Hevpeyîvîn Bi Enwer Karahan Re

Hevpeyîvîn Bi Enwer Karahan Re

Destpêk: Me wek malpera felsefevanê, ji kekê Enwer Karahan rica hevpeyvînekê kir û me got ku hege demeka wî ya ku ew bikaribe ji bo me veqetîne hebe, em ê bextewar bibin.

Mala wî ava, herçiqas ez dizanim ku van rojên dawî karê wî gellek e jî, wî bi nefsbiçûkiyeke mezin ricaya me neşikand û bersiveka erênî da me. Bi rastî em ji hevdu dûr bûn, ez li bajarekî Tirkiyeyê û birêz Enwer Karahan jî, li Swêd… Lê helbet dema mirov bixwaze sînor ne pirsgirêk in û me jî wiha kir… Min dixwest ku ez li ser navê malpera felsefevan tevbigerim û derheqê ronakbîr û nivîskar Enwer Karahan de xwe bigihînin hindek zanayîyên resen yên ku em wan meraq dikin.

Bi taybetî jî me konferansa ku li ser navê wî li Stenbolê pêk hat, berhem û xebatên wî yên niha meraq dikir… Pirsên me gellek bûn, lê me ji nav wan çend pirsan hilbijart û aresteyî hêja Enwer Karahan kirin. Wî jî, çî ji dest hat texsîr nekir û di dawîyê de ev xebat pêk hat. Fermo, çend pirsên me yên ku me ji hêja Enwer Karahan pirsîn û bersivên wî…

Ali Gurdilî –Kekê Enwer. Di destpêkê de dixwazim li ser navê xwe û li ser navê xwendevanên malpera felsefevan spasiya te bikim, ku te vê rica me neşikand û te wextên xwe ji bo me veqetand. Ez dizanim ku haya te ji malpera me heye û carinan tu dişopînî.

Helbet em ne malpereke ku pir tê şopandin in û hejmara endamên me jî gelekî kêm e. Lê em bi inyat in û ev du sal in ku em bêrawestan xebatên xwe didomînin. Helbet em vê helwesta te ya erênî, ji bo malperê wek piştgiriyekê jî dibînin û carekê din dibêjin ku mala te ava, tu her hebe.

Enwer Karahan – Mala te avatir.

Ali Gurdilî –Em dizanin ku ji bo afirandina berheman, wexteke mirov ya betal an jî em bibêjin yên vale pêwîst e. Gelo rojê çend seetên xwe tu ji bo karê xwe vediqetînî?

Xwendin, nivîsandin, lêkolîn û hwd…

Enwer Karahan – Helbet ji bo nivîsê wext divê û meseleya wextê ji bo gelek nivîskarên dinyayê yên navdar jî bûye arîşeyekê, lê ez ji wê gotinê yeqîn nakim ku nivîskar bibêje wexta wan tune ye û xwe li tiraliyê deyne.

Hin caran jî şerdekî weha tune ye ku divê ji bo edebiyatê wexteke diyarkirî û veqetandî hebe. Car hene ku di nîvê şevê de mirov bi xwe dihese û tiştek misuxulî mirov dibe ku divê wê binivîse; xew li mirovî diherime û ew radibe.

Heger ew piçekî cangiraniyê bike, ew tişt careke dinê bi şûn de nayê. Wextên edebiyatê weha ye, mirov nizane bê ew ê kengî îlhamek were mirovî. Jiyana nivîsê mirovî ji sîstema wî ya normal bi dûr dixe, ji xwe, heger nivîskarek wek mirovên normal bijî, ew tê wê maneyê ku ew ne nivîskarekî tekûz e.

Divê mirov ji wexta xwe, ji zarokên xwe, ji mala xwe û ji pêdiviyên xwe yên şexsî fedekariyê bike û bi min nivîskarekî profesyonel divê jiyana xwe bi tu kesî re par ve neke û ew bi wan qahremanên ku ew diafirîne re bijî. Lê ez hîna bêtir di derengê şevê de dinivîsim, feqet lezete şifaqê tiştekî din e.

Ali Gurdilî – Baweriyek heye ku dewleta Swêdê pereyan dide nivîskaran ku karê xwe yê nivîskariyê pê bike û loma jî wexta wan ji bo karê nivîsê gelek e, ev yek rast e gelo?

Enwer Karahan – Dewleta Swêdê tu pereyan nade nivîskaran, ev tiştekî ne rast e. Min jî bi gelek minasebetan ev mesele bîhîstiye, lê ne weha ye. Ev têgeheke ji binî de şaş e.

Gelek ji me -weke her kesî- rojê heyşt seetan karî dikin û karê xwe yê nivîsê jî ji wextên xwe yên mayî, ji zarokên xwe, ji jina xwe û ji mala xwe didizin. Bi tenê tiştek heye, ew jî her nivîskar dikare mirecetî bûrsên Yekîtiya Nivîskarên Swêdê (Sveriges Författarförbund) ê bike.

Ev komele, 2600 endamên wê hene û ji xêndî wê jî bi hezaran nivîskarên din hene ku karin daxwaza vê bûrsê bikin. Daxwaznameya wan kesan ji terefê ekspertan ve tê nirxandin û heger raporên baş di derbarê berhemên wan nivîskaran de bên nivîsîn, mimkun e ku ji bo salek, du sal û deh salan bûrsê werbigirin.

Nivîskarên kurd jî di nav ew qas nivîskaran de şansa xwe diceribînin, êdî ew û şansa xwe ne. Gelek hevalên me hene ku tu carî jî ji vî îmkanî îstifade nekirine û hin kes jî hene ku carekê yan jî du caran ev bûrs stendiye, lê teva wê jî mafê nivîskaran tune ye ku li mala xwe rûnin û karî nekin.

Ali Gurdilî – Gava em li jiyana te dinêrin, em dibînin ku tu ji nav siyaseta aktîv ber bi cîhana edebiyatê ya aktîv ve çûyî û tu di demeke kin de bûyî xwedî ciyekî; her weha te berhem afirandine û tu li gora xwe bûyî xwedî stîlekê, tu dikarî vê guherîn û pêşdeketinê ji me re îzah bikî?

Enwer Karahan – Bi salan min siyaset kir, lê hat derekê û min dît ku ez wî karî wek ji ber zorekê dikim, hin tiştên ku ne bi dilê min in û ez jê hez nakim, ew ne li gora têgihîştin û marîfeta min in, lê ez dîsa jî xwe mecbûr his dikim ku wan bikim.

Belkî jî di jiyana min de yek ji biryarên herî radîkal bû ku min got ez ê nema siyaseta aktîv bikim. Îcar, ya ew bû sebeb ku ez dest bavêjim edebiyatê û yan jî edebiyatê bi xwe zor da min ku ez wê biryarê werbigirim.

Têkiliya min û edebiyatê berê jî bi awayekî pasîv hebû, lê piştî ku ez bi aktîvî daxilî vê jiyanê bûm, min hin hedef dan ber xwe. Ez di jiyana xwe ya siyasî de jî weha bûm, heger ez karekî bikim, ez xwe pê re diêşînim. Azîm, înad, xwendin û îlham e, ne tiştekî din e.

Ali Gurdilî – Ma te di dema xwe ya siyaseta aktîv de jî nikarîbû karê nivîskariyê bikiraya?

Enwer Karahan – Na, min nikarîbû. Ji ber ku ew terebhoşa siyasetê, sitresa wê û bêwîjdaniya wê dest nedida ku mirov bi aktîvî edebiyatê bike. Edebiyat û siyaset mîna hewiyên hev in.

Ali Gurdilî – Weha xwiya ye ku tu ji siyasetê aciz bûyî?

Enwer Karahan – Na, ez ji siyasetê ne aciz im; bi tenê vê gavê siyaseta aktîv nakim û edebiyat ketiye pêşiya siyasetê, sibehê çi dibe mirov nizane. Siyaset pêdiviyek e.

Tu milet bê siyaset negîhaştiye maf û armancên xwe û tew rewşa kurdan tu carî destî nade ku ew bê siyaset bimîne. Kesên erbabê siyasetê divê siyasetê bikin. Heger her kes li gora çawayiyên xwe karî bikin, dê ev milet zûtir bigêje armancên xwe.

Ali Gurdilî – Baş e, te di nivîskariya xwe de çîrok hilbijartiye, ev ji ber çi ye; sebebeke bi teybet heye?

Enwer Karahan – Na, sebebeke bi teybet tune ye. Ez ji novelê hez dikim û ji bo wê jî gotinên zêde ne pêwîst e, loma. Ez ji dêvla bi hezaran gotinin, xwe bi çend gotinan digîhînim armanca xwe û bawerdikim ku xwendevan jî li gora xwe tahmekê ji vê kompozîsyonê distînin.

Ez niha kurtenovelê (kurteçîrok) dinivîsim, lê sibehê dikarim romanê binivîsim.

Ali Gurdilî – Berî bi demekê bi navê te hin rêzekonferans çêbûn, bi kurtî be jî, ji kerema xwe re tu dikarî di derheqê wan konferansan de hindek zanayîyan bidî me? Ango, proses û encamên wê, çawa çêbûn?

Enwer Karahan – Fikra wan konferansan fikra Elî Fikrî Işikî bû. Di destpêkê de, fikir ji bo Diyarbekir, yan jî Mêrdînê bû; lê dû re yek ji yekê zêdetir bû û hejmara wan derket çaran.

Paşê ya Qosarê hat betal kirin û me li Stenbûl, Diyarbekir û Mêrdînê çêkir.

Ji wan hersiyan ya herî biserketî ya li Stenbûlê ango li Unîversîteya Bîlgiyê bû. Ev konferans him ji aliyê mekanî ve, him ji aliyê beşdariyê ve û him jî ji aliyê çalekiyeke edebî ve gaveke gelekî baş bû.

Ji ber ku li vê Unîversîteya hanê cara pêşiyê bi navê edebiyata (çîrokên kurdî û çîroknivîseriya wê) kurdî konferanseke bi zimanê kurdî dihat lidarxistin û ev yeka hanê jî bû nesîbê min. Ji hêla netîceyê ve çi bû/çi ye, ez nizanim, lê ez ji bo xwe bibêjim ku ew konferansên hanê ji bo min bû rêyeke perwerdeyiyeke weha ku min di jiyana min a edebî de bike xwediyê tecrubeyeke mezin.

Ali Gurdilî -Kêkê Enwer, nivîskar Silêman Demir di gotareka xwe de (1) dibêje:

‘Gava min pirtûka wî ya bi navê ÇÛ xwend, ez gihiştim wê bawerîyê ku Karahan bûye hosteyê gotinê û avakirina hevokên jîndar. Herweha dibêje ku ‘ew gelek gotinên Kurdî ku ketine ber xezeba asîmîlasyonê, rizgar dike. Gelek ji wan gotinan, di nivîsandinê de nû ne, lê di Kurdî de heta doh pêr gotinên rojane bûn, van salên dawî ji peyva rojane de ketibûn. Enwer dîsa can dide wan gotinan û bi alîkariya wan, dîmenên jiyana kurdan ya petî (xas) derdixe ser rûpelan…’

Min dema ew hevok xwendin, min xwest ez vê pirsê ji te bikim: Zimanê kurdî, di jiyana rojane de em dizanin ku kêm tê bikaranîn. Ango, hege îro di zimanê rojane yê tirkî de 2000 peyv werin bikaranîn, ev yek ji bo kurdîya rojane, mixabin dadikeve 100 an jî 200 peyvan.

Tunebûna civateka ku teqez bi zimanê xwe napeyîve û zimanê wê yê resen di rêza duyemîn de ye, bandoreka çawa li ser xebatên te dihêle û çavkanîya hevokên te yên jîndar çi ne?

Enwer Karahan – Ew tiştên ku kekê Silêman gotine, ji çêya xwe gotine, ew dilnizmiya wî ye, lê ya pirsa te ye; ew girêdayî xîreta mirovî ye. Heger mirov bikaranîna gotinan bi kurdî bide beramberî bikaranîna gotinên tirkî, xebera te ye, lê heger mirov xwe ji wê îleta tirkî xelas bike (her weha ji hemû zimanê serdestên Kurdistanê) û xwerû bi kurdî bifikire, bipeyive û bi wê şiûrê tevbigere, wê gavê hejmara gotinan û bikaranîna wan derdikeve dehqatî wê hejmarê ku cenabê te di pirsa xwe de bi lêv kiriye.

Niha di vir de pirs çi ye?

Heger destpêka fikirîn û tevgêra mirovî bi tirkî yan jî bi zimanekî dinê be, ji xwe ne mimkun e ku îroj gotin û peyvên kurdî ji çerçeweya wan zimanan zêdetir bê bikaranîn, na; heger destpêka fikirîna mirovî ya afirandina ramanê bi zimanê kurdî be, wê gavê mimkun e ku gelek ziman jî têra bersiva bikaranîna gotinên kurdiyê nekin û îfadeya di vî warî de nebersivîne.

Ez bi xwe, gava bi vî zimanî tiştekî diafirînim, ji xwe tu tiştekî din ji bilî vî zimanî min nade fikirandin û nade peyivandin. Yanî destpêka fikirîna min, hizra min û rapelikîna min a li nivîsê jî bi fikirîna vî zimanî ye. Ji ber wê jî tesîreke ew qasî berbiçav li ser min tune ye, bi tenê, mîna mirovekî normal ku bi zimanê xwe difikire û hizrên xwe bi vî zimanî verdişînim, ew qas. Lê tiştek heye ku divê ez îtiraf bikim…

Heger ne ji ber helwêsta lêbixwedîderketin û bikaranîna vî zimanê ku bi salan qedexe bûya, belkî jî ez nebûma nivîskar. Bi gotineke dinê, nivîskariya min piçîekî jî îsyanek e ku li dijî bêzimankirina miletekî bû/ye.

Ez vêya ji bo çi dibêjim?

Ez niha nivîskarekî edebiyatê me û çavkaniya min a têgihîştinê (di destpêkê de) bi tirkî bû. Heger ne ji ber vê sedemê bûya, (helbet ez ji xwe dipirsim û vê dibêjim) çi îşê min ji edebiyatê hebû ku ez piştî vî temenî dest bavêjim karekî weha?

Meseleya hevokên jîndar, ji xwe ew ne li ser bala min in. Gava ez dinivîsim, çi ji hundirê min tê, ez weha dinivîsim. Yanî ez ji giyanê xwe hin tiştan tav li wê tekstê dikim.

Gava ez hin tiştan ji xwe tev li wan hevokan dikim ku hizra wan ji çavkaniya jiyanê ye û ew jî bi kurdî ye, nexwe jîndar dibin û bi awayekî xwezayî diafirin, wekî din tu efsûniyeke min a li ser hevokan tune ye.

Ali Gurdilî –Rojnamegerê Salihê Kevirbirî di gotara xwe ya ku li Konferansa Çîroknûs Enwer Karahan (2) de dibêje ku: ‘Taybetîyeke din a kurteçîrokên Enwer Karahan ew e ku mirov di gelek çîrokên wî de bêhna bajarvanîyê his dike. Bûyer her tim ne li gund e.

Bûyer her tim ne di navbera du gundiyan de ye. Carna bûyerê ji gund derdixe tîne bajêr, carna ji bajarekî devera jê hatiye derdixe tîne bajarekî an jî paytextekî Ewropayê. Û li bajêr jî bêguman êdî peywendiyên bajarvaniyê dest pê dikin, bo nimûne di çîroka bi navê “Jinebî” de rewşeke weha heye… Çîrokên ‘Papîka Sor’ û ‘Bêguneh’ hin birînên civaka me derdixe pêş…”

Bi vê şirovekirina Kevirbirî re girêdayî; gelo em niha dikarin bibêjin ku berhemên edebîyata kurdî êdî berhemên modern in û li gor bawerîya te; ji bo edebîyata kurdî ya postmodern, divê çi pêk werin?

Çimku em dizanin ku di pêşîya postmodernîzmê de modernîzm tê û civak berîya postmodernîzmê, divê ku modernîzmê bijîn newsa? Mesela li Tirkiyeyê Orhan Pamuk wek romannûsekî postmodern tê binavkirin…

Enwer Karahan – Edebiyata kurdî vê gavê li tenayê disekine, yanî wek zarokeke ku nuh bi ser lingan ketibe. Nuh gavan davêje û ev prosesa nuhgavavêtina zarokan jî ne dûvdirêj e. Piştî ku bi ser lingan ketibe, êdî ew ê bimeşe û bi lez here.

Tiştekî ku mirov jê bitirse nema ye. Êdî bi sedan berhemên edebiyata kurdî li ber destî nin.

Meseleya modernîzm û postmodernîzmê jî bi vê prosesa gavavêtinê ve girêdayî ye.

Hîna nivîskarên bizavên teorîk yên edebiyatê di kurdî de kifş nebûne. Pêşî, tespîtkirina van bizavan girêdayî lezgîniya afirandina nivîskarên kurd e û herweha ew di destê rexneyeke rasteqînî de ye. Jihevveqetîna bizavên teoriya edebiyatê dê bi destê rexnegiran bê tesbît kirin.

Berhemên edebiyata kurdî yên modern tên/hatine afirandin û roj bi roj xurtir dibin, ev hêviyeke xurt bi mirovî re çêdike. Hin ceribandinên postmodernîzmê jî hene, lê mirov nikare destnîşaniyeke eşkere di vî warî de bike. Ji bo ev bizav û yên li tenişta wê bi pêş de bikevin, xwendevanên vî zimanî lazim in. Ji ber ku ên berheman dike berhem û wan digîhîne asteke bilind, rexnegir û xwendevan bi xwe nin, ne nivîskar in.

Îcar, ji ber ku rexnegir û xwendevanên vî zimanî û vê edebiyatê ew qasî hindik in, mirov nikare qala wan têgehan bike; hîna wext jê re divê. Pêdiviya din jî ya postmodernîzmê ew e ku divê serkaniyên felsefeyeke xurt ji vî erdî bê avakirin.

Ali Gurdilî –Bi destûra te ez dixwazim hebekî em derbasî babeteka cihêreng bibin: Berîya demekê di çapemenîya kurdan de li ser TRT 6 ê û helwesta rewşenbîrên kurd, nîqaş pêk hatin. Beşdarbûna te ya bernameyên TRT 6 ê jî bi awayekî neyînî hate nirxandin. Lê digel vê yekê, te di gotara xwe ya bi navê <Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta “Birayên me”> de (3) helwestên hinek televizyon û sazîyên kurdan yên neyînî eşkere kir.

Bi rastî jî, di civaka kurdan de ji bo şikandina vê çanda serwer ya derûdorên sîyasî, divê çi pêk were? Ango, ji bo ku nivîskarên me yên kurd ne wek girêdayê çandeka sîyasî, wek takekesî û wek afiranderê xebateka hunerî, edebî û hwd. werin dîtin, divê çi pêk werin?

Yan jî ez bibêjim ku gelo wê silogana ‘Yan tu alîgirê me yî, yan jî dûr here!’ wê kengê were guhêrin?…

Enwer Karahan – Niha meseleya TRT 6ê baş nehatiye minaqaşekirin. Hin kes ji xwe re dibêjin û hin kes jî li devên wan dinêrin. Hin kesan mohrek kiriye destê xwe û xelkê bi îthamên beradayî mohr dikin. Bi baweriya min dewletê kurd ji xamê de zevt kirine ku ew li hemberî van guherînan ne bi hazirî ne.

Ji ber wê jî hin nivîskar di gava pêşiyê de li hêlên siyasî guhdar dikin û di siyasetê de kî xwedî qawet be, ew wek terefê rast tê dîtin. Min berê fikra xwe ya li ser TRT 6ê nivîsîbû û min gotibû ku ew kesên li dijî wê derdikevin, di fikrên xwe de rast derkevin, nexwe ew ji me biaqiltir in.

Niha argumana wan kesan ya yekê çi bû?

Wan digot ku îqtidara AK Partiyê ew gava hanê ji bo hilbijartinên 29ê adarê yên belediyeyan avêtiye û dixwaze rayên kurdan werbigire. Îcar li gora vê argumanê, ma ne divê piştî hilbijartinê ew TVya bihataya girtin, yan jî ji naveroka wê bihataya bidûrxistin? Lê çi bû? TRT 6 piştî hilbijartinê nehat girtin û ji naveroka xwe tiştek wenda nekir, bilekis, naveroka xwe xurttir kir.

Ev naverok bi dilê me ye, ne bi dilê me ye, ew meseleyeke din e, lê heta bi niha tiştekî ku ne di mesleheta kurdan de be, min bi xwe di vê TVyê de nediye. Ev televîzyon qala çi dike? Qala zimanê kurdî, kultura kurdî û civaka kurdî dike; baş e, çi zerara kurdan di vêya de heye?

Ji hêla dinê ve, ev TVya hanê bi destê dewletê ve hatiye damezirandin û ji me kurdan nepirsiye. Ev însiyatîva dewletê bi xwe ye, ew çawa bixwaze dê weha bike, lê em çima ji vê yekê îstifade nekin? Ji bo em karibin du herfên kurdî bi kurdan bidin xwendin, em hezar zahmetiyan dikişînin.

Kîjan nivîskarê kurd ji ber bikaranîna vî zimanî nehatiye girtin, îşkence nediye û sirgûn nebûye?

Baş e, em çi dikin? Em derdikevin wê derê û em dibêjin ku vê dewletê ji ber nasnameya me ya kurdî, ji ber vî zimanî, em kirine hefsan, îşkence bi me kiriye û em kuştine. Dewlet û berpirsiyarên wî jî li me temaşe dikin. Ez îdea dikim ku ez derkevim TVyeke kurdan ku ew bi ser hêleke siyasî ve be û ez qala hin kirinên wan ên neheqiyê bikim ku wan li kurdan kiribin, ew ê qebûl nekin û mimkun e ku min ji studyoyê bavêjin. Ez vêya ji bo hemû hêlên siyasî dibêjim.

Bila şaş neyê fahmkirin, ez di vir de naparêzim ku dewleta Tirkiyeyê ew qasî demokrat e, lê ew hatiye deverekê ku xwe biguhere û TRT 6 jî îspata wê ye ku ew zimmen uzra xwe ji kurdan dixwaze, yan jî ez weha dibînim.

Ji xêndî wê jî TRT 6 destpêkeke gavavêtinên dewletê ye, ev ne wek gaveke îqtidarê ye. Ew ê ev dewlet hîna gelak gavan bavêje ku helwêsta me ya di derbarê TRT 6ê de zû bide jibîrakirin û ne dûr e ku ew kesên me rexne dikin jî bi dest û lepan li wan tiştan bixwedî derkevin û îcar ji ber wê helwêsta xwe, me bi hin gotinin dinê îtham bikin.

Niha ya xerîb çi ye?

Ew kesên ku ew qasî bi tundî li dijî TRT 6ê derdikevin û xwe wek rewşanbîrên herî qerase dibînin, li hemberî neheqiyên ku terefên siyasî li kurdan dikin, çi dengî derdixin?

Rewşenbîriya wan ji wê yekê ve xuya dibe. Wek nimûne, gava KURD1 hat avakirin, hêleke siyasî êrîşên nemayê bir ser birêvebirên wê. Ew bi xayintiyê û gaveke lîstika dewletan îtham kir, nehişt karker li ba wan bixebitin û heta li Diyarbekirê molotof kokteyl jî avêt avahiya KURD1ê, gelo çend kesan dengê xwe li hemberî vê kirinê derxist?

