Felsefeya Skolastîk

Felsefeya Skolastîk

Felsefeya Skolastîk

Di ramana heyama navîn de yekîtiyek heye û ew riya ku raman têde dimeşe, an rêbaz û armanca ku tê daxwaz kirin jî yek e. Belam di ronesansê de (renaissanc), ev yekîtî xira bûye û êdî riya rastî û babetên ramanê jî ne yek e, pirr in. Felsefeya ronesansê jî, mîna felsefeya heyama seratayî li ser pirsgirêkên gerdûnî radiweste û ji bona çareserkirina pirsgirêkan, rê û rêbazên cûr bi cûr diceribîne. Ji bo vê hindê, di ronesansê de rêçên nû derketine holê û ev rêç, pirr texlîd in.Di nava van rêçan de, pêwendî carinan kêm û carinan jî xurt bûye. Beguman, bi tenê ji bona tiştekî tenê de di navbera wan de yekîtiyek çêbû ye ku ew yekîtî jî, dijbariya felsefeya skolsatîkê ye. Ev rêçên ku me qala wan kir, li ser dijberiya skolastîkê lihev hatine û ketine nav pevxebatekê.

Ê baş e, gelo felsefeya skolastîk û hêmanên wê çî bûn û çima ronesansê wiha bi awayekî pirr dijwar li hember skolastîkê rabûye û çima, bandûra wê dijberiyê heta dema me jî tê bihistîn? Lewra, îro jî dema ku wûşeya skolastîkê tê bihîstîn, ev peyv ji mirovan re xweş nayê. Wek tê zanîn, felsefeya skolastîkê felsefeyeka xwendandinê bû û ne lêger bû. Bi tenê felsefeya dibistanê bû. Koka bêjeya skolastîkê, ji zimanê latînî tê û di wateya dibistanê “sckola” de ye. Wateya skolastîkê jî, ji “scholastîcus” pêwendiyekê dibistanî ye. Ew felsefeya ku di heyama navîn de dihate xwendandin, ew felsefeya skolastîkê bû û piştgirê dêrê û teolojiyê bû. Û bi tenê, bi kêrê vê yekê dihat. Felsefeya skolastîk, di pêşiya tevgera ronesansê de hêdî hêdî dirize û di dewra ronesansê de jî bi temamî hildiweşe. Armancên vê felsefeyê ew bû ku, naguhorên filehtiyê û felsefeyê bi hevûdu re girê bide û wan wiha jî bikar bîne. Lewra, pisporên skolastîkê herdem xwestine ku dîtinên dêrê û yên felsefeyê bikin yek û bi vî awayî, herduyan di nav hevûdu de bihelînin.

Li Gorî Felsefeya Skolastîzmê

Zagona Xwedê “lex deî” û zagona aqil “lex natura” mîna hev in. Lê tê dîtin ku skolasîzm, tu carê ne gihêjtiye vê armanca xwe ya paşverû. Pirsgirêka di vê xalê de, pêwendiyên di navbera îman û felsefeyê de ye. Nêzîkê xilasbûna heyama navîn, dûrîtiya îman û felsefeyê zêdetir bûye û bi vê yekê re jî, baweriyên pisporên skolasîzmê sist bûne. Thomasê Aquînoyî (1225- 1274) ku fîlozofekî wê demê bû, wiha dibêje: “Di ol de, ramana xefiyên herî bilind hene û ev xefî, bi aqil nayên fêhmkirin.”

Dawî, bi vê pêvajoyê de dijberiya îman û felsefeyê kûr dibe û piştra, felsefe digihêje serxwebûna xwe. Li hêla din jî ramanên nomînalîstan xwe dida der. Li gorî baweriya wan jî; heta hebûna Xwedê jî bi awayekî bêdro, nikaribû bihata peyitandin. Herweha nemirbûna giyan û di heft rojan de afirandina gerdûnê ne jî dihate pejirandin. Li gorî nomînalîstan ev bawerî, naguhor û wajbaweriyên filehtiyê û pêşniyarên mirovên olî ne.

