Girseyên Civakî

Girseyên Civakî
Girseyên Civakî 

Dema ku mirov bixwaze behsa girseyên civakî bike, mirov dikare bibêje ku di navbera girseya şexsan de, nêzîkatîyeke fizikî heye. Lê, mirov nikare bibêje ku ew di nav têkîliyeke civakî [sosyal] de ne. Lewra, ew bi tenê ji ber çend sedemên cihêreng hatine cem hevdu. 

Girse: Yığın 
Civatok: Topluluk 

Texlîdên Girseyên Civakî 

1- Elaletên [Qelebalixên] Ji Rêzê: Ev cure girse, ji bo demeka kurt pêk tê û di navbera mirovan de, bi tenê ji hêla fizikî ve nêzîkatiyek heye. Mînak: Mirovên ku li rawestgehê li benda otobosê ne, mirovên ku li benda pêketina şewqên trafîqê ne. 

Elalet: Kalabalık 

2- Elaletên Çalak: Elaletên ku di encama kişkişkirin û navtêdanê pêk hatine û êrîşkar in. Mînak: Yên ku beşdarê pevçûn û tevgereka wêrankirinê dibin û hwd. 

3- Temaşevan û Guhdarvan: Girseyên civakî yên ku bi armanca maç, şano, konser, sînema, sîrk û konferansekê hatine cem hevdu. 

4- Elaletên Xwepêşandanê: Civatokên ku dixwazin bi rêya protesto, mitîng, grev û boyqotê, dengê xwe bilind bikin. 

5- Civatokên Dêlindêzan: Civatokên mirovan yên ku ji bo cenaze, cejn, bîranîn û şahîyeke, hatine cem hevdu.

Ali Gurdilî
info@felsefevan.org  

 
 

Bersivekê binivîsin