Dawî...

Destpêk > Ferhenga Civaknasiyê > Ferhenga Civaknasiyê (59) / Edaleta Sosyal

Ferhenga Civaknasiyê (59) / Edaleta Sosyal
Parvebike!

Ferhenga Civaknasiyê (59) / Edaleta Sosyal

Ji navê cibîcîanîna başiya hevpar ya ku bi saya têkiliyên şexs û civakê pêk tê re, Edaleta Sosyal tê gotin. Cara yekem ji aliyê John A. Ryanê ve hatiye pênasekirin. Wekî tê zanîn têgeha  Berkeda Kêmtirîn (Salaire Minimum (fr), Asgari Ücret (tr), Minimum Wage (ing), Mizeya Kêmtirîn) jî, ji aliyê John A. Ryan ve hatiye bikaranîn. Piştî globalîzasyonê, bûye yek ji wan girîngtirîn meseleyên cîhanê.

Li civakeke heke edaleta sosyal hebe, endamên civakê ji beş û çînên ekonomîk û sosyal yên cihê bin jî, xwediyê heman maf û îmkana ne, xwediyê heman şensî ne. Ev têgeh pirî caran wekî newekhevî û bêedaletiya dabeşiya dahatê (lêpariya dahatê, ing: income distribution, fr: répartition des revenus) tê têgihiştin, lêbelê dabeşiya dahatê bi tenê yek ji wan nûveyên (faktorên) edaleta sosyal e. Têgeha edaleta sosyal ligel dabeşiya dahatê, rêlibergirtina birçîtî, nexweşî, mirina zarokên berşîr, fersenda perwerdehiyê û azadiya siyasî jî diguncîne. Ji ber vê yekê jî di civakê de ji bo pêkahatina edaleta sosyal beriya her tiştî divê fersend û îmkana perwerdehiyê, jiholêrakirina cudaxwaziya zayendî û xebatên kêmkirina feqîriyê pêk werin.

ing: social justice / fr: justice sociale / tr: sosyal adalet

Ali Gurdilî
[email protected]
24.08.2016

Çavkanî: Ferhenga Civaknasiyê – Ali Gurdilî

Heke çavkanî neyê nîşandan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye. 


Nûkirina Dawî : 24 Aug 2016 3:19

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)