Gumana Feylesofên Gumanber

Gumana Feylesofên Gumanber

Gumana Feylesofên Gumanber

Gumanberî (septîsîzm), ew felsefe ye ku ji gumana xwe jî gumanê dike û wiha diparêze ku zanayiya rast tune. Dîsa li gor vê felsefeyê, meriv nikare bi cewhera nesneyan bizanibe û ya ku dikare were zanîn jî, xwiyakirina wan ya ji derve ye. Ji ber vê yekê jî, derheqê tu tiştî de em nikarin xwe bigihînin qeneet yan jî biryarekî. Li gor baweriya feylesofên septîk, meriv nikare baweriya xwe bi zanayiyên ku ji sehek û aqil tên bîne. Çimku tu delîlên rastiya wan zanayiyan tune nin. Herweha tiştên ku em wan rast dipejirînin jî, ew ne rast in; lêbelê dişibine rastiyan. Lewma jî, em nikarin derheqê tu tiştî de biryareke teqez bidin û xwe bigihînin darazekî.

Çimku li hemberî her darazaka me, delîlekî wê darazê ya nakok ji heye û dibe ku ew delîl di heman hêzê de bin. Ji ber vê yekê jî di lîteratura felsefeyê de, di dewsa gotina ‘ev wiha ye.’ de, divê gotina ‘dibe ku wiha be.’ were bikaranîn. Ev ramana ku baweriya xwe bi zanayiya rast nayne, piştre bûye sebebê feraseta nihîlîzmê.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
26.02.2016

Bersivekê binivîsin