Felsefeya Mantiqê

Felsefeya Mantiqê

Felsefeya Manti

Armanca felsefeya mantiqê ew e ku bi wateya mantiqê, prensîb û spartekên mantiqê bizanibe û li ser hindek pirsgirêkên mantiqê yên têgehî/têgînî hûr bibe ku wekî bingeh û xîmê mantiqê xwiya dikin, wan zelal û eşkere bike. Armanca felsefeya zanistê jî, li vekolandina avahîya zanistê ya zimanî ye, rexnekirin û têgihîştina wê ye. Zanist û mantiq, bi hev re hewl didin da ku rêya fikirîn û tiştên ku têne fikirîn  rast werin vegotin. Ji bo vê çendê jî hewl didine xwe da ku bikaribin delkên/zagonên fesalî û zimnî (navxweyî) yên fikirînê raxin holê. Bi vê yekê re jî, rêya bidestxistina zanayîya rast, tê vekirin. Felsefe jî ji mantiqê, ji bo bidestxistina zanayîya heyînê sûd werdigre, di vê xalê de jê feyde distîne. Ji bo vê yekê jî felsefe, awayên fikirînê yên mantiqî bikar tîne. Felsefe bi naveroka ramanê re mijûl dibe û di vê navberê de mantiqê jî ji xwe re dike mijar.

Çend pirsgirêkên/pirsên felsefeya mantiqê

Felsefeya mantiqê, li çavkanîya hêmanên (prensîbên) mantiqê û naveroka têgeha mantiqê vedikole. Di heman demê de dest diavêje pirsgirêkên ku bi mantiqê re dertên holê jî. Mirov dikare çend pirsên ku felsefeya mantiqê wan dipirse, wiha rêz bike.

1- Pirsgirêkên ku bi têgeha mantiq û derbasdariyê re têkildar in.

2- Pirsgirêkên ku bi têgeha neguhêrbara mantiqê re têkildar in.

3- Nirxa rastîyê û pirsgirêkên ku bi têgeha mantiqê re têkildar in.

4- Pirsgirêkên ku bi hêmanên mantiqê re têkildar in.

Pirsgirêkên ku bi têgeha mantiqê re têkildar in

Bersivên cihêreng ku ji bo “mantiq çî ye?” têne dayîn, du pirsgirêkên cihêreng derxistine holê.

1- Gelo mantiq disiplineka felsefeyê ye, yan ew zanistek e?

2- Ji ber ku bingeha fikirîna rast xwe dispêre daxuyandinên/birêvebirinên aqlî yên derbasdar, pirsgirêka “derbasdarî çî ye?” dertê holê. Ji ber ku derbasdarî girêdayê neguhêrbarên mantiqê ye, neguhêrbarên mantiqê jî pirsgirêkekê cihêreng derdixe holê. Ji ber ku texlîdên deranê/çikarimê yên cihêreng, di heman demê de neguhêrbarên mantiqê ne jî, mirov dikare ji bo venihêrtina (kontrolkirina) her cure deranê, sîstemeka cihêreng ya mantiqê ava bike. Hebûna cureyên cihêreng yên mantiqê jî, dikare rê li yekîtîya ku di mantiqê de heye veke.  Di vê xalê de tiştê ku ji felsefeya mantiqê tê xwestin ew e ku di derheqê hêmanên bingehîn yên mantiqê de bi awayekî aqilane û rexnekar tevbigere, lê bikole û di vê babetê de hilbijartinên herî amizger biafirîne.

Pirsgirêkên ku bi têgeha heyîn û nirxa rastiyê re têkildar in

Mantiq, bi bi naveroka deran û pêşnîyaran re mijûl nabe. Bala mantiqê mirov dikare bibêje ku her dem li ser lewna (şeklê) deran û pêşnîyara ye. Rastiya naverokê, rastiya zanayîyê û rastiya lewnî-fesalî jî, rastiya mantiqê pêk tîne. Rastiya mantiqê, bi sepandina (cîbicîanîna) hêmanên (prensîbên) mantiqê, dertê holê. Pêşnîyarên mantiqî divê ne pêşnîyarên nakok bin. Hege pêşnîyara mantiqî ne xwediyê rastiyekê be an jî deran nakok be, wê demê wê ji hêla naverokê ve jî çewt be. Hindek ramanwerên ku bi zanista heyînê re têkildar in, wiha parastine ku zagon û hêmanên ku heyîn xwediyê wan e û zagon û hêmanên ku aqil xwediyê wan e, zanav (wekehev) in. Li gor vê yekê di navbera aqil û heyînê de, amizgerîyek heye.

Yên ku ramanê parastine, hêmanên mantiqê li heyînê wiha sepandine

1Hêmana Zanavîyê: Her heyîn, zanavê xwe ye. Digel hemû guherîn û çêbûnan, di her heyîneke de hilikeka naguhêrbar heye.

2- Hêmana Bênakokîtîyê: Tu heyîn di heman demê de nikare hem bibe wekexwe (xwe) û hem jî heyînek din. Tu heyîn di heman demê de nikare hem hebe û hem jî tunebe.

3- Negengazîya Rewşa Sêyemîn: Heyînek yan heye, yan jî tune. Rewşeka sêyemîn tune û ne gengaze jî. 

Ramanwerên Serdema Nû, li dijê vê nêrîna ku hêmanên heyînê û hêmanên mantiqê wek hevdu dibîne derketine û nerazîbûna xwe anîna ziman. Li gor ramanwerên Serdema Nû, ji ber ku aqil ji sehekan xwe xwedî dike, têgînkirinên (têgehkirinên) me jî, her dem guhêrbar-rolatîv in. Ji ber vê yekê jî mantiq, divê ji wan hêmanan pêk were ku em bikaribin wan hêmanên hevgirî û derbasdarîyê bikar bînin û rêya rast ya fikirînê bidest bixin.

Pirsgirêkên ku bi hêmanên mantiqê re têkildar in

Mirov dikare pirsgirêkên ku bi hêmanên mantiqê re têkildar in, wiha rêz bike:

1- Hêmana mantiqê gelo her dem û li her derê hêmanek derbasdar û gerdûnî ye yan na?

2- Çavkanîya hêmana mantiqê çî ye?

3- Hêmanêm mantiqê gelo ji zayîna mirov ve hene, yan ew bi rêya-alîkarîya deney û çavdêrîyan têne bidestxistin?

4- Gelo mirov dikare hêmanên mantiqê di heman demê de wekî hêmanên heyînê jî bipejirîne?

Hêmana zanavîyê, ne tenê di sîstema mantiqê ya dunirxî (iki değerli) de, herweha di mantiqa pirnirxî (çok değerli- ji du nirxa zêdetir) de jî û di mantiqa heyînê de jî derbasdar e. Lê hêmana (zagona) bênakokîtîyê û hêmana negengezîya rewşa sêyemîn, dema ku behs (mijar) dibe mantiqa pirnirxî, dikarin çewt derkevin. Di roja me ya îroyîn de di vê babetê de pirsgirêka herî mezin, di mantiqê de man û nemana van hêmana ye. Ango, gelo wê ev hêman wek hêmanên mantiqê bimînin, yan wê nemînin?

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin