Felsefeya Zanayiyê [Zanînnasî, Epîstemolojî]

Felsefeya Zanayiyê [Zanînnasî, Epîstemolojî]

Felsefeya Zanayiyê [Zanînnasî, Epîstemolojî]  

Berê, dema ku me pênasa (danasîna) zanayîyê dabû, me gotibû ku ew girêdan û hilberek e û di dawîya têkiliya di navbera wanek (nesne) û kirdeyê (ozneyê) de dertê holê. Epîstemolojî (felsefeya zanayîyê) jî, wek bineşaxeke felsefeyê; lêgerîna vê girêdanê (an jî vê têkiliyê) ji xwe re kiriye armanc û li vê girêdanê vedikole.

Felsefeya zanayîyê, li bersiva pirsên wekî:

1- Cudatiya ku di navbera wanek û kirdeyê de heye, gelo ev cudatiyeke meşrû ye, yan na?

2- Gelo, bi rastî jî zanayî heye yan na?

3- Bi rastî jî, zanayî dikare zanayîya wanekan (nesneyan) bide me, yan na?

4- Gelo, bi rastî jî mirov dikare behsa zanayîyê bike, yan na? û hwd. digere û dixwaze ku van bersivan bibîne.

Herweha li peyvên wek rastî, misogerî, aşkeratî (xipxuyatî), ezmûn, aqil û zêhnê vedikole û dixwaze ku wan di vê gurzê de bi awayekî rast raxe holê. Felsefeya zanayîyê (Epîstemolojî) wek bineşaxeke felsefeyê, di dewra nûjen (modern) de derketiye holê. Ji dema derketina holê ya felsefeyê, heta dawîya Serdema Navîn jî, zanayî; wek pirsgirêkê ne hatiye dîtin. Fîlozofan, heyînê ji xwe re wek mijar hilbijartine û zanayîyê jî, wek tiştekî ku amade ye (hazir e) dîtine. Hebûn an jî tunebûna zanayîyê; an jî derfeta gihêjtina zanayîyê, ji wan re nebûye pirsgirêkek û li serê nesekinîne. Çimku pêzanîna tiştekî; bi saya ol, irf û adetan, an jî bi mîtosan dihate şirovekirin û ev yek, ji bo wan wek bingehek meşrû bû jî.

Wek mînakek: Hege fîlozofekî di Serdema Navîn de bigotana ku, “Xwedê, yeko yeko dikare bi hemû nesneyan bizanibe.” bê guman, wî dikaribû di pirtûkên pîroz de ji vê gotina xwe re bingehekê bidîtana û bi ramanên civakê re, li hev bihatana. Lê di serdema nûjen (modern) de ev dîmen, bi temamî hate guherîn. Bi taybetî fîlozof û zanistnasên wek Kepler, Kopernîk û Descartes; bi kêmbûna bandûra ol re, zanayîyê ji xwe re kirin pirsgirêk. Êdî ew zemînên (ol, mîtolojî, irf û adetên civakê û hwd.) ku wek meşrûîyeta zanayîyê dihatin dîtin, hêdî hêdî diheliyan û di dawîyê de jî, ji holê radibûn. Aqil, hedî hêdî dibû tekane desthilatdar û vê yekê jî, pirsgirêkên wekê xipxuyatî, misogerî û rastandinê bi xwe re anî û ev têgehên navborî, di qada felsefeyê de bûne pirsgirêk.

Pirsgirêkên Bingehîn Yên Felsefeya Zanayîyê

Dema ku aqil û zanistê dewsa hemû cure desthilatiyê girt, çend pirsên wek li jêrê; xwe berdan rojeva felsefeyê.

1- Gelo zanayî gengaz e, yan na?

2- Dema em behsa zanayîya tiştekî dikin, gelo mebesta me çî ye?

3- Em ê çawa pê bizanibin (an jî pê derxin) ka pêzanîna tiştên ku em dibêjin “em pê zanin.” , rast e yan na?

4- Gelo, aqil dikare bigihêje zanayîya nesneyan, yan na? Hege sînorekî zanîna nesneyan hebe, gelo ev sînor (krîter) çî ne?

5- Ger zanayîya rast hebe, gelo sînorên wê çî ne?

Epîstemolojîya (felsefeya zanayîyê) ku pirsên bi vî rengî ji xwe re dike pirsgirêk, ji hevûdudana peyvên episteme (zanayî) û logosê (zanist) pêk tê û di wateya “felsefeya zanayîyê” de ye. Wateya peyva epîsteme jî, ew zanayî ye ku mirov nikare tu gumanan jê bike, zanayîyek xipxuya û misoger e. Ev peyv (epîsteme), bi taybetî ji alîyê Platon (Eflatûn) ve hatiye bikaranîn. Platon, wek zanayîya ku di matematîk û geometrîyê de heye; di lêgerîna zanayîyeke xipxuya û misoger de bû û di pêvajoyê de, vê peyvê bikar anîye ku ev zanayî jî; ji alîyê aqil ve tê pejirandin û li derveyê xeletiya sehekên me ye.

Platon peyva epistemeyê, ji peyva gumanê (doxayê) serbixwe ditîye û wiha jî, bikar anîye. Platon peyva epîstemeyê, di rêya lêgerîna zanayîyek rast û misoger de; wek zanayîyên matematîk û geometrîyê ku nikarin ji layê aqil ve werin înkarkirin û ji şaşnîşandana sehekan xwe rizgar kirine, derxistiye pêş. Nexwe, hê ji destpêkê ve misogerî armaceka felsefeyê bû, ku dixwest xwe bigihîne wê. Bêguman, lêgerîna misogerîyê jî, bi xwe re pirsa “ma gelo zanayîyên ne misoger jî hene?” anîye aqilê mirovan. Ango, guman (şik) li ser kar e. Platon û gelek fîlozofên ku piştî Platon hatine, xwestine ku xwe bigihînin misogerîyê. Lê mirov dikare bi hêsanî bibêje ku bidestxistina zanayîya misoger û xipxuya, karekî gelek zehmet e. Lewra di mijarên gerdûn, exlaq, heyîn, hunerê û hwd. de, hilberandina zanayîyan ne hêsan e.

Zanayîyên ku di van mijaran de têne hilberandin, ne gemgaz e ku bi ezmûn û çavdêrîyan, werin ceribandin. Lewra ev zanayî, zanayîyên razber (soyut) in. Lê di jiyana me ya rojane de hindek zanayîyên me hene û em dizanin ku ew bi kêrî me têtin û kêrdar (sûdemend) in. Wek mînakek: Em pê dizanin ku em sîsikekê dara hinarê li bostanê xwe biçînin û têr avê bidinê, wê jê dareka hinaran derkeve. Lê hevalekî me dikare bibêje ku “gelo hûn ji kû dizanin ku ev dar, dara hinarê ye?” û “gelo hûn dizanin ku hilika dara hinarê çî ye?” û gelek pirsên bi vî rengî ji me bike û em jî dikarin heta hetayê nehêlin ku ew li tehma hinarên me binêre.

Lê di dîroka felsefeyê de mirov dikarê bibêje ku gelek mirovên wek hevalê me hene û gelek pirsên bi vî rengî pirs kirine. Ji van mirovan re yên Gumanber (Şikber- Septîk) hatiye gotin. Hindek mirov jî derketine holê û hewl dane ku bikaribin bersivên pirsên gumanberan bidin û ji wan re jî yên Dogmatîk hatiye gotin. Dogmatîkparêzan jî tu carê ji hebûna zanayîya misoger gumanê nekirine û hewl dane ku hebûna zanayîya misoger û rast bipeyîtînin. Di peyîtandina vê yekê de carina serî li aqil dane, carinan li deneyê û carinan jî serî li ferasetê (sezgî, pêhesî) dane. Ev mirovên navborî (Dogmatîk) bi tenê ji bo ku bidestxistina zanayîyê gengaz dîtine, bi vî navî hatine binavkirin. Mirovên dogmatîk xwe di nav tevgerên ramanî ên wek Rasyonalîzm (Aqilparêzî), Empîrîzm (Ceribandingerî), Fenomenolojî (Hilikparêzî) û hwd. de îfade kirine. Di dawîyê de mirov dikare bibêje ku pirsgirêka sereke ya felsefeya zanayîyê, pirsgirêka hebûn an jî tunebûna zanayîyê ye.

