Francesco Petrarca

Francesco Petrarca

Francesco Petrarca (1304-1374) 

Di nav reça ronesansê de “di humanîzmê de” rolê helbestvanê Îtalyan Francesco Petrarca pirr girîng tê dîtin, ku ev mirov, bav an kalikê humanîstan tê hesibandin. Lewra, heyama navîn û heyama nû di berhemên wî de ji hev têne veqetandin.

Di behremê wî de bi hêsanî, raman û bandûra dîtinên dêrê têne bihîstin. Lê dîsa jî; pirrenbûna jiyanê, wî ber bi jiyana nû û pirsgirêkan ve kişandiye. Heza wî “mîna binhişê” navenda giraniya ramanên wî ye. Hêza xwe jiya ye û ji ber vê yekê jî ketiye nava pergalekê pêşverû û ji bona ku hêza xwe bibîne, berê xwe daye lîteratura antîk û bi coş, li ser vê lîteratûrê rawestiya ye. Ev mirov bi vê helwesta xwe re, dibe nûnerê ronesansê yê pêşîn.

Gelo, Petrarca çi kiriye?

Petrarca, xwe fêrî zimanê grekî kiriye û li ser berhemên kevnare rawestiya ye. Li ser fîlozofên antîk, biyografya û helbestan nivîsandiye. Petrarca di nivîsên xwe de ji pirsgirêkên teorîk, zêdetir li ser pirsgirêkên rewiştî “exlaqî” rawestiya ye û dilrenciya wî ya resen, pêşxistina zagona hunera jiyanê ye.

Ji bona vê yekê jî; felsefeya“Stoa” wek mînak hilbijartiye û nemaze, li ser  “Stoayê Romayî” rawestiya ye. Di ronesansê de bi saya vê yekê, cara pêşîn felsefeya “Stoa” dinasin.

Li gorî nêrîna Petrarca: Wekî felsefeya Stoa, berxwîdarî gihêjtina serdestiya giyan e û ji bandûran xwe rizgarkirinek e.Ji bona vê yekê jî, divê ku mirov bi serê xwe tenê bijîn û di tênetiyekê de bimînin, binivîsînin, bifikirin û carinan jî, herin serdana hogir û hevalên xwe. Di berhema xwe ya bi navê “De vita solitaria” ango “jiyanekê bi tenê” de dibêje ku; “Jiyaneka bi tenê an bi serê xwe, ji bona pêşketinê pêwîst e û ev yek, wezîfeyeke jî. ”

Mirov çiqas bikaribe xwe ji bandûra derve xilas bike, wê hewkas bigihêje giyanekê aram. Wisa xwiya dike ku Petrarca heta vê derê mîna  “Stoa” difikire. Lê piştî vê xalê, dîtinên dêrê dikevin nav ramanên wî û ramanên wî tevlîhev dibin. Û piştra dibêje ku: “Mirov, ancax bi alîkariya Xwedê an jî bi rêzaniya wî, dikare ji tirsa mirinê xwe rizgar bike û bigihêje armanca xwe, ango berxwîdariyê.”

Mixabin, Patrarca bi alîkariya Xwedê jî nagihêje vê yekê û bi vê rewşa xwe re dikeve bedbîniyê. (Pesisîzmê) Bêguman ev bedbîniya wî, ji bêganeniya mirovên heyama navîn çêtir bû. Lewra, Petrarca rûmetê dide jiyana xwe ya li vê dinyayê.

Li gor dîtinên Petrarca

“Jiyan di navbera vê dinyayê û di ya din de ne tenê pirek e, ew bi serê xwe jî hêjahiyek e.”

Di wê demê de, ew li hemberî jiyanê azad difikire û mîna fîlozofên antîk, ew jî rolê aqil girîng dibîne. Di dawiyê de, her alîkariya Xwedê daxwaz dike jî; ev xwestekê wî nayê cîh û piştî demekî, bawerî û ewla wî, ji Xwedayê dêrê re sist dibe. Lewra, dema ku mirov di nava pergalekê wiha de bijîn, wê demê wê mirov, dinyayê jî; mîna êşeka gerdûnî “acedian” bijîn. Dîsa jî, ew dîtinên Petrarca yên bedbîn bi baldarî hatine şopandin. Petrarca li Îtalyayê, felsefeyeka moralî ava dike û ev felsefe, dişibe felsefeya Cicero û Seneca.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin