Hevkariya Hêzên Kurd

Hevkariya Hêzên Kurd

Nakokî û dubendiyên di navbera partî û rêxistinên kurdên bakur û başûr de, mixabin her diçe zêdetir dibin û zerer û ziyanên mezin didine berjewendiyên netewî yên kurdan. Rêxistin û partiyên kurdan yên rojavayî jî, ez dibêm qey di navbera herdu aliyan de mane. Di vê meseleyê de, ez dibêm rêxistin û partiyên Rojavayê Kurdistanê dikarin roleke erênî bileyîzin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên herdu aliyan bibin alîkar.

Em kurd, êdî dijminatiya navxweyî naxwazin. Em naxwazin ku kurd, li dijî hev şer bikin û destdirêjiya heq û hiqûqa hev bikin. Ji bo vê yekê jî, her perçe dikare ji bo perçeyeke din bibe alîkar û xwedî li destkeftinên wê derkeve. Lewre destkeftinên her perçeyekê Kurdistanê, destkeftina hemû kurd û Kurdistanê ye. Hasilê, em kurd êdî dixwazin ku xewn û xeyalên xwe bijîn, neku xewn û xeyalên xelkê. Bes e hewqas dijberî, dijminatî, rikberî û çavnebarî. Bi hêviya ku di navbera hemû hêzên kurdan de dostanî û hevkariyeke mayende pêk were û xizmeta berjewendiyên netewî bike.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

19.02.2016

Bersivekê binivîsin