Fîlozofê Thales

Fîlozofê Thales

Fîlozofê Thales   

Thales B.Z. di sedsala 6 an de (620-546) jiyaye û li Îyonyayê û ji heft (7) zanayên mezin ên yewnanî hatiye hesibandin. Wek hemû fîlozofên îyonyyayî, wî jî li ser xweza û gerdûnê fikirî ye, lêkolînan pêk anîye û di warê matematîk û esmannasîyê (astronomîyê) de serkevtinên baş bi dest xistiye.

Serkevtineka wî ya mezin ku heta roja me jî hatiye, zanîna wî ya rojgirtinê ye. Li gor hesabên Thales, wê di 28 Gulana 585 an de (B.Z.) roj bihata girtin û ev bûyer, wê rojê qewimîye. Roja ku Thales gotiye wê roj were girtin, (28 Gulan 585) wek tarîxa destpêka felsefeyê tê pejirandin.

Sedemê vê yekê jî ew bû ku Thales, vê encamê bi rêya aqil û zêhna xwe bi dest xistiye. Hege mirov felsefeyê wek rêya lêgerîna zanayî û rêya gihêjtina rasteqîniyê bipejirîne, wê demê mirov bi hêsanî dikare bibêje ku ên ku wê dîrokê wek destpêka felsefeyê dipejirînin, mafdar in.

Lewra divabû ew dîrok wek destpêka bikaranîna aqil û zêhnê bihata hesibandin, ku ev yek jî roja derketina felsefeyê ye.

Derheqê Thales de gelek anekdot hene û mirov dikare ji van anekdotan gelek ramanên balkêş fêr bibe.

Mesela, tê gotin ku Thales çûye Misrê û dirêjahiya sîya pramîdan di dema nîvro de hesab kiriye û bi vê yekê re jî, bilindahiya pramîdan hesab kiriye. Ji bilî vê yekê, tê gotin ku Thales dûrahiya keştiyên di behrê de jî hesab dikir. Li Misrê xwe fêrî geometrîyê kiriye û ê ku geometrîyê anîye Yewnanîstanê, dîsa Thales e.

Xwediyê Teoremên Manendîyê (benzerlîk, dirûvtî) ku îro jî di geometrîyê de têne bikaranîn û pejirandin, dîsa Thales e.

Mirov dikare bibêje ku Thales ne tenê zanyar bû, ew di heman demê de ramanwer û alim bû jî.

Li gor rîwayetan, tê gotin ku diya wî dixwaze ku wî bizewicîne û ji bo vê yekê jî, her dem jê dixwaze ku ew bizewice. Lê Thalesê zanyar, her dem ji diya xwe re dibêje; “Hê zû ye.”

Lê piştî wextekê dirêj, vê carê jî dibêje: “Ji bo zewacê, êdî dereng e.”

Dîsa rojekî jê tê pirsîn, ka çima zarokên wî tinin? Dibêje: “Ji ber ku ez ji zarokan gelekî hez dikim.”

Helbet mirov dikare bibêje ku Thales ne bi xêra van anekdotan wek fîlozofê pêşîn an jî bavê felsefeyê tê hesibandin. Thales bavê felsefeyê ye. Lewra yê ku yekemîn car li ser gerdûn, zayîn, mirin, ciwanî û kalitî, stêrk, heyv, ba û li ser hemû tiştên ku di gerdûnê de diqewimin fikirîye û xwestiye ku prensîba yekemîn ya ku wan behrêlî dike û bi rê ve dibe bibîne û bizanibe, Thales e.

Thales vê pirsê pirsî ye û bersiva wê daye.

(wek tê zanîn Thales, avê wek prensîba “madeya, archeya” yekemîn dîtiye û gotiye ku hemû tişt ji avê der çûye.)

Ji ber ku yekemîn car vê pirsê Thales pirsî ye, bavê felsefeyê û fîlozofê yekemîn “pêşîn” tê hesibandin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin