Francîs Bacon û Atlantîsa Nû

Francîs Bacon û Atlantîsa Nû

Francîs Bacon û Atlantîsa Nû

Mahmut Ozçelik

  Mirov pirtûkên utopîk yên ewil hatine nivîsîn wekî xelekên bi hevdu ve girêdayî bifikire, wê çaxê dikare wekî xeleka sêyem pirtûka Francîs Baconî ya bi navê “Atlantîsa Nû” bihesibîne. Ji ber ku xeleka yekem “Utopîa”ya Thomas Moreyî ye (1516), xeleka duyem Welatê Rojê ya Campanella ye (1602). Di xeleka sêyem de pirtûka F. Baconî ya bi navê Atlantîsa Nû cih digire û li gor texmînan di navbera salên 1624 û 1625an de hatiye nivîsîn.

Mijara vê nivîsarê, li ser vê pirtûka utopîk e. Pirtûk wekî pirs û bersîvan diherike. Pirs ji hêla deryavanên gerok/biyaniyan ve tê kirin û bersiv jî ji hêla xwediyên giravê ve tên dayîn. Di vegotina pirtûkê de diyalog esas hatiye girtin. Bersivên pirsan bi gelemperî ji hêla sê kesên li Atlantîsa Nû bi cih bûyî tê dayîn: Jê yek Midurê Mala Biyaniyan e, yê din têcirek cihû ye ku li wir bi cih bûyî ye, yê din jî rahîbek e ku ji berpirsiyarê herî mezin ê “Mala Salomon” e.

Francîs Baconî kî ye? Ger mirov ji nivîskarê pirtûkê dest pê bike hin agahî wiha rêz dibin: F. Baconî ji malbateke maqûl ya îngilîzî ye. Li Londonê tê dinyayê (1561). Piştî xwendinek baş wekî ebûqat/parêzer dest bi xebata xwe dike. Dû re li hin herêmên Îngilistanê wekî parlementer nûnertiya gel dike. Ji wê jî wêdetir dibe serek-dadger. Di dema vî karê xwe de, bi gumana bertîlgirtinê tê tawanbarkirin û dû re jî ji hemû karên dewletê bêpar tê hîştin. Piştî vê rewşa neyînî, hemû hêza xwe dide xebatên li ser felsefeyê û wê berhema ku me li jor wekî xeleka sêyem ya ji berhemên utopîk yên ewilîn dihesiband, dinivîse. Ji ber xebatên xwe yên zanistî, vê pirtûka xwe -Atlantîsa Nû- bêyî temam bike, mixabin di nîvî de dihêle.

Di sala 1626an de bi nexweşiya zatûreyê dikeve û di heman salê de dimire. Piştî mirina F.Baconî sekreterê wî dr Rawley pirtûka wî bi zimanê îngilîzî di sala 1627an de diweşîne, dû re pirtûk bi zimanê latînî tê weşandin (1638) û wekî pirtûkeke nemir ya utopîk di nava klasîkên dinyayê de cihê xwe digire. Her wisa F. Baconî jî wekî mirovek di rêveberiya dewletê de cih girtiye û xwedî ezmûnan e, hemû jiyana xwe di oxira felsefe û zanistê de xerc kiriye, xwestiye bi riya fîlozofiya xwe bala mirovan bikişîne bi ser dewletek îdeal ya mirovahî tê de bi bextewarî dijî.

Çîroka Atlantîsa Nû: Çîroka Atlantîsa Nû bi rêwîtiya deryavanên Ewropayê ku ji pêncî û yek mirovî pêk tê û dixwazin cihên nû keşf bikin, dest pê dike. Di nava rêwîtiyê de riya wan bi welatê Başûrê Amerîkayê/Perûyê dikeve, salek li wir dimînin, dû re maceraperestiya xwe ber bi Çîn û Japonyayê ve didomînin. Rêwîtiyek bi xetereyan ve tijî û bi ba û bahozan re rû bi rû dimîne, dibe para wan. Ji ber ba û bahoz û pêlên mezin, riya xwe winda dikin. Di dema ku êdî bi temamî hêvîşikestî dibin, çavên wan bi reşahiyek di nava ewran de bi zor dixuye, dikeve. Pê re-pê re xwe digihînin giravek ku paşê navê wê hîn dibin: Girava Bensalem. Ev nav ji zimanê îbranî tê: “Ben” di maneya kur/law de ye, “salem” jî navê bajarê Qudsê yê kevn e. Dema her du peyv dibe peyvek hevedudanî dibe Bensalem yanê Kurê Qudsê; ji hêla din ve jî di erebî de “salem” di wateya aramî, ewlehî û aştiyê de ye (r. 44).

Dema rêwiyên deryavan nêzîkiyê li keviya giravê dikin, li wir elaletek mirovên bi ço û daran, nahêlin ku ew ber bi giravê ve gavan biavêjin. Piştî demekê, ji giravê çend mirovên qedirbilind bi kelekekê xwe digihînin keştiya van mirovên biyanî. Ji van mirovên qedirbilind jê yek, nivîsek bi çend zimanên wekî yûnanî, îbranî, îspanyolkî û latînî hatiye nivîsîn û bi xaça xiristiyaniyê ve hatiye mohrkirin û tê de tê daxwazkirin ku ji herêma wan dûr bikeve, radestî wan dike. Berî dûrketinê jî ger pêwîstiya wan bi xwarin, vexwarin an dermanan hebe, dê giravî wekî mirovhez bi dilxweşî alîkariya wan jî bike. Lê ev mirovên biyanî dema xaça xiristiyaniyê di bin nivîsê de wekî sembolek dibînin, hêviyên wan ji nû ve zindî dibe. Ji nûnerê giravê daxwaz dikin ku hin nexweşên wan ên li ber mirinê hene, bila alîkariya wan bikin û riya rûzemîna giravê li wan vekin.

Bi saya zimanê îspanyolkî di dawiyê de hevdu fêhm dikin, nûnerê giravê qanî dibe ku ev rêwiyana ne korsan in. Ola wan ya hevpar -xiristiyanî- jî karê herdu aliyan hêsantir dike. Ji ber ku hem rêwî, hem jî giravî xwedî baweriya/ola xiristiyaniyê ye zû li hevdu germ dibin. Rêwiyên biyanî di bin venêrîna hin peywîrdaran de diçin cihê ku ji bo wan hatiye terxankirin ku wekî “Mala Biyaniyan” tê zanîn. Bi çavlêketina vê malê re deryavanên biyanî di şaşwaziyê de dimînin. Çimkî ev mal pir ciyawaz e; ji bi dehan jûran pêk hatiye, tûxleyên wê hêşîn/şîn in û paceyên wê jî gelek balkêşin. Ji pêncî û yek mirovên gerok/deryavan jê yên nexweş ku hivdeh kesin tên cihêkirin û yên din du kes-du kes li jûrên qonaxa xweşik tên bicihkirin. Bi alîkariya şeş xizmetkaran di nava çend rojan de bi xwarin û vexwarinên xweşik tên dermalekirin û ji westîna rêwîtiya bi qasî salek e didomiya xelas dibin. Bi şerabên cur bi cur jî sermest dibin: Şeraba tiriyan, şeraba sêvan û bîraya ji genim…

Piştî sê rojan midurê “Mala Biyaniyan” di nava cilûbergên şînî yê esmanî de li hember wan dixuye û xwe wekî rahîbek xiristiyan dide nasîn. Rahîb mizgîna destûra li giravê mayîna nêzî şeş hefteyan radigihîne û dide zanîn ku di mabêna van şeş hefteyan de dê her pêwîstiyên wan ji hêla xezîneya dewletê ve were pêkanîn. Bi vê mizgîniyê re deryavanên biyanî mîna ku xwe li welatê ferîşteyan bibînin kêfxweş û dilaram dibin. Midur tenê qedexeyek radigihîne wan ku divê zêde ji sûrên/bedenên bajêr bi dûr nekevin.

Di hin diyalogên ku bi midurê Mala Biyaniyan re çêdibe de, em hîn dibin ku ev Girava Bensalem ku welatê herî bextewar tê hesibandin, xwedî dîrokek gelek kevn û kûr e. Berî sê hezar salan jî xwedî keştiyan bûye û bi saya van keştiyan li her derên dinyayê geriyane, her wisa jî ji her derên dinyayê ji netewên dewlemend deryavan hatine û li welatê wan bi cih bûne. Bi saya vê bicihbûnê ew jî hem fêrî zimanên gelek netewan bûne, hem jî derheqê çand û jiyana wan de bûne xwedî agahiyên mezin. Jê hin qewm û neteweyên li Bensalemê bi cîhbûyî ev in: Pers, keldanî, ereb, tatar, fenîkî, kartacayî, çînî û hwd.

Di vê pirtûkê de em hînî çîroka windabûna welatê bi navê “Atlantîsa Mezin/Amerîkayê” ku pir nêzî Atlantîsa Nû/Girava Bensalemê ye jî dibin. Nivîskar wî welatê xweşik wiha tîne ziman: Bi qesrên xwe, bi perestgehên xwe, bi zozan, robar û çiyayên xwe ve welatek di nava îhtîşamek mezin de ye. Çawa dibe rojek ji nişkav ve hildiweşe û ji ber çavan winda dibe. Li gorî divêtiyan; an noqî binê okyanûsê dibe, an jî bi lehiyê re rû bi rû dimîne û tenê hin mirovên li lûtkeyên çiyayan û hin teyr û tilûrên li bilindahiyan xelas dibin. F. Baconî vê karesata windabûna wî welatî wiha tîne ziman: “Birayên min va ye hûn dibînin; di encama vê bobelata mezin ya wê çaxê de, ji ber ku ji wan tu tişt/berhem nema, di navbera me û amerîkiyan de danûstendina bazirganî jî xelas bû. Nexwe ji ber ku berê pir nêzî axa ku em lê dijîn bûn, li gorî mirovên din yên dinyayê, me bi wan re hêj zêdetir bazirganî dikir (r. 59). Sedema bêkokbûna Amerîkayê bi vê tofanê ve girê dide ku her tişt bi vê tofanê re tune dibe.

Çîroka windabûna “Atlantîsa Mezin” bila li hêlek bimîne, di esasê xwe de kes nizane ev welat hebûye an tunebûye. Mînak di çîroka ku Platon vedibêje de cihê wî wekî li rojavayê Avtenga Cebelîtariqê be tê kifşkirin. Hin kes jî dibêjin ku ev welat-bajarê xweşik di bin Deryaya Spî de maye û nêzî Girava Qibrisê ye… Hinek şûnwarnas jî li gorî dane û lêkolînên xwe yên li nêzî Kûbayê di bin behrê de kirine, kifş dikin ku welat-bajêrê windayî li vê derê di bin avê de ye. Her kes û çîroka xwe lê ya dimîne jî ew meraqa mirovan ya ji bo wê heyama şaristaniya îhtîşam e ku dibêjin dîroka wê digihêje B. Z. 9000(neh hezar) salî.

Atlantîsa Nû/Girava Bensalemê di her hêlê de xwedî gelek pêşketinên dibe ku tenê di vê heyama modernîst ya ku em têde dijîn de were dîtin e: Gol û hewzên wan yên her cure masî û teyr tê de dijîn; bîrên avê yên ji bo tenduristiya mirovan ku tê de lêkolîn tên kirin, baxçeyên wan yên her cure fêkî û nebat lê hişîn dibin û li ser wan lêkolîn tê kirin û hin jê bi mudaxeleyên zanyaran vediguherin cureyên nû û hwd. Dîsa pêşketina di hêla serevaniyê de – beyî dema hatina demsala wê be çandina hin nebatan û ji hin daran wergirtina fêkiyan- park/baxçeyên sergirtî yên ji bo her cure heywanî û li ser wan ji bo di xizmeta tenduristiya mirovan de be pêkhatina xebatên zanistî; avahiyên fireh û mezin yên ji bo xebatên bûyerên xwezayî, sedem û encamên van bûyeran, jûrên tenduristiyê yên ku di xizmeta nexweşan de û temenê mirovan dirêj dike, hemû di nava ahengekê de ji bo dahatûya welatê Atlatîsa Nû tên bikaranîn.

Li vî welatî di her hêlê de pêşketin û îcad heye: Ji vexwarinên ji tevlihevkirina hingiv û şekir çêbûyî bigire hetanî şerabên ji ava sêvan, nanên bi tevlihevkirina genim, gûz û şambelotan hatiye çêkirin bigire hetanî dermanên ji nebatên cur bi cur hatiye bidestxistin. Dîsa ji atolyeyên ku hilberîna kaxiz, hevrişîm û kitanan dike mirov têdigihêje ku ev welat ji hêla pîşesaziyê ve jî bi qasî hewcehiyê welatiyan dabîn bike, bi pêş ketiye. Ji “malên hunerê yên optîkê” hetanî “malên dengan” şaxên her cure zanist û hunerî tê zanîn. Di “malên hunerê yên optîkê” de her cure mercek û berçavk tê çêkirin. Di “malên dengan” de hunera muzîkê derdikeve pêş, alavên muzîkê ku li tu derê dinyayê nayê zanîn, zengil û naqosên dengxweş tev de tenê li vî welatî deng dide… Hetanî robotên ku tevgerên mirovan, tevgerên ajalên çarling texlîd dikin jî çêkirine û kirine xizmeta welatiyên xwe. Ji bo firokeyan çêbikin jî firîna teyran ji xwe re mînak girtine û di nava hewldana çêkirina wê de ne…

Rêveberî: Di vî welatî de rêveberiya qraltiyê/keyîtiyê serwer e. Qralê wan yê herî navdar Solamona ye. Bi qanûnên xwe yê ji bo saziyek civakî ya bextewar pêkbîne navdar e. Hetanî welatek wisa bextewar diafîrîne ku tenê di xeyalan de welatekî wisa hebe. Çimkî biyaniyên ku tên vî welatî ji bilî çend kesan tu kes naxwazin ku cardin vegerin welatê xwe. Ji welatiyan re tenê qedexeyek heye ew jî qedexeya ji welat derketinê ye. Çimkî li gorî qanûnçêker mirovên ku diçin welatên din û vedigerin, dibe ku xisletên wan yên nebaş bi xwe re bînin û bextewariya welêt xera bikin. Taybetiyek vê giravê jî ew e ku têkiliya tu kesî bi gendeliyê re çênabe. Bertîlgirtin di civakê de der exlaqî tê dîtin.

Ol: Li vê giravê ola xiristiyaniyê ya demên herî ewil ku hêj nehatiye guhertin serwer e. Dewlet li gorî rêgezên olî tê birêvebirin. Ol bi zanistan ve hatiye qewînkirin û civak hêza ol û zanistê di nava aramiyek bêhempa de dijî. Oldarên di rêveberiya dewletê de, wekî nûnerên xwedê tên dîtin û hurmetê dibînin. Li gorî çîroka di pirtûkê de tê vegotin, ola xiristiyaniyê bi saya mucîzeyek digihêje vê giravê. Çîrok wiha ye: Rojek mirovên giravê di nava okyanûsê de tîrêjên dişibin stûnan dibînin. Dema bi kelekekê alimek ji cemaata wan nêzî stûna şewqdêr dibe, dibîne ku stûn veguheriye sandoqekê. Gava alim sandoqê vedike, di hundir de nameyekê û pirtûkek ku hemû beşên Încîlê/Mizgîniyê lê nivîsiye dibine, di nameyê de jî çend gotinên Ezîz Bartholomaeus ku hewariyê pêxember Îsa ye, heye. Bi saya vê pirtûkê ji bêbawerîbûnê rizgar dibin.

Jiyana Civakî: Jiyanek baviksalarî derbasdar e. Ji mezinê malbatê re Tîrsanus tê gotin. Di kevneşopa vê dewletê de li darxistina “şahiya malbatê” heye, lê bi şertê ku mezinê malbata ku şahiyê li dar dixe ji ezbeta xwe herî kêm xwedî sî endamî/ewladî be û salên wan jî ji sê saliyê biçûktir nebe. Malbata ku xwedî van şert û mercan be dikare şahiya malbatê li dar xe. Ji rayederên dewletê jî hin kes -wekî serokê bajêr, qasidê qral û hwd- beşdarî şahiyê dibin. Taybetiya vê şahiyê ew e ku rê nîşanî endamên malbatê bide, yên xwedî xisletên xerab şiyar bike, pirsgirêkên heyî çareser bike. Di dema şahiyê de ji xezîneya dewletê alîkarî û hin rutbeyên şerefê jî ji bo mezinê malbatê -Tîrsanus- tê diyarkirin. Hemû lêçûna vê şahiyê ji hêla dewletê ve tê dabînkirin. Girîngiyek mezin didin saziya zewace. Kerxane, fahîşe û dostik li Welatê Bensalemê nayê dîtin. Bi vebêjiya cihûyek li wir bi cih bûye, li ser nirxê zewacê gelek şîrove tê kirin û ev cihû li hember nirxdayina malbatê ya li vî welatî, ewropiyan rexne dike ku li Ewropayê tu qîmetê nadin zewacê. Li gor wî cihûyî, mirovên ewropayî yan qet nazewicin an jî pir dereng dizewicin û tenê li dû şehwetê ne. Çawa qîmetê didin “malbatê” her wisa jî nirxê didin biyaniyan. Kesên biyanî di “Xaniyên Biyaniyan” de diezimînin û her cure pewîstiyên wan bi cih tînin.

Huner û zanist: Li vê giravê xebatên zanistî karek gelek girîng e. Ji bo vê xebatê enstîtuyek ava kirine û wekî “Mala Salomon” bi nav kirine. Navê vê enstîtuyê yê din jî “Dibistana Karên Şeş Rojî” ye. Ev nav ji baweriya cihûyan/îbraniyan tê ku li gorî wan xwedê dinya û her tiştên têde di nava şeş rojan de xuliqandiye. Li vir tê dîtin ku nivîskarê Atlantîsa Nû hay ji çanda îbraniyan heye. Hetanî dibe ku navê “Salomon” jî ji navê qralê îbranî, Suleymanî wergirtibe. Ne tenê çanda cihûyan, mirov wisa difikire ku haya nivîskar F. Baconî ji çanda ereban jî heye. Çimkî navenda xebatên zanistî yên vî welatî -“Mala Salomon”- pir dişibe Beytûl Hîkme (Mala Zanînê) ya dema Abasiyan ku ji hêla xelîfe Memun ve, di sedsala 9an de li Bexdayê hatibû avakirin û bi xebatên zanistî re mijûl dibû. Zanyarên Îslamî wê çaxê gelek pirtûkên klasîk û felsefîk yên dema Yûnanistana Antîk û Împaratoriya Romayê wergerandibûn erebî û bi vê xebata xwe jî bûbûn hîmdarên felsefeya îslamî û ronesansa di îslamê de rûdayî.

Piştî derbasbûna gelek salan ev çanda îslamî îcar jî dibe egera ronesansa li Ewropayê jî. Lê çi dibe bila bibe divê bê zanîn ku li welatê di xeyalê F. Baconî de, welatî bi xebatên zanistî dixwazin hemû razên di xwezayê de keşf bikin û di xwezayê de tişta ku nayê zanîn nemîne. Ji bo xebatên zanistî ji xwe re hin herêm ava kirine. Wekî “Herêma Jêrîn” û Herêma Jorîn. Li Herêma Jêrîn ku di bin erdê de, an jî di bin çiyayan de pêkhatiye de, şikeftên wan yên kûr hene, di hundirê wan de hin xebat tên meşandin: Di van şikeftan de li ser her cure cîsimî lêkolîn tê kirin; ji bo hişkkirina wan, cemidandin, parastin û veşartina wan, ji bo hilberîna madenên nû ku wê bişibin madenên xwezayî, hilberîna madenên çêkirî/sûnî jî di van şikeftan de dibe. Dîsa kesên dixwazin jiyana xwe di silûkê de derbas bikin jî di van şikeftan de dimînin. Herêma Jorîn jî li lûtkeyên çiya wekî kokeleyan tê çêkirin û li wir jî xebatên zanistî yên raçavkirina asîmanî û rewşa hewayê tê kirin: Wekî tevgerên ba û baranê, berf û zîpik û tevgerên kevirên asîmanî û hwd.

Bi fermana qral her dozdeh salan carê du keştiyên ji endamên “Mala Salomon”ê pêk tê, li her derên ku dikarin herinê digerin, her cure zanist û hunerên li wan welatan pêşketiye, keşf û îcadên bûyî, fêr dibin û tevî agahiyan vedigerin welatê xwe û ji bo bi hêzbûn û geşedana welatê xwe bi kar tînin. Damezrandina vê enstîtuyê mirov dikare wekî fikra F. Baconî ya “pêşketina civakan tenê bi zanistê gengaz e” bibîne. Zanistê wekî hîmê esasî yê pêşketinê dibîne. Şêniyên vê giravê; bi ziman, çand û şêweyê jiyana welatên cur bi cur yên bi hezaran kîlomêtreyî ji girava xwe dûr dizanin. Derheqê jiyan û zimanên ewropiyan de her tiştî dizanin. Lê berovajî vê zanîna wan, tu kes hay ji vê girava nepen û naxuyayî tuneye.

Çîroka Atlantîsa Nû bi gotinek rahîbê “Mala Salomon” ku ji deryavanek re dibêje, ji nişkav de xelas dibe, ev jî bi jêrenotek sekreterê nivîskar re tê kifşkirin ku ev pirtûk nehatiye temakirin û di nîvî de hatiye hîştin. Gotina dawî ya rahîb ji deryavan re dibêje ev e: (…) em li vir wekî neteweyek li dinyayê qet nehatiye naskirin, di hembêza xwedê de dijîn (r. 106).

Çavkanî: Francîs Bacon, Yenî Atlantîs/Atlantîsa Nû, Weşanên Alfa, çapa yekem 2014. 

Wergera ji latînî bo tirkî: Çiğdem Dürüşken

Bersivekê binivîsin