Fîlozof Felsefeyê Çawa Dinasînin?

Fîlozof Felsefeyê Çawa Dinasînin?

Fîlozof Felsefeyê Çawa Dinasînin?

Peyva felsefeyê di zimanê yewnanî de ji pevgîhana phileo (hezkirin) û sophia (zanyarî) pêk tê. Ango phileosophia (hezkirina zanyarîyê). Ji bo ramanwerên yewnan tê wateya “hezkirina zanayiyê û bazdana li pey zanayîyê.”

Ê baş e, ma felsefe bi tenê hezkirina zanayiyê ye?

Mirov dikare vê yekê bi mînakeke hinekî şirove bike. Mesela dema em meraqa destpêka jiyana mirovî bikin û em ji xwe bipirsin û bibêjin: “Gelo jiyana mirovî kengê û çawa dest pê kiriye?” , di vir de pirsek dertê holê û em dixwazin ku bersiva vê pirsê fêr bibin. Gelek pirsên bi vî rengî, ên ku em dixwazin wan fêr bibin hene. Fîlozof jî, tiştên wiha meraq dikin û pirsan ji xwe dikin. Dixwazin ku şert û mercên vê yekê, sedem û bandorên wê jî fêr bibin. Fîlozof bi awayekî kûr difikirin û dema ku difikirin jî; hewl didin da ku têbigihêjin, rave bikin û jiyanê, watedar bikin. Dema ku wateyên kifş bi dest dixin, wê demê jî; “sîstemên felsefeyê” tînin holê.

Di vê rewşê de, felsefe dibe hewl dana watedarkirina jiyanê. Jiyanê û hemû tiştên ku di jiyanê de hene… Fîlozof pirsan dike, meraq dike û hewl dide da ku fêr bibe. Dixwaze ku xwe bigihîne zanayiyê û bê rawestan, li pey zanayiyê dibeze. Di dema herî dawî de wexta ku xwe digihîne zanayiyê, di wê demê de jî, pirsên nû dest pê dikin û bi pirsên nû re rûbirû dibe.

PLATON dibêje: “Felsefe, di rêya lêgerîna rastiyê de; xebeteka ramanî ye.”

Lê tiştê ku di vir de dertê holê, ne tenê zanayiyên nû ne; hilbera fîlozof, dilêrîna wî ya exlaqê û şeklê jiyana wî jî dertê holê.

Mesela felsefeyek dema ku hemû dinyayê wek “Ji îdeeyan<ji ramanan>pêk hatî” bibîne, hemû dîtinên xwe jî, (darazên xwe jî) li gorî vê yekê pêk tîne.

Em werin ser gotinên fîlozofan ên derheqê felsefeyê de…

“Beza li pey felsefeyê, fêrbûna mirinê ye.” Karl Jaspers

“Felsefe di rêya lêgerîna rastiyê de, xebateke ramanî ye.” Platon

“Zanista prensîb, an jî; sedemên pêşîn e felsefe.” Arîsto

“Felsefe, zanîna Xwedê ye û felsefeya rasteqîn û ola rasteqîn, mînanî hev in.” Augustînos

“Felsefe, hewl dana fêhmkirina bawerîpêanînan e.” Anselmus

“Babeta felsefeyê Xwedê ye û peyîtantina wî ye.” A. Thomas

“Felsefe, rexne ye.” Campenella

“Felsefe ew e ku, mirov rast bifikire.” T. Hobs

“Felsefe zanistek e û ji bo ku em bikaribin felsefeyê bikin zanisteka misoger; peywist e em rêbaza geometrîk, bi rêbaza metafizîkê pêk bînin.” Descartes

“Felsefe, fikirîna li ser daneyên zanistî ye, ku bingeha van jî, deney û çavdêrî ne.” F. Bacon

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin