Felsefeya Xwe Nasînê û Bandora Xwe Naskirinê

Felsefeya Xwe Nasînê û Bandora Xwe Naskirinê

Felsefeya Xwe Nasînê û Bandora Xwe Naskirinê| Xweşnav Heso

‘Xwe bi xwe nas bike ey mirov !’, ev hevoka pîroz li ser dîwarê şikefa yezdan Apolo li Delfî hatibû nivsandin ji kevin de, ji berî bi hezarên salan ve. xwe naskirina mirov êdî bûye hîmekî bingehîn di lêkirin û avakirina mejiyê mirov, di rêka felsefeyê û ramanê jîreyî de. xwe naskirin ew dergehê naskirina suriştiya derûna mirov e, û xwest û vîna vê derûnê, tevlî hemû şêwaz û karên ku derûn sedeme ji wan re.

xwe naskirin bingeha nasîna têkiliyên laş bi jiyangehê re ye û pêwendiya bi kesan û tiştan re ye, di nava civaka ku mirov têde dijî û xwedî dibe. ev tişt mijara Derûn nasiyê ye, di têgihişteya kevn û nûjen, her wekî hev.

naskirina derûnê dihêle ku mirov hêzên mejî yên vê derûnê jî nasbike , ew hêzên ku cêwaziyê di navbera mirov û cenaweran de diyar dike, ji ber ku mirov di riya mejî û jîrbûna xwe dikare wan têgehan baferîne û ezber bike, û wan têgehan bi hev re girêk bike, ev li gorî yasayên xuya û zelal.û ev tişt hêz dide ku mirov cêwaziyê nasbike di navbera rastî û şaştiyê de, û dihêle ku mirov sînoran nasbike, ew sînorên ku mejî li hember wan rawestiyaye, bi vî awayî mirov dighêje rastiyê, û dighêje yasayên ramanî yên ku mirov wan datîne, û ev jî dibe mijara çimkî !.

ev her du nasîn: Derûn nasîn û çimkî karên ramaniyê sazdikin , Derûn nasîn wan sazdike bêyî ku di suriştiya pêwendiyan û di mijarên wan de bixebite, û çimkî karê ramaniyê sazdike ji hêla pêwendiyên wan bi armanc û mebestan ve, ew mebestên ku ew bi xwe rastînî ne. û çimkî di mercên tegehan û di maf û mişt û meran de xebatê dike , û ji vê derê de dafirîne têgehên buhayî û bingehên wê diyar dike, ewên ku mejî li ser wan bingehan jiyana xwe didomîne. 

ji vê xalê ve, çimkî dimîne nasînek fêrkirinê û Derûn nasîn dimîne wek nasînek çawanî bi tenê!

nasîna derûnê me dighîne naskirina suriştî û karên wê di siyaseta laş de , û li ser vê yekê mirov dighîne zelal kirina hin bingehan ên ku reftar û şêwaza mirov durist dike li gorî suriştiya mirovayetiyê, û dike bi vî awayî mirov karên çakî bike û bi cih bîne , û dûrî karên bedî û ne çak biçe , û ev jî dibe mijara Sinciyê !

mirov eger bighêje vê astê ji nasînê, gereke ku berî vî tiştî ew li hember rastiya vê derûnê û suriştiya hebûna wê û rêbaz û dawî roja wê raweste û van pirsan bike: ma gelo ev derûn wekî laş e , bi nemana laş ew jî namîne ? yan ew ji keresteyek din e , mirin û guhertin naghêje vê derûnê ?! , ev derûn ji kuve hatiye , û diçe bervî ku ?

gelo suriştiya vê gerdûnê çiye ? , ev gerdûna ku em di nav de dijîn , ma kevn e yan nûjene ? , gelo ji nebûnê ev gerdûn hatiye peyda kirin ji hêla Xwedakî heraş ? yan ev gerdûn bi xwe û ji xwe heye û peyda bûye ?! , ma ev suriştî di nava xwe de yasayên domandinê û mercên dawî rojê hilgirtiye û veşartiye ?

evan pirsan çare û rev ji wan tuneye, mirov nikare bi hêsanî bersiva van pirsan bike , ji ber ku evan pirsan dikevin mijarek din, ji bilî yên berê , ji bilî Derûn nasiyê û çimkî û Sincî , vê care em berê xwe didin Paş Suriştê – Mîtafîzîqa- , û di nava vê mijarê babetên dawî rojê êdî bi kar tên !…

Xweşnav Heso

11.05.2014

xweshnav.heo@hotmail.com

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin