Hebûn Li Gorî Sartre (2)

Hebûn Li Gorî Sartre  (2)

Hebûn Li Gorî Sartre  (2) 

       Me di nivîsa pêşiyê de gotibû  Sartre dibêje : «Hebûn ew e ku ew e, anku, çi ye ew e;  ev jî,  ji bal xwe de, vê wateyê dide : Nabe ku Hebûn nebibe ew a ku ne ew e» û me nivîsê bi vê gotinê qedandibû : ‘’Hebûna di-xwe-de’’  û ‘’hebûna bo-xwe’’ du hebûn/heyînên kêlkêlek nînin, anku, ne li kêlek û rexên hevûdu ne, lê hebûna-bo-xwe  ji hebûna di-xwe-de yê  peydabûnek-xûyabûnek e, bêyî hebûna di-xwe-de nedikare heyî bibe. Hebûna bo-xwe tinetî ye, ya rast, tinekirin/neantizasyonek ‘dixwedeyê’ ye.

Hebûna di-xwe-de tenê yek dîmenek wê ya bûbûn-hebûnê heye, lê wek ew a ku di cerga hebûnê de dihêt ‘’he bû/heyî-kirin’ peydabûna tinetiyê ye ku têkeliyekê dixîne nav saziya eksîztansiyel bi da-xwûyakirina leylana ontolojîk a ‘’Xwe’ yê ve.

Sartre hebûnê li ‘’hebûna di-xwe-de’’ û li ‘hebûna bo-xwe’ parve dike û dibêje ‘hebûna bo-xwe” qetyan-peydabûnek e ji ”hebûna di-xwe-de”yê, lê di pêvajoya pêydabûna ”bo-xwe” yê de rola man-nemanê dikeve ser Tine (tî) yê.

Di ”di-xwe-de” yê de peydabûna ”bo-xwe”yê pêvajoyek  tinekirin/neantîzasyonê ye.  ”Tine heyînek nîne, di cerga hebûnê de hatiye ”heyî” kirin,  mîna qelşekê-kunekê ketiye nav hebûnê  ku hebûn pê mesefeyekê dixîne navbera xwe û xwe da ku ”hebûna bo-xwe” peyda bibe. Bi vî hawayî bo-xwe divê bibe (peydabûnek ji) tinetiya xwe.

Ev qelş ”neyînî”yek xwerû, tişek demê, mesefeyek û cihêtiyek psîkolojîk e ; lê  em nedikarin wê di ti cihekî de bibînin û di nav xwerûtiya wê de têbigihîjin wê. Tine di xwe de erkekê pêk dihîne wek  tineya hebûnê, şîyana tine-kirinê û jihevçûna hebûnê.

Gava em lê nagerin û nanihêrin li vir e, he ye.   kîngê em dixwazin wê bibînin  tine û ne heyî  ye. Tine ye çimku hîç/qet e, he ye çimku bêyî ku ev hîç/qet bikeve nava hebûnê ne mimkûn e ku ”ji-xwe-re-hebûn ji ”di-xwe-de-hebûn” ê  bi-qet-e.

Êdî bi her çito hawayî dibe, divê li cihekî, jê re hebûna di xwe de bihêt dayîn di nisbeta  tinetî bûna wê de. Wek şuûr, hebûna şuûrê wek heyîtiya ji xwe re bi xwe re bi mesafeyê ve heyî bûn e û ev ”qet mesafe” ya ku hebûn wê di hebûna xwe de radigire Tinetî ye. « Heyîtî/mecûdiyeta resen a ”hebûna-bo-xwe”yê ji Hebûnê re heyî-(bi)bûn e » (1) li ser û di nava Hebûnê de.

Ev ”dixwede” hebûn bixwe ye, di nava wê  de ti par/parsêleke hebûnê tine ye ku xwe bi xwe re bê mesafe nebe. Heta ku ji lay ”ji xwe-re-hebûn”ê ve nehêt rûxandin ev ”dixwede”  di xwe de bêdawî tîr, dagirtî û opak e, têde ti valatî, qelşek herî piçûk a ku tinebûn tê re bikevê tine ye û  bi xwe ve tijî ye. «Dikare were gotin ku  rêgeza Jihevê sentetîk e,  lê ne ji ber ku devereke pênasebûyî hildide nav xwe, sebaret ji ber wê yekê ye ku bêdawîtiya tîrahiyê di xwe de berhev dike.

Jihev têgeha yekbûnê ye di dawîtirîn tixûbê (xwe) de; ne rast e ku ”dixwede” hewcetiya wê bi yekbûnek sentetîk a hebûna wê heye, di wêdatirîn perê dawiya xwe de, yektî xwe ji holê radike û derbasî bal Jihevê dibe. Jihev îdeala yekê ye » (2)

Ev hebûn mayîndetiyek hetahetayî ye, ji guherînê,  mirin û kêmbûnê bêrî ye; tekûz, tam û tevahîtiyek bi xwe bi xwe re ye, nehatiye afirandin, têkiliya wê bi hebûnek din re û sedemê hebûna wê tine ye, çawa ye wisa wek xwe ye ev  ”hebûna di xwe de” (l’être en soi). Objeyên wek dar, ber, kevir  mînak in  ji bo tîrahî, opaktî û dagirtîbûna vê ”hebûna di xwe de”.  Bê şuûr in, dorbirrî, di xwe de dadayî, givaştî, tîr û wek xwe ne. Ne pêkan e ku xwezaya mirovî wek ya objeyek, wek ya hacetek hatiye hilberandin bihêt pênasekirin, çimku mirov  wek ”hebûna ji bo xwe” (l’être pour soi) xwediyê şuûrekê ye. ”Bo-xwe-habûn” wek nebûna ”di-xwe-de-hebûn”ê ketiye nava hebûnê, ji ber ku  ”bo-xwe-hebûn” xwe afirandinek ji wê binateyê ye ku ev binate ne ya wê ye ; lewma ”heyîtî/mewcûdiyeta resen a bo-xweyê ji hebûnê re heyî (bi) bûn e. Ev jî ew rastî ye ku «hebûn beriya meyan/hilikê dihêt»

Sartre dibêje : Mirov heyîbûnê hilnebijartiye, li bal cîhanê (heyîbûnê) de hatiye avêtin.

Sartre di pirtûka xwe ya ”L’existentialisme est un humanisme”de ji bo wateya daraza «hebûn beriya derûnê dihêt»  amûr/hacetek ku dihêt çêkirin wek mînak dide. Dibêje amûr beriya bihêt çêkirin, bi mebesta ku dê bi kêrê tiştekê, karekî were, dihê sêwirandin. Ev sêwirandin û mebesta pêş-heyî dibe derûn/hilika hebûna amûrê.

Bi vî hawayî hebûna amûrê dibe hilber û girtîyê meyana ”sêwirandin û mebesta pêş-heyî”   , ango meyan/hilik beriya hebûnê dikeve. Amûr bixwe jî di navbera amanca pêş-heyî û peywira kifşbûyî de  tenê tiştek e. Ji ber ku di vê çêkirin-afirandinê de derûn beriya hebûnê dihêt, ne pêkan e ku ewa xwediyê hebûna encama derûn/hilikê ye bibe hebûnek azad û bo-xwe-hebûn.

Anku ev yek dihêle ku hebûna mirovî bibe hebûnek mîna hebûna hacetekê.  Lê belê, kirde (mirov) xwe di nav şuûrek wisa de dibîne ku  ku cîhan jê re wek projeyeke bihêt pêkhanîn xûya dibe. Sartre dibêje di tinebûna Xweda de mirov dibe ew heyînê ku li cem wî ”hebûn beriya derûnê dihêt, û ev heyîn ji lay ti konsept-sêwirandinek pêş-heyî ve nehatiye destnîşankirin. Wateya vê ew e ku mirov beriya her tiştê heyînek e, peydabûnek girgîn e ji azdiyayek ji hilikê xezan.

Hebûna mirovî beriya çi-bûna wî dihêt, ango mirov  pêşiyê sirf heye, dû re dibe heyiyê (çê) kirinên xwe , û pênaseyê van ”çêkirin”an. Mirov jî wek hemû heyînên din heyînek e, lê cihêtiya wî ji yên din ew e ku ”dizane heye” , bi gotinek din,  şuûr hay ji haydarbûna xwe heye.  Bêyî şuûr heyîn  tenê hene, çawa ne wisa ne û ji wateyê xezan in. Şuûr hebûnê heyî nebike jî pênase û biwate dike.

Ev pênase-watedarkirin ew hêza wê ye ku şuûr pê navberê dixe navbera xwe û objeyan û  heyînên din. Mirov bi vê mesafexistina di navbera xwe û yên din de ji wan derbas dibe, digihîje serxwebûnek ku pê li gor daxwaz û şîyana xwe biryaran dide û tercîhan dike li pêşberî obje û heyînên ku xwe û wana ji hevûdu dûr xistiye, veqetandiye. Lewma di nava  vê nêveng û van mercan de mirov neçar e ku azad bibe, yanî mirov mehkûmê azadbûnê bûye.

«Hebûna ew e ku ew e divê bikaribe bibe hebûna ne ew e ku ne ew e jî, ev neyînandin/negasyon, ne ji lay dîyalektîkek xasê hebûnê bixwe ve, lê ji lay rasteqîniya-mirovî ve derdikeve ser rûyê hebûnê,  her weha ev rêgez hey dikare bibe îşaretkirinek têkiliyên hebûnê bi derve re, lewma tam jî ev yek e ku têkiliyên hebûnê bi ewa ku ne ew e re birêve dibe » (3)

‘Di-xwe-de ji bo ku xwe di bo-xweyê de winda bike heye… Bo-xwe ew di-xwe-de ye ku xwe di xwe de winda dike da ku xwe wek şuûr bibingeh bike, bidamezirîne.  Her şuûr şuûra tiştekê ye’ dibêje Sartre. Lê ev her weha delîlek ontoljîk e jî ji bo ”hebûn” ê, çimku heke şuûra tişekê bûn he be, divê bi hawayekî xwemalî hebûnek rasteqîn a vê tiştê jî he be,  bi hawayekî fereste ji şuûrê.

‘Nabe ku şuûr bibe avakara hebûna heyber/objeya xwe (ji ber ku) şuûra tişekê bûn, ew bûbûn e (ku) li pêşberê hebûnatiyek mişexes a ku bixwe ne şuûr e. (pêk dihêt) Ya ku hemû azmayîşan mimkûn dike peydabûna a prîorî ya heyberê ye ji kirdeyî re.’

«Ne mimkûn e  şuûr bikaribet bê dane he be, weha dê bibe  şuûra hîçtiyê,yanî ya  tinetiya mitlaq. Lê bi rabûna ji daneyê ve heyî bûna şuûrê nahêt wê wateyê ku  dane wê bimerc dike: şuûr neyînandina xwerû ya daneyê ye, wek degajmana ji hin daneyên heyî û angajebûna ber bi hin amancên ne heyî » (4) Heke divê bi gelemperî ez bikaribim tiştekê bikim, pêwîst e ku ez kiryara xwe li ser heyînên ku heyîbûna wan bi gelemperî ji ya min, bi taybetî ji ya kiryara min fereste ne, pêk bihînim. (5)

Şuûr hebûna xwe li pêşberî hebûna ku ev hebûn şuûr nîne çêdike, çimku hebûna şuûrê  şuûra hebûnê ye. « Şuûr ew hebûn e ku hebûna wê jê re di hebûna wê de pirsa hebûna wê ye bi halê ku ev hebûn hebûnek ne ew e dihêwirîne di xwe de » (6)

Orhan Agirî 

21.01.2015

Çavkanî: L’être et le néan, Jean-Paul Sartre.  1, r. 216.  2, r. 110.  3, r. 113.  4, r. 223. 5, r. 551.  6, r. 81

Nivîs dê bidome.

Bersivekê binivîsin