Fosileke 4,28 Mîlyar Salî Hate Dîtin

Fosileke 4,28 Mîlyar Salî Hate Dîtin

Zanyar bi vedîtineke nû rojeva rojane ser û bin kirin, lewre zanyar di wê bîr û baweriyê de ne ku li darê dinê vedîtina fosîlên herî kevn, pêk hatiye. Fosîlên vedîtî bi qasî 3,77 û 4,28 mîlyar sal berê çêbûne ku hema bêje bi qasî gerdûna me temendirêj in. Matthew Doddê ji University College London wiha dibêje; “Meriv ji ber temenê fosîlên kevn ecêbmayî dimîne, fosîlên nû vedîtî ji me re destpêka vejiyînê ya ku bi qasî gerdûna me temendirêj in, destnîşan dike. Miîkrofosîlên vedîtî ji hematît-mîneralê pêk tê û li Kanadayê hatine vedîtin. Tê guman kirin ku fosîlên vedîtî, jêmahiyên bakteriyên hesinxwar û 3,77 mîlyar sal berê li der û dora kraterên bi ava germ jiya bûne. Beriya vê vedîtinê, sala par li “Welatê Kesk-Grînlend”ê vedîtina bakteriyên 3,70 mîlyar salî pêk hatibû. Fosîlên li Kanadayê di “Nuvvuagittuq-belt”ê de, şûneke bi baxir û çiya li rojhilatê Hudsonbaaiyê hatine vedîtin û naşibin fosîlên li Welatê Keskê hatine vedîtin. Lêkolîner di sala 2008an de xebateke taybet li ser zinarên li wê deverê pêk tînin û dibînin ku temenê zinarên li wê deverê bi qasî 4,28 mîlyar salî bûne. Dodd wiha berdewam dike; “Hin şûnên li ser rûyê erdê, şûnên pirr girîng in û li wir lêkolînên me her tim berdewam in. Nuvvuagittuq-belt jî ciheke pirr girîng e. Fosîlên li wê deverê pirr dişibin bakteriyên vê serdema me.”

Metîn Eser

Çavkanî: Nature / 04.03.2017 

Bersivekê binivîsin