Felsefeya Sedsala 17- ê

Felsefeya Sedsala 17- ê

Felsefeya Sedsala 17- ê  

Di felsefeya ronesansê de, hemû tişt di cihê xwe de rûneniştibû û dewreke lêger bû. Ango felsefeya ronesansê, felsefeyekê pêgavker e.

Wesfên Vê Felsefeyê Yên Berbiçav

1- Felsefeya sedsala 17- ê; başkirinên ronesansê da berhev, kom kir û piştra, li ser hîmê vê felsefeyeke xwedîyekîtî û yekkerî damezrand.

2- Pêkanînên ronesansê yên herî mezin; di warê matematîk û fîzîkê de hatin xwiyakirin. Bi alîkariya têgehên matematîkî, xweza çêtir hate naskirin û ew têkiliya ku di navbera aqil û xwezayê de hebû; ku ev têkiliyekê amizger e (hemaheng e) bi vî awayî hate aşharîşkirin.

3– Xweza, yekkerî ye û avahiyeke matematîkî ye. Ev pêşniyar, dibe hîmê matematîk û fîzîkê. Xweza, xwediyê wesfên matematîkî û fîzîkî ye û wesfên objeyan yên pîvandî, rastiyên resen in.Lewra wesfên nesneyan yên pîvandî û têkiliya ku di navbera wan de ye; divê bê dîtin, ku li ser wan hîman, ev obje ji nû ve bêtin naskirin.Descartes, Spînoza û Leîbnez, ramanwerên vê demê yên sereke ne…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin