Feylesofiya Zerdeşt, Manî û Mazdek

Feylesofiya Zerdeşt, Manî û Mazdek

Gelo Zerdeşt, Manî û Mazdek Pêxember in yan jî Feylesof?

Di bîr û raya kurdî de pirî caran Zerdeşt, Manî û Mazdek, mîna fîlozofan têne dîtin û tê gotin ku fîlozofê pêşîn, Zerdeşt bi xwe ye. Heke wiha be, wê demê divê em wan mîna pêxemberan nebînin û wesfên pîroziyê li kesayetiya wan bar nekin. Felsefeya Yewnan û Rojavayê, gelek zanyariyên xwe yên felsefî, bêguman ji erdnîgeriya Mesopotamyayê wergirtiye. Lêbelê, zanayiyên ku hatine wergirtin, em dibînin ku bi hiş û aqilê mirovî hatine nirxandin û Yewnaniyan kirasekî mirovî li wan zanayiyan kirine. Lewma jî piştî felsefeya Yewnana Kevnare, xeteke sitûr ketiye navbera bawerî û zanayiyê/aqil û ev xet, ji aliyê desthilatdarên felsefeya Rojavayê jî wiha hatiye pejirandin. Lewma tê gotin ku felsefe ne ji Mesopotamyayê, belam li Yewnanistana Kevnare dest pê kiriye. Meseleya bingehîn, ev yek e. Nexwe tu kes, di warê ramana teorîk û felsefî de, rola Mesopotamyayê înkar nake.  

Li ser çêbûna gerdûn û dinyayê, li Hîndîstana Kevin jî metnên pîroz (Upanîşad) hebûne, lê ew jî wekî metnên felsefî ne hatine pejirandin. Çimku çavkaniya wan, ne aqilê mirovî ye û wekî ramanên afirendêran hatine ditin. 

Lewma jî, ez dibêjim ku ne baş e ku em hemû tiştan ji xwe (ji ax û neteweya xwe) bidin destpêkandin. Helbet fîlozofên me yên qedirbilind jî hene û em bi wan, serbilind in. Nemir Ehmedê Xanî û Melayê Cizirî, du fîlzofên mezin yên dema xwe ne û axa Kurdistana Kevnare bi xwe jî, maka zanist û zanyariyê ya wê demê bû. Bi taybetî jî, keviyên çemên Dicle û Firatê. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com  

08.11.2014

Bersivekê binivîsin