Hebûna Dewleta Tirk ya li Kurdistana Bakur

Hebûna Dewleta Tirk ya li Kurdistana Bakur

Hebûna Dewleta Tirk ya li Kurdistana Bakur

Hebûna dewleta tirk ya li Kurdistana Bakur, ne meşrû ye û dewleteke dagirker e, asîmilekar û kujer e. Tu guman nîne ku dê rojekê ji axa Kurdistanê bicehime û derkeve. Lêbelê, heta wê roja pîrozwer divê em kurd nebin koçber û dest ji axa bav û kalên xwe bernedin. Xelkên sivîl, bi her awayî û bi rêbazên aqilane divê ji ber şîdet û bêhiqûqiya vê dewleta dagirker werin parastin û nebin hedefa vê dewletê.

Çimku a niha li Kurdistanê ne hiqûq maye û ne jî mafên mirovan yên takekesî. Dewleta tirk jî, bi hinceta kolana xendekan, dest bi hilweşandin û şewitandina Kurdistanê kiriye. Mirov, bi rêbazên bêhiqûqî tevbigerin jî, mafê dewletê tune ku rabe û bi awayekî bêhiqûqî tevbigere û wekî mirovan bide dû tolhilanînê.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

16.12.2015

Bersivekê binivîsin