Xijendeyeke 93 Mîlyon Salî

Xijendeyeke 93 Mîlyon Salî

Hestiyên Xijendeyeke 93 Mîlyon Salî Hatin Dîtin

Mauriciosaurus Fernandezî navê xijendeya avê ya nû vedîtî ye. Li Meksîkayê vedîtina xijendeya avê ya bi tevahiya hestiyên xijendeyê pêk hat. Fosîla vedîtî 93 mîlyon salî ye û heya vê gavê fosîleke weke vê fosîlê bi awayeke bêqisûr û pirr baş nehatiye veşartin. Bala Mauricio Fernandez, şaredarê berê ya bajarê Vallecilloyê ku li bakur-rojhilatê Meksîkayê ye, li ser îzdeharan hebûye. Fernandez di sala 2011an de hestiyên xijendeya avê li nêzikê gundê xwe, li şûnwarê binav û deng ya ku xebatên şûnwarnasiyê pêk tê, dîtiye. Fernandez piştî vedîtina hin hestiyên xijendeya avê, berpirsiyarên hikûmeta Meksîkayê ji vedîtina xwe agahdar dike û berpirsiyarên hikûmetê jî ji paleontologan daxwaz dikin ku li wê şûnwarê xebatekê pêk bînin. Koma paleontolagan li wê şûnwarê bi qasî 6 salan xebatên xwe pêk anîne û piştî 6 salan tevahiya hestiyên xijendeya avê bidest xistine, û navê şaredarê berê Mauricio Fernandez jî li xijendeya avê kirine. Mauriciosaurus fernandezi xijendeyeke avê, bejna wê dikaribû bi qasî 180 santîmetreyê dirêj û 120 santîmetreyê jî fireh bibe. Lê tiştê balkêş û girîng ne bitenê dirêjî û firehiya xijendeya avê ye, lewre xijendeya avê bi awayeke bêqisûr û pirr baş hatiye veşartin. Rêveberê lêkolînê Wolfgang Stinnesbeck wiha dibêje; “Tiştekî ecêb û nedîtî! 93 mîlyon sal şûnda em rastî hestiyên xijendeyekê tên û em ji xebatên xwe bi hêsanî pêderdixînin ku postê xijendeya avê zirav lê di binê postê zirav de jî donê qalind hebûye. Dîsa bi heman awayê raçînka nerm jî dikaribû ji heb veqetînin ku heya vê gavê vedîtineke ku bişibe vedîtinê pêk nehatiye.”

Metîn Eser

Çavkanî: De Morgen / 04.03.2017 

Bersivekê binivîsin