Dawî...

Destpêk > Nivîs > Kovara Felsefevan > Ferhengoka Felsefeyê (02)

Ferhengoka Felsefeyê (02)
Parvebike!

FERHENGOKA FELSEFEYÊ (02)

1-  apeîron: Apeîron, arkheya Anaksimandrosî ye. Herçiqas ji hêla peyvnasiyê (etîmolojiyê) ve, were wateya <a ku bêsînor e> jî, di heman demê de, tê wateya <a ku nikare were destnîşankirin> jî. Lewra ji aliyê Anaksimandrosî ve sedemê bikaranîna peyva apeîronê, nepejirandina arkheya (ava) Thalesî bû, ku Anaksimandros avê weke arkheyeke kêm didît û wiha bawer dikir ku av, ne besî afirandina hemî tiştî ye. Li gor ramanên Anaksimandros; ji bo pêkhatina edaletê, divabû di navbera ax, agir, hewa û avê de, herdem dengeyek hebûya û ku ev dengê dibû sebebê hebûn yan jî tunebûna wan. Heke arkhe yek elementek tenê bûya, weke avê yan jî hewayê; wê demê dê vê elementê dengeya ku di navbera wan de heye xira kiribûya û dê rewşa dijber a ku di navbera wan de heye, ji holê rabûya.

Herweha, ne pêkan e ku arkhe yek elementek tenê be jî. Li gor ramana Anaksimandros arkhe, bi awayekî girgîn (berbiçav) nikare were destnîşankirin û divê ew tişt be, ku li dinyayê peyda nebe jî. Di dawiyê de mirov dikare bibêje, ku li gorî bîr û baweriya Anaksimandros apeîron; bêsînor, naxwiya, bêşekil û bêgewşîn e.

ing: apeiron

fr: apeiron

2- arkhe: Di ramana antîk yewnanî de, hilika yekemîn a ku bingeha hemû tiştî ye. Hilik, sedem yan jî hêmana yekemîn. Ev hilik, ezelî û ebedî ye û ji holê nikare were hilanîn. Herdem, hebû û wê herdem hebe jî.

ing: arche

fr: arkhè

3- apologia: Peyveke yewnanî ye. Di felsefeya yewnan ya serdema pêşîn de, di wateya parastinê de ye. Şiroveyên mirovan ên devkî an jî yên nivîsandî ne. Mirovên wê demê dema ku hatine tawanbarkirin, bi armanca xweparastinê apologiayan bikar anîne/nivîsandine. Apologiaya Sokratesî, yek ji wan apologiayên herî navdar e. Wekî tê zanîn Sokrates bi tawana ‘jirêderxistina xelkê’ bi mirinê hatibû cezakirin.

ing: apologia

fr: apologie

4- agnostîsîzm: Nêzîkayîtêdana ku di ku di babeta Xwedê de dudil e û wiha bawer dike, ku mirov nikarin hebûn yan jî tinebûna Xwedê îsbat bikin. Çimku dibêjin ku delîlên vê yekê tune nin.

ing: agnosticism

fr: agnosticisme 

5- anarşîzm: Dazanîna Anarşîzmê di serî de dewlet, dijberê hemû saziyên tehdekar/zordest e û wiha pêşniyar dike ku bila ji holê werin hilanîn. Li gorî Anarşîzmê dewlet, berjewendiyên çînên serdest diparêze û saziyeke bêfeyde ye.

Ji bo pêkanîna azadiyê, berî her tiştî; divê dewlet were hilweşandin. Dewlet dê ti caran ji bo lidarxistina heyama civaka nû nikaribe were bikaranîn. Nûnerîtî, xewnparêziyek e û xewnparêz, berê mirovan didin derê mirovahiyê.

Di dewsa zordestiyê de, divê karbeşiya azad û di dewsa tirsê de jî, hezkirin û biratî, were pêkanîn. Di dewsa dewletê de, divê komeleyên ku di encama karbeşiya azad de derketine holê, werin damezrandin û bi yekîtiya wan komeleyan re jî, dive fedarasyon werin damezrandin.

ing: anarchism

fr: anarchisme

6- akademîa: Akademîa (Akademos), weke peyveke beriya mîladê, di sala 387an de ji bo xwendegeha ku ji aliyê Platon/Eflatûn ve hatiye damezrandin hatiye bikaranîn. Ev peyv îro jî, ji bo beşeka zaningehên roja me tê bikaranîn. Di derbasgeha xwendega Platon de ev nivîs hebû ye: <Kesên ku tênegihiştine herka matematîkî, bila derbasî hindûr nebin!- Ageometretos medeis eisito!> Ev gotina ku li ser dîwarê xwendegehê hatiye nivîsandin, mirov dikare bibêje ku nîşana hizra aqilane û matematîkî bû.

ing: academy

fr: académie

7- budîzm: Navê tevgereke felsefî û olî ye, ku ji aliyê Gautama Budha ve hatiye damezrandin. Li gor vê felsefeyê (ku weke olekî jî tê hesibandin) hemû tiştên ku li dinyayê hene, di destpêkê de xwe bi cih dikin/tên damezrandin, bi pêş ve diçin, bi paş ve diçin û ji holê radibin û careka din, ji nû ve têne zayînê. Hemû mirov, ji tevgerên xwe berpirsiyar in. Rih ji bo bikaribe bibe rihekê gihîştî, ji laşêkê koçê laşekê din dibe, kiras diguherîne.

Ev koça bêgav, heta ku rih bigihêje nîrvanayê wiha didome. Li gor vê ol yan jî tevgera felsefî, deh gunehên mezin hene û divê mirov, ji van deh gunehên mezin xwe dûr bikin.

Li Gor Budîzmê Deh Gunehên Mezin

1- Kuştina mirovan

2- Zina

3- Dizî

4- Derew

5- Gotugot (xeberdanên derewîn)

6- Sîxef (dijûn-dijmin)

7- Çenebazî (zimandirêjî, pirbêjî)

8- Hesûdî

9- Rik

10- Tunebûna îmanê (bêîmanî-kêmîmanî)

ing: bouddhisme

fr: bouddhisme

8- bawerî: Wateya baweriyê, girêdayîtiya/dilsoziya jidil ya ramaneke ye. Herweha di wateya tiştekê ku em baweriya xwe pê tînin, nêrîn û danezanînê/doktrînê de ye jî. Di teolojiyê de baweriya Xwedê, baweriya olekî û îmanê ye. Ango bi dilekî jidil baweriya ramenekê, kesekê û yan jî bawerîpêanîna têgehek razber/nedîtbar e.

Heta mirov dikare bibêje ku di bingeha wê de hezkirin û kerx/nifrîn heye û têkiliya hezkirin û kerxê ye, têkiliya di navbera babeta bawermend û baweriyê de ye. Bawerî ne ew deran e ku di encama birêvebirina aqil û mantîqê de tê bidestxistin, bawerî ew tişt e ku axlebî xwe dispêre pêdiviyên mirovî yên weke tirs û hêviyê.

ing: belief

fr: croyance

9- determinîzm: Zanistên xwezayê prensîba determinîzmê dipejirînin, ku li gor vê prensîpê; heman sedem, di heman şert û mercan de heman encamê diafirînin. Ev hêman (prensîp) di nava zanistan de, weke prensîpa sedem-encamê tê bi nav kirin ku bi saya vê prensîpê bûyer, herdem dikarin bibin babeta ezmûn û çavdêriyan.

ing: determinism

fr: déterminisme

10- ciwannasî/estetîk: Estetîk, di sedsala 18 an de ji aliyê A. G. Baumgarten ve hatiye damezrandin. Peyva <estetîkê> ji peyva <aisthesis> a yewnanî tê û wateya wê <têgihîna sehekî> ye û mijarên wê jî, zanayiyên têgihîna sehekî ne. Li zanayiyên, têgihîna sehekî vedikole û dixwaze ku fam bike, ka ew ji kû derê tên. Lê mirov dikare bibêje ku estetîk, ne li hemû zanayiyên têgihîna sehekî, lê bi tenê li zanayiya bûyera spehîtiyê/delaliyê digere. Dîsa di sedsala 18 an de Immanuel Kant, estetîkê weke <zanista delkên hestyariyê> daye nasandin. Spehîtiya ku babeta estetîkê ye, ne tenê spehîtiya hunerê ye. Hemû spehîtiyên ku di xwezayê de hene mijarên estetîkê ne, ji lewma jî ji vê felsefeyê re, <felsefeya delaliyê> tê gotin. Ji Platon heta Hegel, dema ku mirov li dîroka felsefeyê mêze dike, mirov dibîne ku di bingeha nêrînên estetîkî de têgeha <spehî> û <spehîtîyê> heye. Ji şaxê felsefeyê ya ku li spehîyê/delaliyê dipirse û vedikole re, <Estetîk> tê gotin.

ing: aesthetics

fr: esthétique

Ali Gurdilî – Ferhenga Felsefeyê     

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Kovara Felsefevan. Hejmar 02. Sala 2015an. 

Heke çavkanî neyê nîşandan, wergirtina xebatên kovar û malperê qedexe ye. 


Nûkirina Dawî : 03 Jan 2016 4:22

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)