Zanayî Gengaz E Gelo? Yên Gumanber û Yên Dogmatîk

Hebûn an jî tunebûna zanayîyê, pirsgirêka herî bingehîn ya felsefeya zanayîyê (bilgîyê) ye. Ji dema Georgîas ve Septîk dibêjin mirov nikare bi heyînê bizanibe û di destê wan de derzîyeka tûj, balonên Dogmatîkan diteqînin. Derheqê hebûn û tunebûna zanayîyê de fîlozof bûne du beş: Yên gumanber û yên Dogmatîk. Herçiqas yên gumanber di dîroka felsefeyê de ne xwediyê roleka mezin bin jî, hebûna xwe her dem dane hisandin û ji bo bersivandina pirsên wan, tevgerên nû ên felsefeyê derketine holê.

Gumanparêzî – Septîsîzm

Yên gumanber (şikber- septîk) wiha diparêzin ku zanayî (bilgî) ne gengaz e. Ya rasttir wiha diparêzin ku kirde (suje-ozne) nikare têkilî cîhana wanekan (nesneyan) bibe û derheqê hilika wan de zanayîyan bi dest bixe. Ji ber vê çendê jî, wiha bawer dikin ku bidestxistina zanayîya misoger, ne gengaz e. Yên gumanber bi vê helwesta xwe re wiha dikin ku em ji bîr û bawerîyên xwe yên misoger (rast) jî gumanan dikin. Lewra ew ji hemû tiştî, mesela ji cîhana fizikî ya der û ji hebûna mirovên ku wek me difikirin gumanê dikin. Ev yek her çiqas wek nîşana nexweşiyeke psîkolojîk were dîtin jî, divê ew helwesta gumanberan baş were têgihêjtin.

Ê baş e mirovên gumanber çima û ji çî gumanê dikin?

Di navbera gumana gumanberparêz û ya me de, ku em vê gumanê di jiyana xwe ya rojane de bikar tînin; cihêrengiyeke mezin heye.

Ji kerema xwe re bala xwe bidin van pêşnîyarên li jêrê:

1- Li fezayê hebûna zindîyên din, bi guman e.

2- Derheqê başiya tevgera mirovan ya peredayîna parsekan de, ez di gumanê de me.

3- Ez derheqê tevgera ku berjewendiyên hemû kesî diparêze de, di gumanê de me.

Dema ku em bala xwe didin wan, em dibinin ku pêşniyara yekemîn nerastiyeke nîşan dide. Ya duyemîn jî bêbawerîyeke nîşanê me dide. Lê ya sêyemîn, derheqê sedemên ku pêşnîyarê pêk anîne de gumaneke tîne ziman. Pêşniyara yekemîn û ya duyemîn, gumanên ku em di jiyana xwe ya rojane de bikar tînin vedibêjin. Lê di pêşniyara sêyemîn de, gumaneke felsefîk xwe dide der. Nexwe dema ku behsa gumanê tê kirin, fîlozof vê yekê fêhm dikin: Ji bo bawerîpêanîn û zanîna tiştekî, têrnekirina pîvanên ku têne pêşkêşkirin. Ev yek, “gumana (şika) felsefî” ye. Felsefevan, dema ku guman kirin tê gotin, tiştekî gelek razber (soyut) fêhm dikin. Dema ku ew dibêjin ez gumanê dikim, dixwazin bibêjin ku sedemên pêşkêşkirina pêşniyarê, têra pêşkêşkirina wê nakin û ne besê rastandina wê ne. Ê baş e, gelo sedem çî bûn ku yên gumanber wiha ketine nav gumanan?