Li Gorî Nêrînên Nomînalîstan

Bawerî her çawa bin, pêwîst e wiha bêtin bawerkirin. Lewra, peyitandina wan vale ye. Lewra, du hêlên rastiyê hene û yek tenê. Rastiyek ji bona ol û îmanê dibe ku rast bê dîtin, lê ev rastî, dibe ku ji bona zanayiyê çewt û ne rast be. Di vê dilêrîna nomînalîstan de, zanayî û ol ji hevdu têne veqetandin û sînorên wan çêtir tê salixandin. Girîngiya nomînalîzmê ew e ku, zanayiyê xistiye riyaka rast û zanayiyê bi vê yekê re xwe baştir parastiye. Tevgera nomînalîzmê, nêzîkê xilasbûna heyama navîn cihê xwe yên taybet girtiye û piştra belav bûye. Bi saya vê yekê, di ronesansê de felsefe hêza gihêjtina serxwebûna xwe di xwe de dîtiye û ev bûyer, bûye gaveka mezin yeka pêşverû. Xwiya ye ku felsefeya skolastîk, heta dema ronesansê sax û li ser xwe nema ye. Lewra, nomînalîzmê kulmên mezin li zikê skolastîkê daye û di dilê wê de, qulên mezin vekiriye.

Dawî, bi saya hilpişkinên tevgera ronesansa ciwan û zînde, felsefeya skolastîkê hilweşiya ye. Di nava rexneyên ronesansê yên tûj de ku, li skolasîzmê kiribûn; navê Arîsto jî dibore.Lewra, felsefeya skolastîkê bi awayekî şidyayî xwe li Arîsto girêdabû û jê feyz distand. Ji ber vê yekê jî, dijrabûna skolastîkê, bivênevê dibû li dijrabûneka Arîsto. Lewra dema ku peyva felsefeyê an yên fîlozofan dihat bihîstin, skolasîzmê ji vê yekê fêhma Arîsto dikir. Herweha doxmeya filehtiyê, ji bona ku xurafeyên xwe bi aqil ve girêbide ji roja ewil ve pişta xwe dabû desthilatê mezin yê felsefeyê. Ango, Arîsto. Di nava wan desthilatan de Arîsto û Platon “Eflatûn” serî dikşandin. Di destpêkê de ev desthilat Platon bû, lê piştra di dewra geşbûna skolastîkê de rêzanê wan bû Arîsto. Lê em tu carî nikarin bibêjin ku e wan, ji Arîsto û ji felsefeya wî bi awayekî rast fêhm kirine.

Lewra e wan, felsefeya wî li gorî berjewendiyên xwe bikar anîne.Piştî ku felsefe û îman, an skolastîk û zanayî bi hev dihisin; felsefeya skolastîk ji felsefeya Arîsto dûr dibe. Lê çawa bûye bûye, bi awayekî ew ji bona wajbawerî û xwendandina dêrê hatiye bikar anîn. Ji ber vê çendê, dema ku ronesans li hember skolastîkê radibû; ew dibû tevgereka dijberê Arîsto. Di tevgera ronesansê de, dijberiya Arîsto ji vê niqteyê dihat û tevgera ronesansê dixwest ku zû bi zû ji vê bandûr û ketumetbûnên Arîsto xwe rizgar bike. Ev dijberî, piştra hêdî hêdî cihê xwe lihevhatineka nû re dihêle. Dawî, Arîsto di nava gavên ronesansê yên pêşverû de tê bikar anîn.Di ronesansê de, daxwaza ji desthilatdaran rizgarbûn heye. Piştî vê rizgarbûnê, mirov êdî ne mîna organîzmeyekê mezin, belam mîna dinyayeke biçûk “microcosmos” têne dîtin.

Microcosmos, li gorî xwe xwediyê wesfên cuda ye û şexs “îndîvîdum” e. Netewe jî, êdî ne perçeyekê komeleya filehtiyê ya gerdûnî ne, ew her yek li gorî rewşa xwe, di riya sexşbûnê de dimeşin. “îndîvîdualîtas” Di vê helwestê de, felsefe ji bona armancê ne di rêyek tenê de ye û ne cûrê zanayiyek tenê ye. Lê li ser hemû pirsgirêkên ku bi ramanên mirov ve dizeliqin, an wê ramanê mijûl dikin, li ser wan pirsgirêkan radiweste. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, çi rê û rêbazên hene, yên nas û nenas; ji aliyê tevgera ronesansê ve hatine ceribandin û bikar anîn. Hasilê, ronesans ji nava dinyaya heyama navîn ku sekinî, dadayî, statîk, ekalî û qemirî bû, dertê û dibe tevgereke pirreng û jîndar.

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin