Hevpeyivîn Bi Meyremxana Îroyîn Rojda Re

Hevpeyivîn Bi Meyremxana Îroyîn Rojda Re

Meyremxana Îroyîn Rojda: Dixwazim bibim xwediya dengê Şakiro û esaleta Meyremxanê!

Rojda Aykoç; yek ji stranbêjên me yên serkeftî û dengxweş e ku li Stenbolê jiyana xwe berdewam dike. Em hemû, wê bi navê Rojda dizanin. Beriya çend salan dev ji navê Kadriye Şenses berdaye, ku navê wê yê resen e. Hê ji vê gavê ve bi navê “Meyremxana dema me” tê wesfandin û binavkirin hunermenda xwedîwesif û bihêz a muzîka kurdî.

Ji dengê wê guhdarîkirina “Yadê Rebenê” û “Helîmcanê” bi rastî jî, hezeke mezin dide guhdaran. Berevajiya bedena xwe ya biçûk, xwediya dengekî baleberz û bilind.

Di rojeka germa havîna Stenbolê de min pirsî, kevne-endama Koma Gulên Xerzan û solîsta serdema îro Rojdayê bi dilgermî bersivand. Di encama vê lihevrûniştinê de ev gotûbêj derkete holê…

Salihê Kevirbirî: Rojda di malbateke çawa de mezin bû, tu dikarî taybetmendiyên malbata xwe vebêjî?

Rojda: Em 10 xwişk û bira ne. 8 kur û 2 keç. Em li gund mezin bûn. Malbateka qelebalix…

Li gorî vegotinên mezinan; malbata me, ji herêma Cizîra Botan hatiye Xerzan û li Misircê (Kurtalan), li gundê Titinê bicih bûye. Bapîrê min Mele Osman, mirovekî xwedîqedir û alimekî olî bû. Bavê min jî, bi navê “Emînê Osman” dihate naskirin. Malbata me; li Misircê û hawirdora wê, bi navê “Malbata Mele Osman” tê naskirin. Bavê min 20, diya min jî di 13 saliya xwe bihevre dizewicin. Bavê min û diya min, li heman gundî hatine dinyayê û li wir mezin bûne.

S. Kevirbirî: Rojda di nav 10 xwişk û birayan de, zaroka çendan e?

Rojda: Zaroka dawîn e… Herî biçûk ez im. Yanî biçûka malê me!..

S. Kevirbirî: Malbata te dewlemend bû, an feqîr?

Rojda: Malbateke nîvçehalî di çi astî de be, em jî di wê astê de bûn. Lê taybetmendiyeke bavê min a girîng hebû. Mirovekî pir mêvanperwer bû. Bapîrê min jî wiha bû. Baş tê bîra min, ku ji mala me tu carê mêvan kêm nedibûn. Digel nedewlemendiya xwe jî, malbata me her dem alîkariyê bi gundî-cînar û derdorê re dikir. Xwedê heye, malbateke dihate hezkirin û ecibandin…

S. Kevirbirî: Li gor zanîna min, tu jî li heman gundî hatî dinyayê û mezin bûyî… Ê baş e te xwend?

Rojda: Rast e; ez jî li Titinê hatim dinyayê û zarokatiya xwe, min li wê derê derbas kir. Ez û xwişka min, me xwe li dibistana gund qeyd kir. Tu dizanî; li cem me wê demê kêm kesan keçên xwe dişandin dibistanê. Niha, rewş pariyek baştir e. Xweha min, piştî pola (sinifa) pêncan nexwend. Mixabin min jî her wisa…

S. Kevirbirî: Malbata te taybetmendiyên “teqwa” di hindûrê xwe de dihewîne. Meletiya bapîrê te, faktoreka girîng e. Nêrîna malbata te ku xwediyê taybetmendiyên bi vî rengî ye; bo muzîk û hunerê çawa bû? Bo nimûne reaksiyon ango bertek nîşanî te didan an na?

Rojda: Ez nikarim bibêjim ku min reaksiyonên neyînî distandin. Lê ez nebûm şahida piştgirîyê jî. Birayê min Çiya jî, wek min kesayetiyeke hunermend e. Em bi salan bi hev re xebitîn û dixebitin. Di heman demê de ew baş li erbanê jî dide. Dema ku em li gund bûn; li dawetan, bi dengê xwe hunera xwe pêk dianî. Di daweta xwe de jî, wî li erbanê xistiye. Dema ku ew zewiciye, ez 6- 7 salî bûme. Belkî jî berxwedana wî ya hunerê û hê di temenekî zarokî de çûna min a li pey wî û gotina min a kilam û stranan, rê li reaksiyonên malbata min û hawirdorê girtiye.

S. Kevirbirî: Wê demê em dikarin vê yekê bibêjin; hê tu zarok bûyî te bi Çiya re; -em nebêjin “toza sehneyan”- “toza dîlan û dawetan” daqurtandiye?…

Rojda: Siheta te xweş!.. Belê. Eynî wisa ye.

S. Kevirbirî: Em carekê din bizivirin zarokatiya te. Te li meydana gund, di nav toz û telazê de dimirmirand ango bi dengekî bilind te kilam û stran digotin gelo?

Rojda: Tu van pirsan ji ku peyda dikî? (dikene, paşê berdewam dike)

Çawa min nedigot? Kîjan zarok nabêje? Dema ku elektrîk hatibû gundê me tê bîra min. Beriya elektrîkê, lembeyên me yên donê hebûn. Piştî elektrîkê, du-sê televîzyon li gund çêbûn. Malbata min jî televizyonek sitand. Me bi yek carî jîyaneke cihêreng naskir. Ew zarokên ku heta doh jî di bin ronahiya lemba donê de govend digerandin, dileyîstin û stranan digotin; êdî ji ber televîzyonê ranedibûn! Di wê demê de, me hunermendên wekî Sîbel Can, Hulya Avşar û Belkis Akkale nas kir. Çend dengên ku me wan ji kasetan nas dikir, me êdî di televîzyonan de jî didît. Me zûtir, dest bi jiberkirina stranên van hunermendan kir. Bixwazî nexwazî -çawa ku te jî got- li meydanên gund ên bi toz û telazê de û li ser bênder û poxanan, bi hevalên xwe re, me dest bi gotina stranan kir. Di vê navberê de, min dest bi teqlîdkirina hunermendan jî kir…

S. Kevirbirî: Te kîjan kilam digotin û kilamên te digotin yên kê bûn mesela?

Rojda: Min “Îpek Mendîl Dane Dane” digot. Me li Sînan Ozen, Sîbel Can, Muslum Gurses û Ferdî Tayfur guhdarî dikir.

S. Kevirbirî: Ev hunermend, hemû jî bi tirkî dibêjin… Ê baş e hunermendên kurd û stranên kurdî?

Rojda: Guhdarîkirina stran û kilamên kurdî, qedexebû wê demê. Hebûna kasetekî, dihate wateya ketina girtîgehê. Lê piştî salên 90-î dema ku qedexeya kurdî rabû; min awazên kurdî nas kir. Koma Şîrwan hebû wê demê, hê nû derketibû. Min kilama “Bihar xweş e çaxê gulan” ji ber kiribû û her dem, min ew digot…

Li dibistanê jî ji bilî min kesî stran û kilaman nedigot. Mamoste, her dem ez radikirim ber depreşê û digot: “Bêje keça min” û min jî digot. Lê ji ber ku kurdî li dibistanê qedexe bû, min bi tirkî digot. Çawa ku min got; min kilamên “Îpek Mendîl” û “Burasi Muştur” digot…

S. Kevirbirî: Li gorî çavdêriya min tu wesfa rêberayetiyê di hûndirê xwe de dihewînî…

Rojda: Rast e. Li gund ez serokê zarokan bûm. Hemû girêdayê min bûn. Min ji pêşbaziyan (pêşbirk) gelekî hez dikir û her dem, em diketin pêşbaziyan. Bi rastî jî, girêdayê min bûn. Min hemû tiştên xwe, bi wan re parve dikir. Mesela dema ku ez ji wan aciz dibûm; min bi wan re xeber nedida, ez ji wan dixeyîdîm. Ew jî, ji vê yekê xemgîn dibûn, digirîyan.

S. Kevirbirî: Min bihîst ku tu baş direqisî û ji bilî vê yekê, te perwerdehiya olî (dînî) jî sitandiye. Gelo ev yek, rewşeka nakok dernaxê holê. Tu dikarî hinekî behsa vê serpehatiya xwe jî bikî. Bi gotineke din reqs û teqwatî?

Rojda: Rast e. Li ber kilamên erebî, ez baş direqisîm. Ez di govêndên kurdî de jî hoste bûm. Ez diketim milê temenmezinan û min bi vê bejna xwe ya biçûk, govendê digirt. Ez wê demê, diçûm dibistana seratayî. Li alîyê din jî, min perwerdehiya olî dikir. Ji ber malbata xwe, ez mecbûr bûm ku wiha tevbigerim.

Ji bo wan tiştê girîng ew bû ku ez Quran bixwînim, bizewicim û bibim xwedî zar û zêç. Ji ber vê yekê ez demekî di navbera rêya dibistan, mizgeft û malê de çûm û hatim. Heta “Şerîetê” min xwend… Min Elîfba, Emma, Nechulenam, Tebarek, Qesem, Quran û Yasînê, xetim kir. Melayê dersdarê min, melayê gundê me û mêrê xaltika min bû.

S. Kevirbirî: Serboriya te ya Stenbolê kengê dest pê kir? Ew çi sedem bû ku te ji Misircê ber bi Stenbolê ve daweşand?

Rojda: Piştî ku min perwerdehiya xwe ya olî qedand; min ji diya xwe lawalawê kir, da ku ew destûra çûna Stenbolê bide min. Min dixwest, ew min bişeyîne Stenbolê. Mamosteyê min ê dibistana seratayî jî, her ji min re digot: “Pêwist e tu bixwînî.”

Wê demê kekê min ê li Stenbolê, gazî min kir. Armanca min ew bû ku, ez li Stenbolê li dibistana xwe berdewam bikim. Ez ne xelet bim sala 1992-yan, an jî sala 1993-yan bû. Diya min, bi xaltika min re ez şandim Stenbolê. Hatim cem kekê xwe. Birayê min ê biçûk ne tê de, tevahiya birayên min ên mayî li Stenbolê bûn.

S. Kevirbirî: Ez ne xelet bim, Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) vebibû wê demê…

Rojda: Belê, NÇM vebibû. Lê kekê min Çiya, xebatên xwe yên muzîkê li derveyî NÇM-ê didomand. Li bazaran dixebitî, dawiya hefteyan jî; bi koma xwe re diçû dawetan. Piştî hatina min a Stenbolê, Çiya pêşniyarabeşdarbûna xebatên muzîkê li min kir û min jî pejirand. Ji wê rojê ve, min mîkrofonê ji destê xwe berneda…

S. Kevirbirî: Wiha xuya dike ku, wê tu dev jê bernedî jî…

Rojda: (Dikene) Belê. Qet bernadim… Jixwe bixwazim jî nikarim dest ji mikrofonê vekişim…

S. Kevirbirî: Wê demê ez bi pirseke klasîk bidomînim: Bi awayeke rasteqîn, cara yekem li ku, kengê û di şert û mercên çawa de tu derketî ser sehnê?

Rojda: Piştî kurtedemek ji hatina min a Stenbolê, di daweteke gundiyê me de ez derketim ser sahnê. Dawet li Taxa Karayoliyê bû. Li derve bû dawet. Wê demê, ez 13-14 salî bûm. Ez bi Çiya re çûbûme dawetê. Beriya dawetê, ji min re cilên kurdî yên herêmî kirîn. Piştre, Çiya ji min re got; “5 kilaman ji ber bike, wê tu li dawetê bibêjî.” Ez gelekî kelecanî bibûm. Min bi ya wî kir. Ez derketim ser sahnê û min got. Gelek kêfa min hatibû, çawa ku per û baskên min çêbûbin, bi min hatibû. Wey Xwedê çi roj bû!..

S. Kevirbirî: Tê bîra te, kîjan kilam bûn?

Rojda: Helbet!.. Min strana “Roj roja me ye.” got. Ez ne xelet bim, strana koma “Kulîlkên Azadî” ye. Ji bilî wê, min “Buka kurdan serbixêlî” jî stra. Li Stenbolê, me qet bi tirkî nedigot. Me her dem, bi kurdî distrand.

S. Kevirbirî: Tu dikarî rewşa xwe ya ruhî ya wê rojê ji me re vebêjî?

Rojda: Nayê vegotin. Mesela tê bîra min ku, ez gelekî dirificîm. Ez nikarim tu carî, wê rojê ji bîra bikim. Heta wê rojê jî, ji kekên min hinekan digotin; “Bila dernekeve û nebêje; kilamgotina keçikan jî çiye, bila li mala xwe rûnê”. Yek-diduyên kekên min jî, helwesteke nermtir nîşan didan. Min bi xwe jî bawer nedikir ku wê izna min bidin.

Ez ji bo wê daweta mezin a ku wê li salonê pêk bihata, difikirîm û min ji xwe re digot; “Gelo wê izna min bidin an na? ” Ez gelekî ditirsiyam ku karîyera min a xwendina kilam û stranan, bi şeva borî bisînor bimîne. Min dixwest ku ez êdî her dem stranan bibêjim.

Roja din Çiya hat û wiha got: “Em te bi kîjan navî taqdîmê gel bikin? ” Ez şaş bibûm, lê kefxweş bûm. Min got: “Bila Gulîstan, an jî Rojda be”. Wî jî got: “Temam. Bila Rojda be, Rojda baş e!” Û min bi navê Rojda, li salonê kilamên xwe got. Kilama “Wey Li Minê” min yekêm car li wir got. Dest û piyên min, diricifîn. Min çavên xwe digirt û digot. Min hewl dida da ku ez rast bistirêm û xeletiyan nekim.

S. Kevirbirî: Navê te yê rasteqîn Kadriye Şenses e…

Rojda: Belê. Lê êdî Rojda navê min e. Min bi biryara dadgehê, navê xwe kir Rojda.

S. Kevirbirî: Bi rastî jî, kengê?

Rojda: Beriya 5 salan. Piştî ku ez zewicîm jî, min paşnavê “Aykoç” sitand.

S. Kevirbirî: Rojda kengê hate dinyayê; roj, meh û sala ku tu hatiyî dinyayê?

Rojda: Di 01.01.1978-an de…

S. Kevirbirî: Stran, muzîk, kilam; bo te çî îfade dikin?

Rojda: Wek av, roj û rih in. Ez bawer im, beyî wan ez nikarim bijîm. Her perçeyekê ku ez hildibirînim; ji bo min, wek zarokên min in. Ez bi wan dicoşim, bi wan dijîm… Muzîk bo min ew tişt e ku mirov nikare bîne zimên.

S. Kevirbirî: Ji pêvajoya Koma Gulên Xerzan ve û ji dema biryara te ya “bi serê xwe tenê pêkanîna muzîkê” ve; te li bin gelek awazan (ezgîyan) imza xwe avêt, te wan xwend û tu bûyî pêkhenera wan. Di nav wan de, ya ku tu herî zêde jê hez dikî û mîna ku bikaribî bibêjî; “dildarê min ev e” kîjan stran-kilama e? Ya ku ji bo te pir taybet e…

Rojda: Hemû jî, ji bo min pir bi qîmet in. Lê du kilam hene, ku li cem min xwediyê cihekî taybet in. Yek jê, kilama “Birîna min- Bideşe Hekîm” e. Ev kilam ji bo bîranîna kekê min hatiye çêkirin. Ez wê zêde nabêjim. Lewra her dema ku ez dibêjim, kekê min tê ber çavê min. Her dema ku ji bazarê dihat, ez diçûm û min pişta wî miz dida. Min gelekî jê hez dikir… Kilama din jî “Lê lê sebrê” ye, ku bû navê albûma min ya dawî. Kilama min e. Di projeya Mem û Zîn a NÇM-ê de, min ew gotibû. Ez herî zêde, ji van her du kilaman hez dikim…

S. kevirbirî: Heger ji te were pirsîn “Wezareta Çandê an stranbêjî?” wê tu kîjanî hilbijêrî? Rojek were û pêşniyara Wezareta Çandê li te bikin; lê ji te bixwazin ku tu dev ji stranbêjiyê berdî; ez di wê maneyê de dipirsim…

Rojda: Helbet ezê dev ji stranbêjiyê bernedim. Ezê çi bikim ji Wezareta Çandê?