Çavkaniyên Gumanê

Li hemberê angaştên gumanparêzan, ku gotine ne gengaz e mirov xwe bigihêne zanayîyên rast; dogamtîkan jî hewl dane ku hebûn û hilberandina zanayîya rast îsbat bikin. Di warê hilberandina zanayîyê de hindek fîlozofan wek bingeheke ya aqil dîtine, hinekan gotîye ku zanayî encax bi saya ferasetê dikare werin bidestxistin, hinekan girîngiya ceribandinê derxistine pêş û hinekan jî bûyerê (olguyê) wek bingehek sereke dîtine û bi vê helwesta xwe re jî, xwestine ku rê li ber gumanên gumanparêzan bigirin. Lêbelê gumanparêzan bi şik xwe nêzîkê van babetan kirine û gotine ku derheqê zanayîyê de çavkaniyek zexim tune.

Li Gor Gumanparêzan Çavkanîyên Gumanê.

1- Guhêrbarîya (veguhestokîya) azmayîş û pêhesîyê.

2- Pênebawerîya pêşnîyarên zanistî ên ku têne pêşkêşkirin.

3- Dîmaneyîya (îzafîtîya, rolatîfîya) ku ji guhêrbarîya hemû tiştan tê.

4– Guhêrbarîya bêrawest ya heyînê.

5- Di dema hilberandina zanayîyê de pirbûna rêbazên ku aqil wan bikar tîne.

Dubentîya heyînê ku ji destpêka felsefeyê ve hebûna xwe diparêze û ligel hemû veguhêranan, wek xwe dimîne, her dem bûye pirsgirêkeka felsefeyê. Hinek fîlozofên wek Herakleîtos wiha bawer kirine ku heyîn her dem tê guhêrin û wek xwe namîne. Ger ev yek rast were pejirandin, wê demê derheqê heyînên ku her dem diguhêrin de hilberandina zanayîyê, wê gelekî dijwar be. Gumanparêz jî, ji vê xalê sûd werdigirin. Ger wisa be û ku heyîn her dem biguhere, wê demê zanayîyên derheqê wan de jî wê her dem biguherin. Herweha zanayîa mayende, misoger û gerdûnî, tune.  Ji hêla din ve jî em heyînê, ancax li gor hêza/têgihêjtina sehekên xwe dizanin.

Mesela dema em kevirekî didine destê xwe, em pê derdixin ku ew hişk e, bi dîtine em dizanin ku pelên daran şîn in û hwd. Lê dema ku em li bin şewqaka floresanê rawestin, wê demê wê işlikê me yê xemrî (mor), wê şîneka vekirî xwiya bike. Nexwe, sehekên me derheqê heyînekê de dikarin zanayîyên cihêreng hilberînin. Di vê rewşê de derheqê heyînê de wê pêhesîyên me jî guhêrbar bin. Li hemberê gumanparêzan kelehên herî zexim yek aqil e û ya din jî ceribandin (deney) e. Gumanparêz di babeta hilberandina zanayîyê de, aqil bêhêz dibînin. Lewra aqil, zanayîyên ku ji pêhesî û sehekan tên bi kar tîne û wiha dişuxule.

Ger sehek û pêhesîyên me guhêrban bin, wê demê gengaz e ku aqil jî çewtiyan bike û zanayîyên çewt hilberîne. Ji ber vê çendê hêza aqil jî têrê nake ku zanayîyê hilberîne. Li hember gumanên gumanparêzan zanayîya ku herî bi xwe bawer e, zanayîya zanistî ye. Zanayîya zanistî ji ber rêbazên xwe yên ku bi kar tîne; çavdêrî û ceribandinê, xwediyê hîm û wesfên taybet e. Ji ber ku hem bi awayê teorîk û hem jî bi awayê ptarîk dikare were peyîtandin, cureyê vê zanayîyê pêbawer kiriye. Mesela pêşnîyara “Ji bilindahîyeke kevirê ku terayê xwarê bibe, bi lezeka diyar dadikeve xwarê.” di teorîyê de bi zagona axkêşanê û di pratîkê de jî bi rêya ceribandinê dikare were peyîtandin.

Lê pêşveçûnên dawî ên zanistî, wiha kir ku angaştên gumanparêzan zêdetir û xurttir bû. Çewtderketina zanayîyên zanistî ên ku di paşerojê de (rabirdûyê) de bi rêbazeke rast hatibûn hilberandin û şirovekirin, neewlebûna vê zanayîyê jî derxist holê. Mesela di paşerojê de astronomîya Batlamyûs, wiha diyar kiribû ku dinya rast e. Lê di serdema nû de zanistvanên wek Galîleo, Kepler û Kopernîk, gotin dinya me gilover e û vê yekê peyîtandin jî. Di paşerojê de wiha dihat bawerkirin ku atom dabeş nabe û perçê herî biçûk ê maddeyê ye; lê niha heta bêdawîyê jî atom dikare were dabeş kirin û di warê çekên kimyewî de jî tê bikaranîn. Zanista ku heta dema Francis Bacon rêbaza deduksîyonê bikar dianî, piştra; rêbaza enduksîyonê hilbijart û bikar anî. Ev hemû Berfirehbûn û pêşveçûnên di zanistê de, wiha peyîtand ku zanayîya zanistê jî dikare were guherîn û pûçkirin.

Cureyên Gumanparêzîyê

Di dîroka felsefeyê de çend cureyên gumanparêzîyê hatiye dîtin. Hinekan, gumanê wek armancekî û hinekan jî wek alav, rêbaz û helwestekî bikar anîne û wiha jî pejirandine.

1- Şikparêzên (Gumanparêzên) Pirole

Çavkanîya vê şikparêzîyê (gumanparêzîyê), sedemên exlaqî ne. Fîlozofên di vê lodê de, li rêya aramîya giyanê û bextewarîya wê digerîyan. Bi taybetî jî Pyrrhon û şagirdê wî Tîmon, di lêgerînek wiha de bûn. Piştra di aqademîya Platon de Arkesilaos û di dewra Romayê de Ainesidemos gumanparêzên sereke têne hesibandin. Mirov dikare pêşnîyarên fîlozofên gumanparêz yên pirole wiha rêz bike:

1- ji ber ku xwezaya her mirovekî ji hevdu cuda ye, dîtinên me yên derheqê tiştan de jî; wê cihêreng bin. Mesela mirovekî ku zerekî dibe, hemû tiştî zer dibîne.

2- Dîsa ji ber ku xwezaya mirovan ji hevdu cuda ye, têgihiştinên me jî cihêreng in. Ji ber vê çendê jî, em ne xwediyê raman, hest û çavdêrîyên (intîbayên) me jî ne hevpar in.

3- Derheqê wanekan (nesneyan) de, hestên me ne wek hev in. Mesela dibe ku hinekên me telefonên mobîlan estetîk bibînin û hinekên me jî, dikarin wan ne estetîk bibînin.

4- Ji ber rewşa (şert û mercên) mirovên ku têdigihêjê (çav lê digerîne), wanek dikarin cihêreng werin têgihiştin. Mesela dema mirov di xew de ye, wanek ji mirovan re cihêreng xwiya dikin.

5- Rewşa nesneyan, nêzîkatî û dûrbûna wan û şert û mercên cîhê ku ew lê ne, dikarin çavdêrîyên me biguherînin. Mesela dema ku em bi roj ampûla odeya xwe vedikin, ji me re wiha tê ku ew tu şewqê nade odeya me. Dîsa dema ku mirov li bilindahîyekî mirovan mêze dike, ji mirov re wiha têk u mirov biçûcik in. Dîsa carinan dema ku em di behrê de keştîyeka bi rêya xwe ve diçe dibînin, em dibêjin qey ew rawestîye ye û hwd.

6- Nesafîya (nearîtîya) sehekên me. Mesela di odeyeka germ de gelekî bêhn ji biharetê tê. Lê di odeyeka sar de, biharet hewqas bêhn nade.

7- Guhêrbarîya wesfan, ku carinan girêdayê çendanîyê (nîcelîkê) diguherin. Mesela bi serê xwe tenê jehr, dikare mirovan bikûje. Lê bi hinek teamên din re, jehr dibe derman.

8- Nezanîya mirovan ya derheqê nesneyan de, ku her dem em wan bi gurza têkîlîyekê dinirxînin û bi vê yekê; em ji naskirina wan ya bi serê xwe, dûr dikevin.

9- Berhêlîkirina têgîhanên me, ku sedemê vê yekê jî, jiyana me ya civakî ye. Em hemû di bin bandora irf, adet, perwerde û ola civaka xwe de ne û ji ber vê çendê jî, em dibin xwediyê gelek hînbûnîyan.

Ji ber ku em Rojê (Tavê) her dem dibînin, em bala xwe nadinê. Lê dema ku em dûvstêrkekê dibînin, di cîh de bala me dikşîne. Em gelekî qîymetê didin ên ku kêm in. Lê ji ber ku pir in, em carinan qîymetê nadin yên xwe…

2- Rolativîzm (Dîmanatî-îzafîtî)

Rolativîzm şeklekî gumanparêzîyê (şikparêzîyê) ye û mirov dikare bibêje ku xwe di bin kirasekî din de nîşanê me dide. Di dîrokê de yekemîn car ji alîyê Sofîstan ve hatiye derbirîn, ku Protagoras serpereştiya wan dikir. Li gor bîr û bawerîya Protagoras; cîhana nesneyan, her dem diguhere û di nav guherînekê de ye. Ji ber vê yekê zanayîyên ku bi rêya sehekan têne bidestxistin, ne zanayîyên resen in, zanayîyên demî (demborî, muweqet) ne û sehekên me nikarin yên sereqet (domdar) û mayende, nîşanê me bidin.

Nexwe, ancax tiştekî ku ne ji sehekên me (pêhesîyên me) were dikare rast be. Di vê xalê de aqil, ji sehekan rasertir e. Lê aqil jî, berdewama sehekên me ye. Lewra dema sehek têne guherîn, aqil jî zanayîyên ku her dem têne guherîn derdixe holê. Ji ber vê çendê jî zanayî, bi guman e. Protagoras, ji vê xalê dest pê kiriye û gotiye ku “Pîvana hemû tiştî, mirov e.” Di vê pêşnîyarê de mirov ne wekî qategorîyeke, lê yeko yeko wek mirov têne hesibandin. Lewra hemû kes, ancax dikare bi pêhesîyên (sehek) xwe bizanibe. Tiştê ku tê hîskirin, ji bo yê ku hîs dike heye. Hege di sehekên wî de tune be, ew tişt tune.

Hege wiha be, wê demê çend xalên girîng der diçin:

1- Rast, tiştê ku mirov dibîne, dihise û hîs dike, ye.

2- Çiqasê mirov hebin, hewqas heqîqet hene.

3- Prensîbên gerdûnî ên ku ji alîyê hemû mirovan ve têne pejirandin, tune ne.

4- Di warê zanayî, exlaq û hwd. de rastiyeka misoger tune.

5- Şexs, pîvana heqîqet û başîyê ne.

6- Ji bilî pêhesîyên şexsî, mirov nikare çavdêrîya tu tiştî bike.

3- Wek Helwestekî Şikparêzî

Fîlozofê sereke ê ku şikê (gumanê) wek helwestekî bikar anîye, Sokrates e. Wek tê zanîn Sokrates mamosteyê Platon (Eflatûn) e û axlebî li ser babetên exlaqê rawestiya ye. Lê ji ber ku exlaqdarîyê (sincdarî, rewiştdarî) bi erdemê ve û erdemdarîyê jî bi zanayîyê ve girêdaye, ji hêla felsefeya zanayîyê ve fîlozofekî girîng e. Berhêmên Sokrates nê gihêjtine heta roja me. Lê em dizanin ku wî nedivîsand. Ew zêdetir bi diyalogên xwe tê naskirin û bi vê yekê jî navdar e. Li kuçe û kolanên Atînayê digerîya û bi giregirên bajêr re li ser erdem, zanayî, wêrekî û li ser babatên exlaqî dikete guftegoyan. Ramanên wî ên derheqê van babetan de di Dîyalogên Platon de cîh girtine û bi vî awayî gihêjtine heta roja me.

Sokrates di nav Sofîstan de mezin bûye û perwerdeya xwe ya felsefî ji wan sitandiye. Wek tê zanîn Sofîstan wiha diparast ku zanayî ne gengaz e, lê Sokrates hewl dida xwe ku di babeta fêhmkirina mirov de, xwe bigihêjîne spartekek tevayî (tumel). Li gor nêrîna Sofîstan mirov, pîvana hemû tiştî bû. Sokrates jî di rêyeka ku dişibe ya Sofîstan de dimeşe û wiha bawer dike ku derheqê xweza, heyîn û matematîkê de mirov nikare bi tu tiştî bizanibe. Di dawîyê de di vê babetê de dev ji xebatên xwe berdide. Sokrates dibêje: “Ez bi yek tiştekî tenê dizanim, ew jî ew e ku ez bi tu tiştî nizanim.” û vê pêşnîyarê ji xwe re wek bingeh hildibijêre. Ev pêşnîyar di naveroka xwe de hem îronîyê û hem jî şikê (gumanê) dihewîne. Bi awayê diyologên xwe bi girêgirên Atînayê ên ku digotin em xwedîyê zanayîyê ne, dide zanîn ku di rastiyê de ew bi tu tiştî nizanin.

Bi rêya vê rêbazê, nezanîya yên li hemberê xwe nîşan daye û xwestiye ku bibêje ez hê bi tiştekî nizanim. Ji ber vê çendê jî mirov dikare bibêje ku Soktates di derheqê xweza, gerdûn û heyînê de wiha bawer dike ku mirov nikare xwe bigihêjîne zanayîyê. Herweha wiha parastiye ku mirov dikare ya xwe bike babeta zanînê û derbasê asteka bilind ya exlaqê bibe. Lê li hêla din jî em dizanin ku Soktates gotiye ku mirov nikare tiştekî fêrî mirovan bike, mirov dikare ancax tiştên ku ew zanin bînê hişê (bîra) wan. Ango, gotiye ku mirov ji zayîna xwe ve xwedîyê zanayîyê ne. Bi vê hewlwesta xwe re jî, di hindek babetan de wek ‘Rasyonalîstekî Dogmatîk’ hatiye bi nav kirin. Di hêman demê de wek hîmdarê rêbaza Mayotîkê (Danwelidandin) jî tê zanîn, ku ev rêbaz di felsefeyê de jî wek rêbazekê felsefî tê pejirandin.

4- Wek Rêbazekî Şikparêzî (Rêbaza Şikber)

Li hemberê şika şikparêzan ku bawerîya xwe bi zanayîya rast nedianîn, hinek fîlozofan xwestine ku şikê wek rêbazekî bikar bînin û bi vî awayî (bi vê rêbazê) xwe bighînin zanayîya rast. Ji van hewl danan yek ya Gazalîyê fîlozofê îslamê ye û ya din jî ya Descartes e. Ev herdu fîlozof herçiqas di demên cuda de jiya bin jî, dîsa heman rêbazê (şikê, wek rêbazekî) bikar anîne.

Gazalî

Gazalî di destpêkê de ji bo ku bikaribe xwe bigihîne zanayîya rast û misoger, li hemû texlîdên zanayîyê vekola ye. Gazalî li hemû mezheb, agirperest, ateîst û li ramanên fîlozofan vekola ye û xwestiye ku spartek û bingeha angaşt û ramanên wan fêr bibe. Lê her dem derheqê rastiya wan de, di gumanê de bû. Axirê bi xêra vê yekê beyî ku di bin bandora fikrekî de bimîne, ramanên xwe diparast. Herweha Gazalî wiha bawer dikir ku divê mirov bi çavê tu kesî li dinayayê mêze neke û wan texlîd neke. Ji ber vê yekê jî Gazalî texlîdkirina fikran, wek xirabiyeka mezin dihesiband.

Li gorî nêrîna Gazalî divabû du tişt pêk bihatana:

1- Destnîşankirina bingeha zanayîya misoger û rast.

2- Peyîtandina vê zanayîyê ku rasterast nesneya xwe vedibêje.

Ji bo hilberandina zanayîya rast û misoger, di destpêkê de prensîbên têgîhan û sehekên me û prensîbên fikirînê ên bivênevê, divê werin destnîşankirin. Lê di dawîyê de Gazalî dibêje ku sehek û têgîhanên me xapînok in û dikarin her dem me bixapînin. Ji ber ku ne ewle ne, dikarin eqlê mirov jî bixapînin. Ji bo vê çendê jî, dibe ku dadgerekî dî yekî ku serwerê sehek û têgîhanên me be derkeve holê. Gazalî ji fikrekî wiha dest pê dike û behsa beradayîbûna vê dinyayê dike. Herweha dibêje ku ev dinya me ya ku em têde dijîn, xewn û xeyalek e û piştî mirinê, dibe ku em hemû wanekên li cîhanê ji rewşa wan ya niha cihêreng bibînin. Dibe ku ji bandêra dem û cîh ya niha, rasteqînîyeke din jî hebe. Û mirov bi alîkariya hişê xwe ya ku di asteka cihêreng de ye, dikare vê siûdê bidest bixe.

Şika Metodîk: Descartes

Rêbaza şikê ya ku Descartes ew bikar anîye, li Ewropa û li hemû dinyayê, ramana nûjen xistiye bin bandora xwe û bûye rêbazeke baş ya hilberandina zanayîyê.

Descartes wiha digot:

1- “Em bibêjin ku ez di xewnekî de me û cinekî ku dikare hemû tiştî bike, min dixapîne. Mesela em bibêjin ku ew wanekan bi awayekî cihêreng nîşanê min dide. Encax ez di xewn de bim jî, wiha bifikirim ku ez ji layê cinekî ve tême xapandin jî; yê ku tê xapandin û nesneyan cihêreng dibîne, dîsa ez im.”

2- “Şikkirin (gumankirin), pêhisîn û tirsîn û gelek tiştên din, fikirîn e. Hege şikkirin, fikirîn be û yê ku di şikê de ye jî ez im; difikirim, nexwe ez he me.- Cogito ergo sum.”

Descartes berî her tiştî dixwest ku xwe bigihîne binegeheke zexim û bi vî awayî xwe ji hemû gumanan xilas bike. Hege hebûna min ji şikê (gumanê) dûr be, ramanên min yên ku ez wan tînim ziman; wê ji gumanê dûr bin. Lewra, ji ber ku wê ew jî ji hebûna min der biçin, wê ne gumanbar bin. Li gor Descartes bi vî awayî gengaz e ku mirov xwe bigihîne zanayîya rast û misoger, wek zanayîya matematîkî.

2- Dogmatîkên Epîstemîk (Yên ku zanayîyê gengaz dibînin)

Li hemberê gumanên gumanparêzan, ku bawerîya xwe bi zanayîya rast û misoger naynin, dogmatîk; wiha bawer dikin ku mirov dikare xwe bigihêjîne zanayîya rast û misoger. Ji van fîlozof û ramanweran re, ‘Dogmatîkên Epîstemîk’ tê gotin. Herçiqas ji hevdu rêbazên cihêreng bikar anîbin jî, armanca wan ya hevpar ew e ku rêya gihêjtina zanayîya rast nîşanê me bidin. Dogmatîkên Epîstemîk, wekî serwerên dîroka felsefeyê ne û bi tevgerên wek rasyonalîzm, empirîzm, krîtîsîzm, pozitivîzm, felsefeya analîtîk, entuitisyonîzm, pragmatîzm, fenomenolojî, îdealîzm û realîzmê, ramanên xwe îfade kirine. Herçiqas hejmara fîlozofên şikparêz (gumanparêz) kêm be jî, mentîqa wan ya ku parastine, şopên gelekî kûr li pişt xwe hiştine û bi vê helwesta xwe re, rê li tevgerên cihêreng yên ku bawerîya xwe bi zanayîyê anîne û xwestine ku vê yekê nîşanê me bidin, vekirine.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin