Hevpeyvîn Bi Bejan Matur Re

Hevpeyvîn Bi Bejan Matur Re

Siyasetmedarên Kurd Divê Ji Xwe Re Zimanekî Nû Peyda Bikin…

Helbestkara kurd Bejan Matur dibêje ku, divê siyasetmedarên kurd ji xwe re zimanekî nû peyda bikin. “Berê, peyva şer dihate bikaranîn. Lê ev demek e, zivirîn aşîtiyê. Lê peyva aşîtiyê jî, ji devê wan wek şer derdikeve. Ew zimanê ku berê bîst (20) salan di pergala pevçûnê de hatibû hilberandin, ew çî ziman be; ew ziman niha jî didome. Çima, zimanekî êdî demokratîk neyête hilberandin?”

Bejan Matur, helbestkareka kurdnîjad e. Ji Mereşê ye. Yekemîn pirtûka xwe, di sala 1996 ê de çap kiriye. Çar pirtûkên wê yên helbestan hene û ev pirtûk, wiha ne ji rêzê ne. Bi navê “In The Temple of a Patiet God-Li perestişgeha Xwedayê sebrê” li Îngilîstanê hatine weşandin, helbestên wê ji bona zimanê îngîlîzî hatine wergerandin… Bejan, helbestên xwe bi tirkî dinivîsîne û ji ber vê yekê jî, xwe di cenderê de hîs dike.

Bejan Matur wiha diaxive: “Ji aliyekî ve, xwendevanên kurd gazinan dikin û dibêjin, tu çima bi tirkî dinivîsînî?, ji aliyê din ve jî, xwendevanên tirk yên ku xwediyê nêzîktêdayînekê neteweperest in, ew jî dibêjin: madem tu hewqas balê dikşînî ser kurdan, wê demê tu çima bi kurdî nanivîsînî?” û berdewam dike:

“Tiştekî misoger e ku, tiştên ez dinivîsînim xîtabê dinyaya polîtîk ya herdu aliyan jî nake. Ez ne ji wan nivîskara me ku, nasnameya xwe ya etnîkî derxim pêş û hemû qariyera xwe, li ser vê yekê damezrînim. Ez bi tenê, hewl didim da ku helbestên hêja binivîsînim…”

Bejan, ji bo kurdan ne nasnameyeka siyasî ye, ew bi tenê li rojhilatê hatiyê dinyayê û xwediyê ziravbihîstiyariya wê derê ye. Lê bi wan nivîsên xwe yên ku di rojnameya Zemanê de dinivîse, balê dikşîne ser xwe.

Di rojnameyeka kevneparêz de, ku hima hima mirov dikare bibêje hemû girseya xwendevanên wê rastparêz in; bi nivîsarên xwe yên li ser pirsgirêka kurd û rexnekirina neteweperestiya kurd û tirk, bala mirovan kişand. Heçku, ew di nivîsarên xwe de zimanekî siyasî bikar nayne, di nivîsên xwe de dibêje ez esilkurd im.

Lê tu carê vê yekê bi rêbazeka siyasî bikar nayne û zimanê wê zimanê hunermendekê ye.

Bejan Matur dibêje: “Wezîfa min, mîna kurdekî balkişandina hêmanên neteweperestiyê û rexnekirina wan e. Ev yek, berpirsiyariya min e.” û wiha didomîne: “Berê çend hefteyan, dema ku di belavoka rewşenbîran de neteweperestiya kurd cîh girt, hat dîtin ku hejmara îmzeyan kêm bû, ev niqteyeka pir qiritîk e.”

Armanca vê hevpeyvînê ew e ku, em di pergaleka wiha de, ku di vê pergalê de bayên neteweperestiyê gellekî xurt tê bihîstîn; raxistina nêrînên cuda ye û bi vê mebestê hatiyê çêkirin. 

-Tu wek helbestkareka kurdnîjad, ji bona rewşenbîrên kurd çî îfade dikî?

Bejan Matur: Em nikarin, behsa homojeniya rewşenbîrên kurd bikin. Wateya vê têgehê gellekî fireh e û di vê lodê de ji demokratan bigire, heta neteweperestên tundraw, hene. Ji nenivîsandina min ya bi kurdî, gellekî aciz in. Ez vê yekê însanî nabînim. Ferqa vê gotinê û pirsa ku mirov ji peykertraşekî re je bibêje: “Tu çima mermerê bikar tînî?”, bêferq e. Wisan têtin, ez jî wiha dinivîsînim. Ez li pey nivîsandina helbestên hêja me, neku ez dixwazim xizmeta zimanekî bikim.

-Ez ne tenê behsa helbestê dikim, ez behsa nêrînên we yên siyasî û dîtinên we jî dikim…

Bejan Matur: Ez bi tenê dikarim vê yekê bibêjim ku, ez ne dengeka ji rê me, ez dengek ne ji rê me.

-Çawa dengek ne ji rê?

Bejan Matur: Ez hinekê dijber im û dijberê neteweperestiya tirk û kurd im jî, ku ji aliyê eziyet û binpêkirina mafan ve hatine afirandin… Ev yek, gellek xeternak e. Lewra, çawa ku angaşteka tirkan a fermî heye, li hemberê vê yekê jî; niha angaştekê kurdan a fermî tê holê. Kurd, bi daxwaza nasnameya xwe derdikevine rê, lê vê daxwazê di çerçoweya nêrînekê fermî de tînin holê. Ev, ne neteweperestiyeka baş e. Helbet wê welatparêzî, hezkirina welat, hezkirina gel, wê hebe. Ez kurd im. Ji zimanê xwe hez dikim. Lê ez di wê hizrê de me ku, divê ev yek neyêtî nitirandin. (mezinkirin) Hege ev yek bête nitirandin, wê sibê em ê ji destê vê yekê bikşînin. Pîvanên demokratbûnê çî bin û ji bona tevgerên maqul çî pêwîst bin, ez wan di jiyana xwe de dixwazim.

Mînakek basîd: Ez gotina hindek kurdan ku dibêjin; “kurd, di esasê de zer û çav şîn in û naşibin ereban ” gellek marazdar dibînim. Tu li herêmeka wekî rojhilata navîn dijî, li wê erdnîgariyê esmer jî, tenspî jî, çavşîn jî hene…

Di nava kurdan de jî, helbet wê ji wan jî hebin. Lê hege, tu hemûyan wek çavşîn an porzer bibînî, ew cihê ku tu diçî wir, bê guman wê ew der, ne cihekî baş be.

-Gelo, dibe ku ew ji ber tune hesibandina a bi salan, wiha sazgêrên parêziyê berfireh dikin?

Bejan Matur: Helbet wiha ye. Hege tu heştê (80) salan, ji yekî re bibêjî tu ne kurdî, kurd tune nin û tu wan tune bihesibînî; di dawiya heştê salan de wê ew ê were û wê heyfa xwe ji te hilîne! Kurd, niha di cûrepsîkolojiyeka wiha de ne. Enerjiyeka mezin heye, ew derketiye holê û bêvenêrîn e. Ev yek, divê rast bête venêrîn û ji bo afirandina jiyan û zemîneke demokratîk, divê bête qanalîzekirin.

-Ê baş e, siyaseta siyasetmedarên kurd?

Bejan Matur: Bi a min, ew zimanê ku siyasetmedarên kurd bikar tînin; ew ne zimanekî nû ye. Ew zimanê ku di dawiya pevçûna bîst (20) salan de hatibû hilberandin, ew ziman hêjî berdewam dike.

-Zimanekî nû çi ye?

Bejan Matur: Berê, peyva şer dihate bikaranîn, ev demek e zivirîn aşîtiyê. Lê hêjî, peyva aşîtiyê wek peyva şer ji devê wan dertê. Divê binê vê yekê bête pakijkirin, divê argûmanên nû bêtin hilberandin. Ev yek, ne tenê li ba endamên HADEPê, li ba wanên ku xwe demokrat dihesibînin jî heye.

-Ango, tu dibêjî siyaseta wan têrê nake?

Bejan Matur: Bêhna neteweperestiyê jê tê. Ez vê yekê jî, xeternak dibînim. Divê ku, deriyekî nû bêtî vekirin.

-Divê deriyekî çawa bête vekirin?

Bejan Matur: Ji rexneyê re dadayî ne, bêtahamûl in û bi xezeb in. Bi alikariya Yekîtiya Ewropayê, hinek gav tên avêtin û tê xwestin ku, bersiva daxwaza nasnameyê bête dîtin. Li hemberê van gavan, divê yên pêşberî wan in; ew jî li xwe mêze bikin û xwe rexne bikin. Ev yek, ji bo herdu aliyan jî derbazî (rewacdar) e û divê rewşenbîrên kurd bifikirin ku, dema ew daxwaza nasnameya xwe dikin, ew kîjan alavan bikar tînin û pêşerojek çawa xeyal dikin…

Bejan Matur dibêje: “Ez çawa ku kurd im, ji nava kurdan derketime û civaka xwe rexne dikim; divê tirk jî, wiha civaka xwe rexne bikin.”

-Ê baş e, li gorî te çî pêwîst e?

Bejan Matur: Pirsgirêkên ku niha em dijîn, wiha giran bûne û wisa hatine dewsandin ku, em êdî nikarin wê giraniya ser wan hildin û binê meselê bibînin. Vê yekê, rewşenbîrên kurd jî nikarin bibînin. Lewra, yekemîn daxwaza wan daxwaza venasînê ye. Heta do jî, kurd tune bûn, ev yek nû nû hate pejirandin. Ev daxwaza wan ya bi lez jî, rê li ber dîtina me ya hêmanên neteweperestiyê dadi de. Ji ber ku em hê nû hatin venasîn, em bi coş in…

-Piyên wan ne li erdê ye gelo?

Bejan Matur: Em dikarin vê yekê wiha şirove bikin: Em bi vê hesta bindestiyê, bi awayekî xezebê û bi dilşewatî tevdigerin. Heta roja me, gellek rewşenbîrên tirk yên ku piştgiriyê dane pirsgirêka kurd û bi rêbazekê rast tevgeriyane hene. Vêga, pêwîst e ew li hember wê neteweperestiya tûj ya ku di nava kurdan û tirkan de dertê rawestin û vê yekê rexne bikin.

-Wê kê, vê yekê bipejirîne?

Bejan Matur: Ez çawa ji nava kurdan derdikevim, bi hezkirinê tevdigerim û civaka xwe rexne dikim; pêwîst e tirk jî wekê min civaka xwe rexne bikin. Ev yek, şert e.

-Tu di nivîsekê xwe dibêjî: “Ew modêla ku kurd ji bona domandina doza xwe hildibijêrin; ew modêla neteweperestiya tirk e.” wateya vê yekê çi ye?

Bejan Matur: Ez dikarim vê yekê wiha vebêjim: Wek mînak, di bernameya siyaseta meşandina TRTê de, seeta hêzên çekdar heye. Di ya kurdan de jî, ya gerîlleyan heye! Di TRTê de bernameya Dîmênên ji Enedolê heye, di ya kurdan de jî Dîmenên ji Mezapotamyayê heye. Tiştê ku xwiya dike, texlîd e.

Şewitandina ala tirk û li hemberî vê yekê jî, daxwaza lînçkirina mirovan… Îro, em bi bayekî neteweperestiyê re rûbirû ne, ku xwe avêtiyê kolanên bajaran. Gelo çima niha û ji bo çî ev yek?

Bejan Matur: Mesele, wiha bi derbekî dernakevin holê. Tu tişt wiha çênabe. Bi a min, enerjiyekê ku berhev bûye heye…

-Daxwazên Yekîtiya Ewropayê a di derheqê kurdan de, ew ferzkirinên wan, daxwaza ji nûve mehkemekirina Ocalan… Gelo, dibe ku wan tiştan neteweperestên tirk aciz kiribe?

Bejan Matur: Li gorî baweriya min, ev tiştên rûkalkî (banegehî) ne. Pêwîst e, em li bingeha wan binehêrin…

Hevpeyvîn: Şirin Sever

Çavkanî: Rojnameya Sabahê 28. 04. 2005

Werger: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin