George Berkeley û Felsefeya wi ya Immateryalîst

George Berkeley û Felsefeya wi ya Immateryalîst

George Berkeley û Felsefeya wi ya Immateryalîst| Ali Gurdilî 

Immateryalîzm, ango bêmaddeperestî; navê dazanîna îdealîst ya kirdewar e (oznel-subjektîv) ku ji aliyê ramanwer Berkeley ve hatiye damezrandin. Ger mirov bixwaze ku bi awayekî hêsantir bibêje, wê demê mirovî dikare bibêje ku navê felsefeya îdealîst ya George Berkeleyî ye. Li gorî vê dazanînê made, hilbereka raman e. Jiber ku madeyê înkar kiriye, mirov dikare vê dazanînê wek tunemaddeperestî jî bi nav bike…

Li gorî bîr û baweriya George Berkeleyê (1685-1753) metran ku mirovekî îngilîz e, heyîn têgihîştin (bîrbirin, serwextbûn) e û li derveyê têgihîştin e û ramanên me jî, made tune.

Berkeley di pirtûka xwe ya bi navê <Treatise on the Princivles of Human Knowledge> (Lêkolîna Li Ser Hêmanên Zanayiya Mirovî 1970) de li ser vê babetê wiha dibeje: <Hemû kes dizanin ku pêşnûma, beyî zêhma mirovî tune nin û nikarin hebin jî. Herweha hindek tiştên ku em bi wan dihesin hebin jî, em dîsa dizanin ku ew li derveyê zêhna me nikarin hebin.>  

Hege em baş bi gotina <hebûnê> bizanibin, wê demê em ê çêtir têbigihêjine gotinên wî: Dema ku ez dibêjim ev maseya ku ez li ser dinivîsînim, di vê gotinê de armanca min ew e ku ez dixwazim bibêjim ku ez çav bi masê dikevim û destê xwe têde didim. Wekî vê yekê bêhnek hebû, jixwe ez bi bêhnê têgihîştimê; dengek hebû, ez bi deng têgihîştimê…

Eşkere ye: ya ku di vir de heye, a ku hatiye têgihîştin e.

George Berkeleyî bi vê angaşta xwe re, li hemberê madeperestiyê/materyalîzmê têgoşiya ye. Berkeley ji xala ku dibêje <wanekên fizikî (nesneyên fizikî) pêşnûma ne.> dest pê dike û dibêje <pêşnûma jî bi têgihîştinê dikarin hebin û ji ber vê yekê jî, wanekên fizikî; ji bilî têgihîştinê ne tu tişt in.>  

Dîsa di pirtûka xwe ya bi navê <Three Dialoques Between Hylas and Philonous – Sê Gotubêjên di navbera Hylas û Philonousî de> de jî, vê ramana xwe berfirehtir dike. Di vê pirtûka xwe de jî dibêje ku <gerdûna ku em têgihêjinê, ew gerdûn e ku em bi sehekên xwe têdigihêjinê. Herweha, ji bilî sehek û pêşnûmeyan, tu tişt nikare were têgihîştin û Ti pêşnûma, ji bilî zêhna me; li tu derê nikare hebe jî.>

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

24.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/immateryalizm-bemaddeperesti.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…                                           

Bersivekê binivîsin