Di Mîtolojiyê de Hadesê Xwedayê Welatê Miriyan
Hadesê Xwedayê Welatê Miriyan
Hades, xwedayê welatê miriyan, ku di bin erdê deye ye. Birayê Zeus e. Yek ji zarokên Kronos û Rheiayê ye. Xweda û mirov jê hez nakin, Xwedayekî hişk, bêrehm û hêwilnak e. Bi jina xwe Persephoneyê re, di qesra xwe ya di bin erdê dijîn û serweriya miriyan dikin.
Kerberos ku Kûçikêkî sê serî ye, pasvaniya wî dike. Welatê bin erdê, warê gunehkara ye. Di nav Xwedayên yewnanî de ê ku yek perestişgeheka wî jî tune, Hades e. Li gorî mîtolojiyê, Xwedayekî bêrehm e. Lê rastgo û edaletxwaz e.
Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.