Dawî...

Destpêk > Hevpeyvîn > Hevpeyvîn bi Ali Gurdilî re / Aso Zagrosî

Hevpeyvîn bi Ali Gurdilî re / Aso Zagrosî
Parvebike!

Li Ser Rûdanên Dawî Yên li Îraq û Kurdistanê, Hevpeyvîn bi Ali Gurdilî re / Aso Zagrosî   

Pirs 1: Di 10 ê Hezîrana 2014 an de koma terorê ya DAÎŞê („Ad-Davla Al-Islāmiyya fi al-‘Irāq wa-sh-Shām”) bi êrîşbirin û bi destxistina bajarê Mûsilê yê Kurdistanê di çapemenîya cîhanê de cih girt. Piştre vê Komê çend bajarên Iraqê yê sunnî xistin bin hêza xwe. Çend komployên têorî di derheqê vê bûyera DAIŞê de belav bûn. Em ê kêfxweş bibin ku em fikir û ramanên we jî di derheqê van bûyerên dawî de bizanin?   

Ali Gurdilî: Ez wiha difikirim ku rêxistina terorê ya Daîşê, ne bi serê xwe ye, hêzeke mezin ya kevne baasî û sunneyên kevneperest yên ereb, niha piştgiriya wan dikin. Di destpêkê de, xwestin ku xelkê Mûsilê û deverên din, bi riya tirsê û kiryarên xwe yên hovane, çavtirsî bikin, da ku ti kes li ser riya wan nemîne. Sermayeya navnetewî ya erebên sunne, dixwaze ku carekê din rihê Sedamê kûjerê kurdan vejîne û dewleteka sunne ya kevneperestên ereben îslamî damezrîne. Helbet, sedemên vê encamên gelek in. Lê mirov dikare bibêje ku sedemê herî sereke, zordestiya ku li erebên sunne hatiye kirin, e. Bi taybetî jî, kiryarên Malikî yên vê dawiyê, ku wekî serokê mezheba şie tevdigeriya, sedemê herî sereke ye.       

Pirs 2: Serokê herêma Kurdistanê Kek Mesud Barzanî û çend rayedarên din di derheqê pilanên DAÎŞ ê li ser êrîşkirina Mûsilê hêşyarî dane rêvibirîya Iraqê, lê mixabin hêşyarîyên wan piştguh kirine. Weke ku tê zanîn Amerîka telefonên serok û wezîrên Almanan bi rêya asayîşa xwe NSA guhdar kirine. Gelo çawa dibe ku bi pilanên DAÎŞê nehesiyabin? 

Ali Gurdilî: Rast nîne ku dibêjin haya Amerîqayê û dewletên rojavayî ji vê yekê nîne. Bêguman, Daîş, ji nêz ve dihate şopandin. Tenê, dibe ku wan nizanibû dê Daîşê bi hêzeke wiha mezin, bikaribe li cem xwe bicivîne. Nexwe, mirov dikare bibêje ku haya wan jê hebû.       

Pirs 3: Sala 2016 an dibe salvegera 100 mîn a ku  Brîtanya û Fransa Kurdistanê bi peymana “Sykes picot” ê di nav xwe de parve kiribûn. Netewa ku herî pir neheqî û komkujiyê di bin vê peymanê de dîtiye, ya kurd e. DAÎŞ di 10 ê Hezîranê de peymana “Sykes-Picot“ ê qetant û binpê kir. Em ber bi 100 mîn salvegera vê peymanê ve diçin, gelo kurdên ku herî pir, ji vê peymanê zerar dîtine dê di vê pêvajoyê de çi bikin?   

Ali Gurdilî: Em nikarin bibêjin ku kurd, yekdeng û yekreng in. Bêguman, rewşa kurdan, li çar perçeyên Kurdistanê jî, guhêrbar e. Li ser pirsa cenabê te, divê mirovî li gor çar perçeyan, bersivê bide; yan na, dê tespîtên çewt derkevin holê. Ev pirsa te, girêdayî taybetmendiyên kurdan yên sosyolojîk e. Kurdên Başûr, hê di destpêkê de jî, otonomiyê xwestine û dûvre jî, dewleteke serbixwe. Nemir Mele Mistefa, vê yekê eşkere gotiye ku ‘di dilê her kurdekê de, dewleteke serbixwe heye.’ Jiyana kurdên başûr, li ser vê yekê xwe organîze kiriye û dibe ku li ser xaka xwe, dewleta xwe ya federal, bikin dewleteke serbixwe jî. Otorîteyeke navendî û kevneşopîyeke bi vî rengî, li cem wan heye û ev îxtîmal jî, ne dûr e. 

Li perçeyên mayî jî, rewş guhêrbar e. Li perçeyê herî mezin, yanî li Kurdistana Bakûr, xwesteka demokratizekirina Tirkiyeyê, wekî felsefeyeke serwer, li ser kar e. Siyasetmedarên kurd yên bakûr, ku beşeke mezin in; dibêjin ku <em, dewleteke serbixwe naxwazin.> Lewma jî, ez ne di wê qeneetê de me, ku dê ew bikaribin rewşa kurdan ya niha, baş analîz bikin. Li Kurdistana Rojava jî, xwiya ye ku kurdan hê lihev nekirine û helwesteke hevbeş, xwe nedaye der. Li Kurdistana Rojhilat jî, rewş hê baş ne zelal e û ez nikarim, behsa wê derê bikim. 

Ligel hemû xususiyetên ku me behsa wan kir, dîsa jî kurd dikarin helwesteke hevbeş nîşan bidin. Heke Kurdistana Başûr, serbixwe bibe; wê demê bar û berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milên hemû kurdên perçeyên din û yên diasporayê. Çimku, dewleta serbixwe ya başûr, dewleta me tevaye û pêdivî, bi piştgiriya hemû kurdan heye. Ez hêvîdar im ku kurd, bi vê helwesta xwe ya hevkariyê, deq û dolabên dagirkeran pûç bikin û qet nebe, bikaribin bibin piştgirê Dewleta Fedeal Ya Kurdistanê.       

Pirs 4: Serbazekî Amerîkayê ku di nav şerê Iraqê de cih girtibu, digot ku Geroge Bush dixwaze mîna Koreya başûr 60 salî di Iraqê de bimînin, lê rêveberiya serok Obama ew der wek Vietnam nirxand û leşkerê xwe tewa ji wurê kişand. Piştî ku Amerîka xwe vekişand (2011) serokwezîr Nurî El Maliki Sûnnî ji postên girîng dûrxistin û bê hêz kirin. Cigirê Serokkomar ji welêt revîya, Wezîrê bazirganîyê avête girtîgehê, gellek serleşkerê pilebilind û karkerên sazîyên dewletê ji kar dûrxistin. Nurî El Maliki koma leşkerên Dicleyê dijî Kurda şandibû, budceya Kurdistanê rawestandibû û pereyên mehane yê Pêşmergeyan jî nema şandin. Ti qanûnên yasaya Iraqê di derheqê Kurdan de (qanûna di derheqê Kerkûkê û herêmên din ku hê jî di bin kontrola Iraqê de ne) cihbicih nekirin. Nurî El Maliki li Bağdayê dîktatoriyeke Şîî damezirand. Gelo divê Kurd di vê pêvajoya şer de biryarek çawa bidin?    

Ali Gurdilî: Kurd, niha bi helwesteke aqilane tevdigerin. Ji bilî Mûsilê, deverên kurd yên din, di destê kurda de ne. Bêguman, kurd şerên mezhebî naxwazin, û di vê yekê de, xwedîbiryar in. Ev yek, cihê şanaziyê ye. Çimku meseleya kurdan, meseleyeke olî/dînî nîne. Bêtir, meseleya azadiyê ye. Lewma jî, ne êrîşkar in, tenê dixwazin ku xwe û xaka xwe biparêzin. 

Sekn û tevgerên wan, aqilane ye û di cih de ye. Biryara wan jî, girêdayî çend xala ye. Kurd, di rabirdûyê de, gelekî bi tenê man. Kesî piştgiriya wan nekir. Lewma jî, niha dixwazin ku gavên xwe bihemd biavêjin. Herweha, parastina gelên Kurdistanê jî, berpirsiyarek mezin e bo rayedarên kurd. Niha, nalezînin û li benda rûdanan radiwestin; ku ev yek jî helwesteke rast e.   

