Gorgîas

Gorgîas

Gorgîas (B.Z. Sedsala 5an) 

Berî Zayînê di sedsala 5- an de jiya ye û wek Sofîstên din, ew ji bi hatiniya   dersan, dewlemend bûye. Li gorî zaninan, Gorgîas di nav Sofîstan de zilamekî xweşgotarbêj bûye û cara pêşîn yê ku hunera retorîkê (hunera gotarê) bikar aniye, Georgias e. Gorgîas wisa dewlemend bûye ku, peykerekî xwe yê zêrîn dide çêkirin û li perestgeha Delphoîneyê, radixe seyra mirovan. Gorgîas, hemû derfetên dewlemendiyê bikar aniye û heta 107 saliya xwe jiya ye.

Berhemên wî yên ku têne zanîn 

1- Li Ser Tinebûnê.

2- Pesindana Helenê  ne.

Ji Gotinên Gorgîas

1- Ne gengaz e ku mirov bi riya aqil têbigihêje Xwedê, Xwedê ji ber vê yekê rasteqîn e. 

2- Bi axaftinê, hûn dikarin hemû daxwazên xwe bi mirovan bidin pejirandin. Lewra, ew ji zanayiyan bêpar in. 

3- Tu tişt tune. Hege hebe jî, mirov tênagihêjê. Hege em têbigihêjin jî, em nikarin ji tu kesekî re vebêjin û guftegoy bikin.

‘Wiha xwiya dike ku, Gorgîas bi vê gotinê re Nihîlîzmê parastiye.  Nihîlîst, baweriya xwe bi tu tiştî naynin, an wiha difikirin ku tu tişt na rasteqîn e.’

4- Ji ber ku ne li ber çav e, nenas e. Ji ber ku ne hebûn e û xwiyakirinek e, bêhêz e. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtin qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin