Gautama Buddha

Gautama Buddha

Gautama Buddha (B.Z.563-483) 

  Gautama Buddha (Buda) damezranerê  Budîzmê (ola Budîzmê) ye û navê wî yê rasteqîn Gautama, an jî Sakyamunî ye. Bi navê Siddharta jî tê nasîn. Mirovekî efsanewî ye. Hinek mirov dibêjin ew pêxemberek e û hinek jî dibêjin ku ew fîlozofek e.  Beriya wî jî çend “Buda-Buddha” hatine û çûne, belku jî navê Buda (Buddha) navekî kevnoşopî bû ku li gelek mirovan hatiye danîn.

Kurê lawmîrekî (pismîrekî-prensekî) bû, piştî ku daketiye nav kûrahîya wateya jiyan û mirinê, qesra bavê xwe terk kiriye. Ji bo ku bikaribe ramanên xwe belav bike, li seranserê welat gerîyaye. Di heştê (80) salîya xwe de çûye ser heqîya xwe.

Ev deh guneh jî ev in:

1- Kuştina mirovan

2– Zina

3- Dizî

4- Derew

5- Gotugot (xeberdanên derewîn)

6- Sîxef (dijûn-dijmin)

7- Çenebazî (zimandirêjî, pirbêjî)

8- Hesûdî

9- Rik

10- Tunebûna îmanê (kêmîmanî)

Gelek xwedan hene, dijîn û dimrin, carekê din têne zayînê û dest bi karên xwe dikin.

Çi gotiye Buddha?…

1- Gengeşîyek ne bi nîqaşê, divê bi şêrînî, dîplomasî, henûnî û bi rêzdarîyê ji holê were rakirin.

2- Hewl bidê da ku tu bikaribî digel hemû çepelî û xaîntiya dinyayê, xweşîkiya wê bibinî.

3- Heta ku ji destê te were bibe dostê xelkê, lê tu carê radestî (teslîmê) tu kesî nebe.

4- Karê te çiqasê biçûk be bila be, tucarî dev jê bernede. Lewra karê te sparteka jiyana te ye.

5- Ji esmanan wek baranê zêr bibarin, dîsa jî ne besê têrkirina xwestekên mirovan in. Lê mirovê ku bizanibe têrbûn digel zewqeka biçûk êşeka mezin dide mirov, ew mirovekî zanyar e.

6- Başî, ji başîyê û xirabî jî, ji xirabîyê çêdibe.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin