Felsefeya Zanayiyê ya Rene Descartes

Felsefeya Zanayiyê ya Rene Descartes

Felsefeya Zanayiyê ya Rene Descartes

Descartes navekî girîng ya ramana nûjen e û teorîya wî ya zanayîyê, ya ku wî pêşkêş kiriye û dilêrîna wî ya matafizîkê, ne tenê di dewra xwe de, piştî mirina wî jî gelekî hatiye nîqaşkirin. Em pê dizanin ku wî gumanê wek rêbazekî bikar anîye. Guman (şik) ji bo Descartes bi tenê rêbazek bû û bi vê rêyê Descartes dixwest ku xwe bigihîne bingehekê misoger û xupxuya, ya ku êdî tu kes nikaribe jê gumanê bike.

Taybetmendiyên Felsefeya Zanayiyê Ya Descartes

1- Descartes beyî ku dest bi rêya hilberandina zanayîyê bike, hêmanên rêbaza ku wê wî bigihêjîne vê zanayîyê destnîşan dike. Li gor bîr û bawerîya wî: tu zanayî hege wekî ku di matematîk û geometrîyê de bi awayekî eşkere ne hatibin destnîşankirin, wê neyête pejirandin û di destpêkê de bi awayekî deduksîyonî (ji hêmaneke giştî, ber bi tekanê (tekîlê) ve divê pêşnîyara tevayî were pêşkêşkirin û piştra jî bi rêya dahûranê (analîzê), divê ji bo rewşên tekan (yekhejmar) zanayî werin hilberandin û divê yên tevlîhev, werin hêsankirin. Piştra ev zanayîyên ku ji bo rewşên tekan têne hilberandin, bi rêbaza enduksîyonê divê cardin werin qontrolkirin û zeximkirin.

2- Descartes pirsa ‘Heqîqet çî ye?’ dipirse û dixwaze ku heqîqet jî wekî ku di matematîk û geometrîyê de jî heye û hêsan e, ji ronahiya aqil derkeve holê. Lê Descartes di wê derdê de ye ku bingehekê peyda bike û hemû zanayîyan jî, li ser vê bingehê ava bike. 

Descartes dibêje ku ev bingeh bi saya ‘Rêbaza Şikber’ bi pêşnîyara ‘Difikirim, nexwe ez he me- Cogito ergo sum’ re derketiye holê. Encax bi tenê hebûnatî, têra misogeri û zelaliya zanayîyê nake. Lewra mirov dema ku difikire, ev yek tê wê wateyê ku hê jî bandora wî cinî ku Descartes qala wî dikir deye û bandor berdewam e. Nexwe divabû ku Descartes di nav ramanên xwe de tiştekî wiha bidîtana ku bi awayekî eşkere ev yek ji dereka din bihata. Ev yek jî, ramana Xwedê ye. Ramana Xwedê ya teqûz, ji ber ku ne hilbereka ramanên wî ye, ev yek tê wê wateyê ku pêzanîna Xwedê, bi tenê ji ber Xwedê ye. Heger ramana Xwedê li cem mirov bi tenê xeyalek bûna, wê demê ji ber ku mirov zîndiyek dawîndar e; wê ramana Xwedê jî ramanek dawîndar bûna. Ev yek jî, rewşek nakok e.

Ê baş e Descartes çîma wisa xwe bi ramana Xwedê ve girê dide? Lewra hege Descartes bikaribe bipeyîtîne ku mirov dikare ya Xwedê bifikire, wê demê wê di nav sînorên ‘Difikirim, nexwe ez he me.’ de nemîne û wê demê ji bilî xwe, wê bikaribe nesneyên (wanekên) din jî bizanibe. Ango wê bikaribe derbasî cîhana wanekan jî bibe.

3- Bi fikra Xwedê, Descartes xwe ji wê rewşa neyînî ya ku şikê rê didayê xilas dike. Hege bi tenê bigotana ‘Difikirim, nexwe ez he me.’ wê ji şikê nikaribûna xwe rizgar bikirana û nikaribû derbasê cîhana wanekan bibe, derheqê wan de zanayîyan bidest bixe.

4- Wek gotina dawî em dikarin bibêjin Descartes wiha bawer kiriye ku mirov ji zayîna xwe ve xwedîyê behreya (qabilîyeta) zanînê ye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin