Dawî...

Destpêk > Nivîs > Kovara Felsefevan > Ferhengoka Felsefeyê (03)

Ferhengoka Felsefeyê (03)
Parvebike!

Ferhengoka Felsefeyê (03)

1- Aidios / Herhebûnî: Di felsefeya yewnan ya serdema pêşîn de, di wateya rewşa ‘bêdawî, bêmirin û di demê de berdewamiyê’ de ye. Di zimanê ingilîzî de ji bo aidios, peyva ‘eternal’ ku di wateya ‘bêdestpêkî û bêdawîtiyê’ de ye, tê bikaranîn.

ing: eternal

fr: eternal

tr: sonsuzluk

2- Aksiyom: Pêşniyara wiha tê fikirîn ku bi awayekî eşkere (zelal) rast e û bingeha pêvajoya peyîtandinê ye.

ing: axiom

fr: axiome

tr: belit, aksiyom

3- Arîstotelestî / Geryanperestî: Di ramana îslamê de, navê ku li felsefeya Arîstotelesî kirine. Arîstoteles di rewşeka geşt û gerê de dersan dida şagirtên xwe. Ev nav ji wir tê, ango meşşaîperestî.

ing: aristotelianism

fr: aristotélisme

tr: aristotelesçilik 

4- Aforîzma: Gotinên watedar. Wecîze. Navê pirtûka Hîpokrat ya ku gotinên wî yên watedar diguncîne.

ing: aphorism

fr: aphorisme

tr: özdeyiş

5- Berhema Hunerî: Afirandina hunermend e, hunermend ji xwe (ji dil, bîr, baweriya xwe) form û spehîtiyeke dayê, ku babeta nîrxandina estetîkî ye. Madeya hunermend ya ku di dema pêkanînê de bikar tîne, ji bo peykertraş mermer, tunc an jî cas (cils, alçî) e. Ji bo muzîkvanekê deng e, ji bo wênesazekê reng, kaxiz û pênûs e. Hunermend wan madeyan bikar tîne û wateyeke dide wan, di dawiyê de dibin xwediyê weteyeke û bi berhema hunerî tênê binavkirin.

Bi saya afirandina hunermend; mermer dibe peykereke Musa, reng û boyax dibin wêneyek û deng jî weke besteyên Şivan Perwerî dertêne pêşiya me.

Çend Taybetmendiyên Berhema Hunerî

A- Berhema hunerî encama çalakiya mirovî, ya bi bîr û armanc e.

B- Berhema hunerî, zewqeke estetîkî û kelecanê dide mirovî. Ango, em nikarin bi tu awayî li bendê bin ku di jiyana me ya rojane de berhema hunerî bi kêrî tiştekî were. Ji bilî vê yekê, berhema hunerî ji bo armancên sîyasî û ehlaqî jî, nikarin werin bikaranîn.

C- Berhema hunerî kit û tekan e. Bi gotineka din, orjînal e. Wesfa wê ya herî mezin ya ku mirovî bi saya wê dikare wê ji nesne/hilberên din yên mirovî cihê bike/veqetîne, xweseriya wê ye. Heke Ehmedê Xanî tunebûya wê Nûbihar, yan jî Shakespeare tunebûya, dê Macbeth jî tunebûya.

D- Her berhema hunerî, bi heyîneke ku heye re têkildar e. Heyîneke ku kifş/diyar e vedibêje, ji wê heyînê perçeyekê radixe holê.

E- Her berhema hunerî hilbera ked, dem û zehmetiyeke dirêj e. Jiber vê çendê jî, ji bo ku ew bibe xwediyê wateyekê, li hemberî wê jî divê heyîneke ku jê hez bike yan jî jê zewq bigre, hebe. 

6- Brahmanîzm: Navê bandêra olî û civakî ya ku ji aliyê Brahmanan ve hatiye damezrandin. Berdewama vedaîzmê ye. Li gor vê baweriyê; ji bo ku rih bikaribe xwe bigihîne <mokşayê, rizgariyê> gellek rêyên cihêreng hene.

Lê bi taybetî du rê gelek  girîng in. Yek <yoga> ye (çîlekêşiya rih û laş) û ya din jî <bhaktî> ye ku ev yek jî texlîdek temaşeya mîstîk e.

ing: brahmanism

fr: brahmanisme

7-Deduksiyon: Rêbazekê mentiqî a beravajiya enduksiyonê ye û di felsefeyê de jî tê bikaranîn. Di vê rêbazê de, ji pêşniyareke tevayî (tumelî) tê destpêkirin. Di dawiyê de jî, encamên tîkel (qismî) têne bidestxistin. Bi pirranî ji aliyê Arîstoteles ve hatiye bikaranîn û dîsa yê ku delk û şeklên bikaranîna vê rêbazê destnîşan kiriye, Arîstotelesî ye. Deduksiyonê heta dawiya Serdema Navîn jî, girîngiya xwe berdewam û hatiye bikaranîn.

Cihêrengiya deduksiyonê ya ji enduksiyonê ew e ku, encamên ku bi rêya deduksiyonê ve têne bidestxistin, encamên misoger in. Encam, bi awayekî bêgav ji aliyê pêşhatiyan ve têne destnîşankirin.

Mînakek bo vê rêbazê:

Hemû mirov bi mirin in. / pêşniyara tevayî

Sokrates jî mirovek e. / pêşhatî

Nexwe (heke wisa be) Sokrates jî bi mirin e. / encam

Ji mînakan jî tê dîtin ku encam bi awayekî bêgav, ji pêşhatiyan derdikeve. Rewşeka beravajiya vê yekê, ji ber ku wê rê li nakokiya aqil vebike, wê ne derbasdar be.

ing: deduction

fr: déduction

8- Enduksiyon: Rêbazeke felsefeyê ye û di vê rêbazê de, yeko yeko ji pêşniyaran,  destpêkirin û gelemperîkirin heye. Li ser bûyerekê bi hejmareke pir zêde (n) çavdêrî têne kirin û di dawiyê de pêşniyara herî gelemperî tê bidestxistin.

Enduksiyon di roja me ya îroyîn de, ji aliyê gelek zanistan ve bi armanca bidestxistina zanayiyên eqlî, weke rêbazekî tê bikaranîn. Lê tiştek heye ku divê mirov vê yekê jî bibêje: Encamên ku bi rêya enduksiyonê têne bidest xistin, meriv nikare bibêje ku ew ji % 100 encamên misoger/qutebir in, ixtîmala ku ew encamên dibeyî bin jî heye. Heta ku pêşniyarên pêşîn rast derkevin, tu pirsgirêk dernakevin holê. Lê dema ku yek pêşniyarek jî çewt be, wê demê encama ku tê bidestxistin jî, dê çewt be.

Çend mînakên vê rêbazê:

A- Sifir, lajwerdek/metalek e û dema ku mirov agir bide binê, tê perçivîn.

B- Çînko/tûtye lajwerdek e û dema ku mirov agir didê binê, tê perçivîn.

C- Alemyon,  lajwerdek e û dema ku mirov agir dide binê, tê perçivîn.

D- Zêr, lajwerdek e û dema ku mirov agir dide binê, tê perçivîn.

E- Hesin, lajwerdek e û dema ku mirov agir dide binê, tê perçivîn.

Temamiya pêşniyarên li jorê, pêşniyarên pêşîn in. Ango, pêşhatî (pêşane) ne.

Encam: Nexwe/heke wisa be, hemû lajwerdekên ku têne germkirin, diperçivin.

Di mînaka jorîn de ger pêşniyarekê pêşîn çewt be, bêguman dê encam jî çewt derkeve. Lê heke tiştekî wiha pêk neyê, wê demê mirov dikare bibêje ku hemû lajwerdek dema ku têne germkirin, diperçivin.

ing: Induction

fr: induction

9- Ezoterîk: A ku ji hemû kesan re ne vekiriye, a ku ji bo fêhmkirina hemû kesan re ne hatiye nivîsandin, a ku ji bo mirovên kifş hatiye nivîsandin. Têgeha ku ji bo dazanînên veşartî hatiye bikaranîn.

ing: esoteric

fr: ésotérique

10- Ehlaqa Xweşiyê / Hedonîzm: Li gor vê dazanînê, reva ji êşê û qesidîna ber bi xweşiyê (yan jî zewqê) ve û ji tirsê rizgarbûn, bextewarî ye. Li gor vê felsefeyê, tiştên ku li xweşê mirov diçin, ew baş in û tiştên ku êşê didin mirov jî, ew xirab in.

Arîstîppos wiha bawer dike ku mirov bi awayekî xwezayî li pey xweşiyê dibeze. Li gor vê felsefeyê, derheqê baş û xirab de ji bilî xweşiyê tu pîvaneke din tune.

ing: hedonism

fr: hédonisme

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Ali Gurdilî

Di Kovara Felsefevan hejmara 03 a de jî hatiye weşandin û beyî nîşandana çavkaniya malper û kovarê, wergirtina xebatên kovar û malperê qedexe ye.  


Nûkirina Dawî : 05 Jan 2016 22:47

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)