Dawî...

Destpêk > Nivîs > Kovara Felsefevan > Ferhengoka Felsefeyê (04)

Ferhengoka Felsefeyê (04)
Parvebike!

Ferhengoka Felsefeyê (04)

1- Absurdîzm: Awir û nêzîkayîtêdaneke, felsefî ye. Li gor vê felsefeyê, ji ber ku afirîndêrek tune, hewldan û xebatên watedayînên mirovî yên ji bo têgihiştina gerdûnê jî, bêwate ne û dawiya wan jî, têkçûn e.

Têkiliya Absurdîzmê bi Egzistansiyalizmê re heye, lê divê em wan tevlîhev nekin. Çavkanî û spartekên Absurdîzmê, felsefeya Soren Kierkegardê feylesofê sedsala 19ê ye. Bi weşandina  <Mythe de Sisyphe> a Albert Camusî re jî, sînor û çerçoveya vê felsefeyê hatiye destnîşankirin.

Meriv dikare bibêje ku rol û bandûra Albert Camusî, di vê felsefeyê de gelekî girîng e. Li gor vê felsefeyê, jiyan bêwate ye, herdem xwe dubare dike, tewş e û beredayî ye. Ligel vê yekê, bi zanetî û têgihiştinê, dîsa jî divê em bijîn. Bi taybetî jî piştî Şerê Cîhanê a Duyemîn, li Fransayê gelek nêrînên absurdîst (tewşikî, bêaheng) derketine holê.

ing: absurdism

fr: absurde

tr: absürdizm

2- Agnotolojî: Zanista, lêkolîna nezaniyê ye. Ango, zanista nezaniyê ye. Li sebebên zanistî yên nezaniyê vedikole. Ji aliyê Robert N. Proctor ve hatiye damezrandin.

ing: agnotology

fr: agnotologie

tr: agnotoloji

3- Anakronîzm: Bêahengî yan jî neguncaniya bûyer yan jî heyîneke ya bi dewra (dema) xwe re, yan jî rewşa neguncaniya vê yekê ye. Bi awayekî taybet, di huner û wêjeyê de tê bikaranîn. Peyveke yewnanî ye û ji zimanê fransî, ketiye zimanên cihanê.

ing: anachronism

fr: anachronisme

tr: anakronizm

4- Antroposantrîzm: Çavkaniya vê peyvê, zimanê yewnanî ye. Ji peyvên <anthropos, mirov> û <kentron, navend> pêk tê. Ango, nêrîna ku mirovan weke navendê dibîne. Li gor antroposantrîzmê, mirov navenda hemû tişta ye û hemû tiştên ku li gerdûnê hene, ji bo mirovî ne. Bi gotineke din; hemû tiştên ku li gerdûnê hene, ji bo mirovan û xizmeta wan hene. Yek ji ramanên bingehîn yên ku çanda musewîtî û filehtiyê pêk aniye jî, antroposantrîzm e.

ing: anthropocentrism

fr: anthropocentrisme

tr: antroposantrizm

5- Afirîşparêzî (Xulkparêzî): Li gor vê bawerî û nêrîna felsefîk; hêzek a ku raserê xwezayê ye û ku hebûnatiya wî ji berê ve hatiye qebûlkirin, ji tunehiyê gerdûnê afirandiye. Di seranserê dîrokê de, gelek navê cihêreng li wê hêza afirander kirine. Ev têgeh û têgeha panenteîzmê, ji hev cuda ne û lewma jî, ev têgeh wekî <xulkparêziya dînî> jî hatiye binavkirin.

Di dema paganîzmê de, gellek Xweda hebûn. Xwedayên baranê, ba û bahozê, bereketê, parastinê û hwd. Lê bi destpêka dînên yekxwedayî jî, hemû bûyerên derxwezayî li yek Xwedayekî hatine barkirin û afirandin jî, bûye hêz û vedîtina herî mezin ya wî Xwedayî. Baweriya afirîşê, meriv dikare bibêje ku wekî nêrîneke kevneşopî hema hema li hemû civakan hatiye dîtin.

Lêbelê mînakên wê yên pêşîn, ku meriv dikare bibêje çavkaniya Kitêba Mikeddes (Ehda Nû û Ehda Kevin) û Qur’anê jî kirine, di efsaneyên sumerî de hatine dîtin.

Di destpêkê de gerdûn li ser avê dilive û ji wê avê, çiyayek diwelide û erd û ezmên, ji hev cuda dibe. Efsaneya Adapayê, derheqê vê mijarê de mînakeke balkêş e.

Di Qur’an, Ehda Kevin û di Tanahê (Tewrat û Zebur) de, hatiye nivîsândin ku gerdûn û nîjada mirovan ji aliyê Yehova (Navê Xwedayê ku di Tewrat, Zebur û Încîlê de derbas dibe) ve hatiye afirandin.  Ji ber ku Ehda Kevin û Tanah hema hema weke hev in, di filehtî û cihûtiyê de, têgeha afirîşê jî weke hev in. Di Tanah û Ehda Kevin de, di beşa Afirişê (Tekvin, Yaratılış) de, behsa afirandinê tê kirin. Girêdayî vê yekê, meriv dikare bibêje ku Afirîşparêzî jî; mîna hemû olên ku hene, ji nû ve hatiye şirovekirin. Di vê modelê de peresana biyolojîk tê redkirin û di nav teoriyên çêbûna gerdûnê de jî, teoriya bigbangê (teqîna mezin) mîna teoriya zanistî ya tekane tê dîtin.

Piştgir û aligirên vê teolojiyê, teoriyên zanistî red dikin. Peresan (evrîm), peresana mirovî û meseleya kalên (pêşiyên) hevpar, ne li gor dînên semawî ne û bi teoriyên wan yên afirîşê re jî, nakok in. Ji bilî vê yekê; tarîxa dinyayê a biyolojîk, genetîka Mendel û teoriyên çêbûna sîstema Rojê û koka gerdûnê, ji aliyê vê teolojiyê ve nayê qebûlkirin.    

ing: creationism

fr: créationnisme

tr: yaratılışçılık 

6- Diyalektîk: Ev têgeh ji bo felsefeyê û şiroveyên (raveyên) aqlî gellek girîng e û gellek zêde tê bikaranîn. Wekî tê zanîn, di cîhana rojavayê de Herakleîtos wekî damezranerê (bavê) ramana diyalektîk tê zanîn û naskirin. Lê eşkere ye ku çavkaniya vê ramanê erdnîgeriya kurda ye û Herakleîtosî, vê ramana xwe ji Mezopotamyayê girtiye û berfireh kiriye.

Peyva diyalektîkê di destpêkê de ji bo hunera guftego û nîqaşê yan jî ji bo, bi rê û rêbazên nakok, hunera qanîkirinê hatiye bikaranîn. Diyalektîk, rê û rêbazeke aqlî ye û şeklekî sepandin û birêveberina aqil e. Dîsa meriv dikare bibêje ku rêbaza diyalektîk û rêbaza Sokratesî, mîna hunerên fikirînê, di Serdema Antîk de rewşên herî çalak yên diyalektîkê ne.

Berdewamiya guherîn û livdariyê (hereketê, tevgerê), di wê qonaxê de weke diyalektîkê hatiye binavkirin. Ji vê rêbazê re, ku bi rêya vê rêbazê hemû ramanên erênî û neyînî têne bidestxistin, diyalektîk hatiye gotin. Ji bo ramanên (berbiçûnên) Platonî diyalektîk, diyalektîka ramana ye.

Li hêla din jî, bi rêya yên sehekî, armanca xwegihandina ramanên bireseran (heyberan, objeyan, nesneyan) û xwegihandina zanayiyên nesneyan yên eşkere û naguhêr (mayende, teqez) e. Gotina Herakleîtosî ya <meriv nikare, du caran xwe di çemekî de bişo.> wekî destpêka danasîna diyalektîkê ya eşkere hatiye dîtin.

Têgehên bûyîn û guherînê, di vê xalê de weke du têgehên bingehîn xwiya dikin. Meriv dikare bibêje ku feylesofên Serdema Pêşîn, herçuqasî li hêlên dijber cih girtibin jî, diyalektîkzan in. Mesela bi hêsanî meriv dikare bibêje ku Sokrates û feylesofên Sofîst, bi gelek awayên cihêreng rêbaza diyalektîkê bikar anîne.

Lê li gor bîr û baweriya Arîstoteles; damezranerê (bavê) ramana diyalektîk ne Herakleîtos e, Zenonê Eleayî ye. Diyalektîka Zenonê Eleayî, xwe dispêrê texlîdeke ramana zanaviyê (jê). Bi rêya çend rêbazên diyalektîk, Zenon bi alikariya çend rêz paradoksan bêderfitiya (bêîmkaniya) livdariyê nîşan daye.

Li gor bîr û baweriya Zenonî boşî (çokluk) û cihêrengiyên li gerdûnê, xapînok in û dişibine xapînokiya livdariyê.

Hegel û Formîla wî ya Diyalektîk: Bêguman, feylesofê ku diyalektîkê formîle kiriye, Hegel e. Hegel bi xebat û rêbazên birêkûpêk, diyalektîkê formîle kiriye û xwe gihandiye xebateke felsefî a serkeftî. Li gor vê yekê diyalektîk, bi rêya livdariya sê awayan; ku ew jî tez, antîtez û sentez in, xwe pêkanîna Ramana Mitleq (Ramana Teqez) e.

Hegel ji livdariya ramanê dest pê kiriye û diyalektîka ku bi rêya vê ramanê bidest xistiye, ji bo livdariya gerdûnê jî bikar aniye. Lew re Hegelî, mîna <ramaneke madî, ramaneke cismanî> li gerdûnê mêze kiriye. Dîsa meriv dikare bibêje ku Hegelî, raman û heyînê, weke hev (zanavên hev, ozdeşên hev) dîtiye.

Di vê xalê de diyalektîk, pêvajoya berfirehbûna temamiya raman û heyîna ye. Marks, vê ramanê berovajî kiriye. Di rêya Hegelî de meşiyaye û bi awayekî madî, pêvajoya diyalektîkê nirxandiye. Livdarî (tevger, hereket) ji destpêkê ve, bi temamiya têgehên nakok û dijber, hatiye şirovekirin.

Li gor baweriya Marks (Marx) livdariya madeyê, encama nakokiyên navxweyî ye û diyalektîka ramanê jî, di vê xalê de dengvedana livdariya madeyê ya ber bi hiş (bîr) ve ye. Ango hiş, dengvedana (xweveguhastina) madeyê ye. Ji ber vê yekê ye ku felsefeya Marksîst, bi navê Materyalîzma Diyalektîk tê binavkirin. Lewma jî em dibînin ku rêbaza diyalektîk, wekî zanista livdariya diyalektîk tê dîtin û nirxandin. Hasilê meriv dikare bibêje bi rêya xebatên Marks û Engels, diyalektîk xwe gihandiye wateya xwe ya îroyîn. Engels, danasîneke diyalektîkê a bi vî rengî daye ku ta radeyekî meriv dikare bibêje ku ev danasîn (pênase), danasîneke herî rast û aqlî ye: <Diyalektîk ew zanist e ku li cîhana der û hişê mirovî de, li zagonên gelemperî (tevdeyî) yên livdariyê digere.> Bêguman meriv dikare bibêje ku danasîneke bi vî rengî, bi temamî xwe spartiye zanista û berfirehbûna diyalektîkê jî, girêdayî berfirehbûn û pêşveçûna zanista ye.

ing: dialektik

fr: dialectique

tr: diyalektik  

7- Erdem (Dilpakî): Têgeha erdemê, wekî têgeheke felsefî, ketiye zimanê kurdî jî. Herçuqasî, carinan em ji bo <erdemê> têgeha <dilpakî> ê bikar bînin jî, tê dîtin ku di zimanê me de têgeha <erdemê> bêtir berbelav e. Têgeha erdem yan jî fazîletê, meriv dikare bi hêsanî bibêje ku ji tarîxa destpêka felsefeyê ve heye û xweş hatiye (tê) bikaranîn. Li ser pirsa (pirsgirêka) <wateya mirovî û jiyanê çi ye?> bersiva <jiyaneke xwedîerdem e.> hatiye dayîn. Li gor vê yekê, bextewarî armanca jiyanê ya bingehîn e û ev yek jî, encax bi rêya erdemîtiyê dikare pêk were. Li gor vê ramanê, erdemîtî jî encax bi zanyariyê dikare bi dest bikeve, yan jî pêk were.

Erdem di Serdema Antîk de: Sokrates, Platon û Arîstoteles, gelekî bala xwe dane erdemê û xebatên xwe yên felsefî jî, axlebî li ser vê têgehê pêk anîne. Lewre, ji bo felsefeya ehlaqê jî, têgeha erdemê têgeheke girîng e û feylesofên din jî, gelekî bala xwe dane vê têgehê. Pirî caran hatiye dîtin ku bextewarî û erdem, wekî du têgehên têkildar hatine dîtin û nirxandin. Sokrates dema ku dibêje armanca jiyanê bextewarî ye, mebesta wî zanyarî (bidestxistina zanyiyê) ye. Ango li gor Sokrates, encax bi rêya zanayiyê meriv dikare bigihêje bextewariyê yan jî dikare bextewar (dilşad, bextewer) bibe.  Ji ber vê yekê jî erdemîtî, encax bi zanyariyê dikare pêk were û ev yek jî, dê rê bide bextewariyê.

Dema ku Zenonê Qibrîsî erdemîtiyê wekî şertê sereke ê bextewariyê daye pêş, bêguman vê yekê destnîşan kiriye û piştgiriya vê ramanê kiriye. Epîkurosgiran jî, prensîpeke wiha pejirandine û ji bo wan jî, a girîng rev a ji eşê û xwegihandina bextewariyê ye.

Epîkurosgiran wiha digotin: <tiştekî ku dê tu ji ciranên xwe şerm bikî, meke!> Ev gotin jî nîşan dide ku e wan erdemîtiyê, weke bingeha bextewariyê dîtine û nirxandine. Zanayî (bilgî) mirovan dike dilpak (xwedîerdem) û tiştê ku di wateya ehlaqî de rê li ber tevgera rast vebike jî, zanayî ye.

Piştre, tê dîtin ku têgeha erdemê di warê felsefeya ehlaqê de jî dibe yek ji wan têgehên sereke û jêneger. Li gor vê yekê jî erdem, ew têgeh e ku tevgerên mirovî yên rast û dirust nîşan dike, ye. Rastgotiya ehlaqî, bi erdemîtiyê re heman tişt tê dîtin. Rastiya (rastgotiya) ehlaqî û erdemîtî, di heman wateyê de tê bikaranîn.

Li derveyî vê pênaseya giştî ya erdemê; felsefeyên ehlaqê jî, dilerîneke cihêreng ya erdemê berfireh kirine. Wateyên cihêreng yên têgehên mîna baş-xirab, rast-çewt û hwd. ku li war û demê xwe biwate dikin, rê li guherîna wateya têgeha erdemê  jî vekirine. Di vê çerçoveyê de gellek feylesofan, têgeha erdemê li navenda felsefeyê bi cih kirine.

Li gor vê yekê erdem, qesîdîna îrade yan jî daxwaza ber bi <baş a ehlaqî> ve ye. Li gor baweriya Sokrates,  meriv dikare erdemê fêrî her kesê bike; lê li cem her kesê di heman radeyî de xwe nade der yan bi heman radeyî pêk nayê.

Çend ramanên cihêreng yên li ser erdemê: Erdem, ne sîstema ehlaqî ya olekê yan jî ramanekê ye. Radeya herî bilind, ya asta ehlaqî ye, heta meriv dikare bibêje ku giyan (rih) e. Ew giyan e ku erdemê (erdemîtiyê), mîna armanca jiyanê dibîne û mirovan digihîne bextewariyê. Mirovên xwedîerdem (erdemdar), jiyana xwe bi aqlê xwe didomînin û di tevger û biryarên xwe de jî, li gor daxwaza aqilê xwe tevdigerin. Lewma jî erdem, zanayî ye.

Platon erdemê, wekî zanayiyê dinasîne û dibêje, encax bi riya zanayiyê mirov dikarin bibin xwedîerdem. Zanayî jî zanayiya yên naguhêr e, ku ew jî bi aqil tê parastin û zanyar jî ew kes e ku xwe gihandiye zanayiya rast. Bêguman, ew zanayî jî zanayiya îdeaya ye. Di ferhengan de em dibînin ku têgeha erdemê wekî navê gelemper ê <nefsbiçûkiya ku ji aliyê ehlaqê ve tê pesinandin, cigerdarî û rastgoyiyê> hatiye pênasekirin, ku meriv dikare jêre bibêje fazîlet jî. Dîsa ji bo têgeha erdemê, <mezinbûn û berfirehbûna rihê mirovî> jî hatiye gotin. Çawa ku me di destpêkê de got, têgeha erdemê ji destpêka tarîxa felsefeyê ve cihê xwe girtiye.

Li ser pirsa (pirsgirêka) <wateya mirovî û jiyanê çi ye?> bersiva <jiyaneke xwedîerdem e.> hatiye dayîn. Li gor vê yekê, bextewarî armanca jiyanê ya bingehîn e û ev yek jî, encax bi rêya erdemîtiyê dikare pêk were. Li gor vê ramanê, erdemîtî jî encax bi zanyariyê dikare bi dest bikeve, yan jî pêk were.

Erdem, hêza xwenûkirinê ye, ewlehî ye. Piştgirî, xweşdîtin (tolerans) û nefsbiçûkî ye. Erdem, biryardarî ye, parvekirin e, dilxweşî û xizmeta civak û hawirdora mirovî ye. Erdem, wêrekî ye. Lihelhanîna aqil û dilê mirovî ye û muhasebeya wujdanî ye. Ji bo muhasebeya wujdanî jî, guhdarkirina dengê dilî pêwist e. Erdem, dadwerî ye, berbiçûna ber bi başî, rastî û delaliyê ve ye.

Ji ber vê yekê jî erdemîtî, encax bi riya zanyariyê dikare pêk were, yan jî em bibêjin bi rêya zanayiya rast dikare pêk were û ev yek jî, dê bibe sebebê bextewariyê. Erdem, xwe dispêre vê prensîpê: <tiştekî ku dê tu ji ciranên xwe şerm bikî, meke!>

Erdem tevgerîna azad e, ku tu zordestiyan qebûl nake û di bin tu zordestiyan de pêk nayê. Nîjada mirovî bi riya aqil û îradeya xwe, xwediyê wê hêzê ye ku başî, delalî, rastî û qenciyê hilbijêre. Hilbijartin, di ceribandina jiyanê de têgeheke girîng e.

Erdem li war û qadên tundîtuj xwiya nake, xwedîaheng û xwedîpîvan e. Erdem di rêya azadiyê de, rêhevalê wêrekiyê ye. Erdem, xwenasîn û xwezanîna mirovî ye. Têgihiştina berpirsiyariyê û rastgotiyê ye.

ing:  virtue

fr:  vertu

tr: erdem

8- Felsefeya Kulturê (Felsefeya Çandê): Felsefeya kulturê, bineşaxeke felsefeyê ye û bi awayekî giştî li cewher, hilik, avahî û berfirehbûna kulturê vedikole. Meriv dikare bibêje ku hinek mijarên (qadên) vê felsefeyê û felsefeya dîrokê, hevpar in. Herçuqasî binavkirina navê felsefeya kulturê nû be jî, xebatên li ser vê mijarê di dema feylesofên beriya Sokrates de jî, hatine dîtin. Helwesta cudakirina yên xwezayî û derxwezayî, ku wê demê li cem sofîstan hatibû dîtin, wekî destpêka vê çalakiyê (rahişmendiyê) tê dîtin û pejirandin.

Ligel vê yekê, felsefeya kulturê di felsefeya sedsala 18an de, digihêje wateya xwe ya esasî. Di sîstematîzekirina vê felsefeyê de, bêguman rola Dilthey gellekî mezin e. Li cem feylesofên wekî Rousseau jî, ev felsefe vediguhere rexnekirina kulturê û redda wê. Bi Nietzsche re, ev qesidîn berfirehtir dibe.

ing: Philosophy of culture

fr: Philosophie de la culture

tr: kültür felsefesi 

9- Felsefeya Hemdem: Felsefeya ku di sedsala 19an de dest pê kiriye û heta roja me ya îroyîn hatiye. Wisa tê pejirandin ku Felsefeya Hemdem, piştî felişandin û belavkirina, spekulasyona mengîwer dest pê kiriye. Ev felsefe wiha dixwaze ku xwe berde kûrahiya mirovê girgîn, jiyana wî/wê ya dîrokî û hemû hêla jiyanê. Serdema Navîn, <Xwedê> û mengîweriya (îdealîzma) Serdema Nû jî, tîn (zêhn û aqil) û ramanê derxistibû ser text.

Felsefeya Hemdem, tîn û ramanê ji text tîne xwar.

Çimkî ev herdu têgeh jî, encax di fenomenên jîyana mirovî de dikarin werin dîtin. Tîn û raman avahiyên raser in ku di her çandê de bi fesaleke (şekleke) cihêreng dertêne holê û dengvedanên jiyana mirovî ne. Îdeyeka (ramaneka) ku serwerê hemû mirovahiyê ye, tune. Di dewsa aqlekî gerdûnî de, sîstemên metafizikî hene; ku bûne wesfên xwerû yên kulturên cihêreng.

Di dawiyê de bi kurtî mirovî dikare bibêje ku, felsefeya serdema me ev e: Weke hemû fenomenên (bûyerên) kulturê, felsefe jî hilbereke <watedayînên mirovî> ye û ji bo hêşinbûna wê, axa herî baş modela civaka pluralîst e, civaka piranîperêst e.

ing: contemporary philosophy

fr: philosophie contemporaine

tr: çağdaş felsefe 

10- Panteîzm: Nêrîna ku temamiya gerdûnê wekî Xwedê dibîne. Xwedê gerdûn e û gerdûn jî, Xwedê ye. Xwedê, di nav gerdûnê de û di her tiştî de ye. Mirovên panteîst, baweriya xwe bi Xwedayekî antropoformîk (Xwedayekî takekesî) naynin û vê yekê red dikin. Wekî têgeh, bêtir bi têgeha monîzmê re têkildar e û li gor nêrîna panteîzmê, hemû tiştên ku hene perçeyeke Xwedê ne.

Xwedê, her tişt e û hemû tişt jî, Xwedê ne. Xwedê di xwezayê de ye, di bireseran (nesne) û di cîhana mirovî de ye. Panteîzm wekî teolojî û felsefeyekî, xwe spartiye xebatên Baruch Spînozayî (sedsala 17an) û di serdema modern de jî, bûye nêrînek populer. Monîzm, perçeya bingehîn ya felsefeya Spînoza ye.

Têgeha panteîzmê herçuqasî piştî mirina wî hatibe vedîtin jî, Spînoza wekî parastkarê vê nêrînê ê herî navdar hatiye dîtin. Di felsefeya yewnan de Plotînos (205-270), piştî Ronesansê Giordiano Bruno (1548-1600) û Spînoza (1632-1677), wekî nûnerên vê nêrîna felsefî têne pejirandin. Di têgihiştina nêzîkayîtêdana Spînozayî de Xwedê, her tişt e û her tişt jî, Xwedê ye.

Cudahiya Xwedê-mirov-gerdûnê tune. Cudakirineke bi vî rengî, çewtiya aqil e. Li gor vê teolojiyê Xwedê, gerdûn û mirov yek in û heman tişt in. Di sedsala 19an de panteîzm bûye nêrîna teolojîk ya gelek nivîskar û feylesofan. Li Brîtanyayê William Wordsworth û Samuel Coleridge, li Almanyayê Johann Gottlieb Fichte, Schelling, Georg Wilhelm Friedrich Hegel û li Amerîkayê jî Walt Whitman, Ralph Waldo Emerson û Henry David Thoreau, nûnertiya vê nêrîna felsefîk kirine.

ing: pantheism

fr: panthéisme

tr: panteizm

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Ali Gurdilî

26.09.2015

Beyî nîşandana çavkaniya malper û kovarê, wergirtina xebatên kovar û malperê qedexe ye.  


Nûkirina Dawî : 05 Jan 2016 23:14

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)