Hermeneutîka Dînî ya Serdema Patrîstîk

Hermeneutîka Dînî ya Serdema Patrîstîk

Hermeneutîka dînî ya serdema patrîstîk

Serdema navîn xwedî karekterekî dînî ye. Hermeneutîka vê serdemê dînî ye, bi gotinek din riya tefsîra (zend) tekstên pîroz e. Hermeneutîka dînî di destpêkê da çalakiyek ji bo dînên piryezdanî ye. Bi xirîstiyaniyê ra bûye teknîka şîrovekirina dînekî yekyezdanî, bi qasî 500-600 sal bi şûn da di îslamê da hatiye rewşa tefsîra tekstên pîroz.  Bi vî awayî di sedsala 6an da li dunya îslamê jî hermeneutîk bi pêş da çûye.[1]

Di dînzaniya (theology) xirîstiyaniyê da Augustinus (354-430) kesekî bi bandor ê bi nav û deng e. Bi awayekî nêzîkî hev bike Încîl û Tewrat şîrov kiriye. Bi vê kirina xwe bûye pêşengê hermeneutîka dînî ya xirîstiyanan.[2] Di vê dema patristik da Augustinus pertûkek bi nave De doctrina christiana (Hînkirina xirîstiyaniyê) nivîsiye. Bi vê pertûka xwe xwastiye dubendiyên di nav Tewrat û Încîlê da ji holê rabike. Hermeneutîk di bicihanîna vê armancê da bûye alîkar.[3]

Awayê şîrova alegorîk a dema antîk a grekan di demên destpêka xirîstiyaniyê da di şîrovekirina tekstên dînî da, bi taybetî jî di şîrovekirina Încîlê da hatiye bikaranîn. Her çiqas têgehên tefsîr û hermeneutîkê nêzîkî hev bin jî, hetta di derbarê bikaranîna van da nediyariyek hebe jî, bi rastî di şûna hev da bikaranîna wan şaşitiyek e. Tefsîr îzahkirin û şîrovekirina berhemên pîroz e, lê hermeneutîk di vê şîrovekirinê da ji warekî qeyîdên pêdivî pê heye derdixîne pêş pê ve ne tiştekî din e. Tefsîr şîrovekirin e, hermeneutîk di vê şîrovekirinê da alîkariyê dike.[4]

Bi alîkariya hermeneutîkê ji hev dûrketinên çandî, dîrokî û zimanzanî yên di nav dema tekstê pîroz derketiye holê û îro da ji holê radibe.  Dema ev tefsîr tê kirin jî dîsa mana alegorîk a tekst xwedî girîngî ye. Pergala ramanî ya serdema navîn pêwendiya mana rast û mana alegorîk dişibîne têkiliya nav beden û giyana mirov. Li gor vê nihêrînê çawa merivek çer xwiya dibe ne wer e, gotinên xwedê jî raste rast çawa xwiya dibin ne weha ne.[5]

Bi awayê alegorîk lê dixebitin ku ji derî mana peyvê mana wê ya di bin da an jî li pişt bibînin. Hermeneutîka serdema navîn lê dixebite ku bi riya awayê alegorîk têkiliya di nav Tewrat û Încîlê da bîne zimên.[6]

[1] Lê di civakên îslamî da têgeha hermeneutîk nehatiye bikaranîn, peyva tefsir hatiye bikaranîn. Di nêrîta îslamî da tefsir ne ji bo şîrovekirina hemî berhemên dînî ye, tenê ji bo şîrovekirina Quranê tê bikaranîn.

[2] Dilthey, Wilhelm, Hermeneutik ve Tin Bilimleri, Werger: Doğan Özlem, Paradigma, İstanbul, 1999, p.119

[3] bnb, p. 119

[4] Alan, Banu, bnb, p. 16

[5] Toprak, Metin, Hermeneutik (Yorum Bilgisi) ve Edebiyat, Bulut, İstanbul, 2003, p. 28

[6] Alan, Banu, bnb, p.16

Ji kesên herî girîng ên demên berê yên hermeneutîkê yek jî bê guman Origenes e. Origenes bi navê Dibistana Dînzanan (theologs) dibistanek vekiriye û bi navê Perî Archon (Li ser Prensîban) bi grekî pertûkek nivîsiye. Bi vê berhema xwe cara pêşîn Origenes bi awayekî sîstematîk bala xwe daye problema hermeneutîkê. Li gor Origenes, xwedê gotinên xwe yên di tekstên pîroz da bi awayekî hêsan gotine da ku her kesê bixwîne bi hêsanî bikanibe ji sirrên tê da têbigihê.

J. Cassinus (360-430) bi alîkariya ramanên Origenes di hermeneutîka serdema navîn da çar qeydên “mana nivîsê” diyar kirine. Li gor vê ramana J. Cassinus divêt meriv di nivîsa ji aliyê xwedê ve hatiye şandin da van çar manan ji hev cihê bike:

1. Mana peyvê

2. Mana alegorîk

3. Mana exlaqî

4. Mana bilind[1]

Paul Ricoeur di pertûka xwe ya bi navê Le conflit des interprétations da li ser hermeneutîka serdema navîn weha dibêje: “Di dînzaniyê da problema hermeneutîk a pêşîn li ser mesela pêwendiya her du Ehdan derketiye. Vê pirsê heta serdema reforman serê nifşên xirîstiyanan têra xwe li nav hev xistiye. Di destpêkê da li ser mana peyva xirîstiyan problemek alegorîk a teorîk derketiye holê; wate gelo Ehda Nû dikane bikeve cihê Ehda Kevn an na hatiye guftûgokirin. Di dawiyê da hatiye pejirandin ku Mesîh ji bo hemî tekstên cihûyan temam bike û bîne zimên hatiye, ew şîrove kirinie, di vê manê da bi wan ra di nav têkiliyek hermeneutîk da bûye. Li gor vê baweriyê Mesîh berî ku tiştekî şîrovekirinê hebe nivîsa berê şîrove kiriye.[2]

Li gor hermeneutîka dînî alegorî tenê ji bo tekstên dînî tê bikaranîn. Di rastiyê da meriv nikane alegoriyê tenê bi tekstên dînî bi sînor bike. 

[1] Toprak, Metin, bnb, p. 29

[2] Özcan, Zeki, Teologî Hermeneutik, Alfa, İstanbul, 2000, p. 31  

Hermeneutîka serdema reforman 

Di sedsala 15-16an da bi Martin Luther ra protestanî derketiye holê. Protestanî li dijî katolîktiyê serîhildaneke dînî ye. Katolîktî gerdûnîtiyê diparêze. Protestanî li dijî ramana gerdûnîtiyê helwestek e. Ramana gerdûnîtiya katolîktiyê ji modela gerdûnîtiya grekan tê. Ji Augustinus Thomasê ji Aquinoyê bi şûn da ev raman di nav xirîstiyanan da bi cih bûye. Katolîktiyê wekî gerdûnitiyek xirîstiyaniyê gerdûn û meriv bi modela metafîzîk a gerdûnîparêz aniye zimên. Li vir zanîn wekî xwe gîhandina zanîna xwedayî hatiye têgihîştin û aqil her dem li pêş hatiye girtin. Li gor Luther katolîk ji Pertûka Pîroz û Dêra Pêşîn dûr ketine. Ji ber vê sebebê jî wan protesto dike û dibe avakar û pêşengê mezheba protestaniyê. Martin Luther dibêje, divêt şîrova Pertûka Pîroz bêyî bandora katolîktiyê were kirin. Wî û Melanchton bi hev ra ev kar kiriye. Bi vî awayî Luther bûye pêşengê hermeneutîka protestanan.[1]

Li gor Luther meriv kanibû şîrovên cihê yên Încîlê bike. Ramana bi riya alegorîk Încîl baştir hatiye têgihîştin jî ji aliyê Luther ve wekî ramanek ne di cih da hatiye helsegandin. Wî xwastiye vebigere mana Încîlê ya destpêkê. Ji ber vê yekê jî wergera xwe ya Încîlê ji tekstên orjînal ên îbranî û grekî kiriye. Luther vegeriyaye awayekî hermeneutîka demên antîk. Li gorî vê hermeneutîkê ji bo meriv bikanibe ji tekstekê têbigihê divêt meriv ji temamiya wî tekstî têbigihê. Bi heman awayî ji bo tekst bi temamî were têgihîştin jî divêt her partek cihê cihê tam were têgihîştin. Luther nexwastiye xwe nêzîkî şîrovekirina alegorîk bike. Di wergera xwe ya Încilê ya germenî da ziman derxistiye pêş. Bi vî wayî wergera wî ne tenê wergerek fîlologî ye.[2]

Luther bi awayekî serbest Încîl wergerandiye. Ji ber ku şîrova xwe xistiye nav wergerê li hin deveran tiştên di teksta orjînal de tune ne di wergera wî da hene. Li gor wî ji dêvla wergera peyv bi peyv ve divêt mane bê kêmasî bê wergerandin, riya bingehîn a têgihîştina Încîlê ev e. Li gor Luther dêra katolîk her dem bi têgeh û pîvanên felsefî nêzî Încîlê bûye, ji ber vê dêra katolîk ji Încîlê rind tênegihîştiye.

