Firîna Romana Kurmancî, ji Sîbrî ber bi Skandînavyayê

Firîna Romana Kurmancî, ji Sîbrî ber bi Skandînavyayê

Firîna Romana Kurmancî, ji Sîbrî ber bi Skandînavyayê 

Sur û seqema Sîbrî, bayê Elegez, mij û dûmana Gilîdax, efsaneyên gola Wanê, efsûna Sîpanê Xelatê û fulklora Kurdên Êzdîyê Surgunbuyî yên Qersê, ji xwe ra Erebê Šemo wek Šivanê Kurmanca, wek çêkerê alfabeya Kurmancî û bavê Romana Kurmancî hilbijartin. Erebê Šemo, zor û zehmetîyên 17 sal surgunê, kire xezebeke avaker, xulqêner û mayinde. Vîn û îradeya Šivanê Kurmanca, li hember seqema kujer ya Sîbrîyê, bi ser ket û bi tîna dilê xweyî bišewat, dibûrên wê heland, aveke har û dîn jê peqijî û çarnikala Gulistana romana Kurdî pê şîn bû.

Romana Kurmancî li Sovyetê jidayik bû, kete rê, hemû çiya û newalên Kurdistanê da ber xwe û dawiya dawî li Swêdê konê xweyî 14 sitûnî veda û kirasê modernîteyê li bejn û bala xweyî nûgihayî kir. Ezê îšev di xewa xwe da bifirim Yêrîvana xopan, wezê xwe bigihînim ser tirba Erebê Kurda, emê bi hev ra bifirin Ameda rengîn û bibin mêvanê bavê romana modern ya Kurdî. Erebê kalik, Mehmed Ûzûnê kur û ezê nevî, emê behsa Apê Xelefê Êzdî û šivanê Kurmanca, Mam Sefoyê Ermenî, Bedirxanê mezin, Cizîra Botan, Medresa Sor, Hawara Dîcleyê,Birca Belek, Xanoyê Çengezêrîn, Kela Dimdim û hezaran erf û edetên Kurdewarîyê, ji xwe ra bikin bingeh.

Emê pişta xwe bidin Xatê Xanima Kurmanc, camêrên Gundê Mêrxasa, emê hilkişin ser çiyayê Mexso û emê di şerê mêrantiyê da bibin qesasê serê Qolîxanê Ecem. Emê bigihîjine Hewarîya Heciyê Cindî, emê Birîna Ehmedê Hepo, pê derman bikin, emê heyfa Kurdên Rêwî bi alîkariya Seîdê Îbo bistînin, emê Fincana Ferfûrî, jiber Gerdenzer û Ezîzên Kurdan, welgerînin û Bingeha fulklorê, mehkem bikin, Emê Xezeba Eskerê Boyîk bikin du beş û emê bihêlin ku di Pampa Wezîrê Eşo da olan bide û bibe sebeba tîmarbûyîna birînên hemû Dê û Dêmariyên Egîd û Xudoyên me, Emê şîreta apê Ehmedê Mirazî ji xwe ra bikine guhar, emê tu carî nebêjine Zemanê Çûyî çû loma jî tu nede dû, emê Taca zêrîn bidine Serê Mestûreya Hêja û pê Tosinê Reşîd, kêfxwaş û sermest bikin, emê destê xwe têxine Qutiya Dermana Heciyê Cindî, emê xebera xalê Wezîrê Nadirî bikin û rê nedine Reva Jina.

Emê çengek zêr bidine destê Xanoyên Lepzêrîn û di Kela Dimdima Erêbê Şemo da, Kaweyên Hesinger biwelidînin, emê Jiyana Bextewar bikin para hemû Hopoyên kelê, emê Qanatên Kurda bi firîna ser serê Elegez, Gilîdax, Sîpan û Gola Wanê, bihêz bikin. Emê Hewara Dîcleya Mehmed Ûzûn, veguherînin formeta Labîrenta Cinan ya mamoste Kevanota Hesenê Metê û emê wê berdine dorcanê nezanên xeşîm ku belke pê hişyar bibin.Emê Rojek bibin qulingê perşikestî, xwe berdine paşila Evdalê Zeynikê ku per û baskên me bicebirîne û me bifirîne esmana heftan ya dengbêjîya rastîn, emê bi rîya her du guhên mîrat, dilê bi kul û meraq, şên bikin û dilê xweyî rezîl pê hêsay bikin.

Emê Bîra Qedera Celadet Bedirxanê Mîrzade, bikine xezîneya nivîsên Mehmed Ûzûn, Emê jêrzemîna mala Kalê Rind bikin kitêbxaneya jibîrbûyîyên Kurdan, emê Evîna Memo, Ronî bikin û bi hêza Siya Evîna Zînê, Bekoyê Ewan, reş û riswa bikin.

Emê tevî Xezala narîn, dakevine geliyê Bitlîs û bi şewqa Tava Gulgeş Deryaspî,Tarîtiya şeva Tetwanê biçirînin û ronî bikin.Emê perdeya navbera xewn û xeyal û rastiyên Kurdan bi Romana “Gerîneka Guernicayê” veçirînin û Yildiz Çakara Kurmancan pê şa û serbilind derxînin ser serê mij û dûmana Gilîdaxa xeyalperwer, dilgerm û çermsar. Emê Kevokên Spî, berdine ser çemê Firat, emê piştî Sê Roj û Sê Şevan, wan fir bidine ber bi Hûrî û Pizûrîyên çiyayê Laleş ku dev ji nakokîyan berdin û li ser zozanên Memikên esmer û zerîyên Rohat Alakom da bihêwirin û ji xwe ra bikevine qirikên reşbisk û çavxezalên Serhedê.

Emê Kewa Marî ya Lokmanê Fîlozof, bidine destê Lawikê Xerzî ku wê bigihîne Hêlîna Baksî û bi rîya Xewnên Pînekirî yên Ferho, hêkê wê bibe Teyrê Sîmir û bibe per û baskên Ristemê Zal ku pê Sînorê Mîrzengîyê, derbas bike û Çîyayên Bavê Nazê bi xwînê av bide.

Emê Gevzek ji gulên deşta Mûşê, têxine baxa Reş û Spî ya Seydo ku pê rengrengî bibe û felsefa jîyanê pê geş bibe. Emê Bilîcana Perwîz, berdine çarnikala Cîhanê ku deng vede, bibe sebeba aştîya xwarz û xalên Kurdan û pê dilê Werdekên dê hêsay bikin.

Emê xwe bidine ser hev û bi hemû hêza xwe vegerine warê bav û kalan, warê dengbêjan, warê dîwanhezên sermest, warê evîndarên egîd û warê helbestvanên dilzîz, Cizîra Botan. Emê çira Medresa Sor û Findên Birca Belek, vêxînin û bi ronîya Romanên navbirî, xîm û bingeha dewlemendtirîn û mezintirîn Romanxaneya cîhanê lê daynin.  

Edo Makûyî

24/08/2016 / Têhran

Bersivekê binivîsin