Hebûn li gorî Sartre (1)

Hebûn li gorî Sartre (1)

Hebûn li gorî Sartre (1) 

     Ez di wê baweriyê de me dê nebibe werpixandin heke  mirov bibêje pênaseyek herî rasteqîn a ontolojiyê di xwe de dihêwirîne ev tespîta Sartre: «Bûbûna ewa ku ne ew e û nebûbûna ewa ku ew e»

Ji bo hizwartin/îzahata hebûnê balkêştirîn û girîngtirîn peyîtandina wî belkû jî di nav vê formulasyona  li jor de ye. «Hebûn di nav sazî/strukturan de saziyek, û dan/momentek objeyê nî ye,  mercê hemû sazî û momentan e. Ew bingeh e ku hemû aferiş/karekterên fenomenê xwe li ser wê  îbraz dikin» (1)

Sartre dibêje «Hebûn ew e ku ew e, anku çi ye ew e, ev jî wê wateyê dide, ji bal xwe ve, nabe ku nebibe ewa ku ne ew e».(2) Hemû pirsên ”hebûn çima he ye” bê wate ne, «çimku piştî hebûnê dihên û hebûna hebûnê didin ferzkirin (ji bo bikaribin bihên pirskirin).

Hebûn he ye û  bê sedem, bê mecbûriyet e; pênasekirina hebûnê bixwe jî erêniya wê ya xwemalî radestî me dike» (3)

Hebûn hebûnatiya bûbûnê ye, ji ber vê yekê ji bûbûnê wêdatir e.

Hebûn tîr, (da) girtî û opak e; ne bûbûnek ji pêkanetiyê ye, ne jî gengaz e ku li bal mecbûryetekê de bihêt daxistin. Bixwe û di xwe de ye hebûn: mayîndetiyek hetahetayî ye, neguhêrbar û nemir e; ji bûyîn, mirin û kêmbûnê fereste ye; tekûz, tam û tevahîtiyek xwe bi xwe re ye, nehatiye afirandin, têkiliya wê bi hebûnek din re û sedemê hebûna wê tine ye, çawa ye wisa wek xwe ye.  yanî “hebûna di-xwe-de ye” (l’être en soi).

«Di nav ”dixwede”yê de par/parselek hebûnê tine ye ku xwe bi xwe re bê mesafe nebe. Tîrahiya vê ”dixwede”yê bêdawî ye… bi xwe ve tijî ye… di hebûnê de valatî, qelşek herî piçûk a ku tinebûn tê re bikevê tine ye» (4) Derveyê ”dixwede”yê ti tiştek nî ye/hîç e, vedang/eksa vê hîçtiyê ya ku bixwe jî ji lay ”dixwede”yê ve wek  tinetiya vê ”dixwede”yê hatiye pênase û polarîze-kirin, ji ber ku dixwede nîne hîç e. (5)

”Dixwede” cihêreng nî ye, ew ne pircelebî/piranetî ye, ji bo bikaribe piranetiyê wek aferişa hebûna xwe ya di cîhanê de hilbigire nav xwe, pêwîst e hebûnek ku di heman demê de heyî-amade ye ji bo her ”dixwede”ya di nav jiheviya xwe de îzolebûyî, peyda bibe …gava tenê ”ewa ku ew e dihêt bibûn” tenanet yek terza bûbûna hebûnê he ye. Lê dema ku ”nebibûna hebûna xwe” dihêt bibûn/pêk dihê, bi ne xwe-bibûnê ve bi hawayekî simultane terzne cuda yên bûbûnê/hebûnê  derdikevin holê. Hebûna di-xwe-de tenê yek dîmenek wê ya bûbûn/hebûnê he ye, lê peydabûna tunetiyê ye, wek ewa  ku di cerga hebûnê de dihêt ”heyî/he bû-kirin,” têkeliyekê dixîne nav saziya eksîztansiyel bi da-xwûyakirina leylana ontolojîk a ”Xwe”yê ve. (6) 172,73

Sartre dibêje hebûn wek ewa ku ew e, çawa dikare bibe ew e ku ew e her weha divê bikaribe bibe ewa ku ne ew e jî. Yanî bi hawayekî ev ”bûbûna ewa ku ne ew e” ji bo hemû heyînan binateyek ontolojîk saz dike û dibe sedemê peydabûna ”hebûna bo-xwe” (l’etre pour-soi)

Hebûna di-xwe-de û hebûna bo-xwe du hebûnên kêlkêlek/li kêlek û rexên hevûdu nî yin. Hebûna box-we ji hebûna di-xwe-deyê xûyabûn- peydabûnek e, bêyî hebûna di-xwe-de nedikare heyî bibe. Hebûna bo-xwe tinetî ye, ya rast, tinekirin/neantizasyonek ”dixwdeyê”ye.   

Orhan Agirî 

05.09.2014

Nivîs dê bidome.

Çavkanî: L’être et le néan, Jean-Paul Sartre: 1: r 48, 2: r 33, 3: r 667, 4: r 110, 5: r 213, 6: r 172-73

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin