Her Sal Sed Mîlyon Kes bi Vîrûsa Dangê Nexweş Dikevin

Her Sal Sed Mîlyon Kes bi Vîrûsa Dangê Nexweş Dikevin

Lêkolînerên ji Zanîngeha Johns Hopkinsê ya ku li Amerîkayayê ye, di ezmûngehên xwe de bi ser ketin ku genên kelmêşa-Aedes aegypti, jê re kelmêşên-dangê jî tê gotin, veguherînin, piştî veguherandina genên kelmêşê, kelmêş bi vîrûsê nexweş nediket. Zanyar ji vê lêkolîne pirr kêfxweş in û weke gava pêşin û girîng ya rê li ber girtina vîrûsa-dangê dinirxînin.

Li seranserê cîhanê her sal li der û dora sed mîlyon kes bi vîrûsa dangê nexweş dikevin û bîst hezar kes jî ji ber wê nexweşiyê diherin ber rehma Xwedê ku pirraniya kesên dimirin ji zarokan pêk tê. Vîrûsa dangê herî zêde li herêmên tropîkal yên weke Amerîkaya-Navîn û Başûr-rojhilatê Asyayê tê dîtin.

Rêveberê lêkolînê George Dimopoulus wiha dibêje; “Eger tu veguhartina malbata resen ya kelmêşên ku nexweşiyê vediguhezîne kelmêşên din, bi kelmêşên ku dikarin li hember vîrûsê ber xwe bidin û nexweş nakevin, pêk bihînî, tu yê rê li ber belavbûna nexweşiyê bigirî û ev jî gava pêşin û gaveke girîng e.”

Ji tevahiya mirovên li seranserê cîhanê ji sedî çel li herêmên ku rîska vîrûsa dangê heye, dijîn û heya vê gavê ji bo nexweşiya dangê dermaneke ku bi derziyê bê lêdan, tune ye. Eger germahiya li ser rûyê erdê her û bi berdewamî zêde bibe, dê heya sala 2085an bi qasî 6 mîlyar mirov li herêmên ku kelmêş dikarin bêne dîtin, bijîn. Parzemîna Ewropayê û hin herêmên din ku heya vê demê jî ji bo kelmêşên dangê cihên sar bûn û nedihatin dîtin, ji ber germahiya li ser rûyê erdê di bin xeteriyê de ne.

Metîn Eser

Çavkanî: IPS / 16.01.2017 

Bersivekê binivîsin