Pirs 5: Berî niha bi demekê generalê Amerîkî David Patraeus di daxuyanîyekê de anîbû ziman, ku heke Amerîka bi balafiran êrîşî DAÎŞ ê bike, ew ê ‘xizmeta şervanên Şîîyan bike.’ Ji hêlekê ve DAÎŞ, di bin sîya îdeologîyeke mezhebî ya Sunnî de hêzeke ereb ya nijadperest e. Bi beşdarbûna Baasîyên berê, di nav refên DAÎŞê de, vê îdîyayê piştrast dike. Di nava çend refên Kurdan de ‘ev şer ne şerê me ye’ tê gotin. Heke hêzên weke DAÎŞ ê di herêmê de bi cih bibin, ew ê bibin cîranên Kurdistanê. Wekî din jî erebên Sunnî Musulê, Kerkûkê û çend herêmên din yê  Kurdistanê wek axa xwe dinirxînin. Di pêşerojê de di şerekî navbera Kurdan û wan de ew ê Tirk û çend welatên Ereban piştgirîya wan bikin. Kurdistan dikare helwesteke çawa bistîne ku pêşereojê jî di nav de binirxîne? 

Ali Gurdilî: Hege tu ji tirkan bipirsî, bêguman ew dixwazin ku erebên sunne bibin cîranên wan û neku kurd. Jixwe, dibe ku sebebekî piştgiriya dewleta tirkan ya rêxistinên sunne; yek jê jî ev be. Lê ev pîlan, ne pîlana îroyîn e, bêtir weke pîlaneke siberojê dixweyî. Niha kurd bi vê yekê bizanibin jî, bêguman dê li gor hêza xwe tevbigerin. Çimku pêdivî bi piştgiriya dewletên ku cîranên Kurdistanê ne, heye.    

Pirs 6: Qesra Spî di van rojên dawî de ligel Serokê Kurdistanê Kek Mesud Barzanî, bi rêveberên Sunnî û Şîî re ketiye têkilîyê bo ‘tekoşînek hevbêş dijî terorê’ û  ‘rêveberîya Dewletê bi rêya Şîî, Sunnî û Kurdan’ dîsa were pilankirin. Heke Kurd vê daxwaza Amerîka bi cih bînin, gelo divê Kurd kijan daxwazan ji Bağdayê bikin? 

Ali Gurdilî: Daxwaza sereke divê bi awayekî serbest, firotina perol û xaza kurdan be û divê, Bexda têkilî vê yekê jî nebe. Herweha, divê butçeya hiqumeta navendî jî, her were wergirtin; ta ku Kurdistan bikaribe ji hêla aborî ve, bikaribe serbest tevbigere. Bexda, bi her awayan deyndarê Kurdistanê û kurda ye. Ji ber vê yekê jî, piştgiriyeke pozitîv divê ji bo kurdan were nîşandan. Ev yek, dê aboriya Kurdistanê bêtir berfireh bike û dewlemendî jî, dê zêdetir bibe. Ev yek, ne qenciyeke bo kurdan, heqê kurdan ê herî rewa ye.    

Pirs 7: Rêveberên Kurdistana Başûr gelek caran behsa serxwebûna Kurdistanê dikin. Piştî ku artêşa Iraqê di gellek ciha de şerê dijî DAÎŞê wenda kiriye xwe ji herêma Kerkûkê vekişandîye, Pêşmergeyan ev cih xistine bin kontrola xwe. Gelo çima hêzên Pêşmerge ji Hemrînê destpêbike heya tewaya herêmên Kurdistanê naxê bin kontrola xwe? Gelo dê Kurd dîsa li benda cihanîna yasa Iraqê bin?  

Ali Gurdilî: Pêkanîna vê yekê, wisa ne hêsan e. Bidestxistin bi serê xwe tenê, ne çareserî ye. Divê ew der, bikaribin werin parastin jî. Herweha, niha mîlyonek penaber jî hene li Kurdisatnê û aboriya Kurdistanê jî, dibe ku bikeve tengasiyê. Ez dibêjim ku, rayedarên başûr; hebekî pêşbîn difikirin li ser vê mijarê.  

Pirs 8: Ligel Tirkiyeyê hevpeymanîyên bazirganîyê, ramyarî û çandî hatina danîn, gelo Kurdistan dikare serxwebûna xwe eşkere bike?  Wek ku li Bakurê Kurdistanê Tirkîye ti mafê kurdan nasnake ew ê di derheqê serxwebûna Kurdistanê de kîjan biryaran bistine? Berî niha bi demekê Serokwezîr Neçîrvan Barzanî komek ji PDK û YNK ligel rayedarên Îranê re civîya bûn. Rayedarên Îranê bi hemandemê ‘tifaqa Kurd û Şîîyan’ dianîn ziman. Gelo di vê rojê de Çaldirana duyem mimkin e an na? Heke mimkin be, gelo ew ê hêzên Kurdan tevgereke çawa bimeşînin? 

Ali Gurdilî: Kurd, li Îraqê û Rojhilata Navîn, hêzek xweser in û piştgirên aramî, pêşveçûn û aştiyê ne. Bi sed salan e ku di bin tehde, zordestî, jenosîd û her cure îşkenceyên dijmanan de mane. Lewma jî, bi qedr û qîmeta aramî û azadiyê baş dizanin. Ligel vê yekê, hemû hêzên ku li ser herêmê xwedîbandor in; dixwazin ku a xwe bi kurdan bidin qebûlkirin. Bêguman, kurd jî bi deq û dolabên hinekan dizanin û dê li gor rewşa ku derkeve holê, helwesteke nîşan bidin. Devleta Tirk jî, naxwaze ku dijminatiya kurdên başûr bike. Çimku alîkariya Dewleta Federal Ya Kurdistanê, bi dilê kurdên bakûr e. Kurdên bakûr, pirgirêkên wan bi dewleta tirk re hebe jî, ji hevkariya başûr ne aciz in. 

Pirs 9: Di dema ku DAÎŞ defacto sînoran radike de, Kurd jî hîna sînor, dîwar û hendekan nav xwe de bi cih dikin. Başûre Kurdistanê ji bo Kurdên cihanê destkeftîyên giring bi dest xistine ku peymana ‘Sykes-Picot’ ê bi dawî bînin. PKK, dema ku hikûmet û Parlementoya Kurdistanê ava bû, wan ‘komara şer ya Botan û Behdînanê’ damezrandibû. Îro jî li rojavayê Kurdistanê ‘Kantonan’ li hemberî Kurdistanê derdixe pêş. Hûn van teşebusan çawa dinirxînin? 

Ali Gurdilî: Hêza Dewleta Federal Ya Kurdistanê niha nîne ku hemû sînorên Kurdistanê wekî sînorên xwe biparêze. Tiştekî normal e ku beriya her beşan, ew rabin û sînorên xwe biparêzin. Ma parastina sînorên temamiya Kurdistanê, tenê erka Dewleta Başûr yan jî, kurdên başûr e? Kurdên beşên din jî, dikarin sînorên dagirkeran nas nekin û ji otonomiyê bigirin heta serxwebûna welatê xwe jî, pêk bînin. Na, di dewsa vê yekê de rexnekirina destkeftinên başûr, helwesteke asayî/normal nîne. Meseleya çeperan jî, divê di vê rewşê de were nirxandin. Perçeyên din jî, dikarin rêveberiyên cihê ji xwe re hilbijêrînin, lê divê her piştgirê destkeftinên başûr bin. Ev yek, bo Kurdistana Bakûr jî, divê wisa be. Çimku, niha dem dema piştgirî û hevkariya kurda ye. 

Pirs 10: Heke Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên Ereban bikeve şer yan jî Kurdistana serbixwe damezirîne ew kurdên parên din yê Kurdistanê û yên derveyî welêt, dikarin encamek çawa bistînîn? 

Ali Gurdilî: Di rewşeka wiha de, divê kurd bi awireke pragmatîst li başûr mêze nekin. Hemû tişt, ne berjewendî ye. Helwesteke netewî ya hevbeş û hevkariya hêzên kurd û kurdistanî, helweteke bivênevê ye. 

Gellek spas ji bo ku we bersiva pirsên min dan. Her şad bin. 

Aso Zagrosî

[email protected]

22.06.2014  

Çavkanî: Ji rûpela Aso Zagrosî hatiye wergirtin.   


Nûkirina Dawî : 26 Jun 2014 3:54

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)