Heta bi hin xebatkar û eleqedarên KURD1ê jî ku niha li dijî TRT 6ê û kesên derdikevin programên wê gunehkar dikin jî dengên xwe li hemberî wê neheqiyê dernexist.

Yanî bi gotineke dinê, her kes ji rewşa xwe hereket dike û pozîsyona xwe diparêze. Gava tê ser kurdîtiyê jî cebeş naçe devê hesê wan û ji wan heye ku ji bilî wan kes ne xwediyê helwêstên kurdewarî ne.

Hin nivîskar jî dibêjin ku hesabên wan bi dewletê re heye. Tu dizanî bê kî vê yekê dibêjin? Ew ên ku diherin ji dewletê re mamosteyiya zimanê tirkî dikin.

Bi dehan nivîskar hene ku mamoste ne, memûrên dewletê ne û diherin daxwiyaniyan didin û TRT 6ê protesto dikin. Baş e, heger TRT 6 xerab e û kurdan asîmle dike, tu çi dikî?

Heger hesabê te bi dewletê re heye, tu çima diçî zarokên kurdan fêrî tirkî dikî? Tu çima pereyên dewletê dixwî? Tu çima TRTya bi tirkî protesto nakî û ya xwerû bi kurdî protesto dikî?

Ma ne divê rewşenbîr li dijî neheqiyan derkevin?

Çima ew li dijî kirinên siyasiyan dernakevin ku êrîşî civînên kurdan, saziyên wan û hunermendan dikin, kesên sivîl dikujin û hemû kesên ne ji wan be, wan bi xayintiyê îtham dikin?

Nexwe mesele ne ew e, çawa tê hesabê kê ji xwe re weha tevdigere û şûrê Hezretî Eliyî dixin destên xwe û yên nayê hesabên wan, ew dixwazin serên wan bifirînin.

Hin kes li hemberî guherînan şaş dibin/bûne û nizanin bê ew ê çi bikin; yan jî presa derûdorên siyasî û ya xelkê wan tîne deverekê ku ew helwêst bibe ya wan jî. Pêşbîniya wan ew qas e.

Ali Gurdilî –Tiştê ez zanim tu bi navê xwe yê resenî dinivîsînî û nasnavekî bikar naynî. Lê di civaka me kurdan de gellek nivîskarên me navên cihêreng li xwe kirine û vî navî bikar tînin.

Di destpêkê de ez dibêjim ku ev helwest wek helwesteka lêxwedîderketina kurdî bû. Lê carinan ez bi xwe jî dibejim, gelo bi rastî jî wiha ye? Çimku di nav nivîskarên me de yên ku ji navekî zêdetir bikar tînin jî hene.

Lê vê dawîyê, İsmail Beşikçi bal kişand ser vê yekê û di gotareka xwe de (4) wiha got: ‘Ji alîyê din ve, nivîskarên kurd, ne ku bi navên li xwe kirî, ger bi navên xwe yên vekirî yên di nasnameyê de binivîsin, dê sûdewar be. Ji bona ku rayagiştî û nivîskarên din wan nas bikin, ji vî alîyî ve ev pêwîst e.’ Tu di derheqê vê yekê de çî difikirî gelo?

Enwer Karahan – Niha berê rêxistinên kurdan nikarîbûn xwe bi eşkereyî îfade bikirana, mirov ew fahm dikirin ku hin kesan bi naznavên cûda dinivîsî. Ji ber wê sedemê hin kes ji navên xwe bêtir bi naznavên xwe hatin naskirin û nasnameya wî/wê ya nivîskariyê jî bi wî rengî eşkere bûye, ew kes êdî bi navê xwe yê rastî binivîsin belkî zahmetî hebin, lê ya xerab çi ye?

Nivîskarên çîrokê ne, yên helbestê ne, yên romanê ne û bi navên sexte dinivîsin.

Di vê demê de jî ku mirov edebiyatê bi navekî dinê binivîse, divê mirov ji helwêstên wan kesan bawer neke. Niha di bersiva berî vê pirsê de em li ser helwêstên hin nivîskaran rawestiyan, a ev jî ya wan bi xwe ye.

Bi dehan nivîskar hene ku memûrên dewletê ne, mamoste ne û bi navên sexte edebiyatê dikin. Heger bi rastî jî ew xwediyê helwêsteke ronakbîrî nin, bila hemû bi hev re helwêstekê deynin û bibêjin ku ew navên xwe yên rastî eşkere dikin û ji niha û pê ve ew ê bi navê xwe û bi zimanê xwe binivîsin û ew ê vê yek veneşêrin. Ew culhet heye?

Tew ew kesên ku bi navên sexte li ser mirovan dinivîsin, ji wêya xerabtir helwêsteke bi tirsonekî tune ye. Çi tiştekî eyb e ku mirov xwe di paş navan de veşêre û tiştan li ser xelkê bibêje.

Ali Gurdilî –Rexnegir Ali Fikrî İşik di gotareka xwe (5) de dibêje ku: ‘Îroj Diyarbekir bûye merkezeke nivîs û edebiyata kurdî û ev yaka hanê hêviya mirovî gelekî xurt dike, lê min li wê derê dît ku hîna jî bandora siyasetê dikara pê li hêza huner û edebiyatê bike.

Min fahm kir ku siyasetê hîna jî biryara xwe nedaye bê ew ê têkiliya xwe û edebiyatê çawa saz bike, ew hîna jî ji çalekiyên edebiyatê fikaran dikin.’ Ev fikar çî ye gelo?

Tiştê ku ez ji gotinên hêja Ali Fikrî têdigihêjimê ew e ku hêza afiranderîya nivîskar an jî hunermendekî ya bi zimanê kurdî, di bin bandora siyasetê de ye. Gelo ne wisa?…

Enwer Karahan – Belkî tu vê pirsê ji wî bi xwe bipirsî baştir e, lê bi qandî ez van rêzan dixwînim û şahidê hin tiştan im, ez karim bibêjim ku Elî Fikrî bi heq e ku weha bibêje.

Tu dikarî bifikirî ku konferanseke li ser edebiyatê çêbibe û tu bi xwe jî nivîskarê edebiyatê bî û li wî bajarî bijî û mîna ku haya te ji wê konferansê tune be, tevbigerî?

Helwêsta piraniya nivîskarên li Diyarbekirê û wê derûdorê nîşan da ku ew di bin bandora siyasetê de ne, bi îradeya xwe hereket nakin.

Ali Gurdilî –Dîsa ez dixwazim serî li heman gotara birêz Ali İşîkî bidim û van çend gotinên wî vebêjim: ‘Di çîrokên Karahanî de asta fikrê ji asta zanistê berfirehtir e. Heger em ji vê tesbîtê hereket bikin, em ê bibînin ku çîrokên wî li deriyê felsefeya kurdî dixe.

Gava em qala vekirina deriyê felsefeyê dikin jî malzemeyên xurt li ber destî heye ku yek ji wan çîrokan ‘Mêlava Seydoyî’ ye. Di vê çîrokê de fikir ew qasî di pêşiya zanistê de ye ku ew hemû wext û mekanan li hêlekê dihêle û me derdixe asoyekî nedîtbar.

Ev aso jî karekterê zimanî yê li derveyî wext û zemanan e. Ev têgeh jî têgeheke gelekî giring e ku zimanek kerekterê xwe yê derveyî wextan ava neke, ew nikare bibe zimanê felsefeyê. Weke tê zanîn jî zimanê felsefeyê zimanekî nedîtbar e.’

Gelo tu felsefeya kurdî çawa dinasinî, çî ye ev felsefe û tu di babetên razber (nedîtbar-soyut) de çî zehmetîyan dikşînî?

Ez vê yekê çima dipirsim: Di zimanên biyanî de gellek zanayî wek forman li cîhê xwe rûniştine. Mesela dema hûn bibêjin mistisîzm, immateryalîzm, çavdêrî, paradîgma û hwd. kêm zêde xwînerên wî zimanî bi wan têgehan dizanin. Lê zimanê me?…

Tu dikarî hinekî jî ji hêla bikaranîna têgehên psîkolojîyê, felsefeyê, mantiqê û hwd. jî zimanê me binirxînî?…

Enwer Karahan – Edebiyata herî hêsan jî bê felsefe nabe; felsefe xerca paşfikirîna berhemên edebî ye û di her form, mijar, teknîk û atmosfereke wan tekstên (bi rastî jî edebî) lîterer de, miheqeq mirov bîhna fîlozofiyekê dike.

Helbet hin caran zanîn, têgeh, teorî û çareseriya meseleyan jî wek formeke edebî tê hesibandin, ew meseleyeke din e. Ez bawer nakim ku edebiyat çareseriyê pêşniyarî civatê dike, bi tenê destnîşan dike û rê dide, lê felsefe bi lêsiwarkirina maneya gotinan, ji jiyanê dawaza çareseriya bersiva hin pirsan dike.

Helbet nivîskar gelek caran di tekstên xwe de bi zaneyî qala felsefeyekê nake, ew li gora mijarê û atmosferê, qahremanên xwe bi goşt û hestî dikin û ev têgeh jî li gora çawayiya têgihîştina nivîskarî/ê bi xwe ye.

Zimanê kurdî rê dide mirovî ku hemû awayên heyî, hemû teknîkên di derbarê edebiyata bedew de bi kar bîne. Ew rê dide ku mirov li ser hemû awayê zanistê, yê mîtolojî, xweza û felsefeyê rawest e. Ji xwe hebûna malpera felsefevanê jî delaleta vê yekê ye.

Em xwediyê mantiqa felsefeyeke bindestiyê nin û teslîmî wê ralîteyê dibin. Bi gotineke dinê, em wek civat xwe bi destê realîteyan ve berdidin û ji qedera xwe razî dibin.

Heger ne weha bûya, niha zarokên kurdan li Diyarbekir, li Wanê û Agiryê bi tirkî nedipeyivîn; heta li Îzmîr û Stenbolê jî.

Ali Gurdilî –Nivîskar, ramanwer an jî fîlozofên ku tu herî zêde di bin bandûra wan de mayî û ji wan ketumet bûyî kîjan in? Bi taybetî jî fîlozof. Çimku ez wiha bawer dikim ku di her berhemeka edebîyatê de bi awayekî teqez felsefeyek heye û ev felsefe, di wê berhemê de bi awayekî hunerî tê bikaranîn…

Enwer Karahan – Bi rastî ev pirsa hanê tu carî ji min nehetiye kirin û ez gelek caran lê fikirîme ku rojekê pirseke weha ji min bê kirin bê ez ê bersiveke çawa bidim û di her lêgerîna bersivê de ez lê hay nebûme ku ez bi teybetî di bin bandora nivîskarekî/ê de mame û tew fîlozof, qet nizanim.

Me di salên xwe yên xorteniyê de (di destpêka şoreşgeriya xwe de) Hegel, Nietzche, K. Marx û Engels xwendine û di salên kamiliya xwe de jî ji Sartre heta bi Goethe xwedin. Lê ew gotina Sokrates ji bîra min dernakeve ku dibêje, “Miheqeq bizewice! Heger jina te baş derket, tu dê bextewar bibî û heger xerab derket, tu dê bibî fîlozofek”, lê herdu awayê gotinên wî jî nebûye bersiva min.

Ali Gurdilî – Felsefevan Afşar Tîmuçîn (6) dibêje ku ‘edebîyata bê felsefe, kî çi dibêje bila bibêje; hilbereka berbiçûnek xirpanî (bêteşeyî) ye û felsefeya bê edebîyat jî, ji bilî belovokeka pirzanatîyê ne tu tişt e. İnca, tu di berhemên xwe de felsefeyê çawa bikar tînî? An jî em bibêjin tu pêdivî bi yekê dibînî yan na? Ango, bikaranîna felsefeyeka xweser, çi li berhemên te zêde dike?

Enwer Karahan – Li jorî min qala nivîskaran kiribû ku ew gelek caran li felsefeyê nafikirin, lê gava teksta xwe diqedîne, ew bêhemdî wî/wê kesê dibe berhemeke ku bîhna felsefeyê jê tê, nexwe her edebiyatçîyek bi awayekî têkildarî felsefeyê jî ye.

Ev gelek caran girêdayî qahremanan e, heger qahremanê te yekî axa be, felsefeyek wî heye û divê tu wî li gora wê felsefeyê bi goşt û hestî bikî, heger tu li gora çawayiyên axatiyê wî neafirînî, ji xwe ew ê kes wî wek axa nebîne û ew ê ji wî karekterî neyê hezkirin yan jî jê neyê qehirandin.

Fîlozofek dikare bibe edebiyatçiyekî baş, lê nizanim bê edebiyatçiyek dikare bibe fîlozofekî baş, yan na? Fîlozofî mîna çiyayekî lerzok e, her ku ew xwe radiwejikîne, toz û tebara fikrê belav dike û edebiyatçî jî wê ji berhemên xwe re dike sembol, motîv û neqiş.

Bi gotineke dinê, edebiyateke bê felsefe, mîna xwarineke bê xwê ye.

Ez di tekstên xwe de, ji felsefeyê bêtir bala xwe didim estetîkê ku ew bi xwe jî xwedî têkiliyeke bi felsefeyê re ye. Îcar ez di vê meseleyê de çi qasî bi ser dikevim, yan jî forma estetîkî bi kîjan xurtiyê xwe di tekstên min de dide xuyakirin, ew tiştekî din e.

Ali Gurdilî –Bi destûra te em dîsa bidomînin vê mijarê: Dîsa Afşar Timuçin (7) dibêje ku ‘edebîyat û felsefeyeka baş, encax dikarin li ser ‘hişmendîyeka (şiûreka) ziman ya pêşveçûyî’ werin ava kirin. Çawa ku ji edebîyatê re zimanekî ku zor dide sînorên ziman pêwîst be, ev yek ji felsefeyê re jî, pêwîst e.’

İnca ez dibêjim ku hûn bi xebatên xwe re, di heman demê de rêya afirandin û bikaranîna felsefeyê jî vedikin, ne wisa gelo? Di vî warî de tu zehmetîyan dikşînî, yan?

Enwer Karahan – Ez tu carî wî heqî di xwe de nabînim ku çareseriyê pêşniyarî civatê bikim, ew ne karê min û ne jî hedê min e. Heger ez bi teybetî bixwazim di berhemên xwe de formeke felsefîk ava bikim, helbet wê gavê ez ê ji seriyê pêşî de ji xwe re sînoran ava bikim; lê ez weha nakim.

Ez vê tercîhê, hîna bêtir di tesbîtkirina karekteran de dikim ku ew bi awayekî otomatîn dibe xwediyê formeke estetîk, loma jî min heta bi niha di vê derbarê de zahmetiyên mezin nekişandiye.

Ji xwe ev ziman têra xwe heye û heger nivîskar erbabê bikaranîna wî be, çavkaniyên wan ên ji bingeha kultura civatê xurt be û xwe ji xwendina materyalan bêpar neke, êdî çi dimîne? Dimîne ku nivîskar jî wê verişîne û bixuliqîne.

Ali Gurdilî -Li gor bîr û bawerîya Prof. Bedia Akarsu (8) jî ku felsefevaneka girîng e li Tirkiyeyê; ‘Berhemên edebî berîya her tiştî, mirovan nêzîkê felsefeyê dikin, rêya ramana rexnekar vedikin û mirovan, ber bi vê yekê ve diajon.

Bi taybetî jî di temenekî biçûk de xwendina pirtûkan û hînbûnîya vê yekê, ku bi berhemên baş re rûbirû dibin; di encama vê xwendina xwe de, dest bi xwendina metnên felsefî dikin.

Di vir de zarokên ku van berheman dixwînin, pirsgirêkan dinasin û piştî ku dest bi pirsên xwe dikin û difikirin, rêya zayîna ‘ramana rexnekar’ ji wan re vedibe. Êdî li gor eleqeya xwe ew zarok, dikarin ber bi zanistê û dikarin ber bi huner an jî edebîyatê ve jî biqesidin.

Zarokên, me. Zarokên kurd… Zarokên ku zimanê wan yê dayîkê bi sed salan e hatiye qedexekirin…

Zarokên me yên ku hêjî nikarin bi zimanê xwe bixwînin û hegîna xwe ya afiranderîyê xurttir bikin… Gelo wê çawa bibin xwedîyê ‘ramana rexnekar’ û wê bikevine nav hewldaneka bi vî rengî?..

Di van şert û mercan de, wê çawa wêje û felsefe di cografyeya kurd de bi pêş bikeve û bigêje asteka bilind? Gelo di vî warî de, pêdivîya me bi projeyên çawa hene ku em bikaribin bi ser bikevin?

Enwer Karahan – Xwendin şertekî sereke ye, lê hin caran ji giyanê mirovan e jî. Heger em bi wî awayî lê binêrin, gelo çend nivîskarên kurd xwediyê wê şansê bûn ku di zaroktiya xwe de kitêban bixwînin? Gelo rojname û kitêb di mala çend nivîskarên kurd de (di dema zaroktiya wan de) hebû.

Hema ez ji bo xwe bibêjim: Ne dêya min û ne jî bavê min bi xwendin û nivîsînê zanîbûn. Rojname, kovar û kitêb bi bîrbirina min re ket mala me. Ew jî bi xêra şoreşgeriya me ya wê demê bû ku ew şiûra xwendinê bi me re çêbû.

