Friedrich Nietzsche

Friedrich Nietzsche

Friedrich Nietzsche (1844-1900) 

Fîlozofê alman. Profesorê zimanê yewnanî. Gotiye ku: ‘Xwedê mir.’

Peresanê parastîye. Jiyanê wek şerekî dibîne. Dibêje yên bihêz, mafdar in. Yek jî xwediyê ramana ‘mirovê raser’ e. Gotiye ku xwe bilind bikin. Hûn di destpêkê de bûne mirov, niha jî bibin mirovên raser.

Xwe ji war û demê rizgar bikin.

Ev gotinên wî, bi awayekî çewt hatiye têgihiştin û bikaranîn. Mesela tê gotin ku ramana wî ya ‘Mirovê raser’ ji aliyê Hîtler ve ji bo nasyonel faşîzmê hatiye bikaranîn. Dîsa li gor bîr û bawerîya Nietzche, gerdûn bêwate ye. Lê divê ku mirov ne bedbîn bin. Bi îradeya xwe mirov dikarin bi ser bikevin. Mirov dikare bibêje ku felsefeya wî, felsefeyeka jiyanê ye.

Ramana ‘vegera bêdawî’ anîye rojevê. Li gor bawerîya wî, jiyan dubarebûneka bêdawî ye. Berê, bi hezar caran ji atomên me jiyan pêk hatine û wê piştra jî, bi hezara caran bi atomên me jiyan pêk werin. Nexwe, hege wiha be, tirsa mirinê bêwate ye. Berhemên xwe, bi zimanekî helbestîk nivîsandiye.

Çi Gotiye Nietzsche?

1- Di jiyanê de tu tişt wekî rikê, mirovan narizîne.

2– Hemû gul û beybûn diçilmisin, hesin û pola dişikên. Lê dostanîyeka zexim, ne dişkê û ne jî diçilmise.

3– Ev jî têde, hemû gelemperîkirin çewt in.

4– Tevgera herî mirovî, rêlibergirtina jibîrkirina mirovekî ye.

5– Daxwaza min ew e ku, tiştên ku xelk di pirtûkekê de vedibêjin, ez wan di deh hevokan de vebêjim.

6- Qenciya herî dawî ya mirinê, ji holêrabûna mirinê ye.

7- Tiştê min nekuje, min bi hêz dike.

8- Divê hûn amade bin ku di nav pêtên xwe de bişewitin. Nexwe heta ku hûn nebin xwelî, hûn ê çawa xwe nû bikin?

9– Hêvî, xirabiya herî dawî ye. Lewra, îşkenceyê dirêj dike.

10– Giyana mirov, bi hilbijartinên mirov tê destnîşankirin.

11– Yê ku bi gotina xweş û bi pêşgeran (qenaetan) dinivîsîne, ew ne xwendinê, lê jiberkirinê dixwaze.

12- Hege ji destê we neyê ku hûn bibin têgihiştîyên zanayîyê, qet nebû bibin şervanên zanayîyê.

13– Û ceza, hege ji bo ê êrîşkar ne di heman demê de ne maf û şerefek be, bila ceza we, kêm bimîne!

14– Li hemberê bayê, ji tifkirinê birevin.

15– Baş e, hûn dostino. Gelo hûn bawer nakin ku mirov dikare li ser eciban û ecibandinê guftegoy bike? Lê hemû jiyan, li ser eciban û ecibandinê guftegoyek e.

16- Mafekî ku tu bikaribî bidest bixî, divê tu rê nedî ku ew bidine te!

17– Giyan li ser pêsîra jiyanê, kêraka çikandî ye.

18– Hemû tişt ji hevdu, êdî pêwîst in.

19– Êş dibeje; hilweşe!

20- Hege ez ji te hez bikim, ji te re çî?

21– Bawerî wek dijminên heqîqetê, ji derewan êdî xeternak e.

22- Mirov, ne wekhev in.

23- Em çiqasê bilind bibin bibin, êm ê dîsa jî li ber çavê wan kesên ku nikarin bifirin biçûk xwiya bikin.

24- Jin di nava jinê de divê bigihêjinin azadiyê.

25– Yên ji hevrazanan hez dikin, divê baskên wan hebin.

26- Yê ku hilkişiya be çiyabilindan, wê bikene bi hemû leyîstik û rasteqîniyên dilsoj re!

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin