Hevpeyvîn bi Ali Gurdilî re

Hevpeyvîn bi Ali Gurdilî re

Hevpeyvîn bi Ali Gurdilî re

 – Tu dikarî li ser jiyana xwe û qonaxên xwendina xwe ji xwendevanên CIWAN re bi kurtî biaxivî? 

Ez di sala 1966an de li Misirca (Gurdilan) Sêrtê, hatime dinyayê. Di malbatê de, em 8 kur û 7 keç in. Rehmetiyê bavê min du jin anîne û ez di xaniyekî bexçedar û têra xwe xweşik de mezin bûme. Min dibistana seretayî û navîn, li Gurdilan temam kir û bakelorî (lîseyê) jî li bajarê Îzmîrê. Dema ku me koçê bajarê Îzmîrê kir, wê demê ez 16 salî bûm. Ligel xweh û birayên xwe (ne temamiya wan) me li Îzmîrê xwendina xwe berdewam kir. Piştre, min Zaningeha Egeyê beşa Civaknasiyê qezenckir û piştî çend salan, min wê beşê qedand. Dema ku min li zaningehê dixwend, ez dixebitiyam jî. Min hem xwend û hem jî ez xebitîm. Piştre, min dest bi mamostetiya beşa felsefeyê kir (sosyolojî, psîkolojî, felsefe û mantiq) û ta niha jî berewam dikim. Lê niha êdî li ber teqewîtbûnê me û min serî li îdareya dewletê daye, ku dixwazim êdî teqewît bibim. Bavê du zaroka me û zewicandî me.

Qasî 15-16 sal in ku ez bi zimanê kurdî li ser hinek mijarên felsefî û zanistî dinivîsînim. Ta niha qasî 5-6 kitêbên min hatine çapkirin û niha jî ez edîtoriya kovara Felsefevan dikim, ku ta niha me 3 hejmar weşandine. Wekî din, malpera me ya www.felsefevan.org ev 2-3 sal in ku karekî birêûpêk dimeşîne û niha jî di xizmeta felsefehezan de ye. Temamiya xebatên me, bi tenê bi zimanê kurdî (kurmancî) ne.

-Bijartina te ji warê xwendina zanistên civakê û felsefeyê re viyana te bû yan jî bê pilan bû? 

– Ez di malbeteke siyasî de mezin bûm û hê di temenekî gelek biçûk de, ez têgihiştibûm hişmendiya xwe neteweyî. Malbata me jî, wê demê wekî malbateke welatparêz û pêşverû dihat nasîn û lewma jî, dewletê zordestiyê li me dikir. Ji xwe birayê min î mezin, wê demê di hepsê de bû û piştî çend salan dema ku hat berdan, bavê min jî biryara çûna Îzmîrê da, ku karê birayê min î mezin jî li wir bû. Birayê min, ji xwe ji ber karên xwe yên siyasî û kurdî (berpirsiyarê Kovara Tîrêjê bû) hatibû girtin û çend salan di hepsê de mabû. Lewma, hemû zaroyên malbatê, me bi gelek tiştan dizanibû. Mesela wê demê, me pirtûkên mamoste Beşikçî dixwend û haya me ji çapemenî û weşanên kurdî jî hebû. Sala ewil, jiber ku malbata min dixwest, min beşa <Maliye û Muhasebeyê> qezenc kiribû, lê ez neçûmê. Ji ber ku min dixwest ez civaknasiyê bixwînim. Sala duyem, ez ketim beşa civaknasiyê.

11202119_1025723140778769_5447278005538860149_n

Bêguman, di xwendina min ya beşa civaknasiyê de bandûra mamoste Beşikçî gelek zêde ye û ez hêjî, bi keyxweşî berhemên wî dixwînim û bilind dinirxînim. Çend gotar, hevpeyvîn û kurtegotinên wî jî, min wergerandine kurmancî.

-Tu dikarî ji xwendevanê me re berhemên xwe û mijarên wan bi kurtî bide nasîn? 

– Di sala 2006an de, kitêba min ya ewilîn a bi navê ‘Dengê Felsefeyê’ li Stenbolê, ji aliyê Weşanxaneya Doz’ê ve hate çapkirin. Di sala 2007an de jî, kitêba min ya duyemîn a bi navê ‘Rêwîtiyeke Zanistî’ weşiya. Mijarên herdu kitêban jî, destpêk, pênase, taybetmendî, erk û bandûrên felsefeyê ne. Kitêba min ya sêyemîn a bi navê ‘Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hellac’ jî, îsal dîsa li Stenbolê ji aliyê Weşanxaneya Evrenselê (Evrensel Yayınları) ve hate çapkirin. Kitêb, li ser jiyan û felsefeya Hellac ya ‘Enel Heq’ e. Weşanxaneya Soran jî, ku navenda wê li Almanyayê ye, îsal 2 kitêbên min çapkirin: ‘Destpêka Felsefeyê’ û ‘Antolojiya Feylesofan.’  Meriv dikare herdu kitêban jî, wekî kitêbên dersan binirxîne. Di ‘Destpêka Felsefeyê’ de 100 (sed) gotarên min yên felsefî hene. Di kitêbê de me destpêk, war, wesf, erk, rêbaz û bandûra felsefeyê, herweha beşên felsefeyê û felsefeya gelek feylesofan nivîsandiye. ‘Antolojiya Feylesofan’ jî, jiyan û felsefeya 104 feylesofên cîhanê vedibêje. Niha jî di destê min de xebata min a ‘Ferhenga Felsefeyê’ heye û Xwedê bibêje erê, serê salê dê were weşandin.

11401262_1027332253951191_6749710241637817441_n

-Çima te berê xwe da babetên felsefî bi zimanê kurdî? 

– Çimku ez kurd im û ku min beşeke ku bi felsefeyê re têkildar e xwendiye. Beriya 15-16 salan, dema ku min kêmasiya çavkaniyên felsefî dî, bi rastî ez şaş mam. Li ser vê yekê, min biryara xwe da ku ez ê bi tenê li ser beşên ku min xwendiye binivîsînim. Ji wê rojê ve, xebatên min berdewam in. 

 -Pir Rewşenbîr û ekadîmiyên kurd hene tenê bi zimanên biyanî dinivîsin bi behaneya ku zimanê dayikê têra ramanên wan nake tu çi dibêjî? 

– Gelek caran, min vê gotina belacewî û sosret sehkiriye, lê ez wuha nafikirim. Meriv bi zimanê xwe, dikare her tiştî jî binivîsîne. Belam, divê meriv bizanibe ka dê çawa binivîsîne? Mesele ev e. Heta niha, min çi tiştên ku xwestiye binivîsînim, min nivîsî ye. Heta çend gotarên akademîk yên mamosteyên xwe yên zaningehê jî, min wergerandine kurmancî. Di malpera felsefevan de, gotarên bi wî rengî gellek in. Kesên bala wan li ser e, ji kerema xwe bila serî li malpera me bidin. Lê tiştek heye, ku lazimê were gotin. Niha miroveke kurd, ku bi xwendin û nivîsandina kurdî nizanibe, dibe ku di zimanê rojane de bi qasî 100-200 peyvan bikar bîne. Lê kesên ku xweş dixwînim, di jiyana xwe ya rojane de dibe ku bi qasî 1000 peyvan jî bikar bînin. Bêguman, xwendin mirovan ji fikirîna berbiçav, ber bi fikirîna nedîtbar û tevdeyî ve diajo û ramana mirovî, dewlemendtir dike. Li gor nêrîna min, hinekî jî mesele ev e. Yanî, mesela tu ji tirkeke nexwende jî bipirsî, dê nizanibe ka felsefe çi ye, yan ne çi ye.

11067869_982154175135666_4068235907301196584_n

-Çawa kurd dê karibin bighêjin zimanekî standerd di hemî pîşe û babetên jiyanê de?

Bêguman, ez ne zimanzan im û naxwazim zêde li ser vê yekê rawestim. Ligel vê yekê jî, ez dikarim bibêjim ku ji bo vê yekê xebatên zanistî lazim in. Ziman ne standert be jî, ji bo me zimanekî ku em tev dê karibin jê fam bikin lazim e. Divê zarokên me, bi zimanê xwe werin perwerdekirin, divê televizyon û rojnameyên me hebin. Beriya her tiştî, divê kurd bi zimanê xwe bipeyîvin û binivîsînin. 

11223636_1039383236079426_3537620950928820540_n

 -Çi rola rewşenbîrên kurd di belavkirina çanda yekîtiya çarenûsa tevaya gelê kurd heye, gelo we gavin di vî warî de avêtine? 

Ez bi xwe, nikarim navê ‘rewşenbîr’ li xwe bikim û wuha biaxivim. Lê helbet dikarim bibêjim ku rola rewşenbîran gelekî zêde ye li ser civakê. Lê pênaseya rewşenbiriyê bi xwe jî, ciyê niqaşê ye û ku nemaze ‘rewşenbîriya kurdî yan kurd.’ Demekê li Hindîstanê, hemû mirovên ku wê demê xwende bûne, wekî <rewşenbîr> hatine pejirandin, mixabin heman rewş niha di civaka me de jî serwer e. Di civaka me de jî, hemû siyasetmedar weke <rewşenbîran> têne dîtin. Bêguman, têkiliyeke xurt di navbera daneheva zanayiyan û rewşenbîriyê de heye. Rewşenbîr ew kes in ku ji daneheva zanayiyan herî zêde para xwe werdigirin, dixwînin, difikirin, gumanê dikin, ne di bin bandûra îdeolojiyan de ne, hişê wan azad e û gelek wesfên bi vî rengî. Nizanim, ji kerema xwe êdî hûn wesfên ku me qala wan kir û rewşenbîrên kurd rûbirû bikin. Li gor bîr û baweriya min, rewşenbîriya kurdî li ser hiş, çand û zimanê kurdî dikare were nirxandin. Yanî kurdên ku bi tirkî dijîn, difikirin, dipeyîvin, dinivîsînin; em ê çawa bikaribin wan weke rewşenbîrên kurd bihesibînin?

-Derûnnas dibêjin miletê pêşketî û paşketî tune ne, tenê rêvebiriya serkeftî û neserkeftî heye çi rola derûnnasiyê di rêvebirinê de heye?

Ev nêrîn, nêzîkayîtêdaneke psîkolojiyê ye. Gotin û nêrîneke, nepixandî ye. Rola rêveberan zêde mezin dike. Ez bi xwe wuha nafikirim. Çimku her civak, li ser dînamîkên xwe ava dibe û berepêş yan jî berepaş diçe. Ne baş e, ku meriv hemû tiştan li rêveberiyan bar bike. Rêveberiyek teqez yan naguhêr a ku ji bo hemû mirovahiyê derbasdar e jî, tune. Ligel vê yekê jî, di hinek civakan de serekên karîzmatîk hatine dîtin ku karibûne girseyên gel, ji bo armancên civakî yên baş bidin dû xwe.  

11065789_976849282332822_3598899036969820638_n

 -Gelo tevgera kurdî ya siyasî mercên zanistî di rêvebirina civakê de bikar tîne? 

– Naxêr, bikar naynin. Ji xwe ta radeyeke, meriv nikare behsa rêveberiyeke tevgişt yan hevgirtî jî bike. Di vir de pirs çi ye? Em behsa kîja perçeyê Kurdistanê dikin? Ligel vê yekê jî, meriv nikare di civaka kurdan de behsa sepandinên zanistî bike. Ji xwe zor dijware ku meriv bikaribe li welatekî ku li ser zilm û zordarî hebe, civakê bi rêbazên zanistî bikargerîne. Çimku zanist, ji hişmendiya azad hez dike û ji tu hişkebawerî, îdeolojiyan jî hez nake. Lewma her ku zanist xurt dibe, bandûra hişkebaweriyan jî di civakê de kêm dibe. Zanista civaknasiyê, zanisteke nirxdar e û beriya hemû zanistan, rêveberên kurd divê berê xwe bidin vê zanistê û vê zanistê fêr bibin. Rê û rêbazên zanistî ne tenê di rêveberiya civakê de, divê di temamiya jiyana civakî de werin bikaranîn.  

10926210_926407120710372_3543105182480099387_n

 -Di dawiyê tu çi ji xwendevanên CIWAN re dibêjî bi taybetî sebaret bi xwendina felsefeyê û derûn-nasiyê bi zimanê kurdî? 

– Zimanên ku îro di warê mijarên felsefî û zanistî de pêşketî ne, ji pêvajoyeke demdirêj derbas bûne. Vê pêvajoyê bi sedê salan berdewam kiriye û xwe wiha gihandine qonaxa niha. Lewma jî, zimanê kurdî divê di van mijaran de xweş were bikaranîn. Ciwanên me divê bêtirs xwe nêzîkî van mijaran bikin, bixwînin û binivîsînin. Ciwan siberoj, hêvî û dilxweşiya me ne. Di rewşa me a niha de, erkek mezin dikeve ser milê wan û divê bi hişmendî û ramanên ronak, herdem riya welatê xwe rohnî bikin.  

Hevpeyvîn: Shiyar Sileman

14.09.2015

Çavkanî: Rojnameya Ciwan. Hejmar 4. Sala 2015an.

 

Bersivekê binivîsin