S. Kevirbirî: Gel te çawa dibîne, çawa dinirxîne? Dema tu di rê de diçî, diçî mala xwe; cîran û derdora te, eleqeyeke çawa nîşanî te dide?

Rojda: Ez ji awirên wan têdigihêjim ku ji min hez dikin. Di awirên wan de hezkirin heye. Ez bawer im ku ew di kilamên min de hestên xwe dibînin. Ji xwe vê yekê tînin zimên jî.

S. Kevirbirî: Vê pirsê ji te dikin gelo: “Ev bedena biçûk û ev dengê bilind; ji kû dertê hewqas deng?”

Rojda: Spasdar im bo vê pirsê. Ji dil dibêjim; gelek caran pirsa vê yekê ji min dikin. Ev pirs, her car ji min tê pirsîn…

S. Kevirbirî:  Min vê pirsa xwe ji gelek hunermendan pirsî, ji te jî dipirsim: Heger ji te re bibêjin “dev ji stran û kilaman berde! ” wê tu reaksiyoneke çawa nîşan bidî?

Rojda: Çiii?!… Min bikûjin baştir e! Li hember daxwazeke wiha, ezê bikevim nava tirs û saweke mezin.

S. Kevirbirî: Heger, stran û muzîk tunebûna; Rojda îro dikaribû li vir bûya, an wê li ku derê bûya?

Rojda: Wê li ku bûya? Wê bi navê Kadriye, bibûya jineka xwedî zar û zêç. Bi ihtîmaleke mezin, wê li gund bibûya bêrîvaneka bêriyê, wê şîr bidoşa! An jî wê biçûya tevrikê… Kê dizane? Lê tiştekî misoger e ku, wê nebûya Rojda…

S. Kevirbirî: Te ji kîjan dengan hez kir?

Rojda: Ez her dem, di bin bandora dengbêjan de mame. Li NÇM-ê, ez her dem diketim arşîvê û min li wan guhdarî dikir. Pir caran dema ku min guhdariya wan dikir, ez digiriyam. Ji dengan; ez gelekî ji Merzîye Rezazî, bitesîr bûme. Lê di jiyana min de Meyremxanê, di rêza yekemîn de ye. Dengbêja jin ku min yekem car lê guhdarî kiriye, Meyremxan e. Min gelekî piştî wê, li Ayşe Şanê guhdarî kir. Yek albûmeka Meyremxanê li Tirkiyeyê derketiye. Beriya derketina albûmê, min ew li arşîvê guhdarî kiribû. Dema ku min li “Helîmcanê” guhdarî kir, ez şok bûm.

Min ji xwe re got: “Ya rebî, ev çî deng e? ” Min “Yadê Rebenê” xwend, “Helîmcanê xwend, lê min “Domanê” nexwend. Lewra, ez bawer nakim ku ezê bikaribim heqê wê bidim. Straneke ku ez nikaribim heqê wê bidim, ez tu carî naxwazim wê bibêjim. Heger ez nikaribim heqê wê bidim, wê Rojda xilas bibe wê demê. Fikrekî min ê wiha jî tune ku ez bixwazim Rojdayê xilas bikim. Min ji Ayşe Şanê jî strana “Bavê Seyro” stra. Wê jî “Gelmiş bahar-geçmiş yazlarê” xwendibû; min jî lê guhdarî kir û xwend. Wê jî bi du zimanan gotibû.

S. Kevirbirî: Ji hunermendên mêr?

Rojda: Ez li ser Şakiro, stranbêjan nas nakim. Ew ji bo min, ekolek e. Deng û qirika wî, li cem tu kesî tune. Dibe ku çend kes bikaribin stran û kilamên wî bibêjin; lê gihêjtina ruhê wî, ji nîqaşê re vekiriye. Di albûma dawî de, min yek kilameka wî tenê xwend; ew jî, “Mîro” ye. Min bi dengê wî, duet kir. Kilama “Saliho û Nurê” jî, ji bo min gelekî bi qîmet e. Di demên bê de, ezê hinek kilamên wî yên din jî bibêjim; lê bi destûra te, niha ez navê wan nebêjim. Ez dengê Cahîdo jî gelekî diecibînim. Kurê, Huseynoyê Muşî ye. Ew jî dengbêjekî baş e.