A ku meseleya projeyan e, ev ji derî me ye. Mesele siyasî ye. Heger desthilat di destê kurdan de hebe û zimanê kurdî bibe zimanê bazarê, ew ê di demeke kin de helwêsta civatê ya di vî warî de were guherîn. Îroj jî desthilata heyî biryarekê werbigire ku her kes bi kurdî biaxife û binivîse, dê tesîra xwe bike.

A ku em karibin bikin çi ye, em civatê hişyar bikin ku ew bibe xwediyê şiûreke milî ku bikaribin li xwe û zarokên xwe xwedî derkevin. Rêya vê jî ew e ku kurd li malên xwe bi bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin.

Heger em di mala xwe de bi zarokên xwe re bi kurdî neaxivin û em vî sûcî têxin hustuyê hin kesên dinê, em ê ji wî gunehî bêpar nebin. Mêrik/jinik nivîskar e û cebeş naçe devê hespên wan, lê di mala xwe de bi zarokên xwe re bi tirkî yan jî zimanekî dinê dipeyivin.

Heman tişt ji bo siyasetmedar û rewşenbîran jî derbas dibe. Yanî çi ferqayetî di navbera kesên ku bi zarokên xwe re bi kurdî dipeyivin û napeyivin de heye?

Bi tenê tiştek heye ku ew jî helwêsta şiûra milî ya di vî warî de ye. Bi baweriya min şiûra neteweyî li ba kurdan qels e û loma jî ew qedir nadin zimanê xwe. Gava vî miletî qedrê zimanê xwe girt, tu bizanî ku şiûra vî miletî hatiye ciyê xwe û ew ê bibe tiştek.

Ali Gurdilî –Gelo di civaka kurdan de, tiştê herî zêde ku tu jê hez nakî çî ye?

Enwer Karahan – Kultura murîdîtî ye…

Ali Gurdilî – Ji kerema xwe re tu dikarî şert û mercên welatê Swêd û Kurdistanê bidî berhev? Ji hêla çend xalan ve, wek raman, pêşketin, têkiliyên mirovî û hwd ve…

Enwer Karahan – Her welat, her civat li gora çawayiyên xwe tevdigere û bi pêş de dikeve, loma jî miqayesekirina Swêdê û Kurdistanê zahmet e.

Ali Gurdilî – Di van rojên dawî de tu çî dixwînî û ji kerema xwe re tu dikarî çend pirtûkên bi kurdî yên ku tu wan diecibînî; pêşnîyarê xwendevanên malpera me bikî?

Enwer Karahan – Vê gavê “Şivanê Kurmanca” romana Erebê Şemoyî li ber destê min e ku Mistefa Aydoganî teva ojînala wê hazir kiriye ku ew romana pêşî ya kurdî ye.

Xwendevanên kurdî di vê heyamê de- divê hemû berhemên bi kurdî bixwînin, loma jî pêşniyara min ew e.

Ali Gurdilî- Wek pirsa dawîn, dixwazim vê yekê ji cenabê te bikim: Gelo niha xebatên ku di destê te de ne çî ne? Ji bilî çîrokan, em dizanin ku tu gotar û ceribandinan jî dinivisinî? An jî em bi gotina te dikarin wiha jî bipirsin: Mijarên ku van rojan bela xwe di tede didin çî ne gelo?

Enwer Karahan – Niha romanek di nav destê min de ye ku qahremanê wê sêwiyek e û wî bela xwe di min daye. Webalê sêwiyan mezin e, loma jî ez niha di bin barê wî de me û heta bi payizê ew ê hazir bibe.

Ji bilî wê weqeeteke dîroka kurdan ya dema nêzîk heye ku min ew wek vegotineke edebî nivîsiye û hin caran li dorê diherim û têm. Ji xêndî wan jî kurtenovel her berdewam in.

Ali Gurdilî – Em ji bo vê sohbetê, gelekî spasiya te dikin û serkeftinê ji kekê xwe re dixwazin. Mala te ava ezbenî…

Enwer Karahan – Ez jî sipasî te dikim ku te ev derfet ji min re ava kir. 

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

2009 / Tebax

Enwer Karahan Kî Ye?:

Ew di sala 1964an de li Dêrika Çiyayê Maziyê hatiye dinyayê û heta bi lîseyê li wê derê xwendiye, lê di nûfûsa wî ya resmî de ew wek di sala 1962yan de çûbûbe tê xuya kirin.

Ew di sala 1997 an de derketiyê derveyî welêt û li Swêdê bi cîh bûye.

Jiyana Karahanî ya nivîskariya edebî bi aktîvî li Swêdê dest pê kiriye û wî heta bi niha çar kitêbên novelan û yeka ceribandinê nivîsiye.

Kitêbên wî ev in…

1- Şevbihêrkên şevên xalî (novel 2001)

2- Duaya êvarê (novel 2003)

3- Xanima kozê (novel 2005)

4- Çû (ceribandin 2006)

5- Du dilop (novel 2008)

Têbinî

1- Silêman Demir. Gotar (11.11. 2008) Du Dilop. Malpera rizgari.com

2- Salihê Kevirbirî. Gotara Pêlevanê Zimanê Kurmancî. Li Konferansa Çîroknûs Enwer Karahan, Zaningeha Bîlgiyê. Stenbol. (05.04.2009) Malpera netkurd.com

3- Enwer Karahan. Gotara Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta “Birayên me” Malpera nefel.com

4- İsmail Beşikçi. Li ser Edebîyata Kurdî. Gotar. Malpera netkurd.com

5- Alî Fikrî Işik. Enwer karahan û Konferansên wî. Gotar. Malpera netkurd.com

6- Afşar Timuçin. ‘Ma beyî felsefeyê edebîyat, beyî edebîyatê jî felsefe dibe, an jî divê wiha bibe?’ Felsefelogos Hejmar 17. 2002/1-2

7- Afşar Timuçin. Heman Çavkanî. 2002/10

8- Bedia Akarsu. (Prof. Dr.) Hevpeyvîna wê ya ku di sala 2005 an de daye ‘Yenî Adanayê.’

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin