Felsefeya Ludwig Wittgenstein

Felsefeya Ludwig Wittgenstein

Felsefeya Ludwig Wittgenstein| Ali Gurdilî   

Wittgenstein (1889-1951) ramanwerekî navdar ê felsefeya zimên e û hemû pirsgirêkên felsefeyê, wekî pirgirêkên zimanî dîtiye. Xeyala wî ew bû ku zimanekî mantiqê ava bike û bi vî zimanî, hemû tiştî bi awayekî misoger/teqez îfade bike. Xwediyê du kitêba ye û di kitêba xwe ya yekemîn de, digot min hemû pirsgirêkên felsefîk/felsefeyê safî kiriye. Piştra jî, notên xwe yên felsefeyê weşandî ye. Li gor baweriya Wittgenstein, ziman wêneya dinyayê ye. Çawa ku heyîn ji atoman pêk tên, ziman jî wisa ji hevokan pêk tê û hemû pêkhatinên li dinyayê, dikarin bi rêya zimên, yeko yeko werin resmandin. Piştra vê ramana xwe sererast kiriye û gotiye ku ziman ne wekî wêneyekî, lê wekî alav/aletekî ye. Bi rêya fêrkirina rast ya bikaranîna zimên û raxistina holê ya çewtiyên zimanî, dê pirsgirêk safî/çareser bibin. Divê mirov li zimên, di çerçoweya wî ya xwezayî de hûr bibe.

Qasî wateya gotinê/hevokê, girîngiya yê/ya ku ew dibêje jî heye. Karê felsefeyê ew e ku ramanan, bi awayekî mantiqî rohnî bike. Felsefe ne dazanînek, bêtir çalakiyek e. Felsefe divê dev ji pêşkêşkirina dozîne/quraman jî berde. Çimku ev yek ji bilî şîlokirina mejiyên mirovan, bi kêrî tu tiştî nayê. Herweha babetên metafizîk jî, nikarin werin zanîn û divê felsefe, dest ji wan jî berde.

Di dawiyê de jî gotiye ku: <Tiştên ku em nikaribin li ser wan bipeyîvin, divê em wan ji bêdengiyê re bihêlin.>

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

01.05.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/ludwig-wittgenstein-1889-1951.html

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin