Felsefeya Zanayiyê ya Arîstoteles

Felsefeya Zanayiyê ya Arîstoteles

Felsefeya Zanayiyê ya Arîstoteles| Ali Gurdilî

Arîstoteles damezranerê felsefeya sîstematîk e û bingehên zanista mentîq, metafîzîk û gelek şaxên din yên felsefî, ji aliyê wî ve hatiye ava kirin. Di cîhana îslamê de jî, wekî mamosteyê pêşîn/ewil tê nasîn û li cîhana rojava jî, jêre ustad tê gotin. Bêguman mirovî bi hêsanî dikare bibêje ku Arîstoteles fîlozofekî mezin e û ku di wê dewrê de, mamostetiya Îskenderê Mezin jî kiriye.

Mirovî dikare felsefeya wî ya zanayiyê wiha şirove bike…  

1- Wekî mamosteyê xwe Platon, li cem Arîstoteles jî zanayî; encax zanayiya ya tevayî (ya tumelî) ye û zanayiya yên tekane (yekhejmar, tekîl) tune. Ew encax, dikarin bibin mînakên tevayiyê/tumelê.   

2- Arîstoteles cûdahiya cîhana forman û sehekan, napejirîne. Li gor bîr û baweriya wî; form di nav madeyê de veşartî ye û bi awayekî potansiyelî/xweber, di naveroka wê de heye. Mesela em bibêjin forma dareka hejîrê, di toximê xwe de ye û pêvojoya heta ku ew toxim bibe dareka qirase û hejîran bide, di toximê hejîrê de bi awayekî potansîyelî heye.

3- Li gor Arîstoteles, em bi livokên xwe yên sehekî nêzîkê heyînan dibin. Her livokeka me, xwediyê nesneyeka sehekî ye. Dema ku bi van livokên xwe, em xwe nêzîkî nesneyan dikin; ango dema ku em wan dibînin, seh dikin, dest didin wan û hwd. nesneyên me yên sehekî ku bi awayekî potansîyelî li cem me hene, xwe aqtîv dikin û têgihînên me yên ku ji wan tên, dikarin rast yan jî çewt bin.

4- Têgihiştin, herdem ber bi formên zêhnî ve ye û bi formên zêhnî re têkildar e. Têgeh, di darazekî de têne civandin. Belam, jiber ku têgihiştin xwe disperê têgehên li jêrên xwe û wiha didarizîne, çewtiyekî derdixe holê. Lewra têgihîn, herçiqas xwediyê nîrxeka bilindtir e jî, bi rêya têgehan didarizîne.

5- Li gor nêrîna Arîstoteles zanayî, zanayiya tevayî ye, zanayiya ya gerdûnî ye. Ji bo bidestxistina zanayiyeka bi vî rengî, di destpêkê de divê ciyewaziya cins û cudahiya wê, were destnîşankirin. Jiber vê yekê jî li cem Arîstoteles zanayî, di wesfê zanayiya zanistî de ye.

6- Di zanayiya zanistî de, şertê pêşîn ew e ku divê mirovî bi hilika wî tiştî bizanibe/derxe holê. Dayîna hilika tiştekî jî, bi eşkerekirina sedemê wê pêk tê. Pêzanîna sedemê tiştekî jî, encax bi awayekî rasteqîn bi pêzanîna wî tiştî dibe.

7- Arîstoteles teoriya xwe ya çar (4) sedaman pêşkêş kiriye û gotiye ku bi rêya ceribandina van çar sedeman, mirovî dikare xwe bigihîne zanayiyê.

Ew çar (4) sedem jî ev in…

1- Sedemê madî

2– Form

3- Sedemê çalak

4- Sedemê teleolojîk/sedemê mebestî.  

Em dikarin van çar sedeman bi mînakeke şirove bikin: Mesela dema ku em peykerekî çêkin, me ew peyker jî çi çêkiribe (ji heriyê, ji mermerê, an jî em bibêjin ji bronzê) ev yek sedemê madî ye. Peykera ku bi şeklekî dertê holê, form e. Peykertraşê ku vê heykelê çêkiriye, sedemê çalak e. Ya dawî jî, me bi çi armancê ew peyker çêkiribe (ji bo firatanê, ji bo xwe, ji bo pêşandanekê taybet û hwd.) ev yek jî, sedemê teleolojîk e. Ango, sedemê mebestî ye.

8- Zanayiya van çar (4) sedeman, ji bo têgihiştina cinsê nesneyê, wê bi kêrî me were. Û piştra, wê em ê bikaribin cudahiya vê cinsê ji yên din destnîşan bikin û danasîneke wê bidin. Mesela pirsa <mirov çi ye?> wê li gorî çar (4) sedeman were şirovekirin, ferqa wî/wê ya ji heywanan, dê were destnîşankirin û dê mirovî xwe bigihîne encameka/danasîneka weke ‘Mirov, ew heywan e ku difikire.’

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

28.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/felsefeya-zanayiye-ya-aristoteles.html

3- http://www.felsefevan.org/aristoteles-b-z-384-322.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin