Dawî...

Destpêk > Ferhenga Civaknasiyê > Ferhenga Civaknasiyê (57) / Navparêzî

Ferhenga Civaknasiyê (57) / Navparêzî
Parvebike!

Ferhenga Civaknasiyê (57) / Navparêzî

Tegihîneke felsefeyê ye û li gor vê têgihînê têgeh, peyv, hevok, pênase (danasîn) û heta zimanên ku têne xeberdan jî, ne xwediyê rasteqîniyekê ne, yan jî ne xwediyê hebûnatiyeke nesnel in. Li gor vê ferasetê têgehên li jor, bi tevahî sembol in ku em wan di jiyana xwe de bikar tînin û bi watedayînên me, dibin xwediyê hebûnatiyekê û digihêjine wateya xwe.

Bi gotineke din li gor feraseta navparêziyê yên giştî (tumelî, tevdeyî, universel) ne rasteqîn in û bi tenê nav in. Yên giştî, bi tenê deng in û ev deng jî, ji bo veguhastina ramanan têne bikaranîn, bi tenê sembol in û ne rasteqîn in. Lewre jî, meriv nikare wan mîna heyînên rasteqîn bihesibîne. Bingeha feraseta navparêziyê di Serdema Antîk de ji aliyê feylesofên sofîst û Antisthenesî ve hatiye damezrandin û piştre jî, ji aliyê Stoaparêzan ve hatiye bikaranîn. Feylesofên Serdema Navîn jî gelekî li ser vê ferasetê sekinî ne û di sedsala 17 û 18an de John Locke û David Hume ku du ezmûngerên ingilîz in û di sedsala 20an de jî, hinek mantiqzanên pozîtîvîst gelekî bala xwe dane vê ferasetê.    

ing: nominalism / fr: nominalisme / tr: adcılık

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
24.08.2016

Çavkanî: Ferhenga Civaknasiyê – Ali Gurdilî

Heke çavkanî neyê nîşandan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye. 


Nûkirina Dawî : 24 Aug 2016 2:39

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)