Gurê Hîmalayayî

Gurê Hîmalayayî

Pisporekî Norweçî li Nepalê vedîtina cureyeke nû ya guran pêk anî û herwiha hişyariya ya li ser tunebûna vê cureyê jî ku xeteriya herî mezin mirov e, diyar kir. Pisporê Norweçî Madhu Chetri, di sala 2004an de li deşt û zozanên Annapurnayê ya li Nepalê rastî heywanekê tê û jê fahm dike ku ne kûçikek kovî ye, heywanek ku li wê deverê pirr tê dîtin. Dawiyê de digihêje wê encamê ku gur ji cureya guran ya bi navê gurê Hîmalayayî tê nasîn e, û heta wê demê li Nepalê qet nehatiye dîtin.

Gurê Hîmalayayî 200 sal berê weke yek ji cureyên gurê boz hatibû dabeş kirin ku gurê Hîmalayayî li Tîbet û Hindistanê dihate dîtin lê qet li Nepalê nehatibû dîtin. Madhu Chetri piştî çend salan dîsa dihere Nepalê û dest pê lêgerîna jêmayî û bermayiyên pîsîtiya wê heywanê dike. Ji lêkolîna ya li ser jêmayiyên bi dest xistî digihêje wê encamê ku gurê Hîmalayayî, jê re gurê bihirî jî tê gotin, 800.000 sal e bi serê xwe û tenê jiya ye.

Ji encama ya ji lêkolîna wî ku ji aliyê Zookeysê ve hatiye weşandin, tê fahm kirin ku venasîna cureyeke nû ya guran ne şaş e lewre gurê Hîmalayayî ne ji cureyeke gurê boz e. Madhu Chetri, hişyariyekê li ser vedîtina xwe ya nû dide û dibêje xeteriya herî mezin ya li deşt û zozanên Nepalê, şivan in ku pirr caran rastî hev tên. Şivan, ji ber ku gurê Hîmalayayî bo pez û dewaran xeteriya herî mezin in, kuştina gurê Hîmalayayî ji xwe re kirine armanc. Mahdu Chetri wiha didomîne; “pêdivî bi baldariyeke mezin û tedbîrên nû ya li ser gurê Hîmalayayî heye, lewre di navbera mirovî û heywanan de pevçûnek heye.” 

Metîn Eser 

Çavkanî: De Morgen

Bersivekê binivîsin