S. Kevirbirî: Fikrekî te heye ku tu ji Karapetê Xaço kilamekî bibêjî?

Rojda: Ez ji deng û hunera Karapetê Xaço, gelekî hez dikim. Hûrmeta min ji bo wî heye. Heta niha, min kilamên wî nexwendine. Lê heger rojek were û ez kilamekî wî bibêjim; wê ev kilam, “Lê Lê Dayîkê-Lawikê Metînî” be. Di sala 1997-an de, ji bo konserekî ez çûme Êrîvanê. Lê heger ez carekê din herim, ez dixwazim herim Radyoya Êrîvanê û li arşîva radyoyê lêkolînan bikim. Bi rastî jî, ez vê yekê dixwazim.

S. Kevirbirî: Navê “Meyremxana Îroyîn” layîqê te dibînin. Di vê mijarê de fikra te çi ye? Ev vegotinek pir giran e ne wisa?

Rojda: Bi rastî jî vegotinek giran û hewqas jî şanazî ye bo min. Îhtîmala mayîna di bin vê giraniyê de jî heye. Lê vegotina gel e, pewist e em hûrmetê nîşanî vê vegotinê bidin. Ez ji bo vê vegotinê hewl didim ku layîqê vê bibim. Gel û guhdar çawa dixwaze, wiha dibîne. 50 salan piştî mirina wê, min kilamên wê xwendin û min carekê din, wê bi gel da hezkirin. Ez bûm, wesîleyeke nîşandana mezinahiya wê. Ez li hemberî şiroveyên gel, bi hûrmet im. Ez bi van vegotinên gel, şanaz dibim. Çawa ku piştî 50 salan yek derkeve û kilamên min bibêje; ev yek ji bo min şanazî ye.

S. Kevirbirî: Hunermendên ku te navên wan anî zimên; gelo te qet li çîroka jiyana wan vekola ye, an jî tu çiqasî wan dinasî? Mesela Meyremxanê, Ayşe Şan, Şakiro û an jî Karapêt?

Rojda: Helbet… Heta ku ji destê min tê ez dişopînim. Nivîsên ku çap dibin ez dixwînim. Ez dixwazim bibêjim ku dema min pirtûka te ya bi navê “Bir Çığlığın Yüzyılı: Karapetê Xaço” xwend; ez giriyam û gelekî pê xemgîn bûm. Jiyaneke gelekî bi jan û ne layîqê wî. Min wê demê ji xwe re gotibû; “ez naxwazim, wekî wî bimirim.” û ez giriyabûm…

S. Kevirbirî: 24 saetên te, çawa derbas dibe?

Rojda: Piştî derketina kasetê, ez kêm li mal dimînim. Zêdetir, li derve me û konser çêdibin. Mesela prova hene. Gelek wextê min, li wir derbas dibe. Pir caran, ji bo xewê ez diçim malê. Dema ez li mal dimînim jî, ez paqijiya nav malê dikim, hinekî jî rojnameyan dixwînim û li muzîkê guhdarî dikim. Li mailên xwe mêze dikim. Yan li albûmên nû, yan jî li Şakiro guhdarî dikim.

S. Kevirbirî: Beriya 4 salan, tu bi hevalekî xwe yê hunermend re zewicî; bi Alaattin Aykoç re. Hevalekî çawa ye, hunermendekî çawa ye Alaattin?

Rojda: Alaattin, di heman demî de derhenerê min ê muzîkê ye jî. Em li NÇM-ê bi hevre xebitîn. Ew bi Koma Azad re xebitî. Ez ji nêrîn û xebatên wî bitesîr dibûm û min dixwest ez pê re bixebitim. Min dixwest ku ew beşdarê grubê bibe. Ez jê ewle bûm. Berhevdaneke wî hebû lewra. Min dizanibû ku wê lêzêdekirineke wî hebe. Tu jî dizanî, ew mirovekî bêdeng û aram e. Lê karê xwe dizane û ji muzîkê jî fêhm dike. Hêdî hêdî, min wî ber bi grubê ve kişand û ez bi ser ketim. Em bi hev re xebitîn û me stran çêkirin. Bihevrebûna me, hebekî cihêreng bû. Hestên tevlihev. Piştre jî, me vê bihevrebûnê xurt kir û em zewicîn.

S. Kevirbirî: Heger em hunermendbûna wî deynin alîyekî, ew ji bo te çî îfade dike?

Rojda: Ez ji wî hezdikim… (Kurtedemek bêdeng dimîne. Ji çavên wê diyar dibe ku bi rastî jî ew bengî û evîndara mêrê xwe ye) Her dem, henekan (yarîyan) dike. Karê wî yê li malê, henek in. Ev jî, keyfa min tîne. Ez dikarim bibêjim ku piştî zewacê, jiyana min êdî rêkûpêktir bû. Berê, ez belawella bûm. Ew tu carî nabêje “ez dizanim!” Bi tenê fikra xwe dibêje…

S. Kevirbirî: Ez jî dizanim, te di daweta xwe de jî stran gotiye…

Rojda: Belê… (Dikene) Min strana “Memet Kanî” gotibû…

S. Kevirbirî: Ji bo parastina dengê xwe, tu hindek tiştên taybet dixwî? An jî tu çî naxwî…

Rojda: Tiştekî taybet nakim. Tiştekî ku bi taybetî ez dixwim jî tune. Lê beriya derketina ser sahneyê ez tu caran mast naxwim. Lewra mast, dew û Cola, dengan xira dikin. Ez ji wan dûr dimînim. Mesela ez bestenî (dondurme) qet naxwim. Ez ji xwarin-vexwarinên pir germ û pir cemidî, direvim…

S. Kevirbirî: Tu difikirî, albûmeke ku xwerû ji awazên dengbêjan pêk hatiye çêbikî?

Rojda: Ev ne îhtîmaleke dûr e. Ez li projeyeke wiha difikirim. Projeyeke wiha, dikare her dem pêk were û ezê rojekî, wê pêk bînim. Lê wê ev albûm bi tenê ji awazên (ezgîyên) dengbêjên jin pêk were…

S. Kevirbirî: Li gorî nêrîna min, Koma Gulên Xerzan di bin siya te de maye. Tu çî dibêjî, ez neheq im gelo?

Rojda: Rast dibêjî. Demeke dirêj, ev wiha bû. Ji xwe piştî kilama Helîmcanê, tu kesî min ji grubê ne hesiband! Li ser navê grubê, bo konser û organîzyonan; gazî min dikirin. Helbet dengê Çiya û hunera wî gelekî biqelîte ye. Ev jî rastiyek e.

S. Kevirbirî: Tu dikarî li amûran bixî? Amûreke ku tu lê dixî, heye?

Rojda: Ez li gorî qeweta xwe, lê dixim. Belê. Min li tambûrê xist, li cûrayê xist. Piştre, min dev ji wan berda. Bi awayeke profesyonel ez bi wan nizanim û fikrekî min a pêşvebirina wan jî tuneye.

S. Kevirbirî: Heger ez ji te bipirsim ku herî zêde tu dixwazî bi kîjan hunermendî re derkevî ser sahneyê?…

Rojda: Ji biyaniyan, bi Shakira û ji kurdan jî bi Şivan Perwer re ez dixwazim derkevim ser sahneyê.

S. Kevirbirî: Em dizanin ku gelek hunermendên kurd, bi taybetî jî yên ku bi NÇM-ê re dixebitin; gelekî tengasiyan dikişînin. Te jî bi salan, di bin vê banê de ked da. Ez ji bo niha dipirsim: Bi hunera xwe, bi muzîka xwe; tu dikarî jiyana xwe bidomînî ango dabara xwe bikî?

Rojda: Niha hebekî şert hatin guhertin. Gotina te rast e. Gelek rojên me hebûn ku me ji bo çûn û hatina malê heqê bilêtê nedidît. Me tengasiyên mezin dîtin, me ezîyet kişand. Em rastî zordestiyan hatin. Niha rewş gelekî ne baş be jî, hebekî cuda ye.

S. Kevirbirî: DTP, bi namzetên serbixwe tevli hilbijartinan bû. Kampanyaya hilbijartinan, bi kilameke te destpê kir û bidawî bû. Kîjan kilam bû?

Rojda: Kilama ‘Evdo’ bû…

S. Kevirbirî: Hinek gotinên wê hatin guhartin, tu dikarî hinekî bimirmirî?

Rojda: Belê rast e. Me peyvên kilamê wiha guhertin:

Tînin tînin tînin

Wê aştî bînin

Endamên serbixwe

Demokrasiyê bînin…

Kilam; li qadên hilbijartinan bi kurdî û tirkî hate gotin…

S. Kevirbirî: Rojda, bi qasî min şopand tu li gelek deveran derketî pêşberî hilbijêrên kurd. Dikarî navê van deran bidî. Cihê ku derketî û te kilam û stranên xwe pêşkêş kir. Eleqeyeke çawa hebû li gorî çavdêriya te?

Rojda: Bawer bike eleqeyeke gelek baş hebû. Gel rabûbû ser piyan hema bêje. Germahiyek xwe dida der. Li Sêrtê, Li Stenbolê, li Misircê (Kurtalan), Diyarbekir, Sirûc û Îdirê derketim konserên hilbijartinan. Li gelek deveran ligel ku pîleya germê raserî 40 dereceyî jî bû, coşeke mezin hebû…

S. Kevirbirî: Baş e, bi xêr û silamet hilbijartin bidawî bû. Lê atmosfer berdewam e. Te behsa germahî û eleqeyeke mezin a gel kir. Gelo ev eleqeya tu dibêjî di sandoqan de xwe nîsan da an? Li gorî baweriya te me kurdan, kar kir an me winda kir?

Rojda: Rastiyê bêjim, beriya hilbijartinan jî û roja hilbijartinan jî, hêviyeke min a mezin hebû. Lê encam li gorî xwesteka min derneket. Dil dixwest ku piraniya dengê herêma kurdan were wergirtin. Mixabin ev yek pêk nehat. Lê temsîlkirina kurdan di meclîsê de girîng e. Êdî kurd jî dê xwedî gotin bin. Me hemûyan dizanibû ku wê bi dengên me, bi rayên me bilîzin. Wisa jî kirin. 3-4 parlamenterên me bi vî awayî hatin dizîn! Dîsa jî siheta gelê me xweş!..

S. Kevirbirî: Baş e siheta te jî xweş… Vegerim ser albûma te ya dawî; Sebrê, eleqeyeka çawa dît, tu jê xweşhal î?

Rojda: Eleqeyeke mezin dît. Ez dixwazim bi rêya vê hevpeyîvîna te, spasiyên xwe aresteyî guhdaran bikim. Ev 8 meh in ku albûm derketiye. Ji bilî ên korsan, heta niha 20 hezar heb hatine firotin. Di şert û mercên îroyîn de, 20 hezar reqameke baş e. Ji bilî vê yekê, albûma min; bi albûmên hunermendên bi navê Kawa û Diyar re, derkete bazarê. Lê albûmên wan, nehatin firotin. Bi tenê albûma min tê firotin. Li gorî ragihandina rêveberên “Kom Muzîkê” di bazara muzîka kurdî de; niha herî zêde, albûma min eleqe dibîne.

S. Kevirbirî: Li dinyayê, xeyala Rojda ya herî mezin çiye?

Rojda: Ez dixwazim xwediyê dengê Şakiro û asaleta Meryemxanê bim. 

S. Kevirbirî: Ez jî tevli vê miraza tê ya ciwan dibim û bo vê hevpeyîvîna xweş, spasiyên xwe aresteyî te dikim Rojda Xan…

Rojda: Ez jî spas dikim, sax bî…

Hevpeyîvîn: Salihê Kevirbirî

rojnameger@hotmail.com 

Werger: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye

Bersivekê binivîsin