Li gor peyrewê Luther Flascius pêdiviya Pertûka Pîroz bi tefsîrê tune ye. Ji ber ku ji bo xweşiya merivan hatiye şandin di wê da beşên tarî yên jê nayê têgihîştin tune ne. Heke hin beşên nayên têgihîştin hebin, ew ne ji dijwarbûna têgihîştina Pertûka Pîroz in, ji kêmasiyên xwendevên ên ziman û gramerê ne.[3] 

-IV- 

Hermeneutîka serdema vejînê 

Di dema vejînê (renaissance) da bi vegera berhemên serdema antîk a grekan û Romayê merivan giranî dane kar û barên fîlologî û bi navê “ars critica” hunerek rexnekirina şîrovekirina fîlologî peyda kirine. Vê hunerê pêşengiya hunerên şîrovekirinê kiriye.  Li gel reformxwazan pêşdaçûnên di warê fîlologî, dad û dînzaniyê da jî bi kêrî pêşdabirina çalakiya hermeneutîkê hatine. Di salên 1500-1600î da warê dadê serxwebûna xwe bi dest xistiye. Bi vî awayî hermeneutîka dadî jî li awayên hermeneutîk ên fîlologî û dînzanî zêde bûye.[4]

Di pêşveçûna dada hermeneutîk da lebatên zanayên dadî yên di derbarê kodên dadê da xwedî grîngî ye. Berhema Constantinus Rogerius a bi navê Lêkolînek li ser şîrovekirinên qanûnan ji bo koma lebatên şîrovekirinê ya navenda wê li Bolognayê bûye bûne prensîbên bingehîn. Li gor vê berhemê çar partên bingehîn ên hermeneutîka dadî ev in: rastkar, firehkar, sînorkar û diyarkar. Di nav demê da gelek hermeneutîkparêzên dadê şîrovekirina gramatîka dadî bi bingehî pejirandine.[5]

-V-

PART II 

FÎLOZOFÊN HERMENEUTÎKA FELSEFΠ

Friedrich Schleiermacher[6] 

Heta sedsala 19an sê awayên hermeneutîkê hebûne, hermeneutîka fîlologî, hermeneutîka dînzanî, hermeneutîka dadî. Schleiermacher bi alîkariya van her sê awayên hermeneutîkê gihîştiye hermeneutîka giştî. Berhema wî ya bi navê Hermeneutik bi vê hevokê dest pê dike: “wekî hunera têgihîştinê hermeneutîk hîç nebû giştî, tenê gelek hermeneutîkên taybetî hene.”[7]

Di dîroka hermeneutîkê da cara pêşîn Schleiermacher li ser rewşa derûnî ya nivîskar û gramerê teoriyek giştî ya têgihîştinê aniye zimên. Schleiermacher bi vê teoriya xwe hermeneutîk ji huner û teknîka şîrovekirinê bilindî asta felsefebûnê kiriye.[8] Bi vî awayî Schleiermacher bûye pêşengê hermeneutika giştî.

Di hermeneutîka felsefî ya Schleiermacher da bingeh têkiliya nivîskar û tekst e. Ji bo têgihîştin û şîrovekirina tekstekê berî her tiştî divêt meriv ji armanca nivîskar a di tekst da dest pê bike. Ji bo meriv ji teksta nivîskar têbigihê divêt meriv dem û şertên jiyana nivîskar rind bi zanibe. Li gor Schleiermacher dema meriv ji tekstekê qed tiştekî tênegihê çalakiya hermeneutîkê pêk nayê, heke meriv di tekstekê da tiştekî jê nayê têgihîştin nebîne jî pêdivî bi hermeneutîkê namîne.[9]

Li gor Schleiermacher ji bo şîrovekar armanca nivîskar rind têbigihê divêt xwe têxe şûna wî. Bi gotinek din Schleiermacher dixwaze şîrovekar empatî bike. Di rewşek weha da şîrovekar dikane li gor dilê xwe bilebite, ji bo rê li ber vê were girtin jî Schleiermacher ji şîrovekar dixwaze diyardan bide berhev.[10] Awayê danberhevê derfet dide meriv tekst bi yên ji berê da tên zanîn ra bide ber hev û bi vî awayî wî di kategoriyekê da bi cih bike.[11]     

Şîrovekarê Schleiermacher “şîrovekarê zana” ye, û şîrovekarekî weha dikane mana nivîskar kiriye teksta xwe jî derbas bike. Bi gotinek din şîrovekar dikane bi qasî nivîskar ji xwe têdigihê, çêtir jê têbigihê.[12]

Wilhelm Dilthey[13] û zanînên têgihîştinî

Li gor Platon hermeneutîk hunera têgihîştina gotinên yezdanan e. Di serdema navîn da hermeneutîk wekî hunera şîrovekirinê hatiye têgihîştin. Her çiqas Luther hermeneutîk kiribe xwedî pergalekê jî, di hermeneutîka wî da kêmasî hene. Ev kêmasî bi alîkariya Doktrîna hunera têgihîştina giştî ji holê rabûye. Dilthey hermeneutîk wekî awazanîna (methodology) hemî zanînên têgihîştinî bi nav kiriye û bi vî awayî warê hermeneutîkê fireh kiriye.[14]

Heta salên 1960an Dilthey li gel zanînên sirûştî serxwebûna zanînên têgihîştinî parastiye. Li gor Dilthey “zanînên civakî” yên ji aliyê pozîtîvîstan ve hatine bi nav kirin navekî ne di cihê xwe da ye. Dilthey rexne li civakzaniya (sociologie) Comte[15] girtiye. Comte li gor zanînên sirûştî bingehên civakzaniya xwe danîne. Li gor wî zanînên civakî jî mîna zanînên sirûştî xwedî yasa ne û meriv kane bi riya empîrîk van yasan derbixîne holê. Li gor Dilthey ev ne gengaz e.

Li gor Dilthey dîrok û civak tenê dikanin bibin mijara zanînên têgihîştinî. Li gor zanînên têgihîştinî di lêkolîn û lêgerînên li ser dîrok û warê civakî tên kirin, bi qasî şertên ceribandin û şopandinan, pirsên di zanînên sirûştî û zanînên civakî yên li gor zanînên sirûştî bingehên wan hatine danîn tên pirsîn jî ji zanînên têgihîştinî cihê ne. Ji ber vê cûdahiya zanînên têgihîştinî divêt metodên li warê merivan tên bikaranîn jî ji yên zanînên sirûştî cihê bin. Li gor Dilthey civakzanî ne zanîn e, lê di rewş û şertên sedsala 19an da awayekî fikirînê ye.[16]

Bi Dilthey, zanînên têgihîştinî li ser têkiliyên jîyan, anîna zimên û têgihîştinê pêk tên. Dema em bingehên zanînên têgihîştinî li ser van hîman datînin em digihên pîvanek girîng a wan ji zanînên sirûştî cihê dike. Dema xebata li ser tiştekî li ser têkiliya xebat, jiyan, anîna zimên û têgihîştinê pêk were wê demê dikane bibe xebatek li ser zanînên têgihîştinî. Di şoreşa epîstemologî ya Dilthey da ev xalên bingehîn hene: azmûnîtî, kiryariya nav kiryaran, gumanîtî, guherbarî, yekanîtî.[17] 

Mijara zanînên sirûştî sirûşt e, mijara zanînên têgihîştinî çand e, têgihîştîn e. Ev her du war li ser mijarê ji hev cihê dibin. Ji ber ku ji aliyê mijarê ve ji hev cihê ne ji aliyê metod ve jî ji hev cihê dibin. Zanînên sirûştî awayê ber bi giştîtiyê bi kar tînin. Lê di zanînên têgihîştinî da ev awa nayê bikaranîn. Ji ber ku di dunya civakî da têkiliya sebeb û encamê pêk nayê, di dunya dêgihîştinî da têkiliya dîyarde-qanûn heye; di vî warî da her tişt çandî ye, berhema meriv e.

Di pergala sirûştê da berdewamî heye. Ev tê wê manê ku di warê sirûştî da dubaretî heye. Li hemberî vê di warê têgihîştinî da bêberdewamî heye; ev warê bûyînê ye. Warê têgihîştinî her dem dikane biguhere, li vir guherîn bingehîn e û di warê dîrok û civakê da dubarebûn tune ye. Di vî warî da her tişt carê dibe û diqede, dubare nabe. Tiştên ku civakê pêk tînin di nav demê da diguherin, û cihê xwe didin motîfên nû.

Warê têgihîştinî ji tiştên wekî prensîb, hêjahî, norm, qeyde û ramanê pêk tê. Di sirûştê da cihê prensîb, hêjahî, norm, qeyde û ramanê tune ye. Meriv tenê bi ronahiya hêmanên têgihîştinî dikane warê têgihîştinî bibîne, û meriv nikane vî warî bi dîyardên sirûştî bîne zimên, lê meriv dikane bi riya têgihîştinê îzah bike. 

Martin Heidegger 

Felsefa Heidegger di hermeneutîka sedsala 20an da pêngavek girîng e. Bi Heidegger têgihîştin têgeha bingehîna analîza felsefî ye. Heidegger di berhema xwe ya bi navê Hebûn û Dem (Sein und Zeit) da baweriya têgihîştinî ya nesneyî radîkaltir dike. Ji aliyê din ve Heidegger rewşa hebûnî ji bo warekî meriv dikane jê têbigihê wekî têgihîştinê bîne rewşek ontologîk dibîne. Ji bo Heidegger têgihîştin kategoriyek bingehîna hebûnê ye.

 Li gor Heidegger di her ontologî û doktrînek heyînî da em dikanin ‘ontologiya fundamental’ heye ku tenê meriv dikane di analîza hebûna meriv da bibîne.[18] Awayê analîza hebûna meriv fenomenologî ye. Li beramberî vê fenomenologiya hebûna meriv hermeneutîk e. Heidegger felsefê bi riya ‘hermeneutîka hebûna meriv bi navê ‘ontologiya fenomenologiya gerdûnî’ bi nav dike.[19]  

Hans-Georg Gadamer 

Dema meriv behsa hermeneutîka felsefî bike fîlozofê pêşîn ê ku te aqilê meriv bê guman Gadamer e. Gadamer di berhema xwe ya bi navê Wahrheit und methode (Rastî û Awa) da ji analîza hebûna meriv a Heidegger bi rê dikeve û lê dixebite bingehên hermeneutîka felsefî bi cih bike. Gadamer dixwaze li ser empatiyê teoriyek têgihîştina felsefî pêk bîne. “… Niyêta min a rastîn zêdetir felsefî ye. Wate ne tiştên ku em dikin an jî tiştên em mejbûr in bikin, vajayî vê ji xwastin û kirinên me wêda têgihîştina em xwedî çi ne armanca bingehîn e.”[20]

Gadamer di berhema xwe da şertên têgihîştine tîne zimên. Ew têgihîştinê wekî awayekî mimkûn ê lebitîna kiryarî ya Heidegger helnasengîne, wekî awayê hebûna meriv heldisengîne. Armanca bingehîn a Gadamer ev e: têghîştin bi tu awayî li ber tiştekî hatî dayîn nîşandayîna lebatek neberbiçav nine, bûyîna parçeyekî tiştê hatî têgihîştin e. [21]

 Li gor Gadamer hermeneutîk ne tenê metoda zanînên têgihîştinî ne jî hunera têgihîştin û şîrovekirina her cûre berhemî ye. Hermeneutîk bi xwe warê hebûna gewherî ya meriv, bidemitiya wî, dîrokîtiya wî, bidawîtiya wî, nêrîtî (traditional), dînî û çandiya wî ra raste rast xwedî pêwendî ye. Bi kurtî hermeneutîk dîsîplînek weha ye ku li têgihîştina sirra hebûna meriv dixebite, li gel vê riya yêkitiyek gewherî dide ber merivan. Gadamer bi vî awayî doktrîna hermeneutîka gerdûnî ya Heidegger hem firehtir û hem jî kûrtir kiriye. Ramanên Gadamer ên di derbarê hemeneutîka gerdûnî da ji aliyê dibistana (ecole) Frankfurtê ve, bi taybetî jî ji aliyê Habermas ve hatine rexnekirin. Gadamer ne tenê ji aliyê Habermas, di heman demê da ji aliyê fîlozofên wek Derrida, Ricoeur û Misch ve jî hatiye rexnekirin.[22]  

