Felsefeya Zanayiyê ya Platon

Felsefeya Zanayiyê ya Platon

Felsefeya Zanayiyê ya Platon/Eflatûn 

      Platon di Serdema Pêşîn de yek ji wan fîlozofên herî girîng e û wekî ku tê zanîn; bi rêya diyalogên xwe, xwestiye ku sistemeka/dazanîneka zexim ava bike. Ew şagirtekî Sokrates bû û mamostetiya Arîstotelesî kiriye. Ger em bixwazin ku bi awayekî hêsan felsefeya wî ya zanayiyê şirove bikin, wê demê em dikarin çend taybetmendiyên felsefeya wî wiha rêz bikin.

1- Platon wiha bawer dike ku zanayî, ji zayînê ve tê. Ango, wiha bawer dike ku mirov ji zayîna xwe ve xwediyê zanayiya ne. Di vê baweriya xwe de, nemaze ji nêrîna Sokrates ya reenkarnasyona rih ketumet bûye û vê nêrîna wî, ji bo ramanên xwe wek bingeh/spartek hilbijartî ye.

2- Platon wiha bawer dike ku giyan/rih, berê cîhana îdeayan dîtiye û carekê din zivirîye dinyayê. Tiştên ku rih, wan ji bîra kiriye jî, di dema jiyana wî de têne bîra wî.

3- Teoriya wî ya bîranînê, xwe disperê teorîya wî ya du cîhanan. Cîhana fizîkî a ku em têde dijîn, di esasê xwe de cîhaneka qelp/qopî ye û texlîdê/qopiya, cîhana forma/îdeayê ye.

Li gor baweriya Platon: form, şeklê herî baş/îdeal ya heyînê ye. Heta ku afirander jî, vê dinyayê li gor wan forman afirandî ye. Hemû heyînên li vê dinyayê, qopîyên dinyaya îdeaya/forma ne.

4- Forma her heyînekê heye. Heta formên, heyînên razber/soyut/nedîtbar jî hene. Çawa ku îdeaya darê, pelê û ya rengê sor heye, ya başî û edaletê jî heye. Hemû zindiyên vê dinyayê, para xwe ji îdeayê distînin/werdigirin û ji bo ku bikaribin bigihêjine îdeayê, di nav hewl danê de ne.

5– Cîhana îdeayan; ji bo ku bi sehekan nayê têgihiştin, ew bi aqil têne zanîn. Çimku sehekên me, bi texlîdên wan re rûbirû dibin û texlîdê wan dibînin. Ji ber vê yekê jî sehekên me, nikarin bigihêjin cîhana îdeayan. Lê dikarin hindek delîlan bidin me û ji ber vê yekê jî sûdmend in. Ango, bi kêrî me têtin. Bi tenê bi saya aqil, mirovî dikare xwe ji cîhana sehekî rizgar bike û bigihêje cîhana îdeayan/forman.

6– Platon zanayiyê kiriye sê beş…

A- Zanayîya rast

B- Zanayîya çewt

C- Bawerî

Bawerî, di navbera zanayiya rast û zanayiya çewt de ye.

Zanayiya rast, zanayiya heyînên rasteqîn (zanayiya îdeayan, zanayiya forman) e.

Zanayiya çewt jî, zanayiya ku bi rastî tune nin, ne.

7- Li gor bîr û baweriya Platon; tegihîna sehekî, zanayiyên çewt didin me. Cîhana sehekî, her dem di nav têkiliyekê de tê têgihiştin û zanîn.

Em dikarin bo nesneyekê bibêjin ku ew zer e, sor e, bêhna wê xweş e an jî hişk e. Belam ev yekên navborî, wesfên wê/wî nesneyê ne û bi serê xwe, wan nesneyan ranaxin holê. Ji ber vê yekê jî; zanayiya rast, ji têgîhînê (algiyê) dernayê.

8– Nexwe, zanayî ew daraz e ku bi rêya aqil û delîlên aqlî, tê hilberandin.

Darazên bi vî rengî, zanayiyên forman/îdeayan diguncînin. Herweha zanayî ne zanayiya yeko yeko ya nesneya ye, ya qada wan a tevahî ye.

Çend taybetmendiyên cîhana îdeayên Platon jî ev in…  

1- Bêdestpek û bêdawî [ezelî û ebedî] ne.

2- Mitleq in.

3– Raserî sehekên me ne.

4– Nayên guherîn.

5– Ne girêdayê demê ne.

6- Bi çav, nayên dîtin.

7– Bi aqil, têne têgihiştin…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com  

14.03.2014

Jêder

1- Dengê Felsefeyê- Ali Gurdilî. Weşanên Doz- Rêbendan 2006

2- Rewîtiyeke Zanistî- Ali Gurdilî. Weşanên Doz- Gulan 2007

3- Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî. Berhemeke neçapbûyî.

4- http://www.felsefevan.org/platon-b-z-427-347.html

5- http://www.felsefevan.org/felsefeya-zanayiye-ya-platon-b-z-427-347.html

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin