Fîlolaos – B.Z. 470-385

Fîlolaos – B.Z. 470-385

Beriya Zayînê Dİ sedsala 5 an de jiya ye û ew bi xwe endamê dibistana aligirên Pîsagor bû. Mirov dikare bibêje ku wek Dibistana Piranîparêzan, (Pluralîzm) aligirên dibistana Pîsagor jî (Pisagorparêzî) di navbera du nêrînên dijber de di lêgerînekê de bûn. Ji aliyekî wiha tê baw erkirin ku hemû gerdûn bêrawestan diguhere û li aliyê din jî, wiha tê bawerkirin ku gerdûn naguher e. Di vê babetê de Pîsagorparêzan çareseriyê di matematîkê de dîtine. Fîlolaos (Fîlolaus) jî, wek Pîsagorparêzên din, bi muzîk û matematîkê re eleqeder bûye û di şirovekirina gerdûnê de ji wan sûd wergirtiye.

Fîlolaos jî wek Pîsagorparêzên din, wiha bawer dike ku bingeha gerdûnê hejmar in. Girîngiya Fîlolaos: Fîlolaos wê baweriya sîstema ezmanî ku erdê wek bingeh didît ne pejirandiye û sîstemeka wiha ava kiriye.

1- Gerdûn kûrewî ye û bi sînor e.

2- Di navendê de, dilê gerdûnê ango agirek heye, ku ev der navenda çavderiya Zeus e.

3- Li hawirdora vî agirê navendî, 10 (deh) cismên ezmanî digerin.

4- Erd (ser rûyê erdê) bi saya cismê Antiktonê, ji vî agirê navendî tê parastin.

5- Leza van cismên ezmanî dema ku ji vê navendê dûr dibin, kêm dibe.

Li gor baweriya Fîlolaos 10 (deh) cismên ezmanî, li hawirdora agirê navendî wiha digerin: Antikton, Erd, Heyv, Roj, Merkur, Venûs, Mars, Jupîter, Satûrn û sitêrkên din. Em nikarin Antiktonê bi çavên serê xwe bibînin, çimkî erd herdem rûyê xwe jê ba dide aliyê din. Sedemê vê ramana Fîlolaos ew bû ku, wî dixwest dadana Roj û Heyvê şirove bike…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin