Fosîla Kêzika 20 Mîlyon Salî

Fosîla Kêzika 20 Mîlyon Salî

Jiyana li Cemsera başûr pirr zehmet e, bi taybetî jiyana buxik/mêşûmoran li ser nuqteya herî başûr ya dinyayê zehmettir e. Li wê parzemîna sar û seqem her serwer e, bi tenê şop û rêça 3 cureyên mêşûmor tê dîtin. Lêbelê zanyar bi bidest xistina fosîla kêzikekê li wir hebûna hin cureyên din peyitandin.

Zanyar fosîla kêzikekê vedîtin ku kêzik bi qasî 14 heya 20 mîlyon sal berê li Cemsera başûr jiyaye. Ji vê vedîtinê tê fahmkirin ku Antartîka di wê demê de parzemîneke germ bûye. Bidest xistina fosîla kêzikê delîla pêşin e ku demekê li ser erdê Cemsera başûr kêzik jiya ne. Kêzikê ku niha li ser axa Antartîkayê tune ye û li seranserê cîhanê nayê dîtin, navê xwe ji kêziknasê binav û deng George E. Ball wergirtiye.

Metîn Eser

Çavkanî: Zookeys

04.12.2016

Bersivekê binivîsin