Guhêrbar

Guhêrbar

Guhêrbar

Di psîkolojiyê de navê hemû ketimetbûnên ku bandora xwe li mirov dikin û her dem dikarin guhêrber bin. Mesela em bibêjin serkeftin, tendurîstî, xwendin, bal, meyla mirovan, xew, ronahî û hwd. Wekî mînak: Mesela em dixwazin bandora xewê ya li ser xwendinê bipîvin. Di vir de xew bandorê li mirov dike û di encamê de miroveke bêxew dikare baş nexwîne, an jî bixwîne. Di vir de hem xew û hem jî xwendin du celeb guhêrbar in. Xwendin guhêrbara pêgir e. Guhêrbara serbixwe jî, xew e. Çimku xew bandorê li xwendinê dike.

Du Texlîd Guhêrbar Hene

1- Guhêrbara Serbixwe

Guhêrbara ku di dema lêkolînê de di bin qontrola lêkolîner de ye û di têkiliya sedem-encamê de wekî sedemê/sebebê ye, ye. Encam, girêdayê vê guhêrbarê dertê holê.

Guhêrbara Serbixwe: Bağımsız Değişken

2- Guhêrbara Pêgir

Guhêrbara ku rewşa wê li gor guhêrbara serbixwe diguhere. Ne di bin qontrola lêkolîner de ye. Di lêkolînê de wekî encam dertê holê.

Guhêrbara Pêgir: Bağımlı Değişken

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Bersivekê binivîsin