiki/Berken_Bereh 

Berken Bereh kî ye?

Berken Bereh helbestvaneke kurd e. Di sala 1954’an de li bajarê Şirnexê ji dayîk bûye. Di sala 1978’an de dest bi nivîsandinê bi zimanê kurdî kiriye. Yekemîn car helbestên wî di kovara Tîrêj de (yekemîn kovara kurdî ye li bakur) de hatiye belav kirin. Heta niha helbest û nivîsarên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî mîna (Tîrêj, Nûdem, Jiyana Rewşen, Hîwa, Azadiya Welat, Tîroj û yên internetî û hwd.) de belav bûne. 

Di sala 1999’an de bi navê ‘Kulîna Kulîlkan’ kovareke internetî amade kir. Çar hejmar derket. Ev yekemîn kovara internetî li bakur bû. Pirtûkek helbestan bi navê ‘Êş’ di sala 2001’an de, herweha yek bi navê ‘Şagirtên Evînê’ di 2003’yan de bi rêya Weşanên Sî li Stenbolê û ‘Pandomîm’ 2006 li Amedê Weşanen Belkî û ‘Şîna Helbestê’ 2008 weşanên Doz çap bûn. Li zanîgeha Bilgi yê ya stenbol, ya colemêrg û her wiha li gellek bajarên Kurdistanê wek Hewlêr, Duhok, Amed, Wan tevlî festîval û konferansan bû û teblîx pêşkêş kir. Ji bilî navê xwe Berken Bereh bi mexlasên mîna Serwer Botî, Argeş Amedî û Mem Bêtîr jî gotar û nivîs lê kir û weşand. Niha jî di malpera Diyarnameyê de panzdeh rojn carekê gotarên xwe belav dike. 

Berhem

Êş, Helbest, Weşanên Sî (2001)

Şagirtên Evînê, Helbest Weşanên Sî (2003)

Pandomîm, Helbest, Weşanên Belkî (2006)

Şîna Helbestê, Helbest, Weşanên Doz (2008)

Dilê Min Palgeh e ji Işqê re, Helbest, Weşanên Lîs (2010)

Ji Dûriyê re, Helbest, Weşanên Lîs (2013)

Bersivekê binivîsin