Her Tişt Yek e

Her Tişt Yek e

Her Tişt Yek e  

Parmanîdes jî, yek ji wan fîlozofên beriya dewra Sokrates e û li gor hinek baweriyan, tê gotin ku ew şagirtê Ksenophanes e. B.Z. di navbera salên 600-540 an de jiyaye û mîna mamosteyê Sokrates û Platon tê zanîn. Platon di guftegoyeka felsefî de Parmanîdes, Zenon û Sokrates tîne hemberê hevdu. Di vê goftegoyê de fîlozofê Parmanîdes mîna kalemêrekî, Zenonê şagirtê wî mîna mirovekî navsere û Sokrates jî, mîna kesekî ciwan daye xeberdan. 

Li gor bîr û baweriya Parmanîdes: behsa ji tunehiyê, nakokiyek e. Tunehî (tiştê ku tune), ji ber ku ti caran çênebûye, çêbûna ji tunehiyê jî ne pêkan e. Tiştekê ku heye jî, divê ku ew herdem hebe. Ji ber heman sebebê jî, tiştekê ku heye ti caran tune nabe û ev yek, nê pêkan e. Ji ber vê çendê jî, tiştekê ku heye bivênevê ew tiştekê bêdestpêk e, ne hatiye afirandin, xira nabe û ji holê jî ranabe. 

Dîsa ji ber vê yekê, di rasteqîniyê de perçebûn/dabeşbûn jî tune. Çimku wê demê, dê tunehî (a/ê ku tune) bikeve navbera wan. Divê ku rasteqînî, di her xala xwe de berdewamiyeke nîşan bide. Hemû valahî divê ku tijî bibe, bibe <plenumek.>

Ev ramanên ku me qala wan kir, dibine sebebê nêrîna gerdûneka nû a ku mîna yek heyîneka naguhêr e. Her tişt, yek e. Guherîn û livdariya ku xwe dide der, ew tişt e ku di nav sîstemeka dadayî û neguhêr de, dertê holê.  

Bêguman, mirov dikare bibêje ku ev raman û nêrîna gerdûna zanistî ya ku di sedsala 17 an de bi Newton dest pê kiriye û di sedsala 20 an de xwe gihandiye Einstein, gelekî dişibine hevdu û di navbera wan de, biserveçûneke gelek balkêş heye.

Di nêrîna wê demê ya gerdûna zanistî de, du tişt hene ku Parmenîdes tînine bîra mirov.

Ya yekemîn determînîstiya wê ye, ku hemû tişt bi awayekî bêgav mîna xwe xwiya dikin. 

Ya duyemîn jî, wisa tê bawerkirin ku <kêlî, bîsk> bi tenê bi awira kirdewar ya çavdêrvanekê dikare hebe, ye. Heke em bi awayekî neterefgir bipeyîvin, wê demê em dikarin bibêjin ku hemû <kêlî, bîsk> bi qasî hevdu girîng in. 

Du dahiyên mezin yên sedsala 20 an, rojekê di nîqaşekî de behsa Parmanîdes dikin. Ew kes, Einstein û Popper in. Popper di kurteçîroka jiyana xwe ya <Unended Quest> de, derheqê vê mijarê de wisa dinivîse: <Min ji Einstein xwest ku bila ew dev ji wê ramana Parmanîdes ya determînîst a ku gerdûnê mîna blokekê çaralî dibîne û guherînê mîna çewtîyekî dihesibîne, berde.> (Wî jî go, ku nêrîna min jî ev e. Lê di temamiya nîqaşê de, mîn jêre go Parmanîdes û bi vî navî, min bang lê kir.) Bêguman ev nîqaş jî, nîşanê me dide ku ramanên Parmenîdes heta roja me jî mîna çavkaniyên zindî/çalak mane û xweş hatine bikaranîn.  

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

17.10.2014 

Jêder

1- Antolojiya Fîlozofan. Ali Gurdilî.

2- Profesor Bryan Magee. Kurteçîroka Felsefeyê. Weş. Dost.

Bersivekê binivîsin