Habermas

Habermas

Bi rexneyên Nietzsche û bi destavêtina wî ya vê mijarê re, hincet û sedemên wan yên ku pêşkêş dikin, ji guherîneke mezin derbas bûne. Di destpêkê aqil, ji bo ku wekî ol bigihêje hêza xwe pêkanîna yekîtiyê û li ser bingeha hêza xwe bikaribe rê li perçebûna modernizmê bigire; wekî zanayiyeka resen ya lihevhêner, piştra jî wekî taybetmendiyeke azadîxwaz û ya dawî jî wekî bîrhatinek telafîkirinê hate pêşnûmakirin.

Ev destpêdana ku dixwest têgeha aqil li bernameya ronîbûnê bîne ku mirov dikare bibêje bernameya ronîbûnê di nav xwe de bernameyeke diyalektik e, sê caran bi ser neket. Di rewşeka wiha de rêyek tenê li pêşiya Nietzsche hebû; yan wê wî aqilê ku navenda wê kirdeye bi awayekî derûnî ji nû ve rexne bikira, an jî wê ji bernameya xwe bi temamî derxista. Nietzsche biryara xwe ji aliyê hêla duyemîn ve da: Têgeha aqil ji nû ve revize nakir û hatirê xwe ji Diyalektika Ronîbûnê xwest.

Habermas

Bersivekê binivîsin