Karl-Otto Apel 

Karl-Otto Apel gotarek bi navê Szientistik, Hermeneutik, Ideologiekritik (Zanînîtî, Hermeneutîk, Îdeologîkrîtîk) nivîsiye. Apel di vê nivîsa xwe da lê dixebite têgehên zanînitî, hermeneutîk û îdeologîkrîtîk ku ne li hev in li cihekî li hev bîne û di nava wan da ahengekê pêk bîne. Bingeha vê bernamê nihêrîna antropologiya zanînê ya Apel e. Wî bi alîkariya kategoriyên zanînê xwastiye têkiliyên di nav zanînên sirûştî û zanînên têgihîştinî da ji nû ve saz bike. Di vê xebata xwe da bingehên dijayetiya zanînitî û hermeneutîkê danîne.[23] Bi vê têza xwe rexne li ramana pozîtîvîtiya nû girtiye. Li gor vê ramana pozîtîvîstan tenê zanînek heye. Li gor wî têkiliya di nav merivan da bi riyên zanistî çare nabe. Pîvana zanînên sirûştî bi hejmaran berbiçavkirina rûdawan e, lê ev pîvan ji bo hermeneutîkê derbas nabe. Hermeneutîk bi têgihîştinê rûdawan bi meriv dide zanîn. Bi vê rastiya xwe her çiqas derî hev û din bin jî, di heman demê da hev û din temam dikin. 

Paul Ricoeur 

Ricoeur di bin bandora hebûnîtî (existentialism) û fenomonologiyê da hermeneutîkek felsefî ya nû dîtiye. Ricoeur balê dikişîne ser lihevîtiya nesna zanînên têgihîştinî û prensîbên çarekirina tekstekê. Bi alîkariya vê lihevbûnê awazaniya şîrovekirina tekst di warê zanînên têgihîştinî da tê bikaranîn. Paul Ricoeur li gel têgehên zimanzaniyê bi alîkariya akta peyivînê ya ji aliyê Austin û Searl ve bingehên wê hatine danîn nihêrîna xwe ya bi navê discours derdixîne holê. Ricoeur vê dîtinê ne wekî pergalekd zimên, lê wekî rûdaweke zimên, wekî bikaranîneke zimên bi nav dike. Ricoeur li ser vê bingehê hermeneutîka xwe ya bi navê Discours derxistiye holê.[24] 

-VI-

Encam 

Hermeneutîk di serdema antîk a grekan da bi peyxamberiya[25] Hermes bi awayekî mîtologî dest pê kiriye. Hermes peyamên yezdanên grekan bi şîrovên xwe radigihîne merivan. Gotinên yezdanan yên di destpêkê da jê nayên têgihîştin bi şîrovên hermes hêsan dibin, tên asta têgihîştina merivên bi mirin. Li ser vê yekê fîlozofê grek Platon hermeneutîkê wekî “hunera têgihîştina gotinên yezdanan” bi nav dike.

Di dema antîk da jî hermeneutîka tenê ji bo têgihîştina gotinên yezdanan nehatiye bikaranîn. Ji bo rindtir têgihîştina berhemên edebî, bi taybetî jî piştî demekê di têgihîştina destanên hozanê grekan Homeros da hermeneutîka fîlologî bi awayekî alegorîk hatiye bikaranîn.

Di dema Arîstoteles û Platon da bi qasî hermeneutîka alegorîk hermeneutîka gramatîk jî hatiye bikaranîn. Bi gotinek din hermeneutîka alegorîk û gramatîk bi qasî hev xwedî dîrokek dûr û dirêj in.

Di serdema navîn da, hermeneutîka mîtologî ji bo şîrovekirina tekstên pîroz hatiye bikaranîn.  Ji vê dêmê ra serdema patrîstîk jî tê gotin. Di vê demê da hermeneutîk bi awayê alegorîk ji bo şîrovekirina Pertûka Pîroz (Tewrat û Încîl) hatiye bikaranîn. Di dema reformê da di serî da Martin Luther û Melanchton, gelek dînzanên protestan di şîrovekirina Pertûka Pîroz da hermeneutîka gramatîk bi kar anîne.

Di dema îslamê da ji bo tefsîra Quranê hermeneutîka alegorîk hatiye bikaranîn. Her çiqas manên wan nêzîkî hev bin jî hermeneutîk û tefsîr bi giştî di heman manê da nehatine bikaranîn. Tefsîr tenê ji bo Quranê hatiye bikaranîn. Têgeha tefsîr bi vî aliyê xwe bi têgeha zend[26] a Zend Avestayê ra xwedî heman manê ye. Ji ber ku têgeha zend jî tenê ji bo şîrovekirina pertûka pîroz a mazdaîtiyê (mazdeism) Avesta[27] hatiye bikaranîn. Di tefsîrê da ji hermeneutîkê wekî navgîneke teknîkî ya şîrovekirinê sûd hatiye wergirtin.

Bi serdema vejînê (renaissance) ra şîrovekar û fîlozofan ji nû ve berê xwe dane berhemên serdema  antîk a grekan û Romayê. Bi vê vegerê ra hermeneutîka fîlologî dîsa ketiye rojeva şîrovekar û fîlozofan. Bi van xebatan ra hermeneutîka dadî jî li yên berî xwe zêde bûye. Bi vî awayî sê awayên hermeneutîkê hatine bal hev, hermeneutîka dînî, hermeneutîka fîlologî û hermeneutîka dadî. Friedrich Schleiermacher ji van her sê hermeneutîkan ramana hermeneutîka giştî derdixîne û bi vî awayî dibe pêşengê hermeneutîka giştî. Schleiermacher bi tesbîta xwe ya “hermeneutîk hunera têgihîştinê ye” sînorên hermeneutîkê fireh dike. Êdî hermeneutîk ne wekî serdema antîk a grekan bi gotina Platon “hunera têgihîştina gotinên yezdanan e”, ne tenê ji bo şîrovekirina tekstên pîroz ên dînên yek xwedayî, xrîstiyanî û îslamê, ne tenê ji bo şîrovekirina tekstên edebî û ne jî tenê ji bo şîrovekirina tekstên dadî ye. Ji ber ku ew êdî hunera têgihîştinê ye, hunera têgihîştina van hemiyan e.

Bi ramanên Dilthey ra hermeneutîk ji asta hunera têgihîştina giştî bilindî asta bingeha hemî zanînên têgihîştinî bûye. Gadamer li ser pêwendiya meriv a bi dîrokîbûn û bi zimanîbûnê ra hermeneutîka felsefî peyda kiriye. Bi vê nihêrîna Gadamer ra helmeneutîk dibe awayekî felsefê. Piştî ewqas fîlozofên grek û germen fîlozofekî frenk ê bi navê Paul Ricoeur jî dest avêtiye warê hermeneutîkê. Ricoeur bi alîkariya hebûnîtî û fenomenologiyê bi navê Discours hermeneutîkek nû ya felsefî derxistiye pêş.

Ev niherîn û nasandinên li ser hermeneutîkê aliyên wê yên cihê û girîng tînin zimên. Ramanên li ser hermeneutîkê bi qasî ji hev dûr in ewqas jî nêzîkî hev in. Bi rastî aliyên cihê yên ramanên li ser hermeneutîkê gişk li ser prensîba şîrove û pirsa şîrovekar a ji nesnê digihên hev. Meriv bi hêsanî dikane bibêje ku hermeneutîkê her dem li warê tekst û gotinên bê şîrove jê rind nayê têgihîştin hebûna xwe dewam kiriye. 

BÎBLIYOGRAFYA 

Aristototle, On Interpretation, Commentary by Thomas Aquinas finished by Cardinal Cajetan, translated by Jean T. Oesterle, Milwaukee: Marquette University Press, 1962

Alan, Banu, Bir Felsefi Yöntem Olarak Hermeneutik, http://www.belgeler.com/blg/22pe/bir-felsefi-yontem-olarak-hermeneutik-hermeneutic-as-a-philosophical-method

Dilthey, Wilhelm, Hermeneutik ve Tin Bilimleri, Werger: Doğan Özlem, Paradigma, İstanbul, 1999

Özlem, Doğan, Hermeneutik ve Şiir Sanatı, Şiirden, İstanul, 2007

Gadamer, Hans Geors, Hermeneutik (Yorum Bilgisi), Berhevkar û werger: Doğan Özlem, İnkılap, İstanbul, 2003

Le Petit Robert Dictionnaire de la Langue Française, DICOROBERT Inc., Montreal, Canada, 1993  

Palmer, Richard E, Hermenötik, Werger: İbrahim Görener, İstanbul, Ankara, 2003

Paul Mukengebantu, « L’unité de l’oeuvre philosophique de Paul Ricoeur », URI: http://id.erudit.org/iderudit/400534ar

Tatar, Burhanettin, Hermenötik, İnsan, İstanbul, 2004

Toprak, Tekst, Hermeneutik (Yorum Bilgisi) ve Edebiyat, Bulut, İstanbul, 2003

Tool, Andrus, Wilhelm Dithey on the Objectivity of Knowledge in Human Sciences, http://www.kirj.ee/public/trames/trames-2007-1-1.pdf  

Pûşper, 2013

[1] Banu Alan ji W. Dilthey radigihîne, bnb, p. 21

[2] Metin Toprak ji Lorz radigihîne, bnb, p. 34

[3] Alan, Banu, bnb, p. 22

[4] bnb, p. 23

[5] Tatar, Burhanettin, Hermenötik, İnsan, İstanbul, 2004, p. 17

[6] Friedrich Schleiermacher filozof û dînzanekî germen e. Bi navê “Baweriya Xrîstiyanan” pertûkek nivîsiye. Bi ramanên xwe yên di vê pertûkê da li hember doktrîna dîn a heta dema xwe sazîtiya wan û xwedîsazîbûna wan nerast û nezanistî bi nav kiriye û di vî warî da bûye xwedî helwestek şoreşgerî.

[7] Metin Toprak ji F. Schleiermacher radigihîne, bnb, p. 41

[8] Dilthey, Wilhelm, bnb, p. 122

[9] Özlem, Doğan, Hermeneutik ve Şiir Sanatı, Şiirden, İstanul, 2007, p. 21

[10] bnb, p. 22

[11] Toprak, Metin, bnb, p. 48

[12] Özlem, Doğan, bnb p.  22

[13] Wilhelm Dilthey fîlozofekî germen e. Cara pêşîn wî zanînên sirûştî û zanînên têgihîştinî ji hev cihê kirine. Di demek ku felsefe ketiye tengaviyê wî ramaneke nû peyda kiriye û bi vê kirina xwe bi navê kesê di felsefê da şoreşek pêk aniye jî tê zanîn. Digel felsefê bi xebatên xwe yên li ser dîrokê jî bi nav û deng e.

[14] Arslan Topakkaya ji W. Dilthey radigihîne, “Felsefî Hermeneutik”, p. 77: http://www.flsfdergisi.com/sayi4/75-92.pdf

[15] Civakzan, matemetîsyen û fîlozof Isidore Marie Auguste François Xavier Comte (17ê reşemiya 1798 – 5ê rezbera 1857) bi navê bavê civakzaniyê tê naskirin. Li gor teoriya xweşbîn a Comte komên merivan di sê astan ra derbas dibin: asta dînzanî, asta metafîzîk û asta xweşbînî (pozîtîvîst). Baweriya comte li ser guherînê (evolution) pêk hatiye. Bingeha felsefa wî xweşbînî ye.   

[16] Özlem Doğan ji W. Dilthey radigihîne, Bilim Tarih ve Yorum, İnkılap, İstanbul, 1998, p. 70

[17] Özlem Doğan ji W. Dilthey radigihîne, bnb, p. 101

[18] Ji pertûka Sein und Zeit a Heidegger ragihandin: Arslan Topakkaya. Bnb, p.83

[19] Ji heman berhema Heidegger ragihandin: Arslan Topakkaya p. 83

[20] Arslan Topakkaya ji H.G. Gadamer radigihîne, bnb, p. 85

[21] Arslan Topakkaya ji H.G. Gadamer radigihîne, bnb, p.85

[22] Arslan Topakkaya ji H.G. Gadamer radigihîne, bnb, p. 78

[23] Arslan Topakkaya ji K.O. Apel radigihîne, bnb, p.87

[24] Arslan Topakkaya ji P. Ricoeur radigihîne. bnb, p. 88 

[25] Peyxam (peyam) peyveke kurdî ya tê mana message a îngilîzî. Peyxamber jî di mana messenger da tê bikaranîn. Wate kesê peyxamên yezdanan (di dînên yek yezdanî da peyama xwedê) radigihîne merivan.

[26] Zend peyvekek pehlewî (farisiya navîn) ya di mana şîrove da ye.   

[27] Navê pertûka pîroz a Zerdeşt (Av. Zarathushtra) peyxamber (pêximber) e. 

Bersivekê binivîsin