Felsefeya Zanayiyê ya Rene Descartes

Felsefeya Zanayiyê ya Rene Descartes

Felsefeya Zanayiyê ya Rene Descartes| Ali Gurdilî   

Descartes (1596-1650) navekî girîng ya ramana nûjen e û teoriya wî ya zanayiyê, ya ku wî pêşkêş kiriye û dilêrîna wî ya matafizîkê, ne tenê di dewra xwe de; piştî mirina wî jî gellekî hatiye nîqaşkirin. Em pê dizanin ku wî gumanê wek rêbazekî bikar aniye. Guman/şik ji bo Descartesî bi tenê rêbazek bû û bi vê rêyê DescartesÎ dixwest ku xwe bigihîne bingehekê misoger û xupxuya, ya ku êdî tu kes nikaribe jê gumanê bike.

Taybetmendiyên Felsefeya Zanayiyê Ya Descartesî

1- Descartes beyî ku dest bi hilberandina zanayiyan bike, hêmanên/prensîbên rêbaza ku dê wî bigihêjîne wan zanayiyan destnîşan dike. Li gorî bîr û bawerîya wî: tu zanayî hege wekî ku di matematîk û geometriyê de, bi awayekî eşkere/zelal ne hatibin destnîşankirin, dê neyête pejirandin û di destpêkê de, bi awayekî deduksiyonî (ji hêmaneke giştî, ber bi tekanê (tekîlê) ve divê pêşniyara tevayî were pêşkêşkirin û piştra jî bi rêya dahûranê/analîzê, divê ji bo rewşên tekane (yekhejmar) zanayî werin hilberandin û divê yên tevlîhev jî, werin hêsankirin. Piştra ew zanayiyên ku ji bo rewşên tekane têne hilberandin, bi rêbaza enduksîyonê divê careke din werin qontrolkirin û rastandin.

2- Descartesî pirsa <Heqîqet çi ye?> pirsiye û xwestiye ku heqîqet jî wekî ku di matematîk û geometriyê de jî heye û hêsan e, ji ronahiya aqil derbikeve holê. Lê Descartesî di wê derdê de ye ku bingehekê peyda bike û hemû zanayiyan jî, li ser vê bingehê ava bike.

Descartesî dibêje ku ev bingeh bi saya <Rêbaza Şikber> bi pêşniyara <Difikirim, nexwe ez he me- Cogito ergo sum> re derketiye holê. Encax bi tenê hebûnatî, têra misogeri û zelaliya zanayiyê nake. Lewra mirovî dema ku difikire, ev yek tê wê wateyê ku hê jî bandora wî cinî ku Descartesî qala wî dikir deye û bandor berdewam e.

Nexwe divabû ku Descartes di nav ramanên xwe de tiştekî wiha bidîtana ku bi awayekî eşkere ev yek ji dereka din bihata. Ev yek jî, ramana Xwedê ye. Ramana Xwedê ya teqûz, jiber ku ne hilbereka ramanên wî ye, ev yek tê wê wateyê ku pêzanîna Xwedê, bi tenê jiber Xwedê ye. Heger ramana Xwedê li cem mirovî bi tenê xeyalek bûya, wê demê jiber ku mirov zîndiyek dawîndar e; dê ramana Xwedê jî ramanek dawîndar bûya. Ev yek jî, rewşeke nakok e.

Ê baş e Descartesî çima wisa xwe bi ramana Xwedê ve girê dide?

Lewra hege Descartesî bikaribe bipeyîtîne ku mirov dikare ya Xwedê bifikire, wê demê dê di nav sînorên <Difikirim, nexwe ez he me.> de nemîne û wê demê ji bilî xwe, dê bikaribe bi nesneyên/wanekên din jî bizanibe. Ango, dê bikaribe derbasî cîhana wanekan jî bibe.

3- Bi fikra Xwedê, Descartesî xwe ji wê rewşa neyînî ya ku şikê/gumanê rê didayê, rizgar dike. Hege bi tenê bigotana <Difikirim, nexwe ez he me.> dê ji şikê nikaribûna xwe rizgar bikiraya û nikaribû derbasê cîhana wanekan bibe, derheqê wan de zanayiyan bidest bixe.

4- Wekî gotina dawî: em dikarin bibêjin Descartesî wiha bawer kiriye ku mirov ji zayîna xwe ve xwediyê behreya (qabilîyeta) zanînê ne…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

30.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/rene-descartes-1596-1650.html

3- http://www.felsefevan.org/felsefeya-zanayiye-ya-rene-descartes.html

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin