Dawî...

Destpêk > Nivîs > Kovara Felsefevan > Ferhengoka Felsefeyê (01)

Ferhengoka Felsefeyê (01)
Parvebike!

Ferhengoka Felsefeyê (1) 

1- Asketîzm: Ango, çîlekêşî. Ev têgeh hinekî ji wê têgeha ku em herdem bi bîr tînin, cihêreng e. Di rastİya xwe de, awayekî (terzekî) jiyanê ye. Di vê awajiyanê de mirovî hemû nimetên ku hene yan jî em bibêjin ku em xwediyê wan in (xwarin, vexwarin, lixwekirina cilan û heta di warê bikaranîna demê de) kêm (hindik) bikar tînin û bi vî awayî jî, mirov jiyana xwe didomînin.

Armanc, sitandina/bidestxistina riza xwedê ye. Mirovî dikare bibêje ku awayekî zelalkirin û sînorkirina nefsê ye. Di vê rewşê de beyî ku mirov li pey mal û milk bibeze, bi tenê berjewendiyên xwe biparêze û ked û nirxên mirovên din îstîsmar bike, mirov jiyana xwe didomîne. Asketîzm, herîkana jiyaneke bi vî rengî ye. Dijberê vê awajiyanê jî, Hedonîzm e.

ing: asceticism

fr: ascétisme 

2- Bîrbirî [îdrak, têgihan]: Bi riya sehekan têgihiştina cîhana der û bi saya lênêrîna derûnî têgihiştina cîhana hundirîn. Pêvajoya yekîtiya danayên ku ji sehekan têtin. Danayên ku têne zêhna mirovî û bi danayên kevin re têne rûbirûkirin, ku bi vî awayî tiştek bi awayekî gelek baş tê têgihiştin.

ing: perception

fr: la perception 

3- Carpe Dîem: Hemû tiştî di roja xwe de bijî. Rojê, di rojê de bijî. Ev têgeh cara yekemîn ji aliyê Horatius ve hatiye gotin. Gotineka ku dişibê vê gotinê, di tesewufê de jî heye: <Do, çû. Hê ne bûye sibe. Roj îro ye, dem ev dem e.> Di tevahiya imrê mirovî de, hêjahiya dema niha tê vegotin. Lê mînanîtiya di van nêrînan de bi temamî mînanîtiyeka şeklî ye. Nexwe ji hêla hilikê ve ev du nêrîn, li dijî hev in. 

4- Çand / Kultur: Dijwar e ku mirov bikaribe pênaseyeka misoger ya çandê bide. Çimku bi sedan danasînên çandê hene. Encax, em ê dîsa jî hewl bidin ku bikaribin  pênaseyeka çandê ya derbazî bidin: <Yekîtiya tevlîhev ya unsûrên/nûveyên madî û manewî; yên weke teknîk, navgîn, alav, exlaq, irf, adet, baweriyan ku wekî awayê jiyana civakekî têne qerekterîzekirin.>

Çand, du texlîd e:

1- Çanda Madî: Her cure alet û navgînên ku ji aliyê civatekê ve têne hilberandin. Bi vê yekê, civak dixwaze ku bijî û hawirdorê xwe verast bike. Ango hemû hilberên teknolojîk, çanda madî tînin holê.

2- Çanda Manewî: Baweriyên ku bi jiyana hevpar ya civakekê re dertêne holê. Exlaq, dîrok, ol, felsefe, irf û adetên civakekê, çanda manewî ya wê civakê pêk tînin.

Li gor baweriya William Fielding Ogburnî çand: Beşa madî ya çandê (endustrî, alavên teknîkî û hwd) li gor beşa manewî, zûtir têne guherîn. Çanda ne madî, hebekî li paş çanda madî dimîne û çanda madî dişopîne. Di encama vê yekê de jî çanda manewî, hewl dide ku bikaribe weke çanda madî tevbigere, yan jî bigihêje wê.

Çend Taybetmendiyên Çandê/Kulturê

1- Mirov, çandê fêr dibin.

2- Her civakek xwediyê çandekê ye. Ev çand, ji aliyê endamên civakê ve tê parvekirin û bi awayekî hevpar, tê jiyîn.

3- Çand, taybetmendiyeke bingehîn ya civaka ye û bi çanda xwe, civak ji hevdu têne veqetandin.

4- Çand, dînamîk e. Bi unsûrên nû diguhere û nû dike.

5- Çand, bi rêya mîrateya sosyal; dewrê nifşeka nû dibe.

6- Çand, razber/soyut e û ne girgîn/somut e. Tê hîs kirin, lê bi temamî nikare were çavdêrî kirin.

7- Unsûrên çanda madî, li gor unsûrên çanda manewî, zûtir têne guherîn.

8- Di her civakê de hêlên hevpar yên çandê dikarin werin dîtin. Lê digel vê yekê, çanda her civakekê cuda ye, cihêreng e. Jiber vê yekê jî taybetmendiyên çandê, li gor civakan tê guherîn.

9- Çand, wezîfeya venêrana civakî pêk tîne.

10- Unsûreka (beşeka) çandê dema ku diguhere, ya din jî ji vê yekê ketumet dibe.

ing: culture

fr: culture 

5- Distopya: Distopya, (antî-utopya. Bi yewnanî dystopia) bi pirranî ji bo dijberê civakek utopîk de tê bikaranîn. Ango, antî-utopya. Civakeka distopîk, civakek zordest, tehdekar, otorîter-totalîter e yan jî em bibêjin ku sîstemeka zordest bikar tîne. Ev peyv, cara yekemîn ji aliyê John Stuartî ve hatiye bikaranîn.

Dema ku mirov zanayiyên John Stuart dide ber çavan, mirov dikare bibêje ku wî vê peyvê ne di wateya <berevajiya utopyayê> de, belam di wateya <cihekî xirab> de bikaraniye. Bi yewnanî tê wateya <xirab-dys> yan jî, <nexweş ê/a dereadetan.>

Hindek Berhemên Distopîk ev in:

1- Hezar û Nehsed û Heştê û Çar – George Orwell

2- Cotgeha Heywanan – George Orwell

3- Ez – Ayn Rand

4- Dinya Wêrek Ya Nû – Alex Huxley

5- Em – Yevgeni Zamyetin

6- Fahrenheit 451 – Ray Bradbury

7- The Handmaid’s Tale – Margaret Atwood

ing: dystopia

fr: dystopie 

6- Empirisîzm [deneyparêzî- ezmûngerî- empirîzm]: Li cîhana Rojava tevgereke bandordar ya felsefeyê ye û wekî dijberê rasyonalîzmê hatîye dîtin. Navê gellek fîlozofan di vê lodê de cîh bigre jî, fîlozofên sereke ên vê bizavê, John Locke û David Hume ne. John Locke û David Hume, du ezmûngerê Îngilîz in û du navên sereke ê ekola ezmûngeriyê ne.

Du taybetmendiyên girîng ê Empirîsîzmê hene:

A- Empirîzm ji bo behskirina tiştekî, beriya her tiştî pêwîstî bi delîlan dibîne. Yanî divê dema ku em behsa tişteke bikin, derheqê wê yekê de divê delîlên me hebin û ev delîl jî, divê ji ezmûnê û azmayîşê, hatibin. Wekî mînak: Dema em ji ufoyan (seyareyên fezayî) behs bikin, divê ya me ufoyan dîtibe, yan jî divê me destê xwe dabe wan. Hege di vê babetê de azmayîşeka me tunebe, wê demê di vê babetê de divê em xeber nedin.

B- Ezmûngerî, rêbaza zanistê (ezmûnê) bikar tîne û vê yekê ji xwe re wek modeleke dibîne. Ji bo ku em bikaribin baweriyeka biparêzin, di destê me de divê delîlên me yên ku ji ezmûnê hatibin hebin.  Du taybetmendiyên ezmûngeriyê yên navborî, wiha kirine ku mirovî di babeta zanayiyê de, xwe bi sînor bike. Lê wan zanayiyên ku ne ji ezmûnê tetin jî, wan wekî zanayiyên ne rast, yan derzanayî nîşan daye. Ev yek jî, aliyê sar yê ezmûngeriyê ye.

ing: empiricism

fr: empirisme 

7- Fîzyokrasî: Bi zagonên xwezayî, birêvebirina komên/civakên mirovan. Li Fransayê dibistaneka ku di sedsala 18 an de hatiye damezrandin û ramana serweriya zagonên xwezayî parastiye jî, bi vî navî tê naskirin. Beşdarên dibistanê, bi navê <fîzyokrat> têne naskirin. Pêşengekî girîng yê vê dibistanê Dr. F. Quesnay e û navê berhema wî jî <Droit Naturel> ango, <Zagona Xwezayî> ye. Fîzyokrat di dema xwe de ne xwediyê bandûreka mezin bûne, lê bi ramanên xwe yên di derheqê îktîsadê re, di roja me de jî têne bibîranîn. 

Hinek taybetmendiyên wan ev in: 

A- Hewl didin ku xebîtîna pergala îktîsadê, di çerçoweya modeleka ku bi rêbaza razberkirinê ava kirine, fêhm bikin.

B- Civakê li gor erkên xwe, ji hevdu cihê kirine.

C- Çavkaniya malhebûnê, ne di pevguheranê de; di pêvajoya hilberandinê de digerin.

D- Hilberandina çandiniyê, weke navenda sîstema ramanên xwe dibînin. Fîzyokrat wiha diparêzin ku têgeha feydeyê (util) dikare were pîvandin. Gotine ku dema <Yekûna Feydeyê> di xala <Maksîmum> de ye, <Feydeya Marjînal> jî dê <Sifir/Zero> be.

Dîsa wiha bawer dikin ku xweza, dê herdem parsenga/dengeya xwe biparêze û wê pêvajoyeke bi vî rengî bixebitîne. Wiha bawer kirine ku babetên beşer/mirovî jî, dişibin vê yekê û wê ew jî, bi awayekî xwezayî parsenga xwe biparêzin.

Di encama vê yekê de, destnetêdana bazarê/aboriyê parastine. Heke kesek/saziyek destê xwe nêxe nav karê piyaseyê, dê pîyase çêtir bi rê ve here û wê ji bo civakê, feydeya wê mezintir be. Ji bo vê yekê jî divê dewlet, destê xwe nede vê rewşa parsengê/dengeyê. Na heke dewlet destê xwe têde bide, dê ev parseng hilweşe.

ing: physiocracy

fr: physiocratie 

8- Fikirîn [hizirîn, ramîn]: Mirov di pêvajoya perwerdehiyê de gelek têgeh, hest, raman û peyvan bi dest dixe. Ji xebitîna/şixulîna zêhnê ya li gor van naverokan re, <fikirîn> tê gotin. Di heman demê de fikirîn, çalakiyên zêhnî yên wekî pêderxistina têkiliyên di navbera pêşniyaran, birêvebirina aqil, bibîranîn, şikkirin, têgihiştin û hîskirinê jî diguncîne. Rûbirûkirin, dahûrandin, pêkanîna girêdaniyan û çalakiyên hişmend jî, di nav sînorên fikirînê de ne.

Fikirîn, du beş e:

A- Gihêjtina (yan jî têgihîjtina) zanayiya yên ku hene.

B- Fikirîna li ser biryaran (kirin yan jî nekirina hindek tevgeran)

Şeklê fikirîna yekemîn, <teorîk û zanistî> ye û ya duyemîn jî, xwediyê wesfekê <pratîkî> ye.

ing: think

fr: penser 

9- Gumanparêzî / şikparêzî: Mirovên gumanber (şikber- septîk) wiha diparêzin ku zanayî ne pêkan/gengaz e. Ya rasttir wiha diparêzin ku kirde/suje nikare têkilî cîhana wanekan/nesneyan bibe û derheqê hilika wan de, zanayiyan bi dest bixe. Ji ber vê çendê jî, wiha bawer dikin ku bidestxistina zanayiya misoger/teqûz, ne gengaz e. Yên gumanber bi vê helwesta xwe re wiha dikin ku em ji bîr û baweriyên xwe yên misoger/rast jî gumanan dikin.

Lewra ew ji hemû tiştî, mesela ji cîhana fizikî ya der û ji hebûna mirovên ku wekî me difikirin gumanê dikin. Ev yek her çiqasî wekî nîşana nexweşiyeke psîkolojîk were dîtin jî, divê ev helwesta gumanberan baş were têgihêjtin. Ê baş e mirovên gumanber, çima û ji çi gumanê dikin? Di navbera gumana gumanberparêz û ya me de, ku em vê gumanê di jiyana xwe ya rojane de bikar tînin; cihêrengiyeke mezin heye.

Ji kerema xwe re bala xwe bidin van pêşniyarên li jêrê… 

A- Li fezayê hebûna zindiyên din, biguman e.

B- Derheqê başiya tevgera mirovan ya peredayîna parsekan de, ez di gumanê de me.

C- Derheqê tevgera ku berjewendiyên hemû kesî diparêze de, ez di gumanê de me.

Dema ku em bala xwe didin wan, em dibinin ku pêşniyara yekemîn nerastiyeke nîşan dide. Ya duyemîn jî bêbaweriyeke nîşanê me dide. Lê ya sêyemîn, derheqê sedemên ku pêşnîyarê pêk anîne de gumaneke tîne zimên. Pêşniyara yekemîn û ya duyemînî, gumanên ku em di jiyana xwe ya rojane de bikar tînin vedibêjin. Lê di pêşniyara sêyemînî de, gumaneke felsefîk xwe dide der.

Nexwe dema ku behsa gumanê tê kirin, fîlozof vê yekê fêhm dikin: Ji bo bawerîpêanîn û zanîna tiştekê, têrnekirina pîvanên ku têne pêşkêşkirin. Ev yek, <gumana/şika felsefî> ye. Felsefevan, dema ku gumankirin tê gotin, tiştekî gelek razber/nedîtbar fam dikin. Dema ku ew dibêjin ez gumanê dikim, dixwazin bibêjin ku sedemên pêşkêşkirina pêşniyarê, têra pêşkêşkirina wê nakin û ne besî rastandina wê ne.

ing: skepticism

fr: scepticisme 

10- Heyînparêzî [bûnewerînasî, egzîstansîyalîzm]: Dazanîna wiha bawer dike ku li cem mirovan hebûn (mewcudiyet), beriya hilikê heye, tê û mirovî, piştra bi helwest û tevgerên xwe, bi riya hilbijartin û çalakiyên xwe xwe pêk tînin.

ing: existentialism

fr: existentialisme 

Ali Gurdilî | Ferhenga Felsefeyê

Çavkanî: Kovara Felsefevan. Hejmar 01. Sala 2015an.

Heke çavkanî neyê nîşandan, qopîkirina xebatên kovar û malperê qedexe ye. 


Nûkirina Dawî : 03 Jan 2016